Hevpeyvîna TerîŞo ligel ŞîŞa tenûrê
Qilçixa: Qado Şêrîn

 

Terîşo: bi lez kurte jiyana xwe ji mere bibêj?

Şîşa Tenûrê: ez di 25/11/1967 an, katjimêr 11 berî nîvro ji dayka xwe re bûm. Wek naka tê bîra min, jinikek qereçî di wê gavêde li mala mebû, wê li min nêrî û got: 
tê bê mirad bimre, hêvyên te wê pêk neyên û tê ji heskirinê têr nebe”. Jiyana min jî eve, ji bilî vê ez nikarim tuştekî din bibêjim.

Terîşo: ma tu kurde?.

 Şîşa Tenûrê: zûde…

Terîşo: ma tu herdem kurde yan tenê çaxnan ?.

Şîşa Tenûrê: na herdem naaaa, ku ez bêjim herdem ez derewan dikim. Dema ez dirim Dîsko ez kurdîtiya xwe li mal dihêlim û dema ez derew û bêbextiyan jî dikim ez nabêjim ez kurdim, jibo kesek kurdan xerab û derewçîn nebîne, çimkî kurd jî wek JABANiyan gelek baş û gunehin, dilê gawiran bi wan di şewite.

Terîşo: tu wek pirofesor û hozanekî zana, tu rewşa kurdan çawan dibîne?.

Şîşa Tenûrê: min got ku kurd dil pak û gunehin, dilê kesekî bi wan na şewite û ew jî ji hevûdu re ne başin, xêra hevûdu naxwazin, ji hevûdu hes nakin, derewan li hevûdu dikin û li dor jinên hev digerin, şeref û namûsa xwe di laşê jinê de dibînin, pera bi selef didin hevûdu û kesek alîkariya kesekî nake û ku xort û keçek ji hevûdu hes dikin herdiwan dikujin. Dostên wa jî tune ne. Ez gelek dua ji kurdan re dikim…xweda wan bi rehma xwe şa bike…

Terîşo: ma tu kare ji me re bibêje, çilo û çawa dê Kurdistan rêzgar bibe ?.

Şîşa Tenûrê: Ax…axxxx, ku min bikarîba 11 melyon kurdên baş hilbijartina, û yên din , her yek min ew bixista çewalekî û devê wî bi şeş werîsan girê bida û ew bavêtana beyabaneke fireh da mişk û maran ew bixwarina. Nezantirîn kurd xwe ji xweda û pêxemberan zanetir dibîne, li kesekî guhdar nake û xwe demuqrat jî dibîne.

Terîşo : ma tu vê yekê bi tevayî dibêje ?.

Şîşa Tenûrê : helbet, ma te li hevpeyvîna Sîrwan Hecî Birko (malpera Amûdê.com) û Dilbixwîn Dara ( malpera Avestakurd.net) guhdar nekir, ya ku Şahîn B.Soreklî( Radyo ya SBS.Usturalya) bi wan re kiribû. Herduwan spasiya Şahîn B.Soreklî kirin çimkî wî herdu gihandin hev û bi hevûdu re axivîn, hêjayî gotinê ye ku herdu li Almanya dijîn û Şahîn B.Soreklî li Usturalya dijî. Ji vê yekê diyare ku herdû silavê li hevûdu nakin jiber ku her yek ji wan malpereke wî heye û ji ya ê din baştir û li pêştir dibîne. Partî û komele û rêxistinên kurdan jî bi vî rengî ne, yek xêra ya din naxwaze û hemû bi zimanekî dirêj( wek terya çêlekê) dibêjin ; rêzgar kirina Kurdistanê liser destê meye ma hûn jibo çi heneû hûnê çi bikin  looooooooooooooo…..û di gelek çax û waran de kurd li dujî hevin, sixêfa dikin hev û hevûdu bi xiniziyê tawanbar dikin û tenê partiya xwe rast û durust dibînin.

Terîşo : ma tu rewşa çand û kultura kurdî çawa dibîne ?.

Şîşa Tenûrê : mexabin ez xerab dibînim, me Yekîtiya nivîskaran damezirand, jibo çand û kultura kurdî lê em di vê yekê de xapiyan, bi rêvebirên wê tenê jibo di Telefezyon û radye û kovar û malperên Internêtê de bibêjin ; ez serokê yekîtiya nivîsakara me û emê çand û kultura kurdî biparêzin, hemû derewan bi awayekî nû û zimanekî xweş dikin, hemû jibo nefsa xwe dikin.

Terîşo : ma hemû nivîskar wisane ?.

Şîşa Tenûrê : jibilî min hemû wisane, ne ên ber deryane, hemû ne nivîskarin û xwe wek Şîsa Tenûrê dibînin, kuro hûn hîn nebûne dîk hûn wek min azan didin, rihet rûnên laaaaaw,  weleh ezê zimanê we jêkim haaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaaa…..

 

Terîşo : ma tu min çawa dibîne lo ?.

Şîşa Tenûrê : tu jî gelek caran wek wan ne tu zilame….heyfa wî nanê tu dixu, xwezî tu ne kurd bana..

 

Terîşo : ma behweriya te heye ku rojekê dê Kurdistan rêzgar bibe ?.

Şîşa Tenûrê : na û sed carî na, ez ji dil dixwazim rêzgar bibe, lê bi vî rengê ha, di vê rewşa xerab de ez tuştekî liber çavan nabînim. Lê ku kurd bi ya min bikin ; emê sê perçên kurdistanê bifroşin û bi buhayê wan perçê din bikirin û ava bikin, weleh em bê welat hetikîne û em nizanin,  li vê dunyayê, ma tu milet bê welat mane jibilî me kurdan, ma tu vê nerînê çawa dibîne looooo Terîşoooooooooooooo. Bi xweda tu jî bi vê yekê re ye, mebêje na……

 

                                                                                                16/12/2002

                                                                                                Holenda


  

«««««««««

                                           ©www.tirej.com,2002 [ info@tirej.com ]
                                                        Vebûna malperê 01/12/2002