SEYDAYÊ TÎRÊJ

 DI ÇEND RÛPELAN DE

 ( kurtejiyan û dem )

 



Ey hevalê minî rind

Çi li bajêr, çi li gund

Xewna te ya pir giran

Ji bo laşê te derman

Çi xewneke rast û xewş

Dilê te pê maye geş ...

     *     *     *

Wê xweşxwanan bixwênî

Çavê dijmin derênî

Ew xwendin û zanebûn

Nîzik dikin serxwebûn

Xortên wek te pir zana

Gerek bêjin  nezana

Bere destên hev bigrin

Di vê rêkê de bimrin .

Belê .. her wiha jî helbestvanê gewre Cegerxwîn evan gotinên nazik dibêje û bersiva Nayifê Heso dide, yê dawî bi çoşek mezin tê nasîn li nav gelê xwe bi navê : Seydayê TÎRÊJ .. Ew xwediyê gava çeleng, ku di rîya helbest û torevaniya Kurdî de avêtiye ..

Di derbarê helbesta Kurdî de, di vê dema dawî de, bi zaravê Kurmancî dest pê kir, bi du navdarên gewre: Yek jê Seydayê Cegerxwîn bû û yê din jî Seydayê Tîrêj bû .. Bi rengek klasîkî, berê xwe dişopîne û di derbarê vê yekê de, carekê wisan bi vê wateyê dibêje : ( Ez li helbestê bi rist, awaz, rêzbend û li naveroka wê dinêrim... Ev her çar tişt wê dikin helbest )

kurtehelbestekê davêje ser mebesta xwe û dibêje:

     
      

Ma rûmeta şi’rê çi ye?

Ne d’ xizmeta milet de bî

Ronahiya şi’rê çiye?.

Pesnê welat ku tê d’ nebî

çibkim ji wê şi’rê rijî

Danegire sewdan û mejî

Derdê dil û can nakujî,

Çaxê ku cewher têd’nebî .

     

Ji vê yekê xuyaye ku Seydayê Tîrêj, rengê helbesta hilbijartiye ji şêweyê kilasîk e.. Tev bi êş û azarên millet û welat girêda ye, û nexasim yekî welatparêz be, ku karibe hest û daxwaz û hêvîyan, wiha bi cih û war bike, bi zimanekî pak û rind, û bi raman û dilekî paqij ...

*    *     *

Hilbestvanê Kurdî gewre Seydayê Tîrêj, li gundê Nicim ê nêzîkî bajarê Qamişloka rengîn , ji hêla rojava navbera wê û bajarê Amûdê ve, yanî li ser riya navbera herdiwa de, ya ku 10 k.m roavayî dorî Qamişlokê ye, ber sînorê Sûrî-Turkî hatiye dinê û ji dayik bûye, li Kurdistana beşê Sûriya,  di sala 1923 an de..

Bi navê duristî: Nayifê Heso ye.. kurê Biro,  ji êla û eşîra Bobilana ye.. Lê bi navê Kurdî şêrîn li nav gel hatiye nasîn bi navê: Tîrêj, û ji ber hezkirina gel jêre, dibêjinê mamosta Tîrêj,  an seydayê Tîrêj .. û bi rastî wî jî tîrêja xwe avêtiye dil û mejiyê gelê xwe .

Ji malbatek cotkar e .. ji maleke gundî û hejar e, ango bê erd û emlak e,  û bi xwe jî biçûkê birayê xwe bû, herwiha di jiyana temenê şeş-salî de, ji gundê Nicim koçdikin û diçin gundê Sêmitika, û gava ku li wir bi cih û war dibin dere ber Melle,-wek heyamê berê- li ber destê Mellê gund (Ibirahîmê Golî) xwendina olî - Quranê û çend pirtûkên olî û tiştin din dixwîne , heyanî sala 1937ê.

piştî Melle hin şanê zîrekî tê de dibîne û bi temîna Mellê xwe, diçe bajarê Amûdê û xwendina mektebê Fermî dixwîne, ta bi rêza pêncan ..an ta sala 1943ê. û li ber destê wan mamosteyên gewre, yên wê demê, wek : Qedrî Can, Hemze Beg, û Meksîyê di wê demê de; berpisyarê Mearif (goçela perwerde kirinê) bû li welatê Sûryê, çaxê dagirkirina Firinsa li welatê Sûrîyê.. û bi xwe Meksî yekî giringtirîn bû di şoreşa Þêx Seîdê Pîran de, di sala 1925 ê li derdora bajarê Amedê.

Û li wê navbera zanistî, pir tişt naskir, pir navdarên miletê Kurd naskirin, ew welatparêzên çak û ronakbîrê demê, mîna: çegerxwîn, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Qedrî Can û Mellayên Kurd û pirrin dî .. Bi rastî li wir, ruh û hestê welatparêzî li cem bi xurtî afirî û çêbû.. û di bin akama wan navdaran de jî, evîna helbest nivîsê li nik wî şax veda, ku da bi tor û wêjê dikarîbe rolek mezin bilîze, di nav tevgera milletê xwe de .

Lê xuya ye ku, Seydayê Tîrêj bi şêweyê Cegerxwîn hatîye girêdan, piraniya dema xwe pêre dibûrand, ta ku tevlî ( Koma Ciwanên Kurd ) bûye, di rojên xweyî pêşîn de, çaxa damezirandina wê de,  lê mixabin .. Piştî heyvekê hate pişaftin, bi şerpola Turkan li dagirîya welêt Sûryê: destgirta Firinsa ..

*     *     *

Bi rastî wan dema çarika pêşîn li papelîska bîstan û gava şerê Imperetoran dest pêkir, nexasim şerê cihanê yê pêşîn, li nav ewan dewletên dagirkeran? piştî serketina hinan û daketina hinan, pir tiştên nû li darketin, yek jê hin dewlet çêbûn, ku berî hingê ne li ser nexşa cihanê bûn, û hin wek gelê Kurdan milletekî bindest ma .

Lê mexabin çerxa felek.. milletê Kurd xwe dît dûrî parên ji serpêhatî yê vê buyera mezin ve, tew nexasim milletê Kurd xwe dît parkirî çar perçe, li nav çar millet û nejadan.

Ev yek ji hêlekê û ya din jî ew bû ku di bin akama şoreşa oktober ya sosyalist, li qada Sovyatê gava ku li darket, sala 1917an de, her wiha jî, ramanin nû daketin nav milletan bi rengekî serxwebûn û xoybûn, bi navê pêşketinê û wekhevîyê, ji ber pir dixsî ketibû navbera Beg û Axa û yên bi wan re mîna şêx û mella ji hêlekê , û navbera hejar û belengazan mîna, cotakar û karkiran ji hêleke din ve .. lewra gelê Kurd dest bi xebat û tevgera xwe kir ji ber xwe ve.. û her wiha,  em naxawiz pir duv-dirêj bikin ji ber ev ne mebesta meye .        

Di bin akama van raman û buyeran de, Seydayê Tîrêj bêçar ma karê bidizî bike, û di sala 1938 an de, tevlî tevgera rêxistina Komela Xoybûn dibe û dest bi kar-xebatê dike, ta navbera salên 1941-1943 an, gava bibû belavkirê belavokan li gelê herêma Kurdistanê, ta digihand qeza Mêrdînê û deşt û çiyayê wê, helbet van belavoka gel hişyar dikirin, ta ku çelxa Turkan aciz bû ji van tevgeran, ta carekê bi xwe cih li Seyda teng bû, da ku Cendirme wî negirin, cilên jinan li xwe kir, da ku ji dest wan rizgar bibe, li bajarê Mêrdînê bi xwe.. ta dawîya rawestina Komela Xoybûnê û pişaftina wê , piştî hate girtin û yesaxkirin dema koçkirina Firinsayê û tewakirina dagerkeran ji xaka Sûriya ve .

Belê bi rastî ew salên ji 1937-1946 an, ji jiyana Seyda bi tevayî wêna xwe jê naskir û riya paşeroja xwe jî girt, çi ew raman û hest  ji hêla çandayî, an civakî û konevanî, an ew tekoşîna siyasî, ku bi kar û xebata gel û welat hate girêdan, ta dawîya jiyana xwe .. Wî jî kar-xebata xwe tev gelê xwe, bo welatê bindest û çar perçe kardikir, ku karibe tev rêxistin û sazêyên wê, milletê xwe ji zor û sitema dijminan azad bike .
 

Bi xwe wan ramanan û him jî wan bûyer û tevgeran, giyanê welatparêzî û him jî milletperwerî bi xurtî li cem Seydayê Tîrêj çêkir, ku ji bo berxwedan û xebatê bike, da li gor demê bin û ji vê yekê jî dest bi karê hêz û konevanî kir, gava tivlî xebata Komela: Xoybûnê bûbû, bi dilekî soz û germ, ji wê çaxê de Seydayê Tîrêj temenê xwe tev de, xist xizmeta gelê xweyî bindest de. Lê îca tevî xam û pênûsa xwe û rist û helbestê xwe bi hest û ramanan pêça, û xwe avêt nav gel.. çi bi şêweyê helbestê ve, çi bi hêla çîrok û folklorê ve, ew daxwaz û doza yekîtî û berxwedanê dikir hertim , çi bi evînî û çi welatî bana, bi hestekî naz û durist dihûnand ewan hestên xwe .. da tolhilan hişyar û şîn be.

Ta bi xwe jî, Seydayê Tîrêj bû yek ê dudiwa ji  mezintirînên toreya Kurd li Sûrîyê, piştî helbesvanê mezin Cegerxwîn, bi şêweyekî resenî, wek çawa Cegerxwîn ew bersiva navdar bonî wî da .

Bi wî şêweyê nû li darket, çi çandayî, çi civakî, çi netewî .. Belê bê ku bête jibîrkirin cora evînî jî, çimkî helbestên Kurdî bê stranî nabe – belê mebesta min ne ku stran bi xwe – lê awaz û rim têde heye bê goman ji ber naverok, bi movik û rêz û bende , pir bi vî rengî li gasînê dibû, ji ramanê azadîyê û serxwebûnê, daxwazkirê yekîtiya gel û hevgirtin û xebata wî bû, bi rastî tevî ruhê helbest û toreya Kurdiyatî bû, di jiyana wî de, ku bi bîr û baweriya karê rola konevanî dikir tevlî xam û pênûsa çak bi tore û ristê ve. 
                                                                               
                                                         
*    *     *

Wekû tê zanîn, yekem helbest rist û nivîsî, ew jî di sala 1943 an de bû, gava ku xwest here Beyrûtê, cem Mîr Kamîran Bedrxan, perpisyarê govara Ronahî , Stêr û Roja Nû , nexasim govara Roja Nû .. Bi daxwaza hevalbendê Komela Xoybûnê .. Bi hevalê xwe re, Osê Hersan re, ew helbesta yekem nivîsîbû bi navê: “Kerwanê Dewletan” bû .

Ji wê çaxê jî, têkelî di navbera wan de çêbû, ku di wan govaran de dinivîsî û belav dikir, û herûher bihtir bi ziman û çanda Kurdî hate girêdan.

                                                          *     *     *

Belê.. Piştî herfandina Komela Xoybûn, Seydayê Tîrêj xuyaye bê tevger neditebitî, çimkî tevlî partîya: Koministê bibû, bi tevgera wê demê, tev hevalê xwe û serekê tevan Cegerxwîn, ta demekê ku di sala 1952 an de, di çaxa serokê Sûrîya; Edîb Þîşeklî de, hat girtin bi êş û sikince demekê ket zindanê, bi vê girtinê.. hin berhem an pirtûkek ji karê wî, talan kirin wan şovînîyên wê demê, bêy ku zanibin çi talan û bindest dikin, tevî çend pirtûkên mitalî jî pêre, dûvre .. piştî Seyda ji zindanê Derdikeve, dide pey berhemên xwe, ku karibe vegerîne, li vir û li wir, bi pirs û daxwaz, û alîkariya viya û wiya, ta carekê bi temînî çû cem perpisyarê (Em), yê ser destê wî hate girtin û talankirin, û çawa soz dayê ku jê re vegerîne, lê mixabin ew soz neçû serî, çimkî ew kes mir û ew ta qetîya, û pêre berhemê pirtûkekê winda bû, xuyaye -mixabin- ta bi ebed.

Lê ev ne tenê mebesta wî bû, ku dema partîya Kurda damezrandin, di sala 1957an de, têkelî pêre bi xurtî danî, lê ne bi endamî, belê wek hevbendekî dilsoz..

*     *     *

Û wiha da em vegerin disan bi hev re jîyana Seydayê Tîrêj bişopînin.. Ji ber mercên aborî xwendina xwe kuta nake û vedigere, piştî kutabûna nîv xwendinê, li Amûdê sala 1943 an hate gundê Girkeftar û lê bû Melle,  çend salan ew û hin ji malbata wî ..  Ji wir jî barkiriye, di sala 1957 an de, an bijêre û li gundê Ereba: Sekfan bûye nivîskar û Melleyê gund ..

Berpirsyarê gund serekê Eşîra Cibûriya: Ebdilezîz El-Muslit bû, û li wî gundî jî li hirêma Hisiça bi temamî, nêzîkî bîst û pênc salan didûmîne, û dawî ji wir xwe bar dike bi malbatî, diçe bajarê Hisiça, ew jî di sala 1971an, li taxa  Ezîzîyê, beşê Salihîyê li gundê Miftî bi cih û war dibe, û bi coşeke mezin di derbarê helbesta kilasîk de ji dil dişopandîne, ji ber pir gavin çak, di tor û wêjeya Kurd de avetîye, bibû dengekî pêwîst di resenîya helbesta Kurdî de , ne li Sûrîyê tenê, bi bawerya min li tevaya Kurdistanê jî, belê piştî belavbûna helbestên wî bi stran û awaz bûn ser zimana.. û nexasim :


Ey bilbilê dil şadî hela were bike fîxan
Derdê me pire ey lo bira birîna me kûre..

 


Di wê salê de jî, wek me gotî bardike gundê Sekfan, nav êla Cibûrîya, ta ji wir jî bardike bajarê Hisiça di sala 1971an de, ta tevlî rêza Partî dibe, li wir ji nûve .. pir pê xweş tê ku miletê Kurd rabû berxwedanê .. û pir kêfa xwe anî bi Barzanî ku şoreşa başûrê Kurdistanê li darxist, bi rist û sirûdan pesnê şoreşê dida, tev şîn û şadîyên welatê xwe, çi cejnên Newrozan û avdarê bana, çi navdar û pêşmerge û şehîd bana , û çi keç û jinên Kurd bana, tevayê azadî û serxwebûn û wekhevî bana.. hd .

Bi xwe Seydayê Tîrêj dilsozekî pakbû, bo doz û daxwaza gel û welat, ji ber tevî xama xwe di riya wê de bû, ji vê pêve nizanîbû ,.. û dida xuyakirinê da ku helbest û helbestvan serkêşê civaka xwe be, êş û azerê wî bi ziman bike û bide xuyakirinê, çi cejn û kêfên wî, serketin û serpêhatîyên wî xuya bike, ji ber eve rola rewşenbîr û nivîskaran .

Ev welatparêzî xuyaye di tevaya berhem û erkê pirtûkên wî de, pir bi şopemayên xwe ve dişopand ji tore û çanda Kurd, mîna ristên Mellayê Cizîrî û distana çak “Mem û zîn” ya mîrê helbesta Kurdî resen Ehmedê Xanî û nexasim mamoste û him jî hevalê riya wî Cegerxwîn, yê pir jê vedida û pir ketibû bin akama wî de, tevî bi xweşî helbestên kilasîkên Ereban yên giran dixwendin û pir caran ji Mutenebî û Ebû Ela Elmierî û Entera. Yanî navdarên Erabên Kilasîkên mezin, xwedanê Mueleqatên  kevnar dikir.

Bi rastîya xwedê, Seydayê Tîrêj, destê wî sipî bû di alîkariya xortên nû hatî de, ku pir caran xweşgotin dida wan, bi hêvîbû ku wê şûna wî, vala nemîne û her wê riya helbest û tore û çanda Kurdî bigihînin asteke berfirehtir û herdem digot  di civînên xwe de: bixwîn in û binvîsîn in, çi nûjin û çi serbest be, yan kilasîk û rêzbend be, çi bi zimanê Kurdî be, yan bi zimanê biyanî be, ji ber ku Seydayê Tîrêj bawermend bû, çimkî xortên ku bi vî karê şaristanî radibin Kurdin, wê bi xwe berhemên wan jî bi Kurdayetiya xwe diyar bikin, û wê têkevin xizmeta tore û çanda Kurd de, çi xort û mijûlên bi helbest û akama xam û pênûsê... Seydayê Tîrêj, dest li piştê dixist û pir caran pêşgotin ji berhem û pirtûkên wan re dinivîsan, dinivîsî bê dixsî,  xwe li ser kesekî mezin nedikir, wekî pir tawûsan li nav me, çimkê ew didîtin şaxin ji dibistana xemilandî ..hd.

                                                                 *     *     *

Berhemên Seydayê Tîrêj jî bi xwe, piraniya wan helbestin, heyanî nuha sê pirtûk dehênaye û çapkiriye ew jî evin:

1. (Xelat ) di (1990)î de.. helbest, li Siwêdê hate çapkirin

bi alîkariya dost û hevalan, piştî çapek bi hijmareke kêm, li þamê sala 1985 an de, bi pêşgotina D. Zengî  .

2. (Zozan) di (1990)î de helbest , ew jî li Þamê hatiye çapkirin bi pêşgotina D.Zengî  .

3. ( Cûdî ) di (1998) an de, li bajarê Beyrûd hate çapkirin

û ew jî bi pêşgotina D. Zengî.

(Serpêhatiyên Kurdan) di (1992) an de, ev pirtûk hemû kurteçîrok in, ji folklora Kurda ye, li Þamê hatiye çapkirin, û bi xwe jî ji weşanên govara Zanîn e û bi alîkariya berpirsiyarê wê Ebdulbaqî Huseynî ye, ji bajarê Qamişlo, di dawî de wekû tê zanîn, Mamoste: Tewfîqê Huseynî wergerand zimanê Erebî di sala

(1996)an de .

                                                              *   *    *

Her wiha jî ... Mixabin dawîya jiyanê - kêm an zêde - zû tê, qeda bi dunyê Keve.. Seydayê Tîrêj çû ser dilovaniya xwe, piştî jiyanek tijî hezkirin û helbest, di xizmeta tore û çanda gelê Kurd de, di roja 23. 03. 2002an de li bajarê Hisiça .. Can ji laş firiya,  û bajarê tevî birîndar li dûv xwe hişt û çû .. 

Lewra Seyda di dawiya demên xwe de pir bi qedir û hawa bû, ku Seydayê zîrek Tîrêj, sê caran hatî xelat kirin :

1– Xelata mehrecana helbesta Kurdî li Sûriyê ..1995 an.

2– Xelata – 100 – saliya rojnamegeriya Kurdî ..1998 an de.

3– Xelata koma Helebça, ya folklorê Kurdî li Cizîra Sûriyê .. sala 2001 an de.

وهذه قصيدة من نظمي ألقيتها في أربعينية الشاعر : تيريز

{şîna Seyda yê TÎRÊJ}

23-3-2002

Ezê çawa li xwe dînim îro

 Bêjim Seyda wî ji nav me bar kir

Rast e bûyer: yasa xurist ber b’ro

Bes dabêjim Seyda yêm xwe parkir

Ne min kin-dirêj

Seydayêm TÎRÊJ

 

Seyda Tîrêj tucar namre li dila

Dema tarî rawest Tîrêj hila

B’ tîpe-gotnî naz û pakî Kurdî

Navdarê hest û helbest got bila

Ziman wê ci bêje Seydayêm TÎRÊJ

 

Du bûyerin jîn û mirin d’bûrin

Bi hev re ne cêwî nav wan pirin

çawa dijîn dibîne tên û derin

Yam b’ dilê wî ku li dila namrin

ez nakim dirêj .. Seydayêm TÎRÊJ

 

L’ jînê em dibin ermancên tîra

B navê Yazdan yek  dike nîra

Tenê mehder eşq bo welat û gel    

Dide mertal ber dil naçe j’bîra

Ci - Abdal dibêj Seydayêm TÎRÊJ !

 

Rist xêz dimîn bi te sax dem çendî

Bi pirtûkên: Xelat . Zozan û Cudî

Ta ket rêza Cegerxwîn û Xanî

Her dimînin gotinên çak  b’ xwedî .

Hindekin ev rêz Seydayêm pakrêz.

 

Ciwanê Abdal

tirej.com /28/12/2002




 

 

 

«««««««««

©www.tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002