|
Wêjeya
Partayetî
Qilçixa:
Qado Şêrîn
|
Di
sedsala "20"ande rêxistinin siyasî û bi hêz
diyar bibûn wek:Komonîzmê,Faşîzmê,Nazîzmê û Demuqratîzmê.Van
rêxistinan jibo xwe û ji xwe re wêjeyek damezirandin.Jibo vê yekê
kovar û rojname û belavokên xwe bi xurtî belavkirin,di wande nerîn
û bîr û bahweriyên xwe dinivîsanidin û belavdikirin.Helbet jibo ku
karibin vê yekê pêk bînin,her rêxistinê jî nivîskarên xwe lidor
xwe komkirin,helbet wê wêjeya partayetî tu qîmeta wêjeyî û ramanî
nedida nivîskar û berhemên wî,ev wêje jî bi van rêxistinan re
belavbû û bi ketin û wêrana wanre jî hate avêtin û bin
axkirin.Dema Yekîtiya Sovêtê di 1991 êde wêrabû pêre wêjeya wê
wêran bû,wisa jî wêjeya Nazîzmê di 1945ande û ya Faşîzmê
di destpêka 1945ande.van rêxistinan {jibilî demuqratîzmê} nehiştin
yê nivîskar bi azad û serbest bîr û bahwerî û ramanên xwe binivîsînin.FaÕîzm
û Nazîzmê digotin:"Sola me diser serê hemû kesîre
ye".Tenê demuqratîzmê dikarîbû berdewam bike jiber ku ew hêvî
û daxwaza hemû miletan bû.
Gelo
di vî warî de mere çi liser wêjeya partayetîya kurdî kare bibêje
û binivîse.Di herçar perçeyên kurdistanê de her partiyek kovar û
rojname û belavokên xwe hene û belavdikin,ne tenê bi derengî
belavdibin belê berhemên ku belav dike jî divê yan di xizmeta partiyê
debin û navê serok dibinrebe yan belav nabe,lê ku belav bibe jî divê
ew berhem qet nêzîkî siyaset û serokê wê partyê nebe,ew berhem
divê wê partyê rexne neke û hemû jî dibêjin em demuqratîne,hemû
jî dibêjin nivîskarên kurd di hembêz û dil û çavên me dene.Pirê
berhemên belav dikin jî ne wêjeyîne bi taybetî ya ku navê serok
dibin rebe.Hemû vê rojnamegeriyê jibo partîtiya xwe pêktînin,wek
nimûne "Pênûs" û"Hevgirtin"
ya pêşî ji 2 meha carekê dertê yadî jî ji 3 mehan carekê
dertê,lê mexabin ya 2 mehan li 4an dikeve û ya 3 li 6 mehan dikeve,ya
pêşî ramanîye lê hemû rengên berheman belav dike,ya dî siyasî
û rewşenbîrîye lê berhemên siyasî cih ji berhemên
rewşenbîrî
re nehiştine,nemaze yên bi navê serok belav dibin.Di kovarek
partiyek kurd de 29 caran navê serok dibin gotarên siyasî de hatiye
nivîsandin,ma ji kû dê cih ji berhemên
rewşenbîrî û nivîskarên kurd re bimîne.Ez dixwazim bêjim
û binivîsim ku her partiyek kurd
wêjeyek bi xwe ji xwe re çêkiriye ne jibo wêje û çanda
kurdistan van rojname û kovaran belavdikin û bi zimanekî dirêj dibêjin:em
vê kovarê belav dikin jibo nivîskarên kurd cihê xwe têde bibînin
û berhem û afirandinên xwe têde belav bikin,û dibêjin:kovara me
pencerek serbixwe û demuqratîye ji her nivîskarîre û wek wê di
dunyayê tevî de nîne,lê xwezî wisaba,belkî kurdistanek serbixwe û
azad di nav rûpelên kovara xwe de çêbikirna.
07.01.2001
Holland
|