www.tirej.com                                           pêkenok


Amedekirina.Ebdul Baqî Huseynî


Pêkenokek Folklorî
Sê mirov bi rêyekê diçûn.
Yek kor bû, yek kerr, êdin tazî bû:
- Yê kerr got: guh bidin, va dengek tê !.
- Yê kor got: raste, binêrin va diz hatin !.
- Yê tazî got: Yaho birevin wê me talan bike!.
.........................................................................................

Pêkenokên kurd û biyaniyan

.............................................................

Pêkenoka yekemîn

Zilamekî kalemêr çû qiŞla leŞkeran.

Got: Ez dixwazim bibim leŞker.

- Zabitekî navûser jê pirsî; Ma gelo temenê (emrê) te çiqaseye?

- Kalemêr got: 66 sale.

- Zabit lê vegerand; Gelo tu bi min re nabînî ku zilamekî wekî te hew ji leŞkeriyê re dibî!

- Kalemêr lê vegerand: Lê ma hûn ne bi hewceyî ceneralekî ne !?

................................................................

Pêkenoka duwemîn

Gotine rovî : "Me tu kirî mîrê mirîŞkan".

Rovî girî û got: " Ez ji sie’ûda xwe nebawerim ".

.........................................................

Pêkenoka sêyemîn

Dema ku TiŞirŞil gotarek dixwend, yek ji hevrikên wî ên konevanî (siyasî), dengê keleŞêr (dîk) derxist, ji bona yên guhdar bikenin û guh nedin TiŞirŞil.

-Lê TiŞirŞil bê ku ji hêza xwe bikeve, li demjimêra xwe nerî û got: Gelo ma berbange?. Demjimêra min giyaye nehan, lê ez dizanim ku teba (heywan) tu çarî nakevin sasiyan de.

........................................................

Pêkenoka çaremîn

Gotine gur : ( here berxan !)

Gur got: ( Lingê min têŞe ).

............................................................

Pêkenoka pencemîn

- Rovî: "Têm ji dûre, têm ji dûre, ezê bixum girs û hûre".

- MirîŞk: "Tê ji derde, tê ji derde..,

Lawkê segvanî tê ji derde,

Tajiyê çav zer di berde,

Wê te bixwe, min bi serde".

.....................................................

Pêkenoka ŞeŞemîn

Jîjo serê xwe di pirça xwe dide,..

Dibêje: ( Ox, çi nerme ).

.........................................................

Pêkenoka heytemîn

Yekî li zikê yekî di da..

Go: ( Ay piŞta min !) .

....................................................

 

 






Barê giran îro çima li ser min e!

 

 

 

Em li hêvya pêkenoka te ne...         

 

 

 

 

«««««««««

©www.tirej.com,2002 [ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002