Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 

 


Nivîskar


 

 

Nivîskarek di bin neynikê de.

 
     Pîr Rustem

 

   Pîr RUSTEM.. lawê pêşiye ji dê û bavê xwe re, ew di dîroka 4.3.1963 an de cara pêşîn çavan vedike û heft salên xwe yên pêşîn li gundê Çeqela ji herêma Efrînê diborîne û ji bo jiyaneke çêtir, bavê wî mala xwe bar bajarokê Cindirêsê dike û Pîr tevlî heval û jiyaneke nuh dibe û ev yeka dê bandoreke fireh bighîne pisîkolojiya wî ku, ew kesekî goşegîr be.

   Ew li bajarokê Cindidrêsê xwendina xwe ya sereta û nîvî jî kuta dike û da ku xwendina xwe bibe serî û bibe xwendevanê Zanîngeha Helebê, ew bi tena xwe diçe û malekê ji xwe re kirê dike, lê ji berî ku ew xwendina xwe kuta bike û di rêza çaran de û ji ber hin sedemên konevanî û guhdana wî bi çalakiyên çandî û rewşenbîriya Kurdî, dev ji xwendina endezyariyê berdide û dêst bi çalakiyên xwe yên wêjeyî dike. Lê ew hîne xwendekarê zanîngehê bû, çalakiyên wî yên rêzanî û wêjeyî hebûn û ew bûbûn sedemên paşketina wî di xwendina wî ya li zanîngehê û di dawiyê de ew ji nuh ve vedigere bajarokê Cindirêsê û heya bi nuha jî li wir cîware.

   Cara pêşî ku, ew çêrokeke xwe diweşîne, di Kovara Stêr de tête belavkirin, di sala 1990 î de – hejmara 17 e, çêroka bi navê “Bîrkirin” bû, têde êş û derdên lehengê xwe, çi ji rewşa civakî be yan jî ji aliyê rêjîm û destlatdaran be,  û bi şêweyeke tinazî tîne zimên. Lê ji berî weşandina evê çêroka han jî, wî hineke çêrokên din û bi zimanê Erebî nivîsandibûn, lê ew nedan weşandin.

   Pîr RUSTEM evê şêweya çêroka çûye, qet ji xwe re nake pût û ne jî tidibistanan; “Dive nivîskar pûtên form û dibistanan bişkîne”[1]. Ew di her çêrokeke xwe de bizavên xwe dike ku, karibe bi şêw û awayekî cudatir binivîse, lê tevî evê yekê jî ew dikeve bin akama du dibistanên hunerî; Realîzim û Siryalîzimê û eger em vegerin herdu pertûkên wî yên pêşîn; “Çivîkên Beravêtî – çêrok 1992 Bêrût” û “Pilindir – çêrok 1993 Bêrût”, emê evê yekê baş nasbikin; “.. Çêroknivîs di herdu berhemên xwe de jî li pey rêbaza Sirealîzmê çûye. Nemaze di çêroka “Koçeriya Laşekî” de, dîsan di çêroka “Xwarina Dawî” de li pey rêbaza realîzma nû diçe”[2].

   Di çêrokên Pîr de tayê di navbera “.. xewnê (kabûs) û rewşa jiyanî de, navbera bawerî û nebaweriyê de, navbera dîtî û nedîtî de.. mirin û jîne, winda dibe, eger ne windayî be..!”. “Bi vî awayî bûyerên jiyanî, di pergaleke berevajî de, bilind dike, pergaleke fantstîkî, sîberî, xewni, ji bo afirandina risteke çîrokî sax û xweşik. Xewnên beravêtî ji kesê çîrokan re dihêlin ku, jîna wan kesan berbavêje..”[3].

   Di avahiya çêrokê de û weke me berê jî gotibû ku, ew di her çêrokeke xwe de şêweyekê bi kar tîne, lê hinek rûdêmên hevbeş di nav çêrokên Pîr RUSTEM de hene, wek: “1- Jiyana wî di bêhtirî çîrokan de xewne. 2- Lehengên wî pêdariyê nakişênin ta bi dawî, lê ne bêhêvî û armancin.. . 3- Bûyerek ku, kêlîka wî çav miç û bel be, bese ji Pîr RUSTEM re, ku çîroka xwe li ser avabike.. . 4- Raberizînek di navbera (taybetî û gelemperî, parçe û giştî) de heye. Dest bi parçe dike, li taybetiyên wî di giştî de digere, ta ku dighe giştiya lihevsiwarkirî, gelemper ji cîhana nivîskarî, çîrokî. Ji ber vê yekê, pesnê hûrtirîn tişt dide. 5- Babetên çîrokên Pîr RUSTEM mirovîne; Evîn, mişextî, xwendin..”[4].

   Ma ku em zimanê wî nasbikin, Pîr ji çêroka pêşî de paldaye ser zimanê gelêrî  û heya kariye ew ji zimanê ferhengî reviye, tevî ku, pircaran û piştî bêçaremayînê vegeriye û hinek gotin ji ferhengan derxistî û di çêrokên xwe de bi kar aniye. Tiştê din, wî di çêrokên xwe de û bi rengekî balkêş gotin û zaravê herêma Efrînê ku, şaxeke ji Kurmanciya rojava, bi kar aniye û “.. eger ku zimanê Pîr RUSTEM di pirtûka wî ya yekê û dudiyê de, zimanekî di navbera gotûbêja kilasîk (السرد الكلاسيكي ) û dongiyê (الشاعرية ) de bû, ew di çêrokên Pûtvan de ber bi dongiya çêrokî ve diçe bi paldana ku ew dide ser teknîka gotebêjiya di çêrokên cîhanê yên nûjen de[5].

   Lê û piştî çar pirtûkên çêrokî û demeke dirêj ji westandina di warê çêrokê de, ew hinekî ji evê celebê wêje bi dûrketî û ev bûye bêhtirî du sal û nîvan wî qet çêrokek jî nenivîsandî; hinekî guhdana bi karên rojnemevaniyê û nivîsandina hin babetên li ser bîr û baweriyên Ola Islamê ew dûrî çêrokê kirine. Lê wî di van deman de jî karîbû romana xwe ya ku, ji zûde nivîsandibû, careke din lê vegere û wê sipî bike.

   Di dawiyê de ma ku em bînin bîra xwe ka pirtûkên wî yên ku, heya nuha hatine çapkirin, çine û li kuderê. Lê ji berî evê yekê jî wî gelek çêrok û gotarên xwe di kovar, rojname û  li vê dawiyê di malperên kurdî de belavkirine, mîna: Stêr, Zanîn, Pirs, Aso, Azadiya Welat, Jiyana Rewşen, Armanc, Pênûs, Newroz, Avêsta, Deng, Mehnane û malperên weke: Amûdê, Efrîn, Pena Kurd, Qamişlo û Kobanî.. û hwd.

Pirtûkên wî jî evin:

1-     Çivîkên Beravêtî – çêrok 1992 Bêrût, ji weşanên Kovara Aso.

2-     Pilindir – çêrok 1993 Bêrût, ji weşanên Kovara Aso.

3-     Pûtvan – çêrok 1998, ji weşanên Merx.

4-     Tîrav – çêrok  2002 Duhok, ji weşanên Sipîrêz.

Û li vê dawiyê jî û piştî çûna wî ya Bakurî KURDISTANê û ji bona beşdarbûna

wî ya li Konferansa Wêje û Pirçandiyê ku, li Amedê hate li darxistin, dê du pirtûkên wî yên nuh bêtin çapkirin; A pêşîn romane û ew di bin navê “Zarotiya Neynikekê û tiştin din” de ye, pirtûka din jî govreke ji gotar û lêkolînên wî yên ku, di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin û ew jî di bin navê “Cerg û Gotin” de ye. Û ji bilî weşandina van herdu pirtûkên wî yên nuh, çend weşanxaneyên li bajarê Istenbûlê soz dan ku, pirtûkên wî yên berê jî, careke din, bidin weşandin. Lê ji bilî evan pirtûkên wî jî, hinek destnivîsên wî yên dîtir jî hene û li benda ku, rojekê wan bide çapkirin mane.

   Pîr RUSTEM, anuha li bajarokê Cindirêsê dirûne û xebata xwe ya li ser tore û wêjeya kurdî didomîne û piştî çûna xwe ya başûrî KURDISTANê û dîtina bêtar û karîstên ku, bi seriyê Kurdên me yên ewî perçeyî de hatibûn dît û bi destxistina hinek agehnameyan û xwendina wan, ew nuha li ser romana xwe ya nuh dixebite. Û li evê dawiyê jî ew weke endamekî di Pena Kurd de hate pejirandin û ji bilî evê yekê jî ew weke endam û serokê Koma Xanî ya wêje û çanda kurdiye.

 

Gîre û têbînî:

   [1] Pîr RUSTEM, Rojnameya A. Welat – hejmar 94, sal 1997.

   [2] Fener ROJBIYANÎ, Rojnameya Welat – hejmar 107.

   [3] Helîm YOSIF, Pêşgotina Çivîkên Beravêtî.

   [4] Tengezarê MARÎNÎ, Kovara Pirs – hejmar 1, Newroza 1993.

   [5] قلم نامه- دورية طلابية مستقلة. العدد 2 شباط 2000.                

 

 

 

tirej.com

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002