Kurte jiyan….

        Nivîskar. Qado Ş
êrîn  
 

Y
ê di destpêka buharek biyanîde û li gundekî ji bîr kirî(Nehroz) û di salek beravêtî ji keskesora hêviyande ez hatim dunyê û ev yek ne bi dilê min bû, mexabin min nedikarî ez tuştekî bikim, min dixwest ta Kurdistan rêzgar bibe ez werim vê dunyaya şêrîn û xweş, lê ligel vê yekê şîna hatina min pîroz bû di 05/03/1967ande, dema ez ji diya xwere bûm ez wek hemû zarokên rojhilat negiriyam, belê min çîroka Qilçix û axîn û serpêhatiyên xwe yên ku ez dê di jiyana xwede bibênim min ji diya xwere bi darvekirin, wek mendalekî bê hêvî ez mezin bûm, wek zarokekî bê lîsk û xortekî bê hêvî min çav di dunyayêde tûj û kûr vekirin. Ez liber eynî pêlê çûm dema min jî wek gelekan xwend û ez bûm mamosta….Min devjêberda ew ne karê minbû. Ji danhev û komkirina dendikan min darek çand û çend mêwe li vir li wir…li dera han weşandin. Ji nişkande dunya sarogermo bû dema dilber û lîstoka dilê min koçkir, dunya..jiyan wek ji çûkê di xefk û dafande li min jî teng bû da ez penaber bûm di 1995 ande û niha ez li HOLANDa dijîm lê dilê min ji evîna dilber û welat têre, lê xerîbiyê pişta min şikandiye û baş ji jiyan û berhem û afirandinên min dixwe, jiber vê yekê min ev Helbest liser xerîbiya xwe nivîsandiye:

 Ev xerîbî pir dijware

 Min disoje wekî are

 Ez kirime wek latekî

 Wek bawiyan wek kalekî

 Çibkim li vir tuştek nîne

 Ne seyran û ne civîne

 Tenê xwarin û razane

 Yek caran bar û meyxane

 Gelo rojek carek heye

 Vegerim welatê xweye

 Bigerim ez cardî rokê

 Li kolanên Qamişlokê

Ez kurte çîrokê dinivîsînim û min pirtûkek ji stranên hunermendê nemir Mihemed Şêxo çap kiriye ligel birayê wî Beha Şêxo û niha ez karê çap kirina pirtûkekê ji çîrokên xwere dikim.

                                                                                                                 Qado Şêrîn

                                                                                                         qadoserin@hotmail.com

 

tirej@tirej.com

Veger  ««««««