110(Gotinêt mezina nexshêt berîne)
109(Yê pisyarkerbe dayê zanabî)
108(Neke dengî dilê dujminî peqand)
107(Befir sarîya xwo nahêlît)
106(Xudê yê gotî dê te keme mîr belê min neke ji bîr eger dê te keme êxsîr)
105(Bira biraye belê bazarê cudaye)
104(Ezmanê birîbe sera yê vesaybe)
103(Ezmanê dirêj darkûkê serê xwudanîye)
102(Çav çava dikevin belê çîya bi çîya na kevin)
101(Her zalimekê zewalê xwû yê heyî)
100(Mirov karwanê mêwîja diket belê karwanê befrê naket)
99(Shûlkerê xwû be xwûshtivîyê xelkê be)
98(Mirovê bê xîrêt ne dunyayê û ne axrêt)
97(Her serek aqileke)
96(Serê nav sera beranê li nav kera xarzayê gerden zera)
95(Serikê hêlû mêla xarzayê gerden kêla)
(Kiç Dara mazîne).

1.Aqilê Sivik barê girane
2.kesî qala gurî nedikir rabû di devê  kaniyê de gû kir..!!!
3.Rovî ne çû qulê, hejek bi teriya xwe vekir.
4.Xwelî li wî serî ku hefit serî jê  ne êşin
5.Kurmê darê ne ji darê be dar kurmî nabe
6.Xeta xwer ji gayê pîre
7.Tas hat û çengirî çi tije û çi vala
8.Serê ne êşe dismalê lê girê mede.
9.Şêr şêre çi jin çi mêre.
10.Ez zanim û tu zane!!
11.Kîr bi pa
çka mezin nabe
12.Va şar û va minşar
13.Tir li ku û das li ku
14.Şîreta bûk û xeswêye
15.Bira biraye bazar xuyaye
16.Hespê çê êmê xwe zêde dike
17.Bi pirs ji kalê zemana û ji xortê geryayî
18.Terpiyê min li xwe nek têde tir û fisa nek
19.Şam şekire welat şêrîntire
20.Bi pirsê mirov dighê xursê
21.Şûjna di çavê xwed nabîne derzya di çavê xelkê de dibîne
22.Ne hesil kil û kildane hesil dihêl û badane
23.Kevrê havîna bavêj pişt kulîna
24.Bilûra liber gaye çira liber kûraye
25.Mih bi nigê xwe û bizin bi nigê xwe
26.Piştî baranê ser ga cil kir
27.Bûka liser hespê kes nizane nesîbê kê
28.Mih bi nigê xwe û bizin bi nigê xwe
29.Ez dibêm çi û tembûra min dibê çi?
30.Xwedyê sebrê bû melekê misrê
31.Wek nanê ser sêlêye
32.Tenya binê beroşê
33.Chi zindî xwarini,mayi dora mirîya.
34.Kurmê şîrî heta pîrî.
35.Çavê li derya xwelî li serya.
36.Wek sêwyê eba bavê xwe li xweke.
37.Ê li hespê xelkê peyaye.
38.Yekî ne go mendo kerê te bi çendo.
39.Dengê defê ji dûr xweşe.
40.Du textik û bizmarek.
41Ecelê biznê tê nanê şivên dixwe.
42.Nikare bi kerê dire kurtên.
43.Dê bibîn dotê werîn.
44.Kero nemir heta qîvar şînbê.
45.Ne xwar, ne da hevala, genî kir avêt newala.
46.Ez nebûm bûk û li kerê siwar nehatim.
47.Benîştê dêhna ji ritlêye.
48.Nedî..nedî..quzê ca xwe dî.
49.Mala têr jin xerabû ji bin.
50.Rî dibe bost lê dujmin nabe dost.
51.Giya dibin kevrade namîne.
52.Çû heyfa bavê qûn liser kir.
53.Ne sar li te tê ne ger li te tê.
54.Bi xwe lîstî bi xwed mîstî.
55.Go koro tu çi dixwaze go çav.
56.Ku pişta min heba zikê min ne di êşiya.
57.Tu dizbe şevê reş pirin.
58.Ku tu neke bi ya mezina wê quloçê te bibin wek yê bizina.
59.Bîn ji mezna û bide mal mezna.
60.Bîra avê jê vexwe kevra navêjê.
61.Ji dêrê ma û ji mizgeftê ma.
62.Nigê xwe ligor lihêfa xwe rade.
63.Başkiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro.
64.Ga dikeve kêr lê pir dibin
65.Xuya male jê nayê xwestin.
66.Ê nejimalkê nizani bi hewalkê.
67.Riya dirêj ji gava biçûk destpê dike.
68.Ê
deva xwedî bike deryê xwe bilind dike.
69.Ê
here masiya divê qûna wî şil bibe.
70.Ne ji gelaca ba wê gur û mî bi hevre bimeşiyana.
71.Tirek û du tir licem tireka wek hevin.
72.Ne çixara ber bê, ne kutana nav kayê.
73.Giyayê hewşe tale.
74.Her teyrek bi refê xwere difire.
75.Çirîskek di taryêde rokeke di ronde rokek di ronyêde
76.Ez mîr, tu mîr kî wê bibe wezîr.
77.Dayê belayê, xuşkê tehlayê,jinê were kolana minê, ez te bigerînim li welatê dinê
78.Ez bê ez tu bê ez wê kî here ber pez.
79.Aqil tune kêf dike, pembo tune eşêf dike.

80.
Cotkaro tu çi di çîni? herger şîn bê tê bibîni
.
81-Ereb û tembûr.
82-Hirç û qûn şuştin.
83-Rovî û sûk.
84-Ji dêrê ma û ji mizgeftê ma.
85-Pîrê bahwer nekir mêrkir dawa next û hefteka kir.
86-Gundeke û gundoreke.
87-Mîza wî tê jê werê kîrê wî rabû.
88-Danû xistin dawa wî kîrê wî rabû.
89-Mala pîrê stara pîrê.
90-Go Erebê çima quzê te reşe, go malê min eve.

91-şûnaşêra kundek kor.
92-Xwar rûne lê rast biaxef.
93-mala pîrê stara pîrê.

94-Navik mezin li gundek kavil.

 


 

 



 

Mêvanê hêja: em li hêviya meteloka tene

«««««««««

©www.tirej.com,2002 [ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002