Nûçe û daxuyanî

Qilçix
çand û Tore
Hevpeyvîn
Gotar
Helbest  
Çîrok
Nivîskar
Lêkolîn 
Rêziman  
Wergerandin
Mûzîk û huner
Mûzîk 
Hunermend
Civak
Wêneyên biyanî
Pêkenok
Zarok
Lîsk
Navên kurdî
Kevnetor
Metelok
Tu dizanî..!?
Çat
Lînk
Karîkator
القسم العربي
Pîrozbahî
Têkilî

 




Salih Demîcer

Kêlê behaneyan tijî nabin

 

Dema ku gihişt  ser banekî bilind,di navbera gundê Wan û yê kesko de, bêyî ku ji ser pişta kerê Xwe peya be li dora xwe nerî , li deşt û zeviyên fereh , li ezmên meyzekir, kesereke kûr kişand,ji mêj ve ew derneketibû çolê:

- xwelî li serê mebe, çiqas gerdûn ferehe û bêhna me tenge, çiqas ezman bilinde û asoyên me nizmin,em ji ber tiştekî biçûk melûl dibin , rûyê me diçilmise û çare di bin çengê me deye bê ku zanibin.

her ku Bozo ji gundê Kesko ve nêzîk dibû, bêhna wî fereh dibû û reşbîniya ku vê kunêrê jêre peyda kiribû melûl dibû.

ji leza re riya gunde rast berdabû û çolbir diçû, ji ber vê yekê Lingê Wî ji aviya li ser mit û gîhayên bilind teziyabû û carne jana kunêrê lê radibû ,lê wî guh nedida yê:

-“bêşe ta ku ji te bê ,ma tuwê Ji destê Kesko bi kuve here ,bi a xwedê

Vemirandina teye yekser piştî kurte demekêye

Bozo yê ku xema tiştekî nedixwar ,ne nexweşiyan ,ne sermê ,ne barên giran,tiştekî nikarîbû zora wî bibra, îro ,ew bi keder û ahînan li rojên xwe yên bûrî vedigere, û serê Xwe giran giran dihejîne:

-“erêêê ,erê , siwarê Milan ketiye bin cilan”.

wî pir hewldan kirin ku dermanekî ji vê nexweşiyê Re peyda ke,tu derî nehiştin ku lê neda,tu mit û gîha nehiştin ku li kunêrê ne kirin,û ji bilî wan jî hevîr û xwê,mûyê bizinan û rûnê nîvişkî lê kirin,lê tiştekî bi kunêrê nikarîbû,her cara ku kunêr diçilmisî,digot evbû dermanê Min ,lê piştî demekê Dîsa wek stiriyekî bi kok û reh ,di heman cihî de kunêr şîn dihat.

 îro bi berbanga sibê Re Bozo bi hevsarê Kerê Yê ku rojekê Berê amade kiribû,girt û ew bi dizî bir li ber pîna mirîşkan sekinand,herdû mirîşkên derman xistin heqîba kerê û bi alîkariya gopalê Xwe û kerê Boz rabû ser pînê û li kerê Siwar bû.

-“xwedê Derd dane derman jî dane,ma kê bawer dikir ku rojekê Xwîna mirîşkan bibe dermanê Kunêran.......

ji dema ku Xecê Jêre li ser Kesko yê dermanker deng kirî de ,wî  xwe ranegirt roja din, di heman kêlîlkê de rahişt gopalê Xwe û çû nik kesko.

piştî ku kesko kunêra wî dît ,jêre raporteke devokî amade kir:

-“divê Tu du mirîşkan ji min re bînî, yeke reş û yeke sipî,û bila haya te ji te hebe, divê tu kes pê nizanibe ku tu hatî cem min,divê tu roja înê berî rohilat li vir bî da ku em wan bi hilatina rojê re serjêkin.

divê wê şevê çavê te kêlîlkekê xewê nebînin,da ku hewidana me bi serkeve.

-“kesko yê hêja ,xwedê... Aaax...xwedê Ji te razî,ezê çawa bêm gundê We ,ma ne divê ez otombîlekê bigrim,ma wê ajovan min nebîne?!!.

-“ ji xwe ezê Ji tere bêjim,bêhna xwe li min fereh bike, çênabe tu tiştekî ji ber xwe ve bikî, tiştê ez ji tere dibêjim divê Tu bi kar bînî,û nebêjî çima û ji bo çi, ev karê mine ne yê teye.

wek min ji tere gotî,tuyê Wê şevê ranezê,bi berbangê re tuyê Her mirîşkekê Di tûrekî ke,ev yeka pir girînge; çênabe herdu mirîşk di tûrekî de bin,li kerekî boz siwarbe û bê,rengê Kerê Jî pir girînge,û ji bîr neke divê Wê rojê Gîş çavê Gundiyan li te nekeve û kesek te nebîne.

-“xwedê Xêr pê kiro ma eva te ji çendan yeke,zarokên min ,diya zarokan,ezê çawa xwe ji wan veşêrim?!!!.

-“xem nake..xem nake...bila ew te bibînin,lê divê nizanibin tu ji bo çI mirîşkan amade dike û berê te bi kuve ye.

     Bozo pir di ber dilê xwe re dianî ,ku kesko mirîşkan bi lawirekî din biguhêre,ew bi hêvî bû ku dermanê Kunêra wî,xwîna lawirekî mezin be,lehengên çîrok û efsaneyên kevin dihatin bîra wî, wan xwîna gur û şêran bi kar dianîn û ewjî îro li xwîna du mirîşkan sekiniye, çîroka mihemed şah dihate bîra wî ,ew dibû şêr û kesko dibû mihemed şah  û ji dûrve tîr diavêt ,di kunêrê de çik dibû û  ax...ax.. wî destê Xwe li kunêra    teziyayî guvaştibû ,kerê Boz li kortekê Likumiya,hema hindik mabû ku ew bikeve xwarê,  heye xwe kir û bi xwe re got:

-“bavê Min tiştê berê çû ji berê re,her demekê Taybetiyên wê hene,dermanên wê demê û yên niha nabin yek, û ya din ,eger pêwîst ba wê kesko bigota. ew wilo dibîne û ew dizane,ma tu çi serê Xwe pê diêşînî,mişk dibe ,mirîşk dibe,çî te jêye ,ya girîng ji tere ewe ku tu ji vê kunêra teres xelas bî û hew”.

   di amadekirina raportê De ,kêşeyek derkete holê,ew jî dîtina mirîşka sipî bû, Bozo çiqas li nav malan digeriya ,wî mirîşkên sor didîtin, mor didîtin ,reş didîtin lê ya sipî  nedidît.

heftakê Pêde wekî gêjan serî lê digeriya ,ji serê Sibê Ta roava li mirîşka sipî digeriya,ta ku rojekê li paş malekê Yek dît,li qorzîkekê Rûnişt û ji çend zarokan xwest ku wê jêre bigrin:

-“bavê Min ha bavê Min,ku hun wê mirîşka sipî ji min re bigrin , ezê Ji were tûrek şekir û dendik bikirim ,ezê...ax yadê Ax....ev çi kunêr bû çi jehr bû...ez nema êdî ji ber wê dikarim du gavan bavêjim ,ax yadê  Ax ma kê bawer dikir ku kunêreke wek gozekê Coş û hêza min vemrîne.

-“ji tere apo min ew girt.

-“ax bavo ax,kurê min ,ya sipî ya sipî ma ezê ya reş çibkim , taxa me tevde mirîşkê reşin.

-“apo, çênabe ez ya belek ji tere bigrim?.

-“na kurê min na ,dermankerê Min razî nabe,ew yeke reş û yeke sipî dixwaze ,ax bavo ...min ya reş ji berî çend rojan De girtiye, lê min temenqutbiya sipî nedidît,ma wê îro ji dest min bi kuve here,ku bi gopalê Min mabe ezê Wê bigrim.

 

 baweriya Bozo  bi tiştên giyanî bi rengekî bêhûde dihat,çi tometên ku nayên bawerkirin bibihîstana,di cih de bawer dikirin,ji ber vê yekê Wî piştî salixdana Xecê , li ser eniya ramanên xwe tabloyên tenduristiyê kêşandin,êdî bi geşbînî li pêşeroja xwe dinerî û bi xwîna du mirîşkan kulmoza nexweşiyê Bela wela dikir.

  bi gihîştina mala kesko re ,Bozo  jêre li ser rewşa xwe ta di derziyê Re kir û tûrê xwe  hilweşand.

   berî serjêkirina mirîşkan  Kesko çend duayên ku bi darê Zorê Ezbere kiribûn xwendin,û ji Bozo re got:

-“Bozo,mirîşka reş sîmbola reşî û tariyê Ye,ew bextê te yê Reşe,dijwarî û êşkenciya jiyana te ye,nîşana kunêra teres û şevên teye,ew şevên ku te têde ji ber wê xew nedît .

mirîşka sipî, sîmbola ronahiyê Ye ,tenduristiya teye,rengê Rojên teye geşe,bêje amîn”.

-amîn.

piştî ku xwîna mirîşkan tevlî hev kir,hin ard  anî ,destê Xwe hilmaland û derman amade kir:

-“ezê Ji tere hevîrekî bi vê xwînê mistdim û bi ser kunêra tedim, bi a xwedê Ta ku em li ser firavînê goştê herdû mirîşkan bixwin,wê kunêra te vemirê,bêje amîn”.

-amîn  xwedê Ji devê Te bibihîse.

    dermanên kesko bê hejmarbûn,çi tiştê bi ber destê Wî keta li gor kêfa xwe dermanek jê peyda dikir,wî ji nepakiya lawiran,ji zîçê çivîk û kevokan,ji axa herîşkan derman li hev siwar dikirin û ji kerwanên nexweşan re pêşkêş dikirin,û heger carekê Ji salekê û ji nav sed nexweşî,nexweşekî wî serrast biba,ew dibû sermaya wî ye sala din û navê Wî bêhtir belav dibû.

kesko bi xwe jî têgihiştibû ku demanên wî bê sûde ne,lê baweriya nexweşên wî bi nav û dengê Wî,jan û êşeg li wan sivik dikir û deriyê Lêhatinan ji kesko re vekirî dihîşt. ta  pir kesan bi lêvkirina navê Kesko,gurbûna êşê di laşê Xwe de aşt dikirin.

  lê vê carê, bi bozo yê reben re dermanê Wî lê nehat,piştî ku goştê mirîşkan xwarin,Bozo bi dilekî şikestî gote kesko:

-ez dinêrim her ku dare kunêr mezin dibe û jana wê bêhtir dibe?

 Kesko wek yê ku ji nişkave tiştek were bîrê,bi lez gira pêç vekir û hevîr ji ser kunêrê rakir, qermûçankên eniya xwe mist dan û bi madin tirş li birînê nerî:

-“ev zora salane ,malava ma ne min ji tere got divê Temenê Mirîşkan ji yê kunêrê bêhtir be,ê Vaye ji xwarina goştê wan xuyaye ku ew hîn çêlikin ne gihiştine radeya ku xwîna wan bibe derman,wilo nabe bozo ,dilê Min bi keda te dişewite, me xerab kir û çê nekir”.

- bavê Min bextê Minî reşe ma çi bi destê Te heye.

   bi alîkariya kesko Bozo li kerê Boz siwar bû û bi stûxwarî vegeriya mal û bi xwe re digot :
-”kêlê behaneyan tijî nabin, ma ezê Mirîşkine bîst salî ji ku derê Bînim Kesko yê dermanker??!!”.

                                             - dawî-

tirej.com09/06/2003
wêne.tirej.com





veger ««««

tirej@tirej.com[©www.tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com]
Vebûna malperê 01/12/2002