Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Keskesor

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Keskesor


 

FIRAT CEWERÎ

Li ser nivîskariyê

 

 

Rast e ku kitêb zikê mirov têr nake, lê serê mirov têr dike. Seriyekî têr jî
dikare zik têr bike.

*

Nivîskarî nexweşiyek e, ji nexweşiyê jî wêdetir wek vîrusekê ye, di hemû
laşê mirov de digere û heta mirinê dev ji mirov bernade.

*

Hin hene xwe bi nivîsandina kurdî qure dikin, nivîsandina kurdî jî hin kesan
qure dike, lê yên ne xwendevan quretiyê li herdu aliyan jî dike.

*

Gava min nivîsand min bi zimanê diya xwe nivîsand, lê diya min nizane bi
zimanê xwe bixwîne.

*

Hin kes hene dibêjin, xwezî ez nebûma nivîskar, ji wan weye ku bûne
nivîskar.

*

Hin hene pir dixwînin lê nanivîsînin, hin jî hene naxwînin lê pir
dinivîsînin. Yên ku pir dixwînin hinekî binivîsandina, yên ku pir
dinivîsînin jî hinekî bixwendina wê îro edebiyat di qonaxeke din de bûya.

*

Hin hene baş dinivîsînin lê nizanin bipeyivin; hin jî hene baş dipeyivin lê
nizanin binivîsînin.

*

Heke min nivîskar bi rabûn û rûniştin û bi tevgerên wan nedîtana min ê
bigota ew pêxember in, lê dibêjin pêxember jî wek nivîskaran bûn.

*

Xwendina edebiyatê carinan bi mirov xweş tê, carinan jî li mirov xweş tê.

*

Hin nivîskar bi kitêbên biçûk mezin dibin, hin nivîskar jî hene bi kitêbên
mezin biçûk dibin.

*

Nivîskarin hene dixwazin kirasê siyasetê li edebiyatê bikin, gava ew kiras
li edebiyatê nayê vêca dienirin.

*

Dibêjin "mirov deh salan tenekan bitewîne mirov ê bibe sobeciyekî baş",
heke nivîskarî wek tewandina tenekan bûya wê niha hejmara nivîskarên me yên
baş pir bûna.

*

Carinan yên bêedeb edebiyata herî bedew dinivîsînin.

*

Nivîskarî hunerek e, huner dayineke Xwedê ye, Xwedê wê zû bi zû nade
herkesî.

*

Nivîskarên baş ne ew in yên ku zêde derewan dikin an jî bi tenê rastiyê
dibêjin; nivîskarên baş ew in yên ku kêm derewan dikin û rastiyê ne wek
rastiyê dibêjin.

*

Hin nivîskar dibêjin min di bîst salan de bi zorê kitêbek nivîsand. Ew
tiralî û bêkêriya xwe mîna marîfetekê dibînin.

*

Rast e ku nivîskarî xweşiyê dide mirov, lê kes behsa êşa nivîskariyê nake.

*

Hin ji kurdan bi daran, hin bi tivingan, hin jî bi qeleman radibin hev, hemû
jî şerê birakujiyê ye.

tirej.com
10/02/2004

 

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002