Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Keskesor


 

Jan Dost

Şîna Dr.Bozan ê Imerwelî

 

Min digot: mirin  kesên mîna te ji bîr dike

Çiku tê  bibî serhevda serê xwedê

Ne jin

ne mal

ne jî zarok

Ne milk

ne erd û ne jî pere

Te çi li dû xwe hiştî ye

Ji bilî salên dirêj ji êş û kederan

Û jimartina milkên xelkê

Ji keseran

Û pîvana kolanên kobanî!!

Nayê bîra min te ji kesekî hez dikir

Nayê bîra min te gotineke xweş di heqê mirovekî de got

Erê

Û tu tim jî rast bûyî

Te yê çi li ser Hîzoyê zik mezin bigota!!

Ew zengînê rewşenbîr yê ku tenê Simaq û Tirşî û Lenîn nas dikirin!!

Tu yê çi li ser Brahîmê partîzan bibêji

Yê ku bûye çil sal bi dozê de dimî…..!!

Tu yê çi li ser Mele Gîzer bibêjî?

Ewê ku di kokela şaşika xwe de  hejar diguvaştin?

Û bi riya xwe ya xelekî  xefk vedidan!!

Te rastî digot

Ji ber ku tu dîn bûyî!!

Erê

Kesê bi aqil rastîyê vedişêrin û zimanê xwe dadiqurtînin

Di vê dema biaqilan de  dînbûn pêwiste Bozan

Yên weke te divê nemrin û li axretê hesab bi wan re neyê dîtin

Ez bawerim tu bi wê dilêrî û cegermendîya xwe û dilapakîya xwe

Tê li ber xwedayê xwe rawesî û bibêjî :

Keko tê hesabê çi bi min re bibînî

Te terazûyên hesêb danîne xwedayê min !!

De were ez hesab bi te re bibînim

Kê ez perîshan avêtime vê cîhana bênamûs?

Kê ez di kolanên kobanî de li pey konên resh û dengê dawetan diajotim da ku çayeke germ û cixareyeke pêçandî vexum û bikêshim?

Bi salan min kincên nû li xwe nedikirin

Bimehan min nizanibû gosht çi ye?

Bi rojan xwarina germ bi dest min nediket û ji xwe jin

Aaaaax xwedayê min

Gelo te jî dil heye?

Tu jî dizanî evîn çi dike ji serê mirov

Agirê bi konê ereban bikeve

Wan mala min shewitandin

Yara min jî derew li min kirin û ez ê dil shikestî

Bûme dilwêran

Min li pê xwe nehishtin jin û zarok

Min milk û mal jî niehishtin

Tenê çend bîranîn di hishê hinek kesên ku nikarin derdên min bi terazûyên xwe bipîvin

Ez Bozanê Immerwelî

Serhevda serê te me xwedayê min.

tirej.com
06/02/2004

 

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002