Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Çîrok


 

Şahînê Bekirê Soreklî

LEHENGÊ BÊDENG KÛTO

 

Di vê sibeya rojeke destpêka bihara 1991ê de mij xwe avêtibû ser tax û kolanên vî bajarokê çiyayî.  Pirraniya xelkê bajêr hîn di xew de bûn.  Ev bûbûn çend roj ew di rojine wek yên di xewnan de dijîn û di nav şahî û hêviya xwe de serxweş bûbûn. Gund û bajarên deverê ji hêz û istixbaratên dewletê azad bûbûn û navendên bajar û bajarokan bi xwepêşandanan, civînan û govendan mişt bûbûn.  Berfê dest pêkiribû li ser çiyan bihele, pûkê bar dikir û ewrên stemkariyê yên reş bi ber bayî ketibûn.   

Kûto îroj ji rojên berê zûtir ji mal derketibû û gavên xwe ji rojên din bezatir ber bi pêş diavêtin.  Mij kîbûna wî ji çavên rêwiyên ku tek û tûk li wî rast dihatin dida veşartin.  Tenê dema di navbera wan û wî de neh-deh gav diman serê wî yê hejînok û ber bi milê çepê xar, destê çepê yê seqet û teperepa lingên wî yên wekî lingên leşgerên di destpêka leşgeriya xwe de di talîmê de radibûn û dadiketin kîbûna wî aşkere dikirin.  

Berê va bajaroka yekî şên bû û  taxên wî ji xelkê mişt bûn.  Dema gundiyan lawir, mast û penêrê xwe di berbanga rojê de dihanîn, dengê zengilên di stuyên lawirên wan de meqamekî xweş dihanîn holê.  Lê şer, ya rast cengên li dû hev, brîn li dû brînê gîhandin giyan û canê bajêr.  Brînên pêşîn sivik bûn lê her ku çekên ji mazatên rojhelat û rojava dihatin kirîn ber bi pêş çûn brîn jî kûrtir û xedartir bûn.  

Cengan bextewerî û dilşadiya şêniyê bajêr, wekî mişkên seriyek penêrê nerm bixwin û hêdî hêdî ji holê rakin, tune kirin.  Gundên li doraliyên bajêr yek li dû yekî hatin wêrankirin.  Gundiyên tê de yan hatin girtin, yan hatin kujtin û yan jî reviyan.  Dengê zengilên lawiran roj li dû rojê di taxên bajêr de nizimtir bû û rojekê nema.  Tişt û hûr-mûrê di firoşgehan de hefte li dû hefteyê kêmtir bûn.  Li gel hemî bûyer û serpêhatiyan jî dilê bajêr hîn lêdixist.  Di berbanga rojê de hîn jî dengê bêhêzbûyî yê Melle Ewnî bang li xelkê dikir, ku “nimêj ji xewê bi sûdtir e.”  Va denga bû ku dibû nêşana destpêkirina roja Kûto.  Diya wî dê ew ji xew hişyar bikira û li dû kurtekatekê berê wî bida navenda bajêr.  Rawesteka wî ya yekem mizgefta bajêr bû.  Wî li wir dest û serçavên xwe bi ava rûbara di pêş mizgeftê re derbas dibûyî dişuştin û ji wir berê xwe dida firneya Mam Simko.  Nanekî germ ji bo wî her sibe amade bû.  Ji wir Kûto xwe digîhand çayxaneya Mam Heme yê ku qedehek çayê didayê da li quncikekî çayxeneyê danişe, ji nanê germ bixwe û çayê bi ser de vexwe.

* * *

Şêniyê bajêr bi çûk û mezinên xwe ve Kûto dinasîn û hemiyan jê hej dikirin.  Erê, hin caran zarokine bêvac ew hebkî aciz dikirin lê mezinan hey wan dikirin û Kûto ji nav lepên wan derdixistin.  Yekcaran jî şofêran henek û naziyên xwe bi wî dikirin, yan ji paş ve hêteke wî diqurincandin lê li dû ku şofêr û alîkirên wan piçekî dikeniyan wan perene hûr didanê û ew razî dikirin.  Dema li nik şofêran kat nebûya da  ku ji bo kurtedemekê henekên xwe bi wî bikin, Kûto xwe ji paş ve digîhand yekî û ew diqurincand.  Yên li wir dikeniyan û hinan perene didan wî.  Pereyên ji bo wî dihatin dayîn helbete ji rojên berê kêmtir bûn lê Kûto ne mirovekî perehej bû.  Ya herî grîng ji bo wî xweîdarekirina rojane bû.  Bavê wî ji mêj ve di şerekî li dij hêzên hukûmetê de, di rojên serdariya Melle Mustefayê Barzanî de, hatibû kujtin.   Kûto çi brayên xwe nebûn.  Tenê xwûşkeke xwe hebû ya ku ber du salan li gel cotyarekî gundê S. zewicî bû.  Va gunda jî nema li holê bû û kesî hay jê nebû ka xwûşka wî li ku dima, zindî bû yan mirî.

“Heta ku Kûto li vî bajarî hebe bajar namire,”  hinan ji şêniyê bajêr bi ken digotin.  “Heta ken li ser lêvên wî hebe me hêvî heye,” hinên din digotin.

Di sibeya vê rojê de Kûto dilşad xuya nedikir.  Ya rast, ew xemgîn û bi tirs bû.  Diya wî dema ew ji xew hişyar kiribû ne wek xwe bû.  Wê ew bi heyecan hejandibû û bi dengekî qebe gotibûyê, “Kûto, kurê min, zû rabe.  Min îroj dengê azana Melle Ewnî nebihîst.  Bûyereke ne ji xêrê re qewimiye, heke ez ne şaş bim.”

Bi gihîştina hewşa Siyamendê Necar re ew rawestiya û li doraliyên xwe niherî.  Narînê, keça çeleng û şêrîn vê sibeyê pêş hewşê, wekî her roj, danedimaland.  Qîza Necêr her roj rojbaşî li pêş dêrî li wî dikir, perene didanê û digotê, “ha ji te re kek Kûto.  Du benîştan pê bikir, yek ji min re, yek ji te re.” Binavkirina wî wek “kek” yan “bra” ew hebkî dilsar dikir lê li milê din wî dizanibû ku mebesta Narînê rêzgirtina ji wî re bû, û çawa bûya jî, têrê dikir ku ew dengê wê yê delal di destpêka rojê de bibihîse.  Nebûna wê li pêş dêrî ew dilxemgîn kir.  Wî xwazt li dêrî xe lê newêribû.  Nuha ku mij wek berê ne weqa siq bû, ew ji nişkan ve haydare wê yekê bû ku va beşê taxê bi tevahiya xwe ji mirovan vala bû, dengekî tenê jî ji dereke wê nedihat bihîstin.  Xemgîn û dil bi tirsê dagirtî wî kir ku biqîre lê nikaribû.  Ji hemî seqetiyên giyanî li nik wî va yeka ya herî bed bû:  ew nikaribû biqîre; ew ji mafê qîrînê hatibû bêparkirin.  Di demên titizbûn û xeyidandinê de wî dikir-nedikir ku biqîre lê ji dest nedihat. 

* * *

Wekî her kesî hestê evîn û hezkirinê li cem Kûto jî hebû lê xelkê bajêr tew nedihat bala wan ku kûto jî dikare evîndar be.  Ji bo wan Kûto kesekî nîvçe bû.  Tenê diya wî, li gel hemî kêmasiyên giyanî yên kurê xwe, dizanibû ku ew kesekî tevahî bû û hemî hestên li nik mirovên din li cem wî jî hebûn. 

Kûto ji gelê xwe hej dikir, keyfa wî ji destan û stran û çîrokên gelêrî re dihat, û heta di şahî û dawetên bajêr de be, dilê wî jî dixwazt ku destên xwe têxe destine û di govend û dîlanan de beşdar bibe lê ji ber ku ew seqet bû hemî hest û meraqên wî di kûraniya hebûna wî de di gorê de diman.  Ax!  Wî çiqa meraq dikir ji Narînê re diyar bike ku ew ji wê hej dike.  Çiqa dilê wî di kûraniya şevan de dixwazt hema qe nebe carekê bi destê wê bigire lê ne şûna wî di nav civatê de, ne jî bedena wî ya di gellek şûnan de seqet rê didan bicîhkirina van meraq û daxwazên dil.  Tenê baweriya wî bi xwedê û hêviya ku ew ê rojekê ji xew rabe û xwe wek ciwanekî ji seqetiyên giyanî azad bibîne meraqa jiyînê di dilê wî de vêxistî dihîşt. Lê yezdan di derheqê wî de qe ne adilmend bû û dihîşt ku ew her bipê.  Ew ketibû bîst û pênc saliya jiyana xwe û hîn careke tenê jî giyanê wî û keseke mê negihîştibûn hev.  Carekê di nîvê şeveke tarî de wî hewl dabû girrê xwe yê cinsî di serê mankereke bi dareke li nêzikî mala wan grêdayî de derxe lê berî kirina xwe bi seri bike çar segên har dest bi ewte ewtê kirin û kerê dest bi tîzan kir, û Kûto li ser pişta xwe ket xarê. 

Qe nebe, heger xwedê mafê dengdanê dabûyayê, wî dê bikaribûya ya di dilê xwe de diyar bikira; tew heye ku wekî dengbêjekî di nav xelkê de bihata nasîn, dengbêjekî destan û goraniyên gelêrî.  Wî gellek ji wan, bi saya amedebûna di kombûnên di mala Mam Aramî de şevên zivistanê cîh digirtinî, ji ber kiribûn.  Haya wî ji hemî aheng û şahiyên li bajêr cîh digirtinî hebû.  Mam Aram pirr kêfxweş dibû wî jî li mala xwe di nav mêvanên din de bibîne. Dema fersendên wisa bi dest diketin Kûto hindik dima ji dilşadiya wî di dilê xwe de hest dikir bifirre.  Carine dilê wî ji xwedê dima çimkî wî guh nedida dua û libergerînên wî.  “Min qe tiştekî xirab jî li dij te nikiriye, ey xuda;  de çima tu cezayê nerindiya yên din didî min?!” wî di navbera xwe û yezdanî de digot.

Kûto her weha mirovekî niştimanperwer bû.  Carekê hemî pereyên hûr yên di beriya xwe de pêşkêşe pêşmergeyan kiribûn, dema ew êvarekê ji nişkan ve ketibûn mala Mam Aramî, li kuderê mêvanan guhdare helbestvanekî dikirin.  Pêşmergeyê berpirsiyar nepejirandibû pereyên wî jê bigire lê Kûtoyê hêstir bi çavan ketinî nexwaztibû destê xwe paş ve vegerîne û pereyan dîsa têxe beriya xwe.  Wey hawar!  Wî çiqa ji cil û bergên pêşmergeyan hej dikir, ji klaşnîkofên li ser milên wan, ji rext û dabençeya li pişta wan.  Wî meraq dikir hema destê xwe bi ser klaşnîkofekê re bixuşîne lê şerm dikir wisa bike, yan ditirsiya yên din pê bikenin.  Wê şevê Kûto xewnek dîtibû.  Li ser pişta hespeke spî, klaşnîkof bi mil de, ew di nav refên pêşmergeyan de di newaleke şîn de ber bi pêş diçû.  Dema ji xew hişyar bûbû ew bi heyecan ber bi diya xwe çûbû û xwaztibû wê haydare xewna xwe bike lê kiribû-nekiribû nikaribû bi diya xwe fêhmkirin bide.  Ew ji kerban giriyabû.

** *

Bi gihîştina taxa navenda bajêr re Kûto dengek li dû xwe bihîst.  Diya wî direviya û bang lê dikir.  Li pêş û paş wê komeke ji jin û zaroyan  ber bi wî direviyan.  Dema diya wî xwe gîhandê nefes li wê çik bûbû û bi zor ji dest hat bibêje kurê xwe, birev Kûto, birev, bombên kîmawî têne.”  Kûto ji şûna xwe neliviya.  Tevî ku ew berê piçekî veciniqî jî, dirêj nekir ew ji hemî şopên tirsê azad bû.  Wî bizav kir da ku ji diya xwe re bibêje, “tu biçe, dayê; ez ji vî bajarî nalivim, qedera min li vir e.”  Diya wî dest pê kir wî bihjejîne, lêxe û gotinên kêm jê re bibêje lê wê çi kir, çi nekir, Kûto bi ya wê nekir û ji şûna xwe neliviya.  Kalepîrekî ew di çav xwe re kirinî xwe gîhand wan û gote Kûto, “kurê min, guh bide apê xwe.  Têye bîra te ber sê salan li Helebçe çi bû?  Kîmawî pênc hezar kes li wir kujtin, Kûto.  Serhişkiya xwe li şûn bihêle û bilezîn, xwe ji bajêr bi dûr xe; qe nebe ji bo xatirê pîredaya xwe.”  Kûto berê xwe bi aliyekî de da û gavek jî ber bi pêş neavêt.  Kalemêr ew li şûn hîştin û bi riya xwe de çû.   Diya Kûto ji girr tiji bûbû û hêstir ji çavên wê dipijiqîn lê di eynî demê de ew di beşekî dilê xwe de bi kurê xwe serbilind bû.

Rojê êdî xwe ji aso bi dûr xistibû û mij xwe bi tevahî ji holê rakiribû.  Kûto bi destê diya xwe girtibû û her du hêdî-hêdî ber bi mala xwe diçûn.  Dema wan deriyê mala Siyamendê Necar derbas kirin hat bîra Kûto ku çi benîşt îroj ji bo Narînê di beriya wî de nebû.  Di wê bîstê de tankekê dest pê kir ji serê taxê ber bi wan were.  Wan tank dîtin-nedîtin dengê reşaşan hat û barana gulleyan li wan bariya.  Destê Kûto û yê diya wî ji hev qetiyan û her yek ji wan li aliyekî taxê ket.  Kûto xuşiya û car din bi destê diya xwe girt.  Ber ji xwe biçe wî destê Narînê di destê xwe de hest kir.  Ew ji hemî seqetiyan azad bûbû û li ser girekî şîn, Narîn li kêlekê, danişitibû.  Welatê ku wî weqa jê hej dikir ji şer û stemkariyê dûr di nav aramiyeke behuştî de bû.

______________________________

Berê bi înglizî, di bin navê The Death of a Silent Hero de, hatiye nivîsandin û weşandin.

( Sydney :  1993)

 

tirej.com
24/01/2004

 

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002