Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 



Pîr RUSTEM  

ZINDAN*

 

Piştî ku, ew diçin, Koçer dixweze hinekî oda xwe bide hev, lê gava ewê qîretê di xwe de nabîne, dêv ji çêrokê ber dide û bi ser de jî, ewan pirsên Berhîm, ew pûçkiribû û pir derî li wî vekirin. Ev bûbû çend heyvên wî û her ku, rojeke din diborî wî dîwarekî din li dora ewan dem û çêrokan bilind dikir. Heya xwe gihandibû ewê baweriyê ku, ew ti caran nehatiye girtin; Ew dem ji jiyana xwe avêtibû. Lê vaye yekî ku, ne di bala wî de, dikare hemû dîwarên wî yên xwêyî biherifîne û careke din kaniyên şor derbibin.

     Di wê rojê de û ji berî ku, ew bên û wî bibin jî, wî bihneke nexweş; Bihneke miriyan di bêvilên xwe de dipeland û ew yeka vegerand ser nesaxiya bêrîkên pozê xwe. Lê tevî wê jî hesteke veşartî di kûraniya mejiyê wî de dilivî ku, dê bi ser çêrokeke ne normal vebe. Di wê kêlîka ku, seriyê wan dibîne, tirkinî bi dilê wî dikeve; Erê ti tiştî xasma ku, di wan de be û bala yekî bikşîne ser, nedît. Lê tenê ew nirîna wan hêşt ku, gavên Koçer giran bibin û bihêle hevalên wî jê derbas bibin, tevî ku, çendekan jî destên xwe li milên wî xistin; Ka çima ew di devê derî de rawestiye û rê li derketina wan teng kiriye, lê bêyî ku, li wan vegere û dema ku, bi tena xwe di hundirê holê de dimîne, ew herdu camêr û ji cihê ku, lê rawestiya bûn ber bi wî ve tên û her yek destekî xwe di yê wî re dike û weke ku, ew nikaribe li ser lingên xwe veniştî bimîne, wî hêdî-hêdî didin nav xwe û ji dergehê zanîngehê der tînin.

     Tenê û piştî ku, ew di cîbê de bi cih dibin, bi zimanekî kulavî dipirse: ”Wînê min bi kuve bibin”. Lê weke ku, ew bi tena xwe rûniştibe, deng bi kesî nakeve û yek bê ji ber xwe berdide.

     - “Rojên xweş di sibê re bêline”. Koçer û piştî ku, ew bi panekê re xistibûn hundir cîbê, gotibû xwe. Lê wî nedizanî dê bihêlin ku, ew rengê rojan jî ji bîr bike; Camêran û heya wî dighînin ber dergehê avahiyeke bilind, têra xwe li wî didin, ne digotin ev der bive ye û eger ku, çi di destê wan de ba jî nedêvşand û bi pana dawiyê re û weke ku, çawa li cîbê siwar kiribûn, têwer dikin. Ji berî ku, bighe û karibe tozê ji xwe dawşîne, panake din li deriyê kûna wî dikeve û bi xêra ewê ku, bi kepira wî digre, ew bi devgeza naçe qîrê.

     Koçer pir caran, weke hemû bajariyên xwe, bi ustûxûzî di pêşiya evê avahiyê re borîbû; Tirs û sawa wê nedihêşt ku, ti kes seriyê xwe li ber wê hilde û ti kesî jî nedikarî, bi baweriyeke rasteqîn, hejmarên qatê wê bêje.

     Ew çend gavan di hewşê de davêjin, Koçer ber bi wan gul û qurnefîlên sor ve dinire û bi riwekî sar berkenî dibe. Deriyê pola vedibe û wî têwer dikin, bi çend gaza û weke gokê zarokan di ser pêpelokên wê zêrzemiyê re tol dibe û li bin pileya dawî radiweste. Wan û her ku, yekî nuh tanîn, ev nişkabûna han pê re çêdikirin; Dihêştin ew bi serbestî gava xwe bavêje û bi ewê têvedana xurt re û bê dîtina ti tiştî di bin lingên xwe de, dihêştin ew li dawiya pileyan û dev bi xwîn, xwe bibîne û çend diranan jî ji devê xwe velûke. Evê yekê dihêşt ew hinekî bikenin û jiyana xwe ya ziwa, heya bi demekê, ji bîr bikin.

     Koçer wan çend perçîmên diranan û bi xwîna ku, ji çend deveran derdibû re velûdike û ew hîne li ser lingên xwe ranewestibû û careke din, ew herdu yên ku, pê re, wî didin nav xwe û bi teqandina kulmekê re, êşeke tûj di nava wî ya zirav de der dibe, lê rê neket wî ku, ew xwe bi ser xwe de kilor bike; Reşiya ewê derê û kulemistên wan li ser pişta wî bibûn yek û rê ne dikete wî ku, karibe xwe ji wan bibparêze.

     Piştî pir êş û lêdanan wî dixin odeyekê û derî li ser digrin. Heya bi demeke dirêj bê liv, di cihê xwe de, dimîne û bizava berî kêlîkê bi bîr tîne, lewre û ji berî ku, ti gavên din bavêje, di wî cihî de direwise û bîranîneke kevin ku, carekê dostekî wî gotibûyê; ”Di hundirê her odeyeke zîndanekê de, çalên pêsiyê hene û eger ku, yek hajî xwe neke û di her kêlîkê de, ewê di nav pêsî û cerdûnan wer bibe”, bi bîr tîne. Evê yekê hêştibû ew di cihê xwe de vemre û nemaze dema ku, bihna pêsiyê bêvilên wî dadigre û dihêle baweriya wî bi evê yekê kûrtir bibe. Lê piştî ku, hînî reşiya ewê derê dibe, têderdixe ku, ne tenê ew di jorî çaleke pêsiyê re rawestiye, lê ew bi xwe di hundirê çalê de ye û ava qirêj heya bi jorî gûzika wî bilind bûye û tenê êşa di gewdê wî de, nehêştibû ew bi wê yekê hest bibe. Cihê Ku, ew xistibûnê de, gazek bi gazekê ye û ti kes nizane ku, pêsiya vir ji kengî de û ya çiqas kes û ode li ser hevdu kombûye.

     Ev cara pêşî bû ku, kela verîşiyê evqasî bi hêz tête wî, lê Koçer heya û heya jê tê xwe digre, da ku, zikê wî vala nebe; Ti kes nizane dê heya kengî birçî bihêlin û ne dixwest zû-zû û di roja pêşî de, ji  bo pariyê nên, xwe li ber wan deyne. Lê hinava wî dikele û her ku, cardûnekî ji derlingê pantronê xwe davêje, tiştê ku, ji berî salekê xwarî jî di dêv re çedike, yek dibêjî qey avêtina cerdûnan û verîşiya wî bi hev re ketine cirîdê, di kêmî katekê de, ti der nehêştin ku, bi verişiya xwe riswatir nekirin û piştî ku, ti tişt di hundirê xwe de nehêşt, kabokên wî sist dibin.

     Dîwarê hemberî xwe hembêz dike û gava derzandina ku, bi ber laşê wî kiribû zêdetir dibe, ew tê derdixe dê piştî kêlîkeke din bê hiş bikeve nav ewê qirêjiyê. Naskirina evê yekê dihêle dilê wî bêtir lêde, lê tevî evê zanîna xwe jî, ew li ber xwe û Xweda digere, da ku, ew pêlên bê hişiyê di ser wî re bişo û wî ji bizava xewkirina di çalên avrêjan de biparêzin. Lê xwêdaneke sar bi laşê wî digre û her diçe derzandina laş kûrtir dibe, reşiya hundir jî bêtir tîr dibe û bi zor-zor ew dikare bihna xwe derîne. Pir naçe û dengê şerpîniyeke bilind bi hundirê wir dikeve û jîndarên tariyê ji xew şiyar dibin.

     Serleşker ji xewa dana şiyar dibe û piştî pir gotin û xeber; Bêyî ku, xwesteka wî, ji vê yekê kulandina berdestên xwe be, ew piyaleke qehwe dixweze û ordiyeke leşker bi ser ewê ku, nuh milgirtî de, dişîne. Bi vekirina derî û qêrîna wan bi ser de, ew çavan vedike; Xwe di nav golên pêsîtî û verîşiyê de dibîne û di asoyê nirîna wî de, pozê çend solên leşkerî dibirûsin. Serî hîne girane, wêneya wan solan hin caran winda dibe, lê sîtila ava qeşagirtî dihêle birûskeke tûj, laşê wî, bihejîne û careke din xeleka solan li dora wî digere.

     Piştî pir bizavan ew li ser xwe rûdine û bi zor-zor seriyê ku, bi ser sîng de qulibûbû hildide û li riwê wan dinire, pir naçe û yek bi temriya wî digre û bi tijiya dêv tifî ser riwê wî dike û gava ku, ew tif bi ser riwê wî de diherike, careke din, bulqiniya verîşiyê bi wî dikeve û çend solan di bin lehiya xwe de dihêle, pêre jî panek li nav riwê wî dikeve; ”Lawê dêlan, te sola min weke riwê xwe gemirand”. Bi gotinê re sîtileka ava din lêdibe û dihêle diran li ser hev ranewestin. Erê heyama derve hinekî sar bû, lê ne bi bêtara evê derê.

     Careke din wî bi tenê û bê hiş dihêlin û gava ew şiyar dibe û xwe di nav golên pêsîtî û verîşiyê de dibîêne, bizavên xwe dike da ku, xwe bighîne ewê quncikê hinekî ziwa. Bi gihîştina wî re û darvandina ava ku, ji wî diherikî, ew der jî weke hemû deverên din digemire, lê dîsa jî ji nîvê golê çêtir bû. Ew xwe di wê quncî de kom ser hev dike û eger ku, ji wî bihata dê pê û destên xwe daqirtandana û xwe di quleke mişkan de veşarta, hin bizavên xwe kirin jî, lê ew têde bi ser neket; ”Ev ne bû çend katên min in ku, ez li virim û ez xistim evê rewşê, eger ku, bi dirêjî bide dê çawa bibe”. Ji xwe dipirse û bi ramanên xwe ve dûr diçe û pir çêrok, ji yên hevalên ku, ji berî wî hatibûn evan deran û pozbilindiya wan di demên ku, bizavên xwe yên zîndanê tanîn zimên, bi bîr tîne û ew bizavên xwe dike ku, ew jî karibe weke wan li ber xwe bide, lê mixabin ew laşê ku, ji hev êxistibûn alî wî nake.

     Dengê derî, wî ji çêrok û bîranînên dûr verdigerîne û çavên wî li ser rastiyên wê deverê vedike. Li ewê di derî de rawestiye dinire û têderdixe ku,  dudiyên weke wî dê jê çêbibin; Simbêlên reş û stûr dêv vedişêrin û dema çavên wî bi şopa ewê birîna kevin ku, di riwê ewî kesê di devê derî de rawestibû, dikevin ew dibêje xwe; ”Mirov û hîne di zarotiya xwe de, riya jiyana xwe dipejirîne”. Rawestina wî, ya di derî de, pir dirêj nake û ew bi tijî devê xwe dikene. Kenê wî pir naçe, ji nişkave dibire û tif ser riwê wî dike. Helbet rewşa ku, ew têde û komên pîsîtî û qirêjiyê, yek ber bi ewê yekê têve didan; Wan hin caran bê hemdî xwe tifî ser wî dikirin.

     - Te cewrikî diya xwe di bin kê de hêştî û tu hatî xwe di vê pîsîtiyê de digevizînî. Ew jî panekê bi wî vedide û dihêle qêrîneke kûr bi wî keve û bi pana dudiwan re, reqiniyê bi seriyê wî dixe û pêre jî derî li ser digre. Demeke dirêj û giran diçe heya ku, ew xwe ji nuh ve kom ser hev dike û weke berê xwe bi ser hevde diguvêşe û di kêlîka ku, heşê wî sayî dibe, ew bizavên xwe dike ku karibe hin tiştan ji hev derxe, lê deziyê ramanan zû-zû diqete; ”Ev çi ji min dixwezin.. ~ima napirsin, napeyvin û..”. Zincîrên pirsan di seriyê wî de der dibin.

     Di wê hîngê de çavên xwe li odê digerîne; Ji bilî danîştokekê, di wir de, nabîne û gava bi hesinê wê yê cemidî digre tiliyên wî dişewite. Eger ku, kizotên êgir xistibana kefa destê wî dê ewqasî şewat bi laşê wî de bernedana, bi vê yekê re hişê wî şiyar dibe û têderdixe ku, cihê wî hatiye guhartin, bêyî ku, bê bîrê kengî û çawa. Tenê bihna kefnikê û piştî ku, çend pişk ji wî berda, hêştibû bi guhartina cih hest bibe, lê piştî kurtedemekê ew guh nade evê guhartinê jî û bi çavin, bê alî mîna yên kemîrê, li dora xwe dinire.

     Odeyeke pan û rûte; Dîwarên wê û di hin cihan de, bi lekeyên xwînê xemilandine. Nêzîkî seriyê xwe lekeyeke xwînê ya teze dibîne, bi tirs û dizî weke ku, yek nexwaze wê şiyar bike, tiliya xwe ber bi wê dirêj dike; Erê qeymêq di ser re girtibû, lê bi guvaştina wê re, xwîn di du-sê çavan re davêje. Van lekên xwînê û perçeyên eyêr ên ku, bi dîwêr ve, hinekî hovîtiya evê odê kokiribûn. Ew ji nuh ve vedigere lekeya nêzîkî seriyê xwe û bi xwediyê wê dirame; ”Ew nekesekî dirêje, ew di dirêjiya min de ye û li gor evê yekê ew jî, weke min, rûniştibû dema ku, seriyê wî bi dîwêr vedidan”.

     Ew careke din tiliya xwe di ser wê lekê re dixuşîne û di devereke qalind de, tiliyên wî sor dibin û dema wan bihin dike, tê der dixe ku, xwediyê wê mîna wî, sîh û pênc sal derbas nekirine û dibêje xwe; ”Wî jî weke min cixare vedixwarin”. Bi dîtina tifeke kesk re jî dinase ku, xwediyê lekê û eynî weke wî bi êşa zirave û wî jî demeke dirêj, di binerd û zêrzemiyan de, jiyana xwe borandî.

     Wî dixwest hîne lêkolînên xwe li ser cih û jîndarên wir bidomîne, lê vekirina derî û derbas bûna wan sê kesan, dihêlin ramanên wî birevin û ew û bê hemdî xwe, herdu destên xwe dide pêşiya riwê xwe û xwe kom ser hev dike; Da ku, karibe xwe ji panên wan biparêze. Bi danîna destan li ser seriyê xwe, ew dinase ku, seriyê wî mîna kelekekî hatiye pelixandin û di çend deveran de dipelîne ku, perçeyên eyêr tevî porê wî hatiye rêşkirin û xwîn di çend golekan de meyî ye.

     Dema bê dengiya wan dirêj dike, wê hîngê ew çavan ji erdê hildide, solên wan jî reşin û di îva pantironê wan re ber bi jor ve hildikşe, dighe nîvê wan; Yekî ji wan dest xistî bêrîka xwe û mîna ku, wî di wir de tiştek girtibe, ew der werimandî.

     Sê tore ne û ewê di ortê de hinekî kintirî herduyên dine, lê ew jî du caran li wî heye. Dema li çavên wan dinire, nirîneke sar û bê wate di wan de dibîne, lê qirêjî û bihna ku, ji wî hildikele û badana riwê wan hêştibû ku, ew hinekî dilê xwe hûnik bike; ”Bi kêmayî ewê min heya bi demeke dîtir bihêlin, da ku, ez xwe paqij dikim”. Hevoka dawî dihêle ew berkenî bibe, lê nîşana ew kesê Ku, di ortê de rawestibû, berkeniya wî vedimrîne.

     Ew bê peyvîn şanî wan dike ku, rê ji wan re vekiriye; Mîna ku, cewrikekî ji nav sêrgo derxin, wilo radihêjin wî û deriyekî nuh vedikin, cara pêşî bû ku, çavên Koçer pê dikievin û ew dikevin odeyeke nuh ku, ji ya berê firehtire. Wî ber bi banyowê avê dikşînin, bê dil cilên wî jê dikin û wî jî davêjin nav avê. Dema ku, jê dertînin û ew xwe weke çelemekî sor û rût dibîne, bi lez, her destekî xwe datîne ser cihekî şermiyê, ev karê wî dihêle ew têra xwe bikenin û ji nuh ve, radihêjin wî û davêjin ser ewê cilika ku, xistibûn quncekî de.

    Gava ku, ew dibîne, wan jî dest avêtin cilê xwe û ji xwe datînin, ew û bê hemdî xwe çend caran dibêje; ”Na, na.. naaaa”. Nayên wî dibin kenê wan de digevize û ew li ser pişta wî dibin girek; Sîxeke êgir jî di pişta wî re dimeşe û ewê piştî demeke dûdirêj çavan veke, lê dê têdernexe ka çi û çiqas di ser wî re borîne û heya bi demekê titiştî nabîne, ne jî dizanê ew li kuderê ye.

    Piştî demeke dirêj û gava çavên wî bi wêneyê serok yê ser kêl û dev li ken dikeve, ew bi rengekî vizînî hin dikene û hin jî digrî û ev rewşa heya bi demekê bi wî re dajo. Piştî ku, kenê wî ziwa dibe û di dû pir bizavan re, da ku, li ser xwe rûne, goleke xwînê di bin xwe de dibîne.

    Ew hîne tazî bû, destê çepê bi wî ve li ba dibû û tayeke xwêdana sar bi laşê wî ve digre heya ku, ew cilên xwe li xwe dike, çend caran, bê hiş dikeve û cara dawî dirêj dike. Gava ku, ew li ser hinek deng şiyar dibe, xwe ji nuh ve di çala avrêjê de dibîne û di wê kêlîkê de jî, kuleka di derî de vedibe û ji piş ve kesek nanekê davêje ser çavên wî, lê ji berî ku, ew zanibe çi çêbû, dibîne ku, nana firok di nîvê pîsîtiyê wer dibe û çend cerdûn bi hev re êrîşî ser dikin. Erê ew dengê rûvikên xwe dike, lê dîtina nana di nîvê golê de û êrîşiya ewan cerdûnan û girtina wan jê re, dihêlin ew bighe ewê baweriyê; Eger ku, heyveke din jî nexe, dê ti carî destên xwe navêje pariyê di nav pîsiyê de. Lê piştî çend katan ew li şûna wan digere, ka ti pariyên nên li şûn xwe nehêştine û filîmê ”Ronahiya Bajêr” tête bîra wî.

     Ew heya bi demekê xwe digre, lê piştî wê hew dikare xwe li ser lingan bigre û destan ji ber xwe berdide. Dema ku, derî li ser wî vedibe û hineke ronahî dikeve hundir, ew li xwe dinire û gava yekî din di xwe de dibîne, bê deng dibêje xwe; ”Nayê bawer kirin ku, ez di nav bera çend rojan de evqasî bêtim guhartin.. . Tu dibêjî, qey min porê xwe bi bênîşt hûnandî û ma ev cilên min, ji roja-roj de, cilşo nedîtine û bi min ve hatine şimakirin”.

     - Rabe ser xwe. Lê ji berî xwesteka xwe jî, wî panek pêve da bû û hêştibû ew mîna singekî di quncikê dûrtir de bête venîştin. Piştî ku, ew navê wî nasdike, careke din, derî di riwê wî de digre û dihêle ew ji xwe bipirse; ”~ima wî jî ez bi xwe re nebirim û..”. Gava çûna oda duh tê bîrê, dilopeke xwînê dadirive ser sipîka çav û bê hiş dikeve.

     Nêzîkî rojekê ew wilo bê deng dimîne û li ser êşeke tûj radibe; Ku, çend cerdûnan êrîşî laşê wî kirine û di hin cihan de ew bi birîn kirine. Di wê gavê de kuleka derî girtîbû û tenê ew hêvî di dilê wî de der dibe ku, careke din vebe û ewê vê carê nehêlibe evan cerdûnên hov pariyê wî birevînin. Ev hêvî piştî demeke dirêj bi cih tê û eynî ew kesê duh nanekê davêje nav çavên wî, lê ji berî ku, ew bikeve û di nav ava kevizgirtî wer bibe, wê li banî digre û bi çavne tûj û sor li yên cerdûnan dinire û bêyî ku, guh bide kêza-kêza wan, zimên ji wan re dertîne û nên dixe nav diranan. Lê êşeke kûr di wan de der dibe û dema ku, nên derdixe dibîne ku, ewê di xwînê de maye. Bi zorê dikare pariyekî jê bişkîne û piştî ku, heya bi demekê di devê xwe de nerm dike, dikare daqurtîne û bi wê şêweyê û piştî çendekî, dawiyê li nana xwe tîne. Lê çiyayekî ji xwê di hundirê wî de bilind dibe.

     Birçîbûna hov nehêştibû ew nasbike ku, wî çend kîloyên xwêyê bi ewê nanê re daqirtandibûn, lê piştî ku, devê wî ji girîz ziwa dibe, têderdixe ku, çima di cara çûyî de û her ku, cardûnan pariyek dişkandin, carekê seriyê xwe dixistin nav ava çalê û kulmeke av dadiqurtandin. Di wê çaxê de wî gote xwe; ”Heya bighe cerdûnên evê derê ne wek yên derve ne”. ? dema vê yekê bi bîr dixe ku, tenê dikare bi ewê riyê tihin û ziwabûna hundirê xwe vemrîne, careke din, kela verîşiyê bilind dibe. Lê ji berî ku, di devê wî re dakeve, ew devê xwe dixe goleke çalê û ziwabûna hezarê salan vedimrîne.

     Demeke dijwar di ser re dibore û gava ku, ti kes bi ser wî nakeve, hêza ku, di laş de mabû kom serhev dike û çend kulemistan di derî de diteqîne.

     -  Ez tîme. Bi vekirina derî re dibêje ewê ku, di derî de radiweste.

     -  Lawê dêlan, qey ez li ber destên te danîme.

     - Ez tîme. Bêyî ku, ew guh bide gotinên nûbedar û zanibe ka ew çima û ji çi xeyidî ye, xwesteka xwe dubare dike û dema ew kes tif ser riwê wî dike, eniya wî weke her car naqujmire û nejî kela verîşiyê bi wî digre. Girîzê ser riwê wî jî hêdî-hêdî dadikeve û dema ku, dadirive ser lêvên wî, ew zimanê kulavî dirêj dike û lêvên xwe dalêse; Belkî ew hinekî ziwa bûna gewriyê vemrîne.

     Dema yê nûbedar dixweze ji nuh ve kuleka derî bigre, ew destê xwe dide ber û her çar tiliyên wî dikevin nav bera herdu keviyên hesin û bi kişandina wan re du tiliyên xwe winda dike û nîvê goşt bi kulekê ve dimîne. Lê êşa wan jî nikaribû bihêlin ku, tîhbûna tîr ji bîr bibe.

     Dengê qêrîna wî dûr çûbû û ji berî ku, ew karibe dengekî din derîne, xwe li ser textekî leşkerî dibîne û dinire ku, şaşeke sipî tiliyên wî vedişêre û bi xuşandina destê din, di ser riwê xwe re, ew dinase ku, pir roj di ser binçavkirina wî re derbas nebûne. Lê ew êşa di dêst de dihêşt bê tebat raweste û dema  lê dinire dibîne ku, ew heya bi enîşkê reş bûye û mîna stûnekî werimî ye. Jana dijwar dihêşt ku, ew hesinê sar têxe nav diranan û gezke.. . Dengê nalîneke sar dikeve odê, ev cara pêşî bû ku, ew dinale.

     Demeke din a dirêj di ser wî re diçe û ti kes bi ser de nayê û gava dixweze zanibe dem li çiye, tê bîrê ku, di kêlîka ew xistin avrêjê de, hemû tiştên wî jê standin. Heya benikên solên wî vekirin û bi tinazî gotinê: ”Da ku, tu xwe bi wan bidarvenekî”. Wê hîngê wî tê der nexist ka çima ew ditirsin ku, ew xwe bidarveke, lê piştî çend katan bi wan re, naskir ku, camêr dizanin çi dikin û tirsa wan di cihê xwe de ye û wê riyê jî li pêş, ewê milgirtî, dibirin.

     Xwe kom serhev dike; >şa dêst dijware, dirêjî ser hesinê têxt dike, hinek hûnikî pêde tête berdan, lê heya bighe damarên porê seriyê wî têşin. Bi vekirina derî re, ew bêtir xwe bi serhev de diguvêşe û dike ku, û weke careke çûyî, xwe di koşeyeke têxt de winda bike. Lê ew kesê ku, derbasî odê bûbû û mîna ku, hay ji wî tinebe, ew ber bi koşeya ku, wî xwe têde kom serhev kiribû tê û di jorî têxt de radiweste; Zerika şorbenîskê digel nanekê davêje ser masa di nik têxt de û bêyî ku, ew li wî binire ji odê dertê. Ketin û derketina ewî kesî û bi rengê çûyî hêştibû hestekî tenik li ba wî çêbibe û ne dizanî ev yeka ji akama liv û xwîna ewî kesî bû, yan jî ji anîna xwarinê bû. Lê tenê û eger ku, wî carekê lê nirîba û destê xwe di ser seriyê wî re xuşandiba, dê bihêşta ku, ew dûvê xwe derîne û hinekî ji wî re bihejîne û hemû tiştî ji bîr bike.

     Ew nên dike parî-parî û davêje nav şorbê û piştî ku, ew nerm dibin bi destê ku, sax mabû têve dide dêv û ava ku, di zerkê de mabû jî bi serxwe de dike û dilê wî çayekê dixweze. Ev cara yekê ye ku, bi vî awayî, çayê bi bîr tê û ta ku, karibe wê xwestekê ji bîr bike, ew çavan li odê digerîne; Her çar dîwar û heya bana wê jî, bê şopa yên ku, ji berî wî di wir re derbasbûne, nemane û careke din, di jorî  seriyê xwe de, çerm û porê seriyekî bi dîwêr ve dibîne.

     Lê di kêlîka ku, ronahiya lempê li odê belav dibe, ji nişkave û bê hemdî wî, qijîniyek bi wî dikeve û ew weke dînan çavan li dora xwe digerîne. Tiştê ku, dibîne nayê bawer kirin; Lekên xwînê, eyar û porê seriyan li her deverekê belavin. Wan ti der nehêştine ku, bi golekên xwînê nepêçane. Ev yeka dihêle ew bi lez çavan bigre, lê wêneya odê ne tenê di çavan de hatibû çikandin, ew heya bi kûraniya mêjî jî çûbû û di wir de meyî bû. Gava çavan vedike û li banê odê dinire dibîne ku, çilpikên xwînê ji wir jî dadirivin.

     Ew bi xwediyên evan şopan dirame; ”Ka ew çi kes bûn, hevalê kîjan partiyê bûn. Ma ew hîne dijîn an hatine kuştin û çima. Wan çi dixwest û çi kiribûn da ku, evqas êşkencî bi wan kirine. Ma ka min çi kirî û çi ji min dixwezin. Hema êşkencî ji bo êşkinciyê û ne tiştekî din, xweska ji bo kêfxweşiya xwe wilo bikirana”. Pirsên çûyî çavên wî li ser rewş û dawiyên tenêtiyê vedikin.

     Ji nuh ve çavan dide hev, dûr diçe û pir qonax û deman dişkîne. Li bajarê Birlîn ê xwendina xwe ya mûzîkê kuta dike û pirojeya wî ya ku, pê diblomê distîne, li ser destaneke kurd bû; Piştî ku, ew destana Eyşa <bê dixe kirasê opêra û wê li ser şanogeha amojgehê pêşkêş dike,  rexnevanên Alman wê weke dibistaneke nuh di mûzîka welatê xwe de dinirxînin û hemû îzgeh, tilvizyon û rojname li ser dipeyvin, ew di nav bera roj û şevekê de dibe xwedî nav û deng û hemû dezgehên aguhdariyê didin dû wî. Ew jî tevî koma Alman a niştimanî li kolanên bajarê Eowrûpa digerin û her diçe navê wî mezintir dibe.

     Piştî çend salan û çend karên mûzîkê yên mezin di warê tore û kelepûra kurd de û alîkariya hin xêrxwazan, rijîma welêt razî dibe ku, ew jî bên di mihrecanê Bjarê Mezin de pişikdar bibin, lê bi navê dewleta Alman û gereke ewê hevoka ku, bi kurdî li ser kerta danesîna wan hatiye nivîsandin, rakin û ew bi çi zimanî opêra xwe pêşkêş dikin ne xeme, lê tenê çênabe ku, bi kurdî be.

     Ew deh salên wî bûn ku, dûrî welêt ketibû û îro ew digel koma orkêstira ya ku, pêre bajarên Ewrûpa dabûn bin lingên xwe, vedigere welêt. ? ji berî ku, ew ji deriyê balefirê derkeve, mazovana herî xweşik çavekî ji wî re dadimrîne û dihêle ew keçikên gundê xwe bi bîr bîne ku, bi damrandina çavekî ji wan re, çawa riwê wan aravî dibû û ew direviyan piş sincan. Dengê polîs wî ji xewnerojan şiyar dike û dinire ku, ew li hêviya pasporta wî rawestiye.

     Demeke dirêj diçe û tevî ku, nûnerê wezareta rewşenbîriyê bizavên xwe dike ku, endamên komê bighîne ewê baweriyê ku, ew derkevin hotêlê û ewê kar û bizavên xwe bi polîsan re bajo da ku, pasporta wî ji nav lepên wan derîne jî, lê ti kes ji wir nalive û hinek ji wan seriyên xwe datînin ser çenteyan û hesabê xwe û xewê dikin. Derengî şevê du polîs ber bi wan tên û bêyî ku, ew guh bidin an jî zanibin evên Alman çi ji wan dixwezin, wî didin ber xwe û di deriyekî reş re dadixin qatên bin erdê. Bi vekirina derî re, ew tête avêtin û avêtin.. . Ji ser têxt radibe û kûr li çavên wê dinire; Zarotiya xwe û lîskên di piş mêwên tirî de, di wan de, dibîne.

     Dema pîreka ku, nuh bûbû cîrana wan dibîne ku, Koçer weke bodelakî di pêşiya wê de radiweste û bi devekî ji hevkirî li wê dinire, bi pirqîniyeke ne li bîr, wî şiyar dike. Kenê wê dihêle çilpikeke xwêdanê di piş guhê wî de der bibe û rê ji wê re vedike, da ku, derbsî odê be.

(*)  Ev pareke ji romanê û ewê di van demên nêzîk de bête çapkirin; Roman di bin navê (Zarotiya NEYNIKEK ê û tiştin din) de ye.

 

 

Cindirês-2003.

tirej.com
24/01/2004

 

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002