Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


Hevpeyivîn


Lokman Polat

* Wêjeya kurdî di warê çîrok û romanê de pêş dikeve.

* Başûrê rojavayê Kurdistanê serkêşiya vê dewlemendbûnê dikşîne.

* Helbet pêwîst nîn e ku her rewşenbîr nivîskar be.

 

 

Hevpeyivîna: Malpera Tîrêj

P.1- Tore neynika jiyana gelan e, heya çi astê toreya kurdî ev pêk aniye?

L. Polat - Pêşî ji bo hevpeyvînê gelek spas dikim. Ez ê pirsan bi dilxweşî, lêbelê bi kurtahî bibersivînim.

Gotina "tore neynika jiyana gelan e." rast e. Mirov çawa xwe di neynikê de dibîne, rewşa gelan jî di edebiyata wan de dibîne. Di wêjeya hemû gelên cîhanê de rengên curbecur hene û tevahiya wêjeya gelên cîhanê dewlemendî û pirrengiya civakan dide xuyakirin. Wêje pêkanîneke însanî ye û destkeftineke bêhempa ye ku di xizmeta însanan de ye.

Zimanên gelê cîhanî bi saya wêjeya wan pêş ketiye, dewlemend bûye. Dewlemendiya zimanê kurdî jî di wêjeya kurdî a devkî û ya klasîk de şax vedaye û bi saya folklor, helbest, dastan û çîrokên gelêrî hatiye parastin. Ji bo rastnivîsîn û rastiya peyvên kurdî hêj jî serçaviya me kurdan, berhemên kurdî yên klasîk in. Zimannasê hêja Mehmed Emîn Bozarslan dema li ser rastî karanîna peyvên kurdî dinivîse, gelek mînak ji berhemên klasîk yên wêjeya kurdî pêşkêşê xwendevan dike.

Berhemên klasîk yên kurdî dîmenek ji dema berê, ji civaka kurd a wê demê radixin ber çavên me. Berhemên nûjen yên ku niha têne afirandin jî ji bo civaka kurd a dema niha dibin weke neynikê.

P.2- Astengiyên zimên ku bi taybetî bi du ebcediya tê nivîsandin {Latînî, Erebî}, ta çi radeyê ev yek bandore xwe li gelê me dike û ji aliyê zaravên cuda çine?, çi bandora du ebcediyan li wêjeya kurd heye?

L. Polat - Cudabîna alfabeyê û bikar anîna wê ne di destê kurdan de bûye. Konjoktura Kurdistanê ya li rojhilata navîn, rewşa netewa kurd, perçebûn û herweha faktorên dîrokî bûne sedem ku kurd li perçên cûda alfabeyên cuda bi kar bînin. Kurdên Kafkasyayê alfabeya krîlî bi kar anîn, yên başur û rojhilat alfaba erebî/kurdî û yên bakur jî alfaba latînî/kurdî bi kar anîn û tînin.

Karanîna alfabeyên cuda bi riza dilê kurdan nebû. Kurdistan hatibû dagîrkirin, kurd azad nebûn û ji neçariyê alfabeyên cuda bi kar anîn. Li Îran û Irakê alfabeya fermî a wan dewletan alfaba erebî bû û loma jî kurdên wir ji mecburî wê alfabê - helbet bi hinek guhertinan- bi kar anîn. Li Tirkiyê alfaba latînî bû û loma jî Mîr Celadet bi hinek guhartinan, lê nêzîkê alfaba latînî ku tirk jî bi kar tînin, alfabeyeke latînî/kurdî pêk anî.

Helbet cudabûna alfabeyan ji bo kurdan xetereke nehevûdu naskirina wêjeyê ye. Dema li Irakê di dibistanên fermî yên dewletê de dersên kurdî dest pê kiribû, dewleta tirk ji wan daxwaz kiribû ku perwerdeya kurdî bi alfaba erebî î zaravê soranî pêk bînin. Ev ji bo ku kurdên bakur jê ti feydeyeke nebînin û ji wan berhemên ku bi alfaba erebî û zaravayê soranî bên afirandin ti sûdeke wernegirin.

Di jiyana perwerdekirina civakê, xwendin û nivîsînê de alfabe girîng e û roleke sereke dilîze. Ji bo yekîtîya ziman û wêjeyê jî girîngiya alfabeyê diyar e. Bi min, divê di demên pêş de heger şert û ziruf pêk bên, kurdên başur û rojava jî alfabeya latînî/kurdî bi kar bînin, gelek baş dibe. Kurdên başurê rojava -kurdên binxetê- şayanê pesnê ne ku ew jî weke kurdên bakur alfaba latînî/kurdî bi kar tînin. Ez hêvîdarim ku dê roj bê, li seranserê Kurdistanê bi tevahî alfaba latînî/kurdî bê bikaranîn.

P.3- Tu çawa helbesta kurdî {kilasîk û nûjen} li başurê rojavayê Kurdistanê bi taybetî û li Kurdistanê bi tevayî dinerxîne?

L. Polat - Helbesta kurdî a klasîk gelek dewlemend e. Lê, ya nûjen qels e. Ez dikarim bibêjim ku di nav herçar perçeyên Kurdistanê de, di hêla helbestê de perça herî biçûk pêş ketiye. Gelek berhemên helbestan ji alî kurdên başûrê rojava ve hatine afirandin.

Ez rewşa helbesta kurdî ya nûjen li Kurdistana başûr û rojhilat baş nizanim. Lê, li Kurdistana bakur rewş baş nîn e. Ji salên heftêyî heta salên heştêyî li Kurdistana bakur tenê du pirtûkên helbestan bi kurdî hatin weşandin. Yek jê a kurdên Kafkasyayê Eskerê Boyik bû û ya din jî a Rojen Barnas bû. Min bi xwe wê demê, cara pêşî pirtûka Cegerxwîn a bi navê "Sewra Azadî" xwend. Pirtûkên kurdî yên helbestan ji bin xetê bi dizî dihatin û di destên welatparêzan de digeriyan û me dixwend.

Niha jî bi qasê ku ez zanim, kurdên binxetê bi piranî pirtûkên helbestan diafirînin û diweşînin. Kurdên serxetê jî çîrok û roman diafirînin. Di hêla helbestê de kurdên binxetê serketîne, lê di hêla romanê de qels in. Nivîskarên kurd yên serxetê ku ji bo wêjeya kurdî kar û xebatên baş dikin, yên ku di nav wêjeya kurdî a nûjen de hatine nas kirin hema bibêj bi tevahî roman û çîroknivîsin.

Nivîskarên ku bi eslê xwe kurdin, lêbelê bi zimanê tirkî dinivîsin gelek pirtûkên helbestan nivîsîne. Hinek ji wan li Tirkiyê bûna navdar jî. Lê, berhemên wan aîdê edebiyata kurdî nîn in. Pirtûkên helbestan yên bi kurdî li Kurdistana bakur gelek kêm in. Ez dikarim bibêjim ku; hem li hersê perçeyên Kurdistanê û hem jî berhemên helbestên kurdên Kafkasyayê ji yên Kurdistana bakur dewlemendtir in. Başûrê rojavayê Kurdistanê serkêşiya vê dewlemendbûnê dikşîne.

P.4- Gelo bandora kevnetor li te çi ye?, û bi tevayî çi bandora kevnetor li nivîskarên kurd heye?

L. Polat - Bandora kevnetora wêjeya kurdî li ser her nivîskarê kurd ku bi kurdî dinivîse heye. Min temamê berhemên edebiyata kurdî yên klasîk ku hatine weşandin, xwendiye û wan berhemên hêja li ser min bandor danîne. Lê, dema ez dinivîsim, berhemeke diafirînim, ne weke wan, li gorê zanîna xwe û bi stîla xwe ya nivîsînê û bi teknîka dema nû û bi metoda zanîstiya xwe ya wêjeyî dinivîsim.

Pirtûkên kurdî ku min pêşî xwendibû, pirtûkên Ereb Şemo, Cegerxwîn, Musa Anter û Eskerê Boyik bû. Min paşî berhemên nemir yên Ahmedê Xanî, Melayê Cizîrê, Feqiyê Teyran û herweha yên din xwend. Helbet di gel berhemên nivîskarên kurd yên klasîk û nûjen, min berhemên gelek nivîskarên cîhanê jî xwend. Berhemên nivîskarên klasîk yên rusî û bi taybetî jî berhemên Shakespeare tehm û lezeteke edebî da min. Bi saya berhemên kurdî û yên edebiyata cîhanê, min ji wêjeyê hez kir.

"bandora kevnetor li nivîskarên kurd heye?" yan tuneye? Ez li ser navê wan nivîskaran nikarim tiştek bibêjim. Lê, bi baweriya min miheqeq li ser wan jî ev bandor heye.

P.5- Ger û lêkolîn û rexne, wêje û çanda gelan zengîn dikin, di nav me kurdan de tu vê yekê çawa dinerxîne?   

L. Polat - Belê, ger, lêkolîn û rexne wêjeyê dewlemend dikin. Berhemên gernameyê bi kurdî kêm in. Ji hêla lêkolînê ve çend kurdên lêkolîner yên baş hene, lê çi heyf ku ew jî berhemên xwe yên lêkolînîyê bi piranî ne bi kurdî, bi erebî, tirkî, farisî diafirînin.

Wêjeya kurdî di hêla rexneyê de jî qels e. Hêj jî rexnegirekî mîna Belînskî ji nav kurdan derneketiye. Hinek rexnegirên ku hene, bi şêweyeke objektîf berhemên edebî nanirxînin. Gelekên wan hesûdî dikin û ji bo nivîskarê berhemê pîs bikin, biçûk bixin çi ji destê wan tê, wê dikin. Rexnegirî weha nîn e û weha nabe.

Ji bo di hêla rexnegiriyê de valahî bê dagirtin, pêwistiya wêjeya kurdî bi rexnegirên zana ku di hêla wêjeyê de xwe gihajtine, heye.

Di nav kurdan de, bi taybetî jî kovar û rojnameyên kurdan di hêla danasîna pirtûkên kurdî û weşandina nivîsên rexneyî de wezîfeyên xwe pêk nayinin. Mirov nivîsên analîzî/nirxandinî di weşanên kurdan de nabîne. Hinek weşanan de, carna yek, du nivîsên nirxandinê derdikevin, lê ew jî têr nakin.

Divê weşanên kurdan li hemberê berhemên kurdî xemsar nebin, xwe qer û lal nekin. Pirtûkên kurdî yên ku nû derkevin bidin danasîn û li ser wan pirtûkan nivîsên curbecur biweşînin.

P.6-Win çawa toreya kurdî di celebên - çîrok, roman, rexne, wergerandin, dinerxînin?

L. Polat - Wêjeya kurdî di warê çîrok û romanê de pêş dikeve. Lê, di warê werger, helbest û bi taybetî jî di warê şanoyê de qels maye. Hêj jî tu nivîskarekî kurd şanoyeke baş ku mirov bi dilxweşî bixwîne neafirandiye.

Di hêla wergera berhemên edebî yên cîhanê de jî qelsî heye. Wergerandina berhemên edebî yên cîhanê ji bo pêşketin û dewlemendbûna zimanê kurdî gelek girîng e. Lê, çi heyf ku kurdên wergêr girîngiyê nadin wergerandina berhemên cîhanê. Di vê hêlê de hinek kar û xebatên baş li swêdê hatin kirin, ew jî niha hatiye rawestandin. Bi min, divê kar û xebatên di hêla wergerê de bê domandin.

P.7- Toreya biçûkan {zarokan} li nav nivîskarên kurd pir kêm û li paş e, gelo ji çi ye?, çawa nivîskarên kurd dikarin biçûkan perwerde bikin bê ko ji wan re nivîs û berhem hebin?.

L. Polat - Di esasê xwe de ji bo ku dewleta me kurdan û îmkanên me yên aborî, teknîkî tunin, loma jî di her warî de em li paş mane û gelek tiştên me yên ku hene, têr nake.

Di nav edebiyata kurdî de, wêjeya edebî ya zarokan gelek qels e. Ji bo ku mirov berhemên baş ji bo zarokan biafirîne, divê mirov ji hêla perwerdeya zarokan ve zanîst be, bi psîkolojiya zarokan bizanibe ku li gorê rewşa wan berhem biafirîne.

Min bi xwe heta niha ji bo zarokên kurd tu berhem neafirand, lê min ji bo zarokan çar berhemên nivîskarên cîhanê wergerand kurdî. Di van demên dawîn de, li swêdê weke berhev kirin, hinek pirtûkên perwerdekirina zarokan hatin amade kirin. Lê, ew jî têr nakin. Divê di nav edebiyata kurdî de şaxeke edebî a xweser ji bo zarokan hebe û berhemên edebî ji bo zarokên kurd bêne afirandin.

Binêrin, li Kurdistana bakur sî milyon kurd hene, lê yek kovareke ji bo zarokan tune. Li Swêdê berê bi navê "Kulîlk" kovareke zarokan dihatin weşandin, ew kovar jî hate rawestandin. Yên swêdiyan û tirkan bi dehan kovarên wan ên bo zarokan hene.

Di nivîsîn û afirandina berhemên edebî de hêla herî zor afirandina berhemên biçûkan û şano ye. Ez jî tê de, hemû nivîskarên kurd xwe dûrê van tiştan didin. De ka yek nivîskarekî kurd nîşan bidin ku berhemeke baş ji bo zarokan û şanoyeke baş nivîsiye...

P.8- Çi rola rewşenbîrê kurd li gelê me heye, rewşenbîr kîye û gereke çi bike, ma ê nivîskar dibe ko rewşenbîr be?

L. Polat - Li cîhanê hemû guhertinên ku pêk hatine û pêk tên, bi serkêşiya rewşenbîran pêk hatine û pêk tên. Rewşenbîr rêbaza guhertinê pêk tînin û serkêşiya wê dikin.  Guhertinên civakî û şoreşên ku li cîhanê pêk hatin û ji bo demekê be jî qedera civakan guhertin, bi saya serê rewşenbîran çêbûn û ketin jiyanê. Li Rusyayê, heger ji bizava rewşenbîran nebûna partiya Lenîn nikaribû bi tena serê xwe şoreşa oktobrê pêk bîne. Lenîn bi xwe dibêje : "Tolstoy neynîka civaka rusî ye, rêbazê şoreşa oktobirê ye." Yanî, guhertinên mezin, pêşveçûna civakan bi saya serê rewşenbîran, nivîskaran pêk tê.

Di pêşketina çand û edebiyata kurdî de, di geşkirina têkoşîna ji bo doza netewa kurd de rewşenbîr roleke sereke leyistine. Yên ku partî û rêxistinên kurdan damezrand, yên ku li Kurdistana bakur sazgehên kulturî vekirin û kovar û weşanxaneyên kurdî damezrandin, bi piranî kurdên rewşenbîr bûn. Yên ku di dadgehên dagirkeran de doza kurd û Kurdistanê parastin û li ser çand û zimanê kurdî lêkolîn kirin rewşenbîr û nivîskarên kurd bûn. Xizmeta rewşenbîr û nivîskarên kurd tu car nayê jibîr kirin û tu kes nikarê hewldanên wan înkar bike.

Maneya peyva rewşenbîr berfireh e. Kategoriya rewşenbîrîyê jî gelek fereh e. Lê, ji bo me kurdan rewşenbîr ew e ku; li doza netewa kurd xwedî derkeve, li ser esasê nasnameya xwe ya netewî tevbigere, ji bo azadiya gel û rizgariya welat têbikoşe û ji bo ziman, çand û wêjeya netewa xwe xizmet bike.

Helbet pêwîst nîn e ku her rewşenbîr nivîskar be. Her nivîskar di esasê xwe de rewşenbîr e jî, lê her rewşenbîr ne nivîskar e. Gelek rewşenbîrên siyasetmedar hene ku nivîskar nîn in, lê rewşenbîrê gelê xwe ne. Nivîskar rewşenbîr e, lê ev nayê wê maneyê ku her nivîskar divê siyasetmedar be. Gelek nivîskarên cîhanê û yên kurdan bi siyasetê re aktîv mijul nabin. Ev jî tişteke tebiî ye.

P.9- Rêziman û ferhengên ko hene, tu çi li ser wan dibêjî, ta çi radeyê ji bo zimanekî standard bandora xwe kirine?

L. Polat - Di nav rêziman û ferhengên ku hene de, yên herî baş rêzimana Celadet Bedirxan û ferhenga ku Zana Farqînî amade kiriye ne. Ev ferheng gelek dewlemend e. Niha Reşo Zîlan û hinekên din bi hevre ferhengeke hîn baştir û têkûztir amade dikin. Rêzimana ku Celadet hîmên wê daniye, niha ji bo me bes e. Heger di pêşerojê de sazî û dezgehên ziman bi şêweyeke îlmî/zanistî bêne damezrandin, ew dikarin rêzimana Celadet bingeh bigrin û kêmaniyên wê temam bikin. Ev tişt jî ne niha, lê di pêşerojê de dikare pêk bê.

P.10- Internet dergehekî nû li tore û nivîskarên kurd vekiriye, tu tecrubeya xwe ya taybet bi malperên kurdî re çawa dinerxîne û wekû nivîskarek çi ji malperên kurdî re dibêje û bi taybetî malpera tîrêj.com?

L. Polat - Min li ser girîngî û hêjayiya malperên înternetê nirxandineke berfireh nivîsî û di malpereke kurdî de weşand. Loma jî, ez naxwazim wan dîtinên xwe li vir dubare bikim. Bi min, li ser girîngî û hêjayiyên malperên înternetê çiqas gotin bê gotin jî kêm e. Lêbelê hinek xeteriyên vî tiştî jî hene. Heger hinek dilreş bi şêweyeke hesûdî malperan li dijê hinekan bi kar bînin, ev nebaş e. Tişteke girîng jî ev e ku; divê di malperan de bêserûberê nebe, kontrol hebe. Nivîsên ku li hinek şexsiyetan heqaret dikin, anku şexsiyeta hinekan rendîce dikin, divê neyên weşandin. Divê malper nebin hacera bi karanîna li dij şexsiyeta hinek kesan. Herweha rexneyên ku ji hedê xwe derkeve, divê neyên weşandin.

Navbera min û hemû malperên kurdan baş e. Di nav min û wan de têkiliyeke germ ê dostanîyê heye. Ez ji hemû malperên kurdan re spas dikim ku ta niha gelek nivîsên min weşandine û bi saya wan min xwe gihaştiye xwendevanên kurd.

Ez ji hemû malperên kurdan re û ji malpera Tîrêj re ji dil serketin dixwazim.

 

tirej.com
18/01/2004

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002