Bi xêr hatin malpera Tîrêj...çandî, wêjeyî û hunerîye...             

 


Hevpeyivîn


 

Kakşar Oremar

* Kurdan bi xwîna xwe, tora xwe parastin

* Lê helbesta Kurdî awêneya derd û kovanên netewa Kurd e

 

Hevpeyivîna: Malpera Tîrêj  

* Tore neynika jiyana gelan e, heya çi astê toreya kurdî ev pêk aniye?

Bersiv:  Kurd mîna netewek bindest (lê neşikestî û hê li ser piyan) beriya her tiştekî bi xêra tore û taybetmendiyên xwe yên netewî li ser piyan maye. Nizanim li gor dîtina we di xana “Tor”ê de kîjan taybetmendiyên civakekê cih digirin?, lê ez dikarim bêjim ku ger netewekê xasiyetên xwe yên toreyî ji dest dan, êdî bi yekcarî ji holê jî radibe. Kurdan bi xwîna xwe, tora xwe jî parastin. Stran, ziman, çîrok, çîvanok, beyt û qesîde, destanên evîndarî û himaseyî, gotinên pêşiya û hwd tev bûn sedem ku nasnama me ya netewî di çarçovê erdnigariya Kurdistanê de zindî bimîne. Toreya Kurdî li rex serhildanên siyasî mezintirîn germahî da şoreşgeran. Çimkî şoreşeger dizanin ku ger toreya Kurdî bê tunekirin, serhildan jî bi awayekî otomatîk tune dibin. Bi awayekî zelaltir toreya Kurdî xêm û bingehê mayîna Kurd û Kurdistanê ye.

Ciho(Yehûdî) nimuneya herî zindî ji gelên cîhanê ne ku bi rêya parastina toreya xwe karîn piştî çend hizar salan li dora hev bicivin û dewletek serbixwe jî ji xwe re avakirin. Ew gelê herî derbider û perîşanhalê cîhanê bû ku herçend perakende bibûn, lê zimanê xwe parastin û ev karê girîng ji wan re bû sedem ku kiyaneke serbixwe ji xwe re ava bikin.

*Astengiyên zimên ji aliyê vekîtê bi taybetî bi du ebcediya tê nivîsandin {Latînî, Erebî} ta çi radeyê ev yek bandore xwe li gelê me dike û ji aliyê zaravên cuda çine?, çi bandora du ebcediyan li wêjeya kurd heye?

Bersiv:  Demek dirêje ku rewşenbîr û sazîyên Kurdan li pey rêyekê digerin ku zimanekî hevgirtî yê Kurdî ku hemû zaravên Kurdî têde cih bigirin, pêkbînin. Mixabin îro ku bi çaxê komînîkasiyon û înterenetê tê binav kirin, du awayên rênivîsa zimanê Kurdî(Latînî û Erebî) bûye sedem ku biyanî bi çavê du gelan( Kurmanc û Soaran) li me binêrin. Nimune: Dema penaberek nû ji Kurdistanê tê û dawa penaberiyê ji welatekî Ewropayî dike, pirsa yekê jê eve: Tu Kurmancî an Soranî?! Herwiha bi rêya van du rênivîsan rewşenbîrên Kurd jî bûne du birr ku peywendiyek pir bêhêz di navbera wan de heye!!.

Bêgoman zêdebûna zaravên zimanekî tê wateya dewlemendiya wî zimanî. Bi dîtina min heya Kurd nebin dewlet, ev pirsgirêka wiha zû bi zû nayê çareser kirin. Du rênivî bûne sedem ku nivîskar û rewşenbîrên Kurd tev “ nîvrewşenbîr” bimînin. Êca ger ev halê rewşenbîran be, gelê civakê yê din divê çawa be û çawa yê bê perwerdekirin!? Ji bona wê jî dibêjim ku ger kesek xwe rewşenbîr dihesibîne bi aliyê kêm divê her du zaravên sereke yên zimanê Kurdî bizane û bi wan her du zaravan jî berheman biafirîne.

Niha tenê pencerek heye ku dikare vê rewşê bigûherîne: TVyên Kurdî yên satalayit. Bi vê riyê hevgirtineke meinewî di navbera Kurdan de çêbûye, lê partî û hereketên Kurdan bi rêya TVyên xwe zêdetir ji her tiştekî bihayê didin propagandeyên siyasî ji bo partîya xwe. Li ba wan çêbûna zimanekî istandard zêde girîng nîne û meramên siyasî ji wan re her tiştin. Bingeha ziman û edebiyata zimanê Kurdî ji çaxê Merwaniyan hatiye damezrandin. Ger em baş bala xwe bidinê yê ji mere kifş bibe ku bingeha her du zaravên Kurmancî û Soranî heya %90 yeke. Nivîskar, rewşenbîr, partî û rêxistinên siyasî, sazî û bi giştî herkesê ku xwe Kurd dihesibîne, pêwîste di çaxekî wiha girîng û hesass de bi can û dil bixebite ku ji bo pêkanîna zimanekî hevgirtî(istandrad) bixebite.

* Tu çawa helbesta kurdî {kilasîk û nûjen} li başûrê rojavayê kurdistanê bi taybetî û li kurdistanê bi tevayî dinerxînî?

Bersiv:  Ji ber ku ez ne helbestvanim, di vê derbarê de zêde nikarim tiştekî bêjim. Lê helbesta Kurdî awêneya derd û kovanên netewa Kurd e. Helbestên kilasîk bingeha edebiyata me ya nivîsikî darijandine. Lê kengî û çawa destpêkiriye, bersiva vê pirsê lêkolîneke akademîk dixwaze.

Li ser helbesta nûjen: alahelgirên vê şoreşê nûxwaziyê mamosta Qedirî Can(bi Kurmancî) û Ebdullah Goran e(bi Soranî) ne. Di roja îro de li gor dîtina min mezintirîn helbestvanê Kurd yê nûjen mamosta Ebdullah Peşêw e. Hezretê Xanî, Melayê Cizîrî û Hacî Qadirê Koyî di neynika bîr û ramanên wî de bandorek mezin hiştine. Ji bona wê jî di qada helbestvaniya nû de şêresiwarên hosta hatine perwerdekirin û derya zimanê Kurdî berfirehtir kirine.

Li Rojavayê Kurdistanê dema ku Ehmed Husyenî helbestên xwe dixwîne, ez kûrahiyekê di bîr û hizrên wî de dibînim, lê xweziya zimanê xwe yê nivîsandinê hinekî rewantir bikira. Taybetmendiyeke helbeste nû jî ewe ku bi peyvên zelal û sade armanc tên beyankirin. Başûrê Rojavayê Kurdistanê ne tinê di warê parastina ziman de xwedî dîrokek tejî şanazîye, herwiha evîna doza Kurd û Kurdistanê jî li wira hertim gerim û gor bûye. Bi wateyek din fîdakarî ji bo doza bi şan û şerefa Kurdistanê li ba Kurdên Rojavayê Kurdistanê tişteke ku nayê înkar kirin.

* Gelo bandora kevnetor li te çi ye?, û bi tevayî çi bandora kevnetor li nivîskarên kurd heye?

Bersiv:  Kevnetor di warê ziman û edebyatê de mîna mîratekê bêmirin e ku hevîrê stran û romana Kurdî jî ji wê tê. Erebê Şemo piştî ku beytên li ser Kela Dimdim û Emîrxanê Lebzêrîn ji dengê dengbêjan gûhdar kirin, şahkarê xwe( Kela Dimdim) nivîsand. Piştre helbestvan û nivîskarê hêja Jan Dost jî bi karekî wiha girîng rabû û berhemek xweş li ser vê bûyera siyasî ku di sala 1608ê zayînî de li Rojhilatê Kurdistanê qewimî, pêşkêşî pirtîkxana Kurdî kir. Di roja îro de mezintirîn romannivîsê Kurd mamosta Meme Uzun jî ji kevnetora Kurdî pir mifayê distîne û romanên xwe dinvîse. Ger kevnetorek mîna mîrasekê li ser Evdalê Zeynikê nebûya, “Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê” jî wiha xweş nedihat afirandin. Di nava Îranîyan de jî nivîsak, hunermend û lêkolînvan di berhemên xwe de gelek girîngiyê didin kevnetoreya Farsî.

Di derbarê bandora kevnetorê li ser xwe tenê viya dikarim bêjim:” Bi rêya stranên dengbêjên Kurd ev bandor di nava dil û mejiyê min de şên bû. Ger bandora wê kevnetora Kurdî ya kevnare li ser min çênebûya, belkî îro ez jî mîna gelek kesan rojnamevanekî Kurd yê Farsînivîs bûma.”

*Ger û lêkolîn û rexne wêje û çanda gelan zengîn dikin, ma di nav me kurdan de tu vê yekê çawa dinerxîne?  

Bersiv:  Di nava Kurdan de sed heyf û mixabin karekî wiha girîng (ger û lêkolîn) pir kêm hatiye kirin. Sedema sereke jî ewe ku em li ser xaka welatê xwe ne azad in ku karekî wiha bigehe encamê. Ev wezîfeya herî muqedese ku divê em ji bo encamdayîna wê bi îsrar li pey peydakirina rêyekê bigerin. Teknîk bi awayekî bêrawestan xwe digehîne her derê. Ger ji bo gelên cîhanê ev karekî pirfeyde be, bervajî wê di warekî de ji bo Kurdan gelek xeter e: Dagirkerên Kurdistanê bi rêya vê teknîkê siyaseta asîmîlasyona zimanê Kurdî didomînin. Bi taybetî li bakurê Kurdistanê Tirkên şovînîst bi hostatî li ser vê şopê dimeşin. Ger û lêkolîn dibe sedema ji dayikbûna berhemekî akademîk. Mirov bi gerê dikare lêkolînek zanistî li ser jiyana kesayetî, çîrok, destan, bûyerek dîrokî û hwd pêk bîne. Ger û lêkolîn mirovên akadimisyen jî diafirîne.

Min pir dixwest li ser proja xwe ya bi navê “ Navdarên Kurd ” gereke hemû Kurdistanê bikim, lê mixabin dagirkerên welatê me ji bo çênebûna karekî wiha heta mirovan jî dikûjin.

Li ser rexnegirtinê: Hizar mixabin di nava me Kurdan de rexneya wêjeyî cih negirtiye. Bi taybetî jî li bakurê Kurdistanê ji ber bêhêziya ziman û qedexekirina zimanê Kurdî karekî wiha hê jî cihê xwe peyda nekiriye. Ji bona wê jî maşellah!! çiqas ku tu dixwazî helbestvan, romannivîs, çîroknivîs, rojnamevan û ...hwd her roj berhemên xwe diweşînin!!. Hinek weşanxane jî bêkontorol kirina naveroka berhemê ku ji bo çapkirinê digehe wan, pirtûkê dişînin bazarê. Lê ji bo kê û çima?!! Karekî wiha ne tine xizmeta zimanê Kurdî nake, belkî xiyaneteke mezine ku paşeroj vê kêmasiya wan bê bersiv nahêle. Karekî wiha dibe sedem ku xwîndevan ji xwîndina pirtûkên Kurdî birevin.

Rewşa helbesta Kurdî ya nûjen jî ku herkes bi weşandina dîwaneke çend rûpelî!! bûye siwarê meydana helbestvaniyê, pir tevlîhev bûye. Kesê ku pexşanekê binivîse û navê helbestê li ser deyne, çawa dikare bibe rewşenbîr an jî helbestvan!?. Ji xeynî wê hinek kes bi zarava xwe ya malbatî jî berheman diweşînin, lê nizanim ew bi vê rastiya xwe dihesin ku nivîs(ne berhem)ên wan nayên xwîndin.

Çiqas baş dibû ku mirov berî her tiştekî berê piyên xwe bibînin û piştra bikevin ser rêyekê. Kesê ku dizane nikare bibe nivîskar û helbestvan, lê dikare bibe xeyatekî baş, ya rind ewe ku di karê kinc dirûtinê de xizmeta civaka xwe bike.

*Win çawa toreya kurdî di celebên -helbest, çîrok, roman, rexne, wergerandin de dinirxînin?

Bersiv:  Li ser vê pirsa we lêkolînek berfireh pêwîste. Min di bersiva pirsên berê de hinek behsa vê meselê kir. Tore kevrê jêrînê dîwarê edebiyata Kurdîye. Ev xizîna zêrîn çend hizar sale ku ji bav û kalên me bi emanet gehiştiye destê me. Ji bona wê jî heya nebûye direng divê rewşenbîr û lêkolînvanên Kurd rêyeke baştir peyda biken ji bo parastina vê gencîneya zêrîn.

P7- Toreya biçûkan{zarokan} li nav nivîskarên kurd de pir kêm û li paş e, gelo ji çi ye?, çawa nivîskarên kurd dikarin biçûkan perwerde bikin bê ko ji wan re nivîs û berhem hebin?.

Bersiv:  Sîstimek damezrandî(mîna dewletek serbixwe an jî fedral) ji bo pêkanîna karekî wiha gereke. Bêtir ji nivîsandinê zarok bi rêya “ guhdarkirin û dîtinê ” dikarin di nava çanda welatê xwe de bên perwerdekirin. Ev pêngava yekemîne. Pêngava du-duyan hînkirina ziman di dibistanan de ye. Bi van du pêngavan kevirên zîgnalên mejiyê zarokan yên destpêkê li ser hînkirina zimanê zikmakî tên danîn.

Toreya zarokan di nava çîrok û folklora Kurdî de gelek dewlemende. Zarok li gelek deverên Kurdistanê bi çîrokên dapîr, dayik, bav û bapîrên xwe dinivin(radizên). Li bakurê Kurdistanê karekî wiha tenê li gundan maye. Li bajarên Kurdistan û Tirkiyê piraniya zarokan tenê bi zimanê Tirkî dizanin. Ez nizanim ger rewş wiha bidome, piştî 20 salên din yê rewşa zimanê Kurdî bigehije kîjan qonaxê ji vê qonaxê kambaxtir?!!

*Çi rola rewşenbîrê kurd li gelê me heye, rewşenbîr kîye û gereke çi bike, ma ê nivîskar dibe ko rewşenbîr be?

Bersiv:  Rewşenbîr ew kese yê ku di warekî civakî, siyasî, edebî û ...hwd ronahiyê bêxe ser tarîtiya koncekî civaka gelê xwe. Rewşenbîr dikarin netewekê serzindî û li ser piyan bihêlin. Gava di nava civakekê de astê rewşenbîriyê li jor be, siyasetmedar û rêxistin jî nikarin bi hissên gel bilîzin. Li civaka Alman û Iraqê binêrin: 20 hizar kes ger bizanin siyaseta serokwezîrê dewleta wan ziyanê digehîne aboriya welatê wan, dikarin li Almaniya serokkomarê welatê xwe jî bigûherînin. Lê li Îraqê dîktatorekî cinayetkar bi qasî 35 salan bi qedera 20 milyon mirovan lîst û gelên civakê(Kurd û Ereb) nekarîn karekî bikin ku ramanên serokkomarê xwe bigûherînin. Sedema herî berçav jî ewe ku rewşenbîrên her du welatan di hemû waran de ji e´rd bigire heya esman di hemû waran de ji hev cuda ne. Bi wateyek din rewşenbîrên civaka me dihêlin ku dîktator bên afirandin.

Di civaka me ya îro de rewşenbîrê Kurd dikare di warê rewşenbîriya siyasî û civakî de rolekî gelek gelek erênî bilîze. Him li hemberî siyaseta dagirkerên Kurdistanê û him jî li hemberî çewtiyên ku siyasetmedarên Kurd dikin, rewşenbîrên Kurd divê rolê xwe yê dîrokî bilîzin.

Li berhemên Guntêr Giras binêrin. Ew di nivîseke xwe de siyasetmedarên Alman û hemû welatên Ewropa hişar dike ku zû li hemberî şovînîzim û nionazîyan li pey rêyeke çareseriyê bigerin. Ew paşeroja siyasî-aborîya hemû Ewropa jî radixe ber çavan. Gelo ma mirov dikare bibêje nivîskarekî wiha rewşenbîr nîne?

*nternet dergehekî nû li tore û nivîskarên kurd vekiriye, tu tecrubeya xwe ya taybet bi malperên kurdî re çawa dinerxîne û wekû nivîskarek çi ji malperên kurdî re dibêje û bi taybetî malpera tîrêj.com?

Bersiv: Internetê li ber çavên mirovan cîhanek nû vekiriye. Internet xebat û xelatekî civaka pêşverû û hemdem e. Di nava Kurdan de çend rengên malperan hene ku ez ji tevan jî bi gilî û gazinde me:

Hinek malperên partî û rêxistinên siyasîne ku tenê di çarçova siyaseta partiya xwe de karê xwe dimeşînin û giringiyek kêmtir didin aliyên din yên civakê. Mixabin hinek kesên ku êdîtoriya van malperên wiha digirin destê xwe, carna bi insyatîva xwe û kîna xwe ya şexsî hêrişî ser rêxstin û kesayetiyên din jî dikin. Bi vî awayî ew zizar û xisareke mezin jî digehînin partî an jî rêxsitina xwe.

Hinek malper jî li ser navê bajar an jî herêmekê hatine danîn. Ev malperên han jî hinek herêmî mane. Di malperên wan de herkesê ku tenê stranek gotibe û heta stranbêjek amator jî be “ hunermend” e. Di gelek warên din de ti pîvan nayên dîtin û parastin. Herkesê ku nivîsekê bişîne cem edîtorê wê malperê, hema zû tê weşandin û li jêr wêneyê wî/wê jî tê nivîsandin:” Lêkolînvan, Hunermend, Nivîskar, Helbestvan an jî Rojnamevan....” ev di halekî de ye ku ne kes wî lêkolînvan û nivîskar û.... nas nake. Gelo ma ji bo vî karî pîvanek ne gereke?

Hinek malper jî yên wan kesanin ku ji nava rêxistineke siyasî derketine û malpera xwe ji xwe re kirine pencera dijberiya wê rêxistinê ya ku demekê ew bixwe jî di hemû kar û barê wê de beşdar bûn û dibûn sedem ku bi sedan kes ji bizava wan ya siyasî dûr bikevin!. Ev malperên wiha carna bêtir ji dagirkerên Kurdistanê li dijî berjewendiyên netewa xwe dixebitin. An jî berpirsyarê malperê kîn û nifreta xwe ya li hemberî kesekî ku jê hez nake, bi rêya vê pencerê di nava hemû civakê de dide eşkera kirin. Elbete bi ya wan ev şêweyek rexne kirinê ye, lê rexne kirin bi serê xwe şaxek edebiyatê ye ku bispor ji re pêwîstin.

Hinek malperên Kurdî jî dixwazin xebatek Kurdistanî di nava rûpelên xwe de bidin weşandin, lê min heya niha malperek wiha ku vê xebatê bi rindî û bêalîgirî bide meşandin, nedîtiye.

Li ser Malperên Kurdî gotina vê têbîniyê jî bi fer dibînim: Malperên Kurdî hemû çînên civakê ber bi xwe ve nakişînin, lê TVyên Kurdî(satalayt) di nava hemû çînên civakê de dilxwazên wan hene.

Daxwaza min ya herî mezin ji malperên Kurdî ewe ku bi dilekî Kurdane û bêxerez di hemû waran de ji bo dewlemendkirina hemû taybetmendiyên civaka Kurdistanê bixebitin. Qîmetê bidin lêkolînên akademîk û ji vî karê xwe yê dîrokî re pîvanên xuyakirî kifş bikin. Bila bi rêya wan herkes nebe hunermend û nivîskar û... carna ez di hinek maplperên Kurdî de hinek nav û wêneyan dibînim ku qet ti peywendiya wan bi nivîskarî, hunermendî û helbestvaniyê tuneye. Lê bo nimune li jêre navê stranbêjeke/î amator dinivîsin:” Hevpeyvîn bi hunermenda/ê mezina/ê Kurd:...”.

Dîrok û paşeroj tiştekî bêbersiv nahêle. Bila êdîtorên malperên Kurdî 20 salên din li hemberî wijdan û dîroka gelê xwe şermizar nebin. Çax û dem derbas dibin û çi nihînî û ti sirrek jî veşartî namîne. Rojnamevanekî baş ew kese yê ku hinekî dûrbîn be û katî nefikire. Pêwîste hemû malperên Kurdî bi demê re ber bi pêşve bimeşin û şûnda nemînin.

Malpera Tîrêj bi qasî ku ez dibînim bêtir xebata xwe li ser warên çandî dide meşandin. Hîvîdarim di vê qadê de pêngavên mezitir û Kurdistanîtir ber bi pêşve bavêje. Bêgoman ev karê we jî dilsoziya we dide eşkere kirin ku dixwazin ji bo gelê Kurd yê belengaz gaveke pozîtîv bavêjin. Malpera Tîrêj û malperên din dikarin doza rewaya gelê Kurd bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê bêtir bi raya giştî bidin nasandin.

Kakşar OREMAR
27.11.003 Almaniya
Email: navdarenkurd@hotmail.com

 

tirej.com
13/01/2004

 

 

Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Weşan

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 

tirej@tirej.com 
©copyright
tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com ]vebûna malperê 01/12/2002