Bi xêr hatin malpera Tîrêj...Çandî, wêjeyî û hunerî ye...


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


 

 

 

 


Zixtika: Nermo tûjik

Interpars

Diyarî wî

 

 

Binerin ha, serê salê tê û divê hûn alî min bikin, yanî bi kurmanciya reş dibêjim pere bidin min, ger hûn nedin min ez dê dikana xwe bigrim, û min dît îca nivîsên we hatin weşandin, ez pera dixwazim ji bo ronahiya jiyana we, ne dikana min be wê tarî be wek qetranê, dîsa dibêjim min destê xwe vegirtine, îca hûn û camêrîya xwe dolar du dolar ê ku nikare peran bide xem nake  hêk jî dibin, mirîşk jî, nanê sêlê jî, teppik jî, çi ji we hatî  xêr e, ê ku li Ewropa dijî û li ser sosyalê ye  sedî nîvyek ji meaşê xwe bide jî diqede,  lê belkî gelek ji we dixwazin nas bikin çima ez pera dixwazim!! ew bi xwe parsekî di hestîyê min de ye, hîn ez biçûk bûm, yanî wek xwe yê nuha bûm, li ber derîyê camîya mezin rûdinştim û min devê xwe yê xwar xwar dikir û çavên xwe koromoro dikirin û pars dikir, lê wê demê min bi erebî pars dikir min nizanî bû ku bi kurdî jî dibe û çêtire: lillah ya muhsinîn, sedeqe liwechillaaaaaaaaah!!çi xweş bû law, heqê sînemê derdiket û leffek felafil jî bi ser de.

Îca niha mesele mezin bûye, min ev dikan vekir û hûn zanin kirê divê  belkî salê sî dolar lê diçin, hinek wê bêjin, ne xasim ji vanê ku li ewropa dimînin û zanin ku sî dolar ne perê rojekê ne: ma çawa bû, sî dolar jî jê naqedin, mesele ne di sî dolarî de ye birê min, ez wek kund rûniştime li malê û emailên we ji hev vediqetînim, bê ma`ne û heşî hizûra we, nivîsan dixim internetê û belkî min kîlok bez li xwe zêde kiribe û xwîna min hişk bûbe, diya min û bavê min jî rojê deh caran bi ser min de radibin û bi guhê min digrin, vê dawîyê birê min jî tev li wan bû, ê welleh welleh guh bi min ve neman, bûne yê pisîkan hingî werin firkandin,  îca yabo ma ev giş  belaş e hê!! Hûn bi qedrê xwedê kin bêjin!!

Dûbare dikim  min dikan vekir ne ku bigrim, hayê we ji we hebe, heta serê salê eger hûn pere nedin min, gazina we ji we be, min Konto monto jî hazir kirine, û navnîşana malê jî, ji xwe li ber derîyê dêr û camîyan jî rûdinêm û destê min vegirtî ne, yek caran li zikakan û kumek li ber min e, hema çingîniya sentik mentika ye dikevin kumê min, gotina dawî ez dibêjim: eger we pere dan baş e, we nedan jî ji.............

Navnîşan  www.Interpars.com

 

 

tirej.com
25/12/2003

 
   
 

tirej@tirej.com
©www.tirej.com,2002-2004[ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002