Bi xêr hatin malpera Tîrêj...Çandî, wêjeyî û hunerî ye...


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


 




Serokê PEN’a Kurd Dr. Zerdeşt Haco:

„Wê PEN’a Kurd li Bakur û Rojhilatê Welêt şax vede“

 

Hevpeyivîna : SALIHÊ KEVIRBIRÎ

salihkevirbiri@hotmail.com

 

Zimanzan û Kurdolog Zerdeşt Haco ev demek e Serokatiya PEN’a Kurd dike. Me li ser avakirin, rol û girîngî PEN’a Kurd, kar û xebatên PEN’ê, giraniya PEN’a Kurd di nava PEN’a Navneteweyî, plan û projeyên pêşerojê û çend mijarên din pirsî wî bersivand. Kerem bikin hûn û hevpeyvîna Zerdeşt Haco.

***

*Birêz Haco, ji destpêkê ta niha me dil heye ku hûn behsa pêvajoyên PEN’a Kurd ji bo me bikin. Kengî, li ku derê û di nav şert û mercên çawa de PEN’a Kurd hate damezirandin?

Bi kurtî mirov dikare bibibêje ku xebata rêxistinî ya kurdan li Ewropayê piştî sala 1957’an destpê kir ku wê gavê  Komeleya Xwendekarên Kurd ên li Ewropayê (KSSE) li Wiesbadena Elmanyayê hatibû avakirin. Rast e, xwendekarên kurd di wê demê de parastina mafên xwe yên xwendekarî di rêbaza xwe de ji xwe re kiribûn armancên herî pêş. Lê belê wan di ber xwendina xwe re xebateke çandî û siyasî jî dikir. Bi derbasbûna salan re hêza xwendekarî li Ewropayê ber bi çavên Partiyên Kurdistanê li welêt ket. Di destpêkê de li başûr-rojava û başûrê welêt; pişt re jî li bakur piraniya xwendekarên kurd bûne endamên partî û rêxistinên kurdan.

Xebata rêxistinî ya kurdî her diçû geştir dibû. Di salên piştî 1970’yî re û bi hatina hejmarên mezin ji karker, xwendekar û rewşenbîrên kurd hejmareke mezin ji kumeleyên xwendekarî, karkerî, bijîşkî, mamosteyî û gelek kumelêyên din ên  pîşeyî hatin avakirin. Hemûyan jî di ber armancên kumeleyên xwe re, dest bi xebata çandî û rêzanî ya kurdî kir. Di vê pêvajoyê de rêxistineke serbixwe ya kurdî tunebû ku wêjeya kurdî ji xwe re bike armanca sereke. Fikreke wisa di sala 1988’an de, li gorî zanîna min cara pêşî di serê birêz Hiseyn Erdem de, ku ne ji mêj ve ji welêt hatibû za. Ango birêz Hiseyn Erdem berî herkesî ji nav rewşenbîrên kurdan ev valahiya hanê dît.

Erdem bi alîkariya kebaniya xwe, xwişka dilovan birêz Emîne Erdem ji bo avakirina Navenda PEN’a Kurd dest bi xebateke bêhedan kir. Ji xwe damezrandin û pejirandina rêxistineke wisa li ser asta navneteweyî ji neteweyekê re, wekî neteweya me ya bindest, barekî gelekî giran bû. Ev qonaxa xebatê ya birêz Hiseyn Erdem a berî damezrandinê divê rojeke cûda were nirxandin. Ji ber bi karê damezrandinê re, derveyî karên teknîkî, wekî danîna rêbazê, pejrandina li dadgehê, li polîsan, li karmandiya darayî û her wekî din gelek xebatên din pêwist bûn. Belê xebata herî giring, girêdana peywendiyên navneteweyî û pejrandina Navenda PEN’a Kurd li ba Navenda PEN’a Navneteweyû bû. Ev kareke wisa ye ku herkes nikare bike. Mirovekî ku ne cihê baweriyê be, nikare xwe di nav rêxistineke navneteweyî wiha bilind de bide pejirandin. Hiseyn Erdem ji sala 1988’an ve xebat dikir, heta ku dikarî bi awayeke fermî PEN’a Kurd li dadgeha elman di 29.06.1990’î de bide nivîsandin. Ev roj êdî bû roja damezrandin û xebata fermî ya Navenda PEN’a Kurd. Mirov dikare bibibêje ku êdî ev qonaxa xebatê û heta sala 1993’an ku birêz Hiseyn Erdem ji ber nexweşiya xwe xwe ji kar kişand, bi navê wî û kebaniya wî ve girêdayî ye. Xebatên vê pêvajoyê gelekî bi nirx in, ez nikarim wan hemûyan niha bibêjim. Ew di çarçoveya girêdana peywendiyan û pejirandina neteweya me li ser asta navneteweyî di nav PEN’a Cihanî de ne. Ew birêzên ku dirûvê pêşî yê rêbaza (destûra) navendê destnîşan kirine ev in: Hiseyn Erdem, Emîne Erdem, Haydar Işik, Hüseyin Kartal, Mostoo Khero, Yayla Mönch-Bucak, Abdulrehman Nekşebendî û Riza Topal.

Komîteya Birêvebir a ku piştî vê qonaxê hat, ji sala 1993’an heta sala 1996’an di rêveberiyê de ma. Ev qonax, dikare wekî qonaxa lawazbûn û pûçbûna Navenda PEN’a Kurd were nirxandin. Di derbarê vê pêvajoyê de mirov dikare bi kurtî vê yekê bîbibêje: Komîte bi xwe ji 3 kesan pêk dihat. Di 13.08.1996’an de sekreterê komîteyê bi awayekî fermî xwe ji xebatê kişandibû. Têkiliyên serokê komîteyê û berpirsiyarê darayiyê bi hev re nema bûn. Li gor agadariyên serekê komîteyê ew salek bû ku berpirsiyarê darayiyê li derveyî Almanyayê dijiya û navnîşana wî ne diyar bû. Di rewşeke wisa dijwar de ku rêxistina giranbiha li ber têkçûnê bû, pêwist bû bi awayekî herî lez civîneke awerte ji endamên PEN’ê re bihata lidarxistin. Li şûna wê serokê komîteyê di 21.10.1996’an de bi nameya xwe ji serokatiya Navenda PEN’a Navneteweyî li Londonê re xwe ji berpirsiyariya Navenda PEN’a Kurd da paş.  Encama vê yekê ew bû ku PEN’a Navneteweyî li Kongreyê xwe ya giştî li Guadalajaraya Meksîkayê û di civîna xwe ya giştî de, di 12.11.1996’an de bi biryara xwe ya 29’an Navenda PEN’a Kurd sar kir. Bi gotineke din encama nameya serokê komîtê jihevdeketin û têkçûna PEN’a Kurd bû.

Piştî ku serekê komîteyê bi nameyên xwe, xwe ji berpirsiyariyê da paş û ev biryara xwe ji raya giştî ya kurdî re jî eşkere kir, endamên PEN’ê di bin mercine gelek dijwar de di 01.02.1997’an de civîneke awerte li Berlinê girê dan. Civîn, li gor rojevê nêzîkî 8 seetan kişand. Piraniya mezin ji endamên PEN’a Kurd ên ku di civînê de amade bûn, rêveberiyeke nû di bin serokatiya birêz Haydar Îşîk de hilbijart. Ev komîte ji 01.02.1997’an heta 13.02.1999’an di xebatê de ma. Mirov dikare bi kurtî bibibêje ku ev qonax, qonaxa jinûvejiyankirina Navenda PEN’a Kurd e. Ji ber ku di rastiyê de xebata PEN’a Kurd ne ma bû û ew bi xwe jî wekî rêxistinekê, her wekî min li pêş jî got, li ber çûnê bû. Di navbera du salan ji xebateke hûr û li ser xwe de vê komîteyê karî peywendiyên xwe bi navendên PEN’ên din ên cihanê û serokatiya PENa cihanî re dîsa xweş bike û heval û hogiran ji xwe re bibîne. Nûnerên komîteyê hê ji destpêka xebata xwe ve çûn û li kongreya 64’an a PEN’a Navneteweyî ku ji 05. – 11.08.1997’an li Edenburgha Ingilistanê hate girêdan, amade bûn. Bi alîkariya dost û hevalan û bi biryareke giştî sarkirin ji ser PEN’a Kurd rabû û ew li ser vê yekê ji aliyên endamên kongrê ve hate pîrozkirin.

Di kongreya ku roja 13.02.1999’an li Berlînê pêk hat de, Navenda PEN’a Kurd bi amadebûna piraniya endamên PEN’ê hate girêdan. Komîteyeke birêvebir a nû hate hilbijartin û bi vê yekê qonaxeke nû destpê kir. Ev komîteya me heta niha di kar û xebatê de ye. Kongreya salane gerek e, îsal di meha 10’an de were girêdan. Mirov dikare vê qonaxê bi wê bide nas kirin ku li gel berdewambûna hin çetinahiyan, di riya xebatê de bi çalakiyên bi nirx rabûye....

*Wekî plan û proje ji sazîbûna PEN’ê û heta niha, wê mohra xwe li bin kar û xebatên çawa xistiye?

Li gor pêvajoyên jiyana Navenda PEN’a Kurd mirov dikare bibêje ku di xebata wê de geh pêlên hêzdar, geh qelsî, geh jinûvejiyandin û geh dîsa pêlên hêzdar hene. Damezrandin û pejirandina Navenda PEN’a Kurd bi xwe gaveke gelekî pîroz e. Bi pejrandina Navenda PEN’a Kurd di nav Navenda PEN’a Cihanî de, gelê me wekî neteweyeke serbixwe, xwedî ziman, wêje, çandeke serbixwe û ji neteweyên din ciyawaz hate pejirandin. Ez bawer dikim ku ev cara pêşî ye ku di dîroka gelê me de ku em li ser asta navneteweyî ji aliyê rêxistineke fermî cihanî ve li ser vê astê têne pejirandin. Her çend ev gav ji bo xebateke wêjeyî ye jî, wateya wê bi aliyê siyasî ve jî heye.

Ji bo ku ez ji çarçoveya hevpeyvîneke wiha dernekevim, dixwazim bi kurtî li ser hin çalakiyên Navenda Kurd rawestim. Di kngreyên PEN’a Navneteweyî de bi xebat û beşdarbûna me, bi desthildana nêzîkî 500 nivîskarên cihanê û bi navê PEN’a Navneteweyî biryar têne girtin, wekî mînak li ser mafê bikaranîna devkî û nivîskî yê zimanê kurdî, li ser aştiya li welêt, li dijî qedexekirina weşanên kurdî û girtina nivîskarên kurd û ji bo parastina wêjeya kurdî. Nûnerîtiya PEN’a Kurd heta niha li kongreyên navneteweyî yên 64, 65 û 66’an, li Ingilistan/Edenbugh, Helsinkî/Finlandiya û Warşova/Polonya amade bûye. Me gelek dost û heval ji xwe re çêkirine. Peywendiyên me bi Sekretêrê Giştî, Serokê PEN’a Navneteweyî û berpirsiyarên her çar komîteyên sereke re baş in. Gava MEDYA-TV di encama êrîşên mezin de hate girtin, me xebat kir û li gor pêşniyara me dîsa bi bilindbûna destên nêzîkî 500 nivîskarên cihanî û bi navê kongreya giştî ya PEN’a Navneteweyî biryar ji bo vekirina vê dezgeha kurdî hate standin û daxwaznameyek ji Serokwezîrê Ingilistanê re hate şandin. Di rastiyê de yek ji sedemên vekirina MEDYA-TV ev biryar bû. Me di Kongreya Navneteweyî ya 65’an de bi xebata xwe û ya hevalên xwe kir ku nivîskar û mafnasê kurd birêz Dr. Mûsa Kaval were hilbijartin û bibe Cîgirê Serokê Komîteya Nivîskarên ji bo Aştiyê. Ev komîteya hanê yek ji komîteyên herî giring e di nav vê rêxistina navneteweyî de. Me di kongreya 65’an de pêşniyara xwe da pejrandin, – dîsa bi dengê hemû nivîskarên amade- ku em di bin navê PEN’a Navneteweyî de konferanseke li ser ziman, wêje û çanda gelê kurd li dar bixin. Me ev konferans bi amadebûna kesayetiyên giring ên PEN’a Navneteweyî, wekî mînak birêz Terry Carlbom Sekretêrê Giştî yê PEN’a Cihanî, di 09.-10.12.1999 ad de di nava Parlementoya Ewropayê de li dar xist. Ev konferans bû bûyereke dîrokî di jiyana Navenda PEN’a Kurd de. Di pişt konferansê re me ew mêvanên giranbiha yên ku ji wan re hatibû gotin ku MEDYA TV televiziyona têroristan e, vexwendin studyoyên televizyonê û wan bi xwe ji xwe re baweriyek li ser xebata MEDYA TV’yê çêkirin. Em di civîna Bled/Slovêniya ya ku ji 23.05. – 27.05.2001’î de amade bûn û pêşniyarên me derbarê aştiya li welêt hatine wergirtin û hê em li wir, wekî biryar bi navê PEN’a Navneteweyî ji serokwezîr û serokomarê Tirkiyeyê re bi faksê çûn. Me di 22. û 23.03.2002’an de hevdîtineke wêjeyî bi nivîskarên Almanan re kir. Ev cara pêşî bû ji dema ku kurd hatine Almanyayê hevdîtineke wisa çêdibû

*Min her meraq kiriye, gelo qedrê PEN’a Kurd di nava PEN’a Navneteweyî de çawa ye. Ji bo PEN’a Navneteweyî, PEN’a Kurd tê çi wateyê? Bi vê pirsê ve girêdahî dixwazim bipirsim, gelo di bin banê PEN’a Navneteweyî de çend PEN hene?

Min li pêş jî hewl da. Ez bidime xuyakirin ku em kurd wekî neteweyeke serbixwe hatine pejirandin û giraniya me di vê rêxistina navneteweyî ya dêmokratî de wekî giraniya her PEN’eke din heye. Min mînaka birêz Dr. Mûsa Kaval jî da. Ev jî serbilindiyeke mezin e ji me re ku yekî kurd di wê cihî de ye. Bi kurtî ez dixwazim bibêjim ku riya xebatê li ber her PEN’ekê vekiriye û ew PEN’a ku bêhtir di ber armancên PEN’a Navneteweyî de xebatê bike, ji xwe ew tê pesinkirin û nav bi wê dikeve. Ev jî li gor derfetên her PEN’ekê dimîne. Di nav Navenda PEN’a Navneteweyî de îro 130 PEN xebatê dikin.

* Zehmetî û dijwariyên li pêşiya we çi ne, çi madî û çi jî manewî ? Wekî ez dizanim hê jî PEN’a Kurd ne xwediyê avahiyekê ye...!

Bi dîtina min rêxistineke navneteweyî wekî Navenda PEN’a Kurd ya ku li ser asta navneteweyî xebatê dike, gerek bû ji aliyê hemû hêzên kurd ve bihata pişgîrîkirin. Ji ber ku ew rêxistineke serbixwe ye, di ber bipêşveçûna wêjeya kurdî bi giştî û danasîna wê de xebatê dike û ew milkê hemû kurdan e.

Mixabin rastiya jiyanê ne her tim li gor dilê yekî ye. Zehmetiyên me di warê darayî de gelek in, endamên me mihaneyên xwe nadin û hûn dizanin xebat bê hêzeke darayî nabe. Di warê sewdanî (manewî) de jî heta niha me ji derveyî Instîtûta Kurdî ya Berlînê û MEDYA TV’yê  tu arîkarî nedîtiye. Em bi hêvî ne ku bi alîkariya hunermendên kurd çend êvarên çandî li dar bixin da ku aboriya Navenda PEN’a Kurd hinekî xurt bibe.

*Şert û pîvanên endametiya PEN’a Kurd çi ne, ji bo kesek bibe endam divê çi bike?

Rêbaza Navenda PEN’a Kurd di bendê III’an de dibêje:

1) Endamên Navenda PEN’a Kurd … dikarin hemû nivîskar, wergêr, rojnamevan, çapder û weşêner bin, yên ku di warê dadî hişmend in.

2) Li ser wergirtina endaman komîteya birêvebir biryar dide. Mercên wergirtinê ev in:

a. Pejirandina ramanên bingehîn ên Navenda PEN’a Navneteweyî ev jî bi destnîşankirina daxuyaniya PEN’ê (PEN-Charta).

b. Nivîsîn û derxistina karine wêjeyî yên giranbiha bi zimanê kurdî, elmanî, yan bi hin zimanên din.

*Heta niha çend endamên PEN’ê hene. Ev endam di navbera xwe de karbeşiyeke çawa dikin?

Heta niha nêzîkî sed endamên PEN’ê hene û her sal civîneke giştî heye. Endamên PEN’ê hev tê de dibînin û bîr û baweriyên xwe bi hev diguherin.

*Endametiya PEN’a Kurd di qada nivîskarî û wêjevaniya cîhanî de destkeftinên çawa dide bidestxistin, bo nimûne, gava nivîskarek li devereke cîhanê rastî tehdeyîyekê bê û ew endamê PEN’a Kurd be, PEN’a Kurd û PEN’a Navneteweyî dê bikevin nav hewldanên çawa? Li ser vê yekê hûn dikarin mînakekê bidin?

PEN’a Navneteweyî kovareke wêjeyî derdixe. Ew berhemên wêjeyî yên kîjan nivîskarî bin, yan yên kîjan PEN’ê bin, dikarin li gor hêjabûna berhemê bêne weşandin. Kovar bi zimanê ingilîzî ye, ji ber vê yekê divê berhema ku mirov bixwaze ji kovarê re bi rê bike, berî wê hatibe wergerandin. Di kongreyên neteweyî de rojekê yan du rojan êvarên wêjeyî hene, derfet heye ku herkes -li gor hêjabûna berhemê- berhema xwe bixwîne. Wekî din her endamekî PEN’a Kurd ji xwe endamê PEN’a Navneteweyî ye. Her sal nîvek ji pereyên her endamekî PENa me ji PENa navneteweyî re diçe. Ez dixwazim bibêjim, gava endamekî PEN’ekê li kîjan dewletê be, rastî dijwariyekê were, hingî PEN’a wî nivîskarî û PEN’a Navneteweyî dikeve xebatê, da destê zorê ji wî were rakirin. Giraniya PEN’a Navneteweyî di wê de ye ku gelek nivîskarên li cihanê navdar endamên wê ne. Gelek nivîskar di civakên xwe de xwedî giraniyeke siyasî ne jî. Ji ber vê yekê gava endamekî PEN’ê were girtin, hingî PEN’a Cihanî hemû radibe ser piyan. Mînak gelek in, bi hêza PEN’a Navneteweyî, nivîskarên girtî li gelek welatan hatine berdan. Wekî Iran, Kûba û çend welatên Efrîqayê. Mixabin niha navê hemûyan ne li bîra min e.

*Wekî em dizanin, ev demek e, hewldanên PEN’ê hene ku li bakurê welêt, Tirkiye û Rojhilatê welêt şax û dezgehên xwe ava bike. Li ser vê yekê dîtin û ramanên we çi ne?

Belê ev rast e, di civîna giştî ya Navenda me de, di 26.03.2000’î de biryar hate standin ku şaxên Navenda PEN’a Kurd li welêt jî werine vekirin. Me agadariya Navenda PEN’a Navneteweyî bi vê biryara civîna xwe xist û wan jî bersiv da me. Ji ber vê yekê em ketine hewladanê û me peywendî bi cenabê we re jî danî. Hevalin ji ba we çûn û li Amedê civînek bi hin nivîskarên kurd re kirin û gengeşî li ser vê pirsê vebûye, em di vê baweriyê li hêviya çalakiyên we ne.  Li rojhilatê welêt jî em li vir bi riya nivîskarekî kurd hewl didin peywendiyan girê bidin, mixabin em hê ne gihane tu encamê. Biryara civîna me ew bû ku bi mebesta avakirina şaxekî PEN’ê li başûr nûneriyeke PEN’a Kurd here başûrê welêt.  Mixabin, heta niha ew derfet bi dest me ne ketiye. Birêz  Mustefa Reşîd çû başûr-rojavayê welêt û bi hin nivîskarên kurd re civîn pêk anî. Wî bi navê PEN’ê gengeşî bi wan re di der barê vê pirsê vekir. Em li hêviya çalakiyên wan in. Em hêvîdar in ku di pêşerojê de em bigihine armanca xwe.

*Ligel ku pirseke klasîk e û hûn ji hêla derdoreke berfireh ve têne naskirin jî, em dixwazin, ku hûn xwe bi xwendevanên me bidin nasandin. Kî ye Zerdeşt Haco?

Zerdeşt Haco di sala 1955’an de de ji dayik bûye. Di sala 1970’î, piştî xwendina amadeyî derketiye Ewropayê. Xwendina xwe li zanîngeha FU li Berlînê bi dawî aniye. Xwendina min sê beş bûn, 1. Linguistik (zimanzanyariya giştî) 2.Wêjeya elmanî ya nû û 3. Îranistîk û di nav de kurdolojî. Em bi xwe xelkê bakurê welêt in, beşek ji malbata me di bûyerên serhildana 1925an de hate başûr-rojavayê welêt. Ez di malbateke kurdewar de mezin bûm. Di salên jiyana xwe de li Ewropayê min bi qasî derfetên xwe beşdarî di tevgera welatperwerî ya gelê xwe de kiriye.

*Birêz Haco ji bo bersivdayîna pirsan spasiyên xwe rapêşî we dikim...

Ez jî spasiya we dikim. Bi dîtina we gelekî dilşa bûm. Silav û rêzên xwe ji xwendevanên we re bi rê dikim û hêviya serketinê di kar û xebatên we de dixwazim.

 

tirej.com
25/12/2003

 
   
 

tirej@tirej.com
©www.tirej.com,2002-2004[ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002