Bi xêr hatin malpera Tîrêj...Çandî, wêjeyî û hunerî ye...


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


 

 

 


Enwer Karahan

Wêne

 

Ez vê sibehê ji her sibehên din zûtir rabûme. Ji çûyina karî re hîna wext heye, lê hema di min derket ku divê ez ji malê derkevim. Adeteke min heye ku ez dikarim bi seetan li malê bimînim, lê gava min biryara xwe da ku divê ez derkevim, kes nikare min zevt bike. Gelek caran wexta xwarinê ye û sifre hazir dibe jî, ez li bendê nasekinim.

Ez digêjim ber devê deriyî, li telefonê dikeve. Ez ranehêlimê û zûka ji hundir derdikevim da ez xwe ji dengê wê bi dûr bixim. Ez bi lez xwe digîhînim îstasiyona tirênê û weke her kesî ji rojnameya Metroya ku bêpere ye, radihêlim nusheyekê. Di destê her kesî de rojnameyek heye. Wan ew mîna şalê bastîqê vekirine û dane ber çavên xwe. De bê kî dizane gelo rojname ne belaş bûya her kesî dê bikiriya, an na? Tobe be!... Ez li xwe vedigerim û ji xwe re dibêjim, ”Ma min xêr e ku ez vê sibehê bela xwe di xwendina alemê de didim?” Di mihasebekirina fikrên mirovî de kesek nikare merivî îqna bike, divê mirov xwe bi xwe, karibe îqna bibe. Li min jî weha tê, ez bi xwe re dixeyidim û di nav rêzên rojnameyê de wenda dibim.

Bi dengê anonsa ku dibêje, ”Hûn gîhaştin T-Centralê”, ez serê xwe ji ser rojnameyê radikim. Ez bi wê xulqtengiya serê sibehê, di nav qerebalixiya milet de dimeşim ku ew ji tunelê ber bi meydana Sergels Torgê ve diherin. Ji ber ku sibeh e, li meydanê zêde qerebalixî tune ye, lê dîsa jî hereketbûyineke baş heye. Serê min di ber min de, çenteyê min di destê min de ye û ez bi gavên hêdîka dimeşim. Ez ji meşa ecele hez nakim. Ev serê bîst û du salan in ku ez hemaliya vî çenteyî dikim. Ew êdî bûye perçeyekî min. Ew jî mîna sola min, wek kincên min, her gav bi min re digere… Ji xêndî wê jî ew mîna hevalbendekî min e. Gelek tiştên ku ji bona min muhîm in ew di hundirê xwe de diparêze.

Ez mecbûr im ku her sibehê di vê meydanê re derbas bibim û wan kesên eroîn û kokaînê dikişînin, kesên haziriya xwepêşandaneke li hemberî Îsraîl, Tirkiye, Iraq, Emerîka an jî Îranê dikin, bi çavên serê xwe bibînim… Ez serê xwe radikim û li dora xwe dinêrim. Vê sibehê kesên di haziriyeke weha de ne, ne xuya ne, lê çavên min li wî sosîsfiroşê ku li qoziya deriyê Kultur Husetê ye dikeve. Sosîsên ku li ser tableya wî ne, sor-zepitî ne. Bê hemdê xwe dilê mirovî dibijiyê. Ez dikevim dudiliyekê, bê ez yekê bikirim, ya na. Ez li dora xwe dinerim, kesekî nas ne xuya ye, lê dîsa jî ez cesaret nakim. Ez dibêjim ku hat û hin kesên nas di van deran re derkevin û vê sosîsê di destê min de bibînin, eyib e. Ez nizanim bê ez çima weha difikirim. Di eslê xwe de dema ku ez li Diyarbekirê bûm, min gelek caran tiştên weha li ser lingan xwaribûn, lê ez niha nikarim. Ez ber têrr û tûrên vala dikevim û kula wan sosîsên qemirî bi min re dimîne… Ez li zemîna Sergels Torgê temaşe dikim û wan xetên mîna dîlimên peqlaweya Entabê ku lê hatine çêkirin dijmêrim. Li dîlêmê bîst û duduyan li ber deriyê Kapp Ahlê çend kes li tiştekî vehewiyane. Ez him li vîtrînên dikanan dinerim û him jî ber bi wê komzîka însên ve diherim. Di vîtrînan de etîketên ku erzaniya alavan diyar dikin xuya ne, lê ez nakevim hundirê dikanan. Min berê xwe daye wê komzîkê û ez jî bi meraq gavên xwe piçekî diqelêşim.

Ez jî beşdarî wê koma însên dibim û li wê keçika 7-8 salî temaşe dikim ku ew li ser tabûreyekê rûniştiye û xwe tev nade. Ji ber pêlên wî bayê hênik, çend tayên por ku ketine nav çavên wê, ew nade alî. Wecê wê tirş e û awirên wê cemidî ne. Serçavê wê bi zîwan e û serê wê temozîkî ye. Beniyek morîkên şînbirîkî jî di hustuyê wê de ye.

Li hemberî wê keçika ku li ser tabûreyê jî jinek rûniştiye ku porê wê sor û kumekî mîna çekureke hijîran li serê wê ye. Paltoyekî reş lê ye ku wê ji serî heta binî dinixumîne. Ew jî li ser tabûreyekê ye, lê ya wê ji ya keçikê bilindtir e. Qelemeke reş di destî de ye û tabloyek li ber e. Paşê wê bi min ve ye, lê berê tabloyê li qelebalixiyê ye. Ew her carê serê xwe radike û li keçika ku li ser tabûreya hemberî xwe ye dinêre û du xetan li wê kartona sipî dixe.

Wê hîna nuh ji rastika porê wê dest pê kiriye. Her kes bi baldariyeke nedîtî li her xeteke ku ew li ser wê kartonê çê dike, temaşe dikin. Ew her nîşaneke ku dişibe keçikê bi ser ve tîne, wecê hemû temaşevanan ji xwe ber dimizice. Feqet ez lê hay nabim bê ew çawa çê dike. Her careke ku ji bona demeke kin berê min dikeve derekê û ez lê hay dibim, ya wê pozê keçikê, ya jî birhên wê qedandine. Bi tenê, ez li çêkirina çavên wê hay dibim. Herdu çavên kespikî, li ser tebloyê dibin mîna du qîjotên jizûdebihurî. Kêfa min pirî tê ku ew li ser wê zemîna sipî, tiştekî dixuliqîne ku ji tunebûnê ber bi hebûnê ve diçe. Ez xwe xwar dikim ku ez serçavê wêneçêkerê bibînim, lê hew serê bêvila wê di nav wî porê sor de xuya ye. Ez rûyê wê nabînim…

Gelekan xwe daye bendê ku ew wêneyî biqedîne da ew jê re li çepikan xînin. Ya jî ez weha his dikim. Yê min weha ji hundirê min tê. Wêne li ber qedandinê ye û ew xetên serçavê wê çê dike. Zarokek ji destê dêya xwe pengiz dibe û xwe li milê wêneçêkerê diqewimîne. Ew xwe nazîvirîne û li keçikê jî nanêre. Hew radihêle jêbira xwe û wê xeta ku bêyî îradeya wê li ser çavê evdê keçika li hebrî wê ketiye, jê dibe. Tu nemaye ku ez bi keçikê re bixeyidim, lê ez zûka li xwe hay dibim... Ez xwe zevt nakim û devê xwe ber bi kerika guhê wêneçêkerê ve dibim, ”Tu dikarî wêneyekî min jî çê bikî?”. Ew serê xwe bi maneya ku bibêje, ”belê” dihejîne.

Ez li seeta xwe dinêrim, hîna nîv seet wexta karê min heye. Ez ê dehdeqîqeyekî dereng bimînim, lê xem nake. Îsal ew qas sal in ku rismekî min î mezin tune ye. Min rojekê wêneyekî xwe li dîwarekî nediye, qet nebe, ji vî emrî û pê ve bila wêneyekî min î ku dimizice li dîwarê mala min hebe. Heger torinên min çê bibin û ji birûsika min bitirsin jî xem nake. Dibe ku bi xêra awirên min yên nîvmizicî (lê di eslê xwe de, ez dizanim ku ez ê nemizicim û ew ê birûska min tirş be) piçek xîret bê wan.

Min li cem xwe gotibû qey ez li ser vê tabûreyê rûnim ku bîstikek berê ew keçika porzer li ser rûniştibû, ez ê serçavê wêneçêkerê bibînim, lê nafîle ye. Her ku ew serê xwe radike û li birûska min a qermiçî dinêre jî rûyê wê xuya nabe, serê wê mîna deviyeke hizîzkê radibe û dadikeve. Her ku ew xetekê li tabloya pêşiya xwe dixe, rûyên temaşevanan tên guhertin. Ew kesên ku rûxweşiya xwe ji bona wê keçika bîstikek berê li cîhê min rûniştibû nîşan dida, ji bona min eynî tiştî nakin. Ez li ba dilê xwe dibêjim, ”Rasîstên heram! Ji ber ku ez biyanî me, ew kêfa xwe ji min re naînin!”

Ez wêneyê xwe bi awayekî rengîn li dîwarê salonê dibînim. Çakêtekî lacîwert, bi ser gomlegekî şînê ezmanî de û qerewateke sor û tipikên sipî tê de jî bi ser de ye. Erê, erê! Eynî nola min zanîbû, birûska min qermiçî ye û ez li hemberî xwe nanêrim. Sipîbûna çend tayên porê min ên ku mane, diyar dibin. Min çima di xortaniya xwe de tiştekî weha çê nekir? Hingê porê min reş û gurr, mîna hibra li kaxetê bû. De ka aqil, ma kê bîra rojeke weha dibir!... Piştî mirina min bi çend salan, lawê min ê mezin dê çerçeweyeke ji darê gûzê jê re çê bike û ew ê bi dîwarê mala xwe dake. Ew wêneyî ji xwehên xwe re nahêle. Divê li mala wî be. Ew jî bi heq e. Qîz, dê sibeh du rojên din herin cem mêrî û dibe ku neyê hesabê lawê xelkê da wêneyê min î birûskqemiçî li mala wan be. Kîjan gava ku ew biqehire, dikare wêneyê min ji dîwêr daxe. Aferim kurê min, tu baş fikiriyî ku te ew teva xwe bir…

Wêne temam dibe, lê kêfa kesî nayê. Kes ji wêneçêkerê re li çepikan naxe. Ez fahm dikim ku wêne temam bû û ez ji cîhê xwe radibim. Ew dixwaze ku wê kartona evdê min li ser temam bûye, bike bor, lê ez xarê dibimê. Ez dixwazim ku lê binêrim. Ew wêneyî bi destê min ve bernade û di ber xwe de dibêje, ”Tu dê paşê lê binêrî.”. Ez ji destê wê dikişînim û bi lez ji hev vedikim. Her kes li min temaşe dikin… Ez li wêneyî dinerim û sar disekinim. Ez li wê dinerim, lê ew berê xwe nade min. Ez dikim qêrînî. Ew deng nake. Hemû li min temaşe dikin, lê weke heq nedabe min, bi awirên tahl li min dinerin.

Ez destê xwe diavêjim guhê xwe, guhên min ne ew qasî mezin in. Ez diavêjim bêvila xwe, bêvila min ne ew qasî dirêj e. Ez destê xwe yê rastê dibim ber çavê xwe, çavê min li cîhê xwe ye. Ez bi rev diherim hundirê Kapp Ahlê û ez li mirêkê dinerim. Ez wek xwe me û tu guhertin di min de çê nebûye. Ez dîsa bi xar têm ba wê, lê ne ew û ne jî kesekî din li wir tune ye. Ez li dora xwe dinerim, bi vir de baz didim, bi wê de baz didim, ew ne xuya ye.

Ez wî wêneyî bi sed perçeyî dikim û diavêjim qutîka çopê. Ez naxwazim nîşaneke piçûk jî jê xuya be.

Ez li dora xwe jî nanêrim û rast berê xwe didim cîhê karî. Ji ber ku ez serê sibehan çixareyê nakişînim, ez guh wê jî nadim. Ez ne li mekîneyan û ne jî li piskilêtan hay dibim ku ew dikin li min biqewimin. Serê min di ber min de ye û ez dilezînim. ”Wê çima wêneyê min weha çê kir? Bi rastî jî guhên min ew qasî mezin bûne? Çavê min ê rastê kor bûye?…”

Ez têm cîhê karî, lê destê min li her tiştî sar e. Ez nikarim tu karî bikim û ez destûra xwe dixwazim da ez herim malê. Ez nizanim dê îroj çawa bibe êvar. Ez dizanim ku dê îşev xew nekeve çavên min. Ez dikim û nakim, hîna jî ez tu maneyê nadimê. ”Wê çima weha kir? Bê wê wêneyê keçikê çi qasî xweşik çê kir. Ez dê ji salan mehan carekê bibûma xwedî wêneyekî bidestçêkirî. A ew ê li vî hemberî dardakirî bûya. Çi dijminatiya wê bi min re hebû?”

Ez ê rabim dîsa herim wir. Divê miheqeq ez wê bibînim û bi qirika wê bigrim…

Ez bi tenê li malê me û di haziriya çûyina lêgerîna wêneçêkerê de me. Ji qulika deriyî nameyek tê hundir. Ez bi rev diherim pişt deriyî. Ez li ser nameyê dinêrim, tu nav li ser tune ye. Ez bi meraq devê wê vedikim, dîsa ew wêne… Kopiyayeke piçûk ya wî wêneyî. Ez bi lez deriyî vedikim û li pişt deriyî dinêrim, kesek ne xuya ye. Ez midetekê sar disekinim. Ez dîsa wî wêneyî perçe perçe dikim û davêjim… Ez diherim banyoyê û xwe didim bin ava cemidî.

Îlona 2002an

 

 

tirej.com
25/12/2003

 
   
 

tirej@tirej.com
©www.tirej.com,2002-2004[ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002