Bi xêr hatin malpera Tîrêj...Çandî, wêjeyî û hunerî ye...


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelo

Tu dizanî..!?

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 


 

 

 

 

ŞÊRÎN PERWER:

BINGEHA HUNERA MIN DÛRBÛNA JI WELÊT E!

 


Hevpeyivîna : Salihê Kevirbirî  
salihkevirbiri@hotmail.com

Şêrîn Perwer; di sala 1959’an de li Qamişloyê hatiye dinyayê. Di sala 1962’an de malbata wê, li Bayrûdê bi cih û war bûye û xwandina xwe ya navendî li wî bajarî pêk aniye. Di sala 1978’an de derdikeve Ewropayê.  Xwendina xwe ya zanîngehê li Almanyayê li ‘Beşa Çenda Gelan’ di bin navê ‘Etnolojiyê’ de kuta dike. Zimanên kurdî, erebî, almanî, îngilîzî û fransî dizane. Piştî sala 1984’an, li Amerîkayê bi cih bû. Di sala 1983’an de zewicî. Dayika 3 zarokên bi navê Gulanzîn (16 ), Lorîngermîn (12) û Tirêjfirat (7) e.

Li Bonnê Şêrîxanê deriyê mala xwe ji me re vekir...... 

****** 

S. Kevirbirî: Beriya her tiştî dixwazim hîn bibim; Hunermend Şêrîn Perwer di malbateke çawa de mezin bû? Di heyama zarokatiyeke çawa re derbas bû?

Ş. Perwer: Ez ji malbateke niştimanperwer û zehmetkêş têm. Zarokatiya min, ji welêt dûr, li paytexta Lûbnan Beyrûdê derbas bû. Xwendina xwe ya destpêkê, ya navendî û ya li Beyrûdê min bi zimanê Erebî û Ferensî derbas kir. Li gel vê yekê jî min kurdiya xwe bi alîkariya malbata xwe û bi alîkariya Mamosteyê hêja Dr. Kamîran Alî Bedir-Xan û Mamosteyê hêja Senator Ziya Şerefxan pêş de bir. Malbata min bi eslê xwe ji Cizîra Botan e. Demekê li Mêrdînê cîh girtine û piştre jî derbasî Lûbnanê bûne. Ji ber ku malbata min welatparêz bû, ez jî ketime nav hestên welatparêziyê. Wê demê bavê min wekî kadroyekê piştgiriya Partiya Demokrat a Başûrê Mezin dikir. Lewre hêj di 12 saliya xwe de min xwe di nava kom û komeleyên çandî, hunerî û siyasî de dît. Ez dikarim bibêjim min zarokatiya xwe wekî her zarokekî wê demê di nava destengî û nedariyê re derbas kir.

S. Kevirbirî: Di wê serdemê de, di warê awaz û sewta kurdewarî de çi nav û deng hebûn ku bandor li ser te dihiştin? Te herî zêde guhê xwe dida kî/kê? Bi gotineke din Şêrîn Perwer, hêz û handana xwe ji çi û ji kê girtiye?

Ş. Perwer: Beriya her tiştî min hêza hunerî her û her ji dayîka xwe werdigirt û hê jî werdigirim. Dengê dayika min gelek bi min xweş dihat. Ji ber ku em malbateke oldar bûn, dayika min nekarî vê hunera xwe derxe pêş. Radyoya Kurdistanê li Başurê Mezin, Beşa Kurdî ya Dengê Ezgêya Bexa di warê pêşketina hunera min de xwedî cihên taybet û girîng in. Her wiha dengbêjên herêmê yên bi navê Hingo, Mirado (Miradê Kinê ango Miradko), Şikriyê Fafî û Xidirê Omerî jî bandoreke mezin li ser min kirine.

S. Kevirbirî: Dûrbûna ji welêt ango mişextîbûn, li ser te û hunera te bandoreke çawa aniye pê?Di vî warî de dîtin û ramanên te çi ne?

Ş. Perwer: Bêguman, bingeha awaz û hunera min li ser dûrbûna ji welêt, êş û janên dûrketina ji wargeha bav û kalan heşîn bûye û şax daye. Parçebûna malbatî ji êl û eşîrên xwe, li ser min tesîreke mezin pêk anî. Bavê min û bapîrê min hin di serdema Serhildana Şêx Saîdê Pîranî de ketine ber bayê zilma Roma Reş. Lewre jî her reviyan. Ev rewşa giştî ya niştiman û bi taybetî jî rewşa koçberiya malbata min bandoreke mezin li ser hest û hunera min çêkir.

S. Kevirbirî: Şêrînxan, her çiqas pirseke klasîk be jî dixwazim bipirsim; Yekem car hûn bi çi rengî û li ku derê derketin pêşberî hunerhezan? Konsantre û hestên ku ew roj li we peyda bûn, çawa bû...?

Ş. Perwer: Di sala 1972’yan de min cara yekem di Newrozeke ku malbata min û çend dost û niştimanperwerên kurd ên li Beyrûdê pêk anîbûn, min rola sereke gerand û ew cara yekê bû ku ez bi deng û bi hunera xwe derketim pêşberî hunerdostan. Di destpêkê de, ez gelek nîgeran bûm û heyecaneke mezin li min peyda bûbû. Lê piştî ku me bernameya xwe pêşkêş kir, piştgiriyeke gelek germ li me hate kirin. Vê yekê jî hezeke mezin da min û ji wê rojê heta îro di qada hunerî de xebata xwe bi vê hesta germ dikim.

S. Kevirbirî: Stran, awaz û muzîk ji bo te têne çi wateyê?

Ş. Perwer: Stran, awaz û muzîk, hestên min ên derûnî ne.  Ji bo min ev her sê hevokên pîroz tên wateya viyan û baweriyê.

S. Kevirbirî: Roj çêbû ku te got: “Nalet were li vî karî, ezê dev jê berdim…!”

Ş. Perwer: Ne xêr! ez gelek ji karê xwe bawer im. Ne bawer im jî ku tu carî ji vê yekê poşman bibim.

S. Kevirbirî: Tu heta niha bi çi berheman derketî pêşiya kurdîguhdaran?

Ş. Perwer: Min heta niha 6 kaset derxistine. Di sala 1987’an de li gel hunermendeke kurddost ê Emerîkî bi navê Dany Tate û Huner Bextiyar re me pilaq (sêlik) çêkir û me ew diyarî kir ji bo zarokên kurdan. Di festîvaleke navneteweyî ku li New Yorka Emerikayê pêk hat de, me Xelata Duwem wergirt. Ez li wir bi klîbeke bi navê ‘Kaniya Dilan’ beşdar bûm ku di sala 1987’an de çêbû.

Di sala 1972’yan de li Sînema Rivolî ya Beyrûdê min dest bi berhemdana xwe ya ewilî kir. Ji sala 1976’an heta sala 1977’an li Emmana peytexta Urdunê min di nava komeleya Selahedîn Eyûbî da xebata xwe ya hunerî pêş de bir. Di sala 1978’an de hatime Almanyayê û li raserî Ewropayê geriyam. Di sala 1984’an de çûm Emerîka û Awustralyayê. Sedema bicihbûna min a li Emerîkayê ne karê min ê hunerî bû. Ji ber ku malbata min û zarokên min li wê derê bûn.

S. Kevirbirî: Awazperwer û kurdîhez we bi awaz û dengê we yê kurdewar dinasin. Lê aliyekî we heye ku kêm kes pê agahdar in, ew jî wênesazî û xêzkariya we ye. Diyar e ku reng, qelem û firçeya we ji awaz û melodiyên muzîka we ne kêmtir e. Çi bû sedem ku we dest avêt vî karî?

Ş. Perwer: Ez wekî Şêrîn Perwer deng û rengê dinya xwe nikarim ji hev cuda bikim. Bi hev re rengvedan û dengvedana dinya min e. Min hesta xwe ya derûnî, wîjdanî, bawerî, hevî û evîn carinan bideng, carinan bi awaz, carinan jî bi reng û nîgar daye der. Ev her du dîmen temamkarên hev in. Hêz û bedewiyê didin hev.

S. Kevirbirî: Ji bo pêşerojê plan û projeyên we çi ne?

Ş. Perwer: Ez niha bo demeke nêzîk xebatê dikim ku CD’ya xwe ya nû derxim. Ji bo pêşerojê jî bêguman hinek karên ku min ji bo xwe destnîşan kirine, ji aliyê muzîk û nîgarkêşî de jî hene. Her wisa di qada siyasî de jî li şevên ku kurdên penaber li derveyî welêt çêdikin jî ezê hewl bidim ku beşdarî bikim

S. Kevirbirî: Zor spas ji bo bersivdayîna pirsan Şêrînxan….

Ş. Perwer: Spasdarî ji hêla min.......

 

 

tirej.com
14/12/2003

 
   
 

tirej@tirej.com
©www.tirej.com,2002-2004[ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002