Bi xêr hatin malpera Tîrêj...Çandî, wêjeyî û hunerî ye...


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 



 

 

Xebat

Xewnerojên belengazan

 

Serê sibê ez wek her car ji xew rabûm, min xwe hinekî veziland, pişt û qirika xwe terqandin û îskaneke ava cemidî ji cerê li ber devê derî bû bi ser xwe dakir û min rahişt pariyek nan û ez çûm nava gund, heta nîvro min bi zarokan re lîst, ez gelekî westyayî vegeriyam malê, yekser ez çûm  li ber dîwarê odê rûniştim, pêlên kûrahiya xewneroj û xeyalan ez kûr û dûr birim, ez mezin dibûm, ez dibûm hunermendekî gelekî mezin, carnan min di dîwana mîran de stran digotin û carnan jî ez di şahiyên pir mezin de derdiketim pêşberî gel, piştî çepik û lîlelîlên gel min dest bi stranên xwe dikir.

Koma mûzîkê ya li pişt min ji 50 î kesî bû, parêzvanên min jî di navbera min û gel de bûn, ez di parastim.

Carnan jî ez bi Bêthovin re diketim giftûgoyê û bi gelek hunermedên din î navdar re jî, em li ser sînfonya min ya ku min navê wê kiribû  ( sînfonya jiyanê ) daxivîn, ew gelekî jê razî bûn û ji min re hurmet digirtin, carnan jî ez dibûm xwedyê gelek kasêt û CD yan û bi melyonan kasêt û CD yên min dihatin firotin, carnan jî ez dibûm piştdarê festîvalên navnetewî û ez di wan de dibûm yê yekemîn û rojnameyên navnetewî bi min re reportac çêdikirin, telfizyon, rojname, nuçeyên wan î pêşî li ser min bûn, dor nedigha rojnamevanan da bi min re reportacan çêkin.

Her bajarê ku ez di çûmê bi sedhezaran xort û keç dihatin dîtina min, keçikna xwe ji bo min dikuştin, hinek ji wan ji kêfa dîtîna min re digriyan,  parêzvanên min pir dibûn, û ez hertim li teksiya lêmozînê siwar dibûm  û hedan nediket telefona min, carnan min bersiv dida û carna jî min nedida.

Hêdî hêdî malê min pir dibû û min gelek fîrme ava dikirin, bi hezaran karkeran li ba min kar dikirin, min hin dikirin kar û hin davêtin .

Di bursa de jî  navê min mezin dibû û her kes bi sehw nêzîkî navê min dibû, karê min dibû gera li dinyayê, min dê û bavê xwe ji bîr dikirin, û hêdî hêdî min ji ber wan û çekê wan fedî dikir.

Min li Euripa û di nava Giravekê de qesrek ji xwe re ji mermerê çêdikir, ji mala min pêve li ser wê (Girav )ê  nebû, biqasî gera gundekî bêhtir min hewş ava kir, çi tiştên biha li dinyayê hebûn min dikir qesra xwe, qesra min bûbû buheştek  li ser ruwê dinyayê, her kes dexseyî min dibû.

Hêdî min ji ber dê û bavê xwe fedî dikir, şal û şapikê bavê min, kolosê wî, çaroxa wî, qermîçonkên ruwê wî, simbêlê zerbûyî, çavên hûr, birhên wî ên dirêj û tevlîhev, min êdî nedixwest kes bêje ev bavê te ye. Diya min daw û dêlê wê, kirasê wê, kofiya wê, şekala lastîkî ku di lingê wê dê, qadûsa avê ku li ser milê wê bû pişta wê dikir av, ew benkê ji gelek rengan ku li pişta xwe girê dida, diya min ne mezin bû lê tu dibê qey te ji binê zêrzemîkê derxistibû gelek mezin xuya dikir, xwişka min î biçûk ku li pey wê digeriya, porê wê yî neşehkirî, kirasê wê yî qetiyayî, êdî min şerm dikir ji ber wan .

Gava Eurupiyan ji min dipirsîn min digot em penaberên Euripî ne, bi eslê xwe em ji Euripa hatine, bavê min jî li rojhilat paşe bû, û berê li Euripa jî em ji malik mezin bûn, êdî min dixwest ez rojhilat ji bîr bikim, û ji aslê xwe jî dûr bikevim, jiyaneke nû ji bo xwe çêbikim. Di hewşa xwe de min gelek teyrikên xweşik û xerîb peyde kiribûn, gava serê sibê ez radibûm li ber dengê wan min qehwa xwe vedixwar min digot biheşt hebe eve, kûçikekî min î bi çûk hebû min navê wî kirbû tonî, gelekî kêfa min jêre dihat.

Ji nişkave kerê boz zirya û ez ji wan xewin û xeyalan derxistim, min li bejna xwe nerî ku kirasekî xakî li min e pêşya wî tev gemar e û gelek riqa lê hene, serê min î rût hê kenîşta serê sibê di çavê min de bû, lingê min î xwas ku ji tertikê gemarê  qelişî bûn, pişta destê min êdî bi keviran jî paqij nedibûn, tilhê lingên min hemî kulokemî bûbûn, li hawîrdorê min mirîşkên ku li xwarinê digeryan hebûn, diya min di teştê de serê xwişka min î biçûk li hewşê  di şuşt, bavê min haziriya êmê pez dikir, ser û çavên wî di nava kayê de mabûn. Min keserek kûr kişand û min got: xweda qey  xewn jî ji bo min gelekin, ez bi dilekî sar çûm alîkariya bavê xwe .

 

     Elmanya   09.10.2003

 

 

tirej.com
05/12/2003

 
   
 

tirej@tirej.com
©www.tirej.com,2002-2004[ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002