Bi xêr hatin malpera Tîrêj...Çandî, wêjeyî û hunerî ye...


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Nivîskar

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Wêneyên biyanî

Pêkenok

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 



 

SERHAN  ÎSA
Kaniya.sipi@web.de

 

Xwendineke rexneyî

ji helbesta kurdî

a nûjen re

(Hoşeng Broka wek nimûne)

(3/4)

HELBEST Û BIKARANÎNA EFSANEYE

“Sîmbola Efsaneyî, ezmûn û serpêhatiya ademîzadan a pêşîn e li ser rûkê zemînê, û sîmbola efsaneyî bi xwe û herweha bikaranîna hindek seqa û gerdişên ku li dirêjahiya salan surişt li xwe kirine, zengîntirîn bîra merovanetiyê yan jî ew parçeyek ji watedartirîn bîra dîrokê ye, ango dîroka pêşiyan. Yan jî mirov dikare bibêje ku ew bîrokevnariyeke
sawîryane ye“ 32

Simbol bi xwe jî wêneyeke hestedar e, ango bi simbolê mirov tiştekî, yan jî bûyerekê destnîşan dike, bêyî ku mirov dest bavêje alavên şîrovekirinê.

Bi wateyeke din, her simbolek ji simbolên ku di helbestekê de tên bikaranîn, dikare bibe dergehek ji dergehên derbasbûna ber bi cîhana wê ve/ Cîhana wateyê.

Simbol kilîtên vekirina cîhanên helbestê ne, û bêyî naskirin û jinûvexwendina wan simbolan, wê helbest qet xwe nede destên xwendevanên xwe:

Dema ku karwanên xwazgîniyan,

di tarîşevan de,

tiliyên xwe, ber bi te ve

dikirin:

“Bûka Mîra hat... Bûka Mîra hat“

wê gavê,

ew hicrika di pala gir de,

xewlegeha weşandina gunehên min û te bû,

ji wan gunehan ve,

min tu li ser tiliya xwe,

ya ku te bijartî,

pêçayî,

terîşkeke kesk. 33

Wek ku ji xwendina vê helbestê diyar dibe, helbestvan dest avêtiye hindek simbolên efsaneyî û di helbesta xwe de bi cî kirine.

Lê bikaranîna van simbol yan jî efsaneyan di helbestê de, bîneke din a cuda daye wê, ango wateya wêna a nuh a ku helbestvan di têkistê de bikar aniye ne mîna wateya wêna a berê ye.

Ew wateya ku di hişê civakê de hatiye çandin, ango «wateya civakî »  helbestê bihtir ber bi nependî û nezelaliyke ku mirov mecbûrî geryanekê dike, dehf dide.

Lê helbestvan hewl daye ku  wan simbolên efsaneyî di cîhaneke din de, û bi wateyeke nuh pêşkêş bike.

Ji ber vê hindê daku xwêner bikaribe pêrgî rihê vê helbestê bibe, pêwîstiyek bi jinûvexwendina van simbolên ku di helbestê de hatine bikaranîn (Bûka Mîra, terîşa kesk, hicrik), heye. Pêwîstiyek bi xwendina têkiliyên di navbera wan simbolên efsaneyî û têkistê de, heye.

Ji bilî van tiştên ku me li jor destnîşan kirine jî, ev bikaranîn bi xwe têkiliyekê di navbera anahayî û rabirdiwê de,  ku di xizmeta nerîna afrêner a ayendeyane de ye, dirist dike.

« Bûka Mîra » çîrokeke Efsaneyî a gelêrî ye, ku di hindek herêmên Kurdan de ew bi xwe bûye lîstikeke gelêrî. Afrêner jî « Bûka Mîra » wek xweşiktirîn navê dîtir yê yara xwe dîtiye, û herweha xweşiktirîn demên bi yara xwe re wek demên bi « Bûka Mîra » re, destnîşan kirine.

Helbestvan di vê helbestê de, „demên yara xwe“ û  „demên Bûka Mîra“ bi demên xwe û wê re „demên di pala gir de“, bi yek kirine.

Ez jî wek xwêner dikarim di xwendina vê helbestê de, li gel helbestvan „demên Bûka Mîra xwe“ ku di heman demê de dikarin „demên yara min“ bin, bixwînim.

Ew cîwarê ku helbestvan lê ji „Bûka Mîra“ di yara xwe de, hes kiriye, dikare di xwendinê de, wek cîwarê her xwênerekî were xwendin..

Vêca xweşiya vê efsaneyê di vê têkistê de ewe, ku helbestvan bi şêweyekî bijartî bi kar anîye.

Wî ew ji wateya wê a berê ya ku di hişê min/ te /wî wê/ wan de hatiya çandin, veguhastiye, û ji nû ve hem bi şêweyê derbirîna xwe û hem jî bi şêweyê xwe yê huneryane, nivîsandiye.

Ji layekî din ve amadebûna vê simbola efsaneyî di têkistê de, bi rastî ketiya bin xizmeta nerîna helbestvan a ku dixwaze bighîne me. Têkilî û dan û standina di navbera rabirdû, anahyî û ayende de, di vê helbestê de, bi hostayî hatine avakirin :

Demên Bûka Mîra/ Rabirdû/ 

Demên Hicrika di pala gir de/ Anehayî/    

Demên yarê/ Ayende/

(Yara Helbestvan/ Yara Xwêner)

Ji vê latika jorîn tê xuya kirin ku helbestvan hem ji alav û sîstêmên helbesta nûjen agahdar  û têgihiştî ye, û ji layê din ve jî ew dizane kengî bi hewceyî wê dilopa ronahiyê ye a ku di bîrkevnariya wîna de diçirisîne û xwe bide ber tîrêjên wê.

“ Efsane ziman e: axaftineke bê kok û binyat e, û wek zaraw bûyerek hişmendî û sawîryane ye.” 34

Û sawîr: karîneke an jî pireke dikeve navbera me û cîwarîtiya me, desthilatdariyeke, hestekî pêşketî û zîrek e,

bi qewmandina tiştan hest dibe, wêneyekî ciwan li ser bûyerê berya qewmandina wêna didê me, an jî hemî têkiliyên me bi wê bûyerê re dibire, wêneyekî paqij li ser dide me, û ev hestdariya bi qewmandina tiştan dibe ku ne rast be, ew jî dimîne li ser hêza hiş, bîr, rewşenbîrî, zanîn û zîrekiya helbestvan, û alavên derbirîna wî ji bûyerê re, û dema ku rast, dirist û li êk hatî were, dibe ku me bi xwe re ( helbestvan ) bibe gerdûneke sawîryane, xewn û xewnerojkan, û bê guman ew kimta xweşî û dahêneriyê ye.

Helbestvan bikaranîna efsaneyê di helbesta xwe de, pir caran wek taybetmendiyeke helbestyane di helbesta xwe de bi cî kiriye. Ew bi zimanekî helbestyane me ber bi bîra xwe a giştî de dehf dide, û sîmayên paşxaneya xwe a gelêrî ji bo me nîgar dike.

Bîra giştî pir caran ji bo helbestvan dibe cîhana herî xweşik û bedew, ku bîra xwe a helbestyane li ber diafirîne û saz dike, lê bê goman bîreke ku dikare ji bo helbestvan û xwêner duh be îro be û sibê jî be.

Helbestvan di navbera zindiyên duh û miriyên îro de, navbera bîra duh û bîra îro de, û navbera çarşembên duh û çarşembên îro de, bi şêweyekî hestedar, sawîryane, wênekêşiyek bi ziman diafirîne:

Mirî serdanvanên zindiyan bûn

û tu li ser gerdena rojava

hatibûyî honandin,

cejnek

 ji êgir û baranê, 35

Giliyên te,

di bîra min de

giliyê êvareke Çarşambeyî bû,

li ber pêkên “Tawisan “

û “stûna mirazan “

dengê “ Def û şibaban “

diderizand. 36

Weha helbestvan me ji sînorên zindiyên duhê xwe û miriyên îroyê xwe vedigerîne, û li ser wan sînoran me pêrgî „gilyên êvarên ji çarşemban“, û „stûnên mirazan“ dike. Ew bi vî awayê simbolî ji nû ve bîra xwe û me wek xwênr dinivîse û saz dike û herweha ji malzaroka efsaneyê bedewiya helbesta xwe diafirîne.

Li vir yek ji taybetmendiyên helbesta Hoşeng Broka xwe dide pêş, ku ew jî yek ji kilîtên vekirina wê helbestê ne.

Helbestvan ji bikaranîna xwe ji efsaneyê re, hewl daye, ku ji bîra duh bîra xwe û me jî wek xwêner biafirîne, yan jî bi gotineke din ewî hewl daye, ku ji efsaneyên duh efsaneyên xwe yên îroyîn û helbestyane biafirîne.

HELBESTA „AYETA                HESKIRINÊ“
Û
PIRSA DERBASKIRINA SÎNORAN

“Heskirina  ji te

êvarek

ji  Vodkaya ye,

li ber dergehên

Camiyê??“ 37

„ têkisteke bi tenê jî nîne, ku li dûv xwe çend pirsan nehêle`` 38 

ji dema ku dîwana Helbesta a bi navê ( Bawişkandinin ji kopên minareyin razayî ) derketiye û hetanî nuha, di gelek rûniştin, civat, û şevbuhêrkên toreyî de, gelek guftûgo, danûstandin, û qerqeşûnên mezin li ser ( dîwanê ) û bi tayîbetî li ser helbesta bi navê ( Ayeta heskirinê ) hatine kirin.

Û her di vê çarçewê de hindek pirsên awarte bi nerîna min, ku di demeke awarte de hatin kirin û hîn jî têne kirin; ku bawer dikim ji binaxeyeke sist û bê ser û ber tên ..? Ev yek jî mixabin di serî de, bi baweriya min vedigere netêgihiştin û paşketetina rewşenbîriya kurdî, ku pir caran „ji têkstê tenê qaşûlan dixwîne“.

PIRSA HERÎ BALKÊŞ:
Helbest û pirsa birîndarkirina hestên xelkê yên Olî
û bawermendî!!!!
 

Ez ji we venaşêrim ku evê têkistê bala min bi xwe jî kişand, wek wêneyeke helbestyane bejinbilind û bedew.  Evan sedemên ku min li jor destnîsankirine li gel hindek tištên din, yên ku mirov ber bi cîhana helbestê de dehf didin, dihêlin ku helbesta Hoşeng Broka bi kelemperî û di seranserê her du berhemên wîna de ( Bawişkandinin ji kopên minareyin razayî 39 -Serborekên çarşembên tozê )40 bala mirov bikişîne.

Helbesta wî bê destûr xwe ditavêje perdeya dil, mejî, û asoyên hiş û sawîrên her xwendevanekî ku ji nêzîk ve ji helbesta kurdî a nûjen agahdar e.

Êdî me bi xwe re dibe gerdûneke sermedî bê bask û per, me berûpaş li ser pişta demê siwar dikê, me bi xwe re li asoyên vekirî diseyirîne, îske-îskên zaroktiya bê ser û ber, axînên xwîndayî di kurtebira xortaniya şepola de, qerqeşûnên tixûban, çolistanên tozperest, keservedanên biyaniyê, welatê jibîrkirî, maçîkirinên bê reng, zûrîna bi ser felekê de, destpêkên xwîndayî, azadî û xweavêtina ber pêsîra kurdeweriya tar û markirî, û gelek tiştên din yên gotî û negotî, di panorameyeke helbestyane de li bîra me tîne.

Broka carcaran bi hostayî û hişyariyeke tûj li hindek sînorên sincirî xama xwe ya serçilî digerîne û li seranserî wan sînor û tixûbên qedaxekirî, qaçaxiya peyvê û helbestê dike, lê bê ku minminîkeke bi tenê jî veciniqîne yan jî hestên bawermendî li cem kesekî bilivîne û birîndar bike, weke ku hindekan di xwendina xwe de aniye û hîn jî tînin ziman.

Êdî di vir de jî wek li gelek ciyên din helbestvaniya dahêner ji me re dixuye.

Ango ji bilî ku helbestvan li ser ewqase mijarên ku me li jor destnîşan kirine rawestiyaye, lê belê pirsa herî balkêş ewe, ku dahêner bê bînvedan  mijara azadiyê ji bo xwe hertim wek mijareke navendî, ku dikare hemî mijarên din hembêz bike, wergirtiye.

  li seranserî helbesta xwe azadî nivîsandiye û hîn jî dinivîsîn e: azadiya zaroktiyê , azadiya Bûka Baranê, azadiya Bûka Mîra, azadiya gulan, azadiya laš, azadiya yarê, azadiya maçan, azadiya ferhengan, azadiya tixûb û sînoranan...htd. 

Îcar daku em ( Xwendevan ) kilîtên şîrovekirina têkistan li seranserî ezmûna Broka bi destê xwe bixînin, divê ku em pêşî li ser pirsa azadiya dahêner wek hestekî wicûdî, rawestin.

Hoşeng Brroka li gora xwendina min, helbestavanekî Serçilî û xudan xîtabeke kurdewerî û azad e. Ew di ezmûna xwe ya helbestyane de bi vîneke xurt, bi şêweyekî ji hev gerandî, bê pêraxistin  bê ferkar li sînorên tirsê û qedaxekirinan dixîne, û derbasî kûraniya razên jiyanê dibe. Ew wisa helbestvanekî bêcir û serçilîye; û digihe kimta dahênanê dema bi Eşoya agirtêperbûnên xwe bi ser rûkê kaxezan de dipijiqe, û di vê erka xwe de, ew gelek berxwedar û serkeftiye.

Elbete ev yek di jiyaneke ewqase zehmet û li derveyî azadiyê de, ku mirov tê de rastî zor û zordariyên jiyan û derdoran were,  tiştekî gelek remekî ye (normale) ku helbestvanekî wisa biafirîne, û wisa ji bo azadiyê biqîre, û navên ku ew dixwaze li azadiya xwe bike:       

Lorîka derdan

salên xwe hildêran

to...z ji keçkaniya xwe weşand

di ( kaniya sipi ) de

werda

û...

ji neviyên xwe re

çirûskek pê kirî

banîkirnê:

A

   za

       41

Gelo dahêner Azadiyeke çawa ji bo xwe/me xwestiye?

Çawa rastî azadiya xwe hatiye?

Çawa azadiya xwe xwendiye û nivîsandiye?

Û em dikarin xwendineke çawa ji vê azdiyê re bikin??????

Ev pirs û gelek pirsên din jî dikarin di xwendina vê kurtehelbestê de werin kirin.

Lê em vegerin mijara xwe ya sereke wek ku me li jor dabû destnîşankirin: helbesta bi navê „Ayeta heskirinê“. Gelo mirov dikare xwendineke çawa ji vê helbestê re bikê? Yan jî ez li gora nirxandina xwe ji vê helbestê re, dikarim xwendineke çawa pêşkêş bikim???   

Bikaranîna Vodka wek vexwarineke Qedaxe (  heram ) li nik Kurdên misilman di vê têkistê de, li ser astê xwendineke helbestyane, di baweriya min de nayê wateya birîndarkirina hestên bawermendiyê li nik komên xelkê.

Ji ber ku peyva Vodka li ser astê zimanê helbestê di vê têkistê de, ku bi şêweyekî mecazî hatiye bikar anîn, û  ev teqîna ku di hundirê têkistê de bi şêweyekî helbestyane bi kar hatiye, ku xwe paşê davêje hişê xwêner û tevlîheviyeke helbestyane li balê peyda dike, wek serencama nêzîkkirin û wênekêşiya du bûyer û wêneyên ku ji hev û din dûr hatiye, û bedewî û helbestvaniya wêneyê jî ji xwe li vir dest pê dike:

Heskirina ji te

êvarek

ji Vodkaya

li ber dergehên Camiyê.

 

Eger ku em xwendineke kûr ji vê kurtehelbestê re bikin, wê ji bo me diyar bibe ku ev helbest xwe li toperaxên kîjan helbestvaniyê dixe.

Di vê kurtehelbestê de her peyvek(çi bi tena xwe û çi jî bi têkilya xwe bi peyvên din re) roleke taybetmend û balkêş di avakirina helbestvaniya wê de leyistiye:

Heskirin

Pîrozî, Omîd, sibe, navê hebûna helbestvan

 

Ji

Daçeka navdêr

Te

Yar, Welat,Xwedê

Êvar

Dema yarê, dema welat, dema xwedê ,kêlîka  bûyerê 

Ji

Daçeka navdêr

Vodka

Qedaxe ( heram ) serxweşbûn, cîhana din,cîhana eşkerekirina her tiştî, cîhana li xwe mikur hatinê

Li ber

Du daçekên navdêr

Dergeh

Nêzkayiya ji Xwedê û çihana wî ve, ber bi pîroziya simbolê ve, li ber asoyên herî pîroz

 

Camî

Simbol, Pîrozî, cîhana xwedayî, cîhana xasan

 

Li gora baweriya min mebesta dahêner di vê helbestê de, ne  birîndarkirina hestên bawermendî ye. Ji xwe têkist bala mirov bi ser xwe de dikişîne ji ber ku bi rastî têkist bi tevaya xwe mîna tabloyeke xweşik û têrreng tê xwiyakirin.

Pêlewaî û dahêneriya afrêner di wir de xuya dike, ku wî bi awayekî helbestane pir bedew sivik û rewan xîtabeke helbestane pêşkêş kiriye, bêyî ku hestê kesekî birîndar bike.

Dibe ku merov dema li ser mijareke wisa bi rengê gotarê, yan jî helbesteke xîtabyane , yan jî lêkolînê binivîsîne, têkeve vê davka « Sînorderbaskirinê » ku wê di heman demê de wek ( Hestbirîndarkirin ) were famkirin û ev tiştekî gelek remek û xwezayî ye, yan naxwa  wê ew gotar an jî ew lêkolîn kêm û bê sûde be, û ew helbestvan jî wê neşêt ramana xwe a xîtabyane bighîne xwênerê xwe.

Bi gotineke din xwediyê wê gotarê/ helbestê, bi şêweyekî rast û rast û xîtabyane dikare têkeve wê davka gunehkariyê.

Lê di vê kurtehelbestê de, rewş tam cuda ye, ji ber ku helbestvaniya ku li seranserî helbestê serdeste, dihêle ku her tişt tê de(Qedaxekirin, sînorderbaskirin, Pîrozî, xwedê, mirov....htd.) xweşik û helbestane û bedew were xwendin.

Evîna ku helbestvan wê mîna pîroztirîn persetgeh û xîtab li qelem dide, bi vexwarina Vodkayê li ber dergehên Camiyê, di xweşiktirîn kêlîkên xwe de, dijî û derbas dibe. Ew „evîna êvara ji Vodka li ber dergehên camiyê“ evîneke piralî ye, ku dikare di vê têkistê de, evîna Xwedê, yarê û welat bi hev re bi yek bike.

Her weha eger em bixwazin em dikarin gelek şîrovekirin û xwendinên din ji vê têkistê re bikin, û dawî jî ji her xwendevanekî re dikare xwendineke wîna a cuda ji a min, ji vê têkistê re hebê.

Ev îmkanên xwendin û şirovekirinên piralî ji vê têkista kurt (û her têkisteke din) re, bê goman nîşana serkeftina û helbestvanuya wê xîtabê ye.

 

Beşê yekemîn : http://www.tirej.com

Beşê duyemîn:  http://www.tirej.com

 

 

 

tirej.com
02/12/2003

 
   
 

tirej@tirej.com
©www.tirej.com,2002-2004[ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002