Bi xêr hatin malpera Tîrêj...Çandî, wêjeyî û hunerî ye...


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Nivîskar

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Wêneyên biyanî

Pêkenok

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 




Baqî            Helîm

Tiracîdiya evînê li cem kurdan

Hevpeyivînek li gel: Ebdulbaqî Huseynî

Hevpeyivîna: Helîm Yûsif

Di roja 31.05.03 de telefizyona Mezopotamya , bernameya Gava Sêyemîn giftûgoyek di navbera pêşkêşvanê pirogramê Helîm Yûsif û rojnamevan Ebdulbaqî Huseynî li ser vê mijarê çêbû. Li vir emê wê giftûgoyê ji xwendevanên malpera Tîrêj re di du xelekan de belavbikin..

(Xeleka duwem û a dawî )

Helîm: Di ( Mem û Zîn ) de mirov dikare bêje; ku mirin sedema evîn bû ?   

Baqî: Na, em karin bêjin ku mirin di vê çîrokê de giranbuhayek û navdariyek daye vê çîrokê. Li  himber vê gotinê ezê nimûneyekê ji toreya cihanî ji te re bînim: Niviskarekî Nerwîcî bi navê Henrîk Ibsen şanoyek di sedsala 1800 de nivîsandibû, dawiya vê şanoyê , jin berdana xwe ji mêr dixwaze, û tu dizanî ku ev biryar di wê demê de çiqasî zorbû. Ew şano hate wergerandin 40 zimanî. Almana dawiya wê şanoyê nepijirandin û ji nîviskar xwestin ku bughere. Henrîk Ibsen rabû çû Almanya û ji wergervanê almanî xwest ku dawiya wê şanoyê biguher, ew jî piştî kêferatekê mezin di navbera jin û mêr de, û li dawî jiyana xwe bi hev re derbas bikin.Lê di baweriya min de şano bê wê dawiya tiracîdî nehêjaye tiştekî.

Helîm: Em dikarin nimûneya ( Mem û Zîn ) bikin nimûnek ji evînê re cem kurdan, ku herdem bi mirinê bi dawî dibe?

Baqî: Mixabin nimûneyên mîna ( Mem û Zîn)  cem me kurdan pirin, mîna (Siyamend û Xecê ),  Ferhad û Şêrîn) û herwekî weke wan.. Dema ku ev tibab li cem me peyda dibe em karin bêjin ; Evîn li cem me mirine. Dibe ku hin evîn li cem me peyda bibin û hin kes gihabin dawiya evîna xwe, lê şûn di mirovan de nehiştiye, eve jî wek vexwarna avê ye, ev yek gelekî li cem me nayê qebûlkirin.

Helîm: Çima ev çîrokên wiha bes bi devkî hatine gotin, û bi derengî hatine nivîsandin, û dibe hin çîrok qet ne hatibin nivîsandin jî ?

Baqî: Raste, ev hersî çîrokên ku min wek nimûne anîne berbiçav, pirtûkên ku li ser wan hatine nivîsandin pir kêmin. Û çima bi devkî tê gotin, wek tu dizanî folklorê meyî kurdî bi çîrokên devkî pir dewlemend e, û gelê kurd ew derfet nedîtiye ku hemî folklorê devkî binîvisîne, lê vê dawiyê guhdanek bo nivîsandina van çîrokan peydabû û bitaybetî çîroka Mem û Zîn, lê a Siyamend û Xecê du kesan ser nivîsandiye ku ew jî evin: 1- Zeynelabidîn Zinar 2- Koyo Berz, van herdû kesan çîrok wekû bihîstine daxistine ser rûpelan wek deq, ew çendî ev pirtûkane hêjane, ew jî demek jê re divêt, da ku mirov bêje ev deqane li gor çîroka devkiye.

Helîm: Ev evîna ku di pirtûkan de tê xwendin dûrî evîna rojaneye ku mirov wê dipelîne, an dema ew çîrokane tê nivîsandin pir fireh û zengîn dibin ?

Baqî: Bêguman, ew kesê dahênan xeyalek pir mezin cem heye, heta ew çîroka folklorî ku ji zarokan re dihate gotin xeyalek pir mezin têde peyda dibû. Lê ku em werin bûyerên rojane, hezkirin çêdibin, lê ew hezkirinên çêdibin ne ew hezkirinên fentasîne, ne hezkirinên pir dijwarin, dibê ku dem jî hatibe guhertin, ew hezkirin demek kurt dixwe, demek dirêj naxwe, di baweriya min de wilo ye.

Helîm : Di berhemên vê dawiye de derketine, hinekî dijî vê baweriya te isbat dikin, wek nimûne çîroka " Hezkirin di dema kolêra de" a Gabriel Garsiya , ku hezkirinek 53 sal û 11 meh û 4 rojan berdewam dike, dema Florentino ji destpêkê ta ku dighê Firmêna Dasa ewqas dem dixwe û ev bûyer di dema ana diqewime.

Baqî: Ez bawerim em ne gelekî dûrî hevin. Ez dibêjim wek berhem dema ji alyê dahênan tê nivîsandin gelek tiştan fireh dike da ku şûnek mezin di cîhanê de bigre.

Helîm: Lê bervajî vê mirov dikare bêje, çiqas berhem mezin û berfireh be, nikare bighê kûrahî û meznahiya evînê.

Baqî: Ev tişt raste, ji ber evîna ku di nav keç û xort de diqewime û dighê wî warê kêferat û kefleftiyê, dahênan çiqasî zîrek be nikare wê deyne ser rûpelan, ew tiştekî di canê mirov de ye.

Helîm: Peyv çi a devkî be, çi a nivîskî be, nikare bighe hestê mirov.

Baqî: Hestê mirov - ku bê nivîsandin -pir mezine, wek nimûne dema keç hez ji xortekî dike, an jî xortek hez ji keçekê dike, ew nerîna wan romane, hestek pir mezine, bi du gotina şirove nabe.

Helîm: Em werin ser destaneke kurdî yek din, Siyamend û Xecê, lê berî wê ez dixwazim bipirsim gelo evîna Siyamend li himber evîna Mem tu cidabûn heye, û ta çi radeyê her yek bi evîna xwe re dilsoz bû?

Baqî: Cudaya di navbera Mem û Siyamend de heye û belûye..Siyamend lehengek bû, xurt bû, şervanbû, bi gincirbû , formê wî nexweşikbû, lê Mem xortekî nazikbû, em karin bêjin xortekî bejin-ziravbû, Zînê hez ji bedewiya wî kir, di wê cejana Newrozê de ji nav hemî gelî hez ji wî tenê kir. Lê Siyamend xortekî şervan bû, dibêjin zû-zû Xecê jê hez nekir.., lê hezkirina wê jê re  hat ji ber şervaniya wî bû, dibêjin; 150 mêrên Silîvan kuşt, 1500 mîrê cinan kuşt, ew fantasiya mezin ku xudanê çîrokê li hev aniye.., li hember vê tevî xudanê vê dastanê lawirek ji xuristê peydakiriye da ku li himber hêza Siyamend be, ew jî pezkovî bû. çîrok wekû tu dizanî wiha ye: Dema serê Siyamend ser rehnê Xecê bû, çavên wê li pezkoviyekî reş dikeve, bê çawa bazdide ser pişta gelek pezkoviyan, radibe digrî û hêstirek ji cavê wê dikeve ser riwê Siyamend. Siyamend şiyar dibe, jê dipirse: çima tu digrî? Xecê dibêje ez nabêjim, lê dawî çîroka wî pezkoviyê reş û mekroh jê re dibêje. Siyamend radibe û soz dide Xecê ku qiloçê wî pez koviyî jê re bîne.

Helîm: Çima hilbijartina pezkovî ji bo vê çîrokê ?

Baqî: Raste, dibe ku pezkovî lawirê (tebayê) herî dijwar di wê herêmê de bû, ew herêma Sîpanê Xelatê ku çîrok têde qewimye. Seba vê xudanê vê çîrokê ew lawir hilbijart. Wekû te jî keremkir, carna ez dipirsim ku xudanê vê çîrokê ji dêvla pezkovî, kewek ji kewên Kurdistanê danîne ber çavên Xecê, û Xecê pê şabibûna û evîna herdû mirovan biçûna serî, wê çi bibûna?

Helîm: Çima ewqsî xeyala gelêrî barê evîndaran giran dike, û ji Siyamend tê xwestin ku heft birê Xecê bikuje û gundan talanbike ta ku bighê evîna xwe, çima ewqsî kambaxî û malwêranî ji evîndarekî tê xwestin ?

Baqî: Raste, wekû berê jî min got, ji ber ku keç, keçên dewlemendan bûn, û Xecê ji malekê bû ku heft birên wê hebûn..

Helîm: Ez bawerim ku dewlemendî îşê wê ji malbatiyê tune ye.

Baqî: Dewlemendiya wê demê bi vî rengî bû, dema malek mezinbe û gundê wan hebe ew dewlemendî bû. Li himber wê Siyamend xwe bi xurtiya xwe, xwe çespand. Û pirsa te çima ew barê giran? Ji ber ku ew kes li henkûfê xwe nedidîtin.

Helîm: Pirsek min ser nivîsandina van çîrokan heye, yek ji wan kesan Mihemed Seîd Remedan AI-Botî bû, ku berî çend rojan xwe ji kurdîtiya xwe bêrîkiribû, digel ku ev ne mijara meye jî, lê vî kesî herdû çîrok nivîsandibûn. Çima nîviskariya kurdî erkên xwe sipartine yekî wek Botî, û nerîna te ser herdû  berhemên wî çine?

Baqî: Ezê vegerim pirsa te a pêşîn, çima kurd bi erkên xwe ranabin û çima sipartine Botî. ..Li vir em nikarin yekî wek Botî rawestînin ku li ser berhemên kurdî binîvisîne, mesela ku xwe ji  kurdîtiya xwe bêrî kiriye, ew jî wek yekî ereb ku ser berhemên kurdî dinîvisîne, lê em karin bersiva yekî wek Botî bidin û jê bipirsin; çima te çîroka Mem û Zîn ji netewa wê valakirye, her û her kiriye wek çîrokek evînî, ku bi hezkirina keç û xortekî bi dawiyeke tiracîdî diqede.., lê wekû tu jî dizanî medlûlatê vê çîrokê pirin, mixabin Botî wê ji naveroka wêyî netewî valakiriye. Herwekî romana ( Siyamend kurê baxan) wekû wî nav lê kiriye. Ji me te xwestin wî aghadar bikin ku wergerandina wî ne ew çendî hêjaye dema ku berhemên kurdî ji naveroka  netewî vala dike. .

Helîm: Eger me pirsek wiha kir; Kurd nikarin ji hev hez bikin, û dema hezkirinek dibe herdem bi qedexekirin ,dorpêçkirin û malwêrankirinê ye, ev pirs raste gelo?

Baqî: Ev pirs ta radeyekê raste, cem me hezkirin qedexeye, te bihîstiye ku keçek ji bavê xwe re hezkirinek bi rêzanî daye xuyanîkirin, jin piştî ku ewqas zarok ji mêrê xwe anîne, nikare bêje ez ji te hez dikim, di civaka kurdî de jin ji mêrê xwe re nikare bêje ez ji te hez dikim û bi taybetî di  civaka gundî de. ev mesele vedgere ola islamî ku gelek ji kultura kurdî di bin siya xwe de veşartiye.

Helîm: Ji bilî rola islamî, gelên hawîrdora me dîsa ew nexweşiya evînê li cem wan bi kambaxî û malwêranî derbas dibe

Baqî: raste, em çiqasî xwe dûrî hawîrdora xwe bikin,em dimînin perçek ji vê hawîrdorê, gelê kurd û ereb û faris ji kultura hev distînin û bi hev re têkiliyê dikin û a herî berbiçav ew ola islamiye ku şûna xwe di civata van gelan de girtiye.. Wekû tu dizanî Turkiya ew çiqasî bêje ez dewletek zanestî ( e'lmanî) me, şûna islamê li ser heye.

Helîm: Em bêne ser dastana  (Ferhad û Şêrîn ) ev kurdiye, an çîroka ( Xisro û Şêrîn ) a farisaye, wekû faris dibêjin ?

Baqî: Ev çîrok gelekî min radiwestîne, dema min xwest ez vê çîrokê bixwînim, tu pirtûk bi dest min neketin ji bilî pirtûka Bapîr Elî ku bi zaravê soranî bû ji farisî hatibû wergerandin, lê li cem farisan gelek qîmet dane vê dastanê û tibabek ji pirtûkan ser hatiye nivîsandin; wek nimûne: Pirtûkên Se'alibî, Mesnewî û  Xisro Pehlewî,.. Kultura farisan bi vê dastanê dewlemende.

Helîm: wek çîrok ne ji hêla devkî û ne ji hêla nivîsandinê li cem me nediyare.

Baqî: Çîrokên ku di şevbuhêrkan de dihatin gotin (Mem û Zîn ) û ( Siyamend û Xecê) bûn, kêm-kêm caran ( Ferhad û Şêrîn) dihate gotin, ew sedem nebelûye, gelo ji ber ku herêma me Qamişlo dûrî Kurdistana Rohilat bû ,ew çîrok bi xweşî negihabû cem me, an jî wê mîna çîrokên dî wek (Mem û Zîn) û (Siyamend û Xecê) didîtin, loma tu guhdan nedidanê..Dema min kitêba Xisro Pehlewî, deqa farisî xwend û min da himber deqa kurdî, gelek cudabûn di navbera van herdû deqan de peydabû, çîrok li cem farisan berovajiye, Xisro mirovekî mîre û Şêrîn mirovek xizane ji qata jêrîne. Çîroka Xisro û Şêrîn bi kurtahî li cem farisan wiha destpêdike..Dibêjin rojekê ji rojan Xisro digel çend siwarên xwe dixwazin derkevin nêçîrê. Şêrîn bi vê dibhîse, radibe derdikeve ser banê xaniyê xwe, dema Xisro û siwarên xwe derbas dibin, Şêrîn ji hezkirinê digrî û bêhiş dikeve, Xisro vê yekê dibîne, dibêje siwarên xwe; wê bibin qesra min û wê saxlem bikin ta ku ez ji         nêçîra xwe vegerim. Êvarî dema ku Xisro û siwarên xwe ji nêçîrê vedgerin ,dibînin ku qesra wî pir pake , sicadeyeke e’cemî raxistiye, bêhna miskê ji hundir dibare û Şêrîn qefdek gul bi dest xwe girtiye pêşkêşî Xisro dike. Xisro di wê demê de dil dikeve Şêrîn û ji Mue'bedekî dixwaze ku mehra wê li mîr bibire. Piştî sê-çar rojan ji zewaca wî, Xisro dibîne ku tu kes nehat serdana wî û pîrozbahiya wî nekirin. Radibe dişîne pey hemî şêwirdarên xwe û ji wan dipirse, çi mesela we ye? Ez zewicîme tu kesî ji we pîrozbahiya min nekir ? Şêwirdarên wî dibêjin : Mîrê me, Şêrîn ji malekê xizane em liyaqî te nabînin û em li ser kurdûndiyên ku ji Şêrîn bên ditirsin. Xisro tu bersivê nade, dibêje wan de başe, sibe werin dîwanxanê. Roja din Xisro leganek ji zêr tijî xwînkir û ji xulamê xwe xwest ku deyne ber civatê. Ji wan re got; Gelî mirovan wekû hûn dibînin , eve leganek ji zêre û tijî xwîne. Ji xulamê xwe xwest ku wê xwînê birjîne û xweşik bişo û ava gulan tê de werde..Paşre Xisro gote civatê ; we dît bê çawa ev legan kete qalikekî din. Hemî civat li hev nerîn û gotin ; Raste mîrê me mirov tê guhertin, rabûn pîrozbahiya zewaca wî kirin..

Helîm: Aliyê kurdî çawa bi dawî dibe?

Baqî: Tu hez dikî ku ez çîroka ( Ferhad û Şêrîn ) bi kurtî bêjim,..

Helîm: Dibe ku dem ne alîkarbe. Lê têkiliya van herdû çîrokan bi hev re çiye, mirov dighê çi encamê dema em herdû çîrokan bidin ber hev ?

Baqî: Du çîrokên cudane, lê navekî hildigrin, li cem farisan ( Xisro û Şêrîn ) e , û li cem me kurdan ( Ferhad û Şêrîn) e. Çîrok li cem wan bi şahî tewa dibe, li cem me bi xemgînî tewa dibe, herwekî wekû te bihîst çîrok li cem farisan berovajî çîroka kurdî ye.

Helîm: Çima kolana çiyayekî ji Ferhadê hunermend tê xwestin ku vî barê giran hilgire, ji dêvla ku qelemekî têxin destê wî, tevşoyekê an qazmakî dixin destê wî ku çiya bikole ta ku bighe evîna xwe ?

Baqî: Ev vedgere saykolociya gelê kurd, çima xudanê vê çîrokê dihêle ku xwişka Şêrîn vî barê giran deyne ber Ferhadê reben ku wî çiyayê Bîston bikole û kanîya avê derîne, û ewê bixwe dizanî ku karê Ferhad çiye, Ferhad nîgarkêşek bû ewî rengên spehî diyarî çavên gelê kurd dikir..

Helîm: Mebesta me ser encamêye, eger em bêjin kanî wek simbola jiyanê, kanî diherike û Ferhad di ber xwe de dibe û herwekî Şêrîn xwe dikuje, tu wateyê dikare bide vê mesele?

Baqî: Belê, ji xwe xweşbûna çîrokê di wê encame deye, Ferhad bi wê nazkbûna xwe ew şertê dijwar qebûl kir û çû çiya kola, ewî çend mehan kola, li himber ku bighe evîna xwe bi Şêrîn re, lê xwişka wê dizanî ku Ferhad wê li ser çiyayê Bîston bimre û nikare bighê evîna xwe.. û ji ber ku evîna Ferhad mezin bû , ewî bi hemî canê xwe , bi hemî hestên xwe ew karê dijwar berdewam kir. ..

Helîm: Pirsa min jî ser evîna mezine, dibe ku evîn hebe, bê ku kuştina heft pismanan û biran hebe , û bê ku kolana çiya hebe, an jî kuştina pezkoviya hebe ..Tu çi dibêjî?

Baqî: Belê dibe, dibe ku Mîrên kurdan jinên bedew ji xwe re anîne û malbatên mezin avakirine, lê li bal xelkên me, ev mesele dimîne tiştekî normal, ji ber gelê kurd li evînê dinere ku êş têde heye, hezkirin cem me kurdan rengekî ji êşê, mirinê têde heye, şahî têde tuneye.

Helîm: Aragon helbestvanê Firensî dibêje;” Hezkirina bê şînî tuneye, hezkirina bê xemgînî tuneye”. Hezkirin li hemî deran bi êş û xemgînî derbas dibe. .

Baqî: wiha ye, dema îro jî ku keçek û xortek ji hev hez bikin, ew çendî derfet hebe jî, astengî jî heye. .

Helîm: Eve 44 deqe em basa evînê dikin. gelo evîn heye an na ?

Baqî: Evîn heye, ji ber ku mirov heye wê evîn hebe.

Beşê -1
http://www.tirej.com/index555.hevpeyvina.baqi.htm

 

tirej.com
02/12/2003

 
   
 

tirej@tirej.com
©www.tirej.com,2002-2004[ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002