Bi xêr hatin malpera Tîrêj...Çandî, wêjeyî û hunerî ye...


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Nivîskar

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Wêneyên biyanî

Pêkenok

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 



 

amadekirin û ristin : Welîd Murad

Serpêhatiya kurê mîr 

 

ji Foloklorê Kurdî

Hebû nebû xweşî li canê min û we bû,

tê gotin : ku li herêmekê ji herêmên kurdistanê hebû mîr, ew dihat jimartin ji qeralên setemkar û zordar li ser êla xwe, tiştekî bê rê nedima ku wî dijî wan ne dikir, lê ên herî kirêt û bi gemar ku wî û peyayê malbata xwe destê xwe dirêjî namûsa wan belengaz û hejara dikirin, çi veşartî û çi eşkere.

Ew mîrê setemkar xwedê kurek dayê, ew kur lê giha û di nav wan bûyeran de mezin bû, xortekî çeleng û mêrxas jê hate der, ev xortê çeleng xwest rojekê ji xwe re jinekê bixwaze, lê ew geriya û negeriya ti keçê bi dilê xwe di nav êla bavê xwe de nedîtin, ne ji ber sipehî, bedewî û xweşik bûna wan lê dilê wî ne dibijî wan bi sedema ku bavê wî û apanê wî destê xwe avêtibûn wan û haya wî ji çîrok û çîvanoka çê bûbû, ji ber vê ûştê nikarîbû tu kesî ji keçikê êlê ji xwe re hilbijêre.

Xortê çeleng jî sûnda asê xwar ku ew tu jina nayîne ger jê nebawerbe, divê keçekê bîne ku ew bi destê tu kesî neketibe, ne jî kes rojekê karibe aqilê wê ji rê bibî, di navbera xwe û giyanê xwe de digot:“ ez dê keçekê ser destê xwe perwerde bikim, bere bayê sar û germ lê nexe, bere dan û sitandina wê bi ti mexlûqî re nebe û nejî gotinê ti mirova bi serê xwe de bibî, ji bilî ên min, ger ez çi jê bixwazim ew teqeze bipejirîne û bike“ kurê mîr bi van ramanên xwe re dijî û her ew di vê armancê de dipûnijî, roj di pey rojê re derbas bûn , carekê derfetek jê re çê bû û derba wî li êlek cîran hat, êrîş bire ser, kes û malbatên êlê ji hev tert û belav kirin, ew talan kirin û cih û warên wan kire bin baskê xwe de, di wê bûyera mezin de zarokek keç ji ê wê êla talankirî ket destê wî, hîna wê zarokê buhara duwemîn neqedandibû.

Kurê mîr qesrek li serê çiyakî ji ên wê hêlê ava kir û hawîr dorî wê kirin dar, bexçe û zevî , co û cobarên ava sar di ber re diherikîn. Ji êla bavê xwe veqetîya û di burca belek de rûnişt, ew keçika biçûk bi şîrê xezala û hungivê mêşên çiyayên kurdistanê xwedî kir û mezin kir, ta ew keç giha wek tak rehan wek şiva xeyzeran li ber sira bayê sibê dixelîye vî alî û wî alî, roj di pey rojê re wek gulekê geş bû, sal û demsal li hev dûbare bûn, wî keçik ser destê xwe bi hostayî û zanebûn perwerde kir, her û her di serê wê de xwend, ta amede bû û her mêrî ji xwedê dixwest ku ev jin jê re bibî bermalî.

Li vir kurê mîr ev keç li xwe mehr kir û bû jina wî, demek dirêj bi hev re derbas kirin, çend mindal û cêlî ji wan bûn rêz, sê keç û lawek, lawê dawî bû di rêzê de, jiyanek xweş bi hev re dibuhrandin, mal û mendal di burca belek de di nav gul û beybûna de di nav rehan û binefşê cur bi cur de, di nav şînkayî û fêkî de, ji sêva ta hinar û behîva, kaniyê ava sar dengê şalûl û tilûran bi awazên sirûştî dorpêç dikirin wek avayîkê ji ên buhiştê, haya wan ji bayê felekê tunebû, mîr jî diçû nêçîra teba û pezkovîyan, xezal û kewê çiyayê kurdistanê, jiyana rojane bi vî awayî diqedandin.

Mîrê ji êla bavê veqetîyayî ew der ji xwe re kir cih û war, bû pêwanê wê û parast ji hemû êrîşên êlên din, nehişt kesek bi tobraxê milk û mewdanên wî bike loma navê wî bi mêrxasî di nav êla de belav bû.

Carekê ji caran û di rojekê ji rojên buhara rengîn de, ew mîrê kurê mîra çû nêçîra xwe, li serê çiya digerîya, jin û zarok li mal hiştibûn, bi hana mêranîyê xwe li cihê herî bilind û çetin digirt, loma ew qûnaxek dirêj dûrî mala wî kir û gelek çax û dem jê birin.

Di wê navê re çend siwarên kurd jî ji xwe re nêçîr dikirin, ew ne ji êrdimê bûn, li ser pişta hespa wek lehenga berê wan ket cih û warê mîr de, çaxê çavên wan li wê burca belek ket a li ser wî çiyayê xemilandî bi kulîlk û nêrgiza, dengê şalûl û bilbila di guhê wan de bû sîmfonîya jiyanê, hiş û aqil di serê wan de nema, li dorê çûn û hatin, çavê wan li wê xifşa xezala ket, ew bihtir serxweş û sermest kirin, pêjina ti mêrî ji burca belek nekirin, li nav dara, li pişt kuç û zinar gerîyan, lê wan ti mêr nedîtin, dever gav bi gav velo kirin, lê bê encam, wan jî bi zanebûn û pêlan berê xwe dan jina wek xifşa xezala û xwe lê girtin. Dem dema kevin bû, çek jî şûr û mertal û rim bûn, ne dema top û tenga bû, loma wa jî ti saw ji jineke bitenê û çend zarokên hûr negirtin, pêşî siwarên biyanî xwe kirin ku bi şaşî li vê deverê rast hatine û dixwazin çend pirsa jê bikin. Jin jî ji wan netirsîya û li wan ewle bû, bi wî awayî her agahî ji jinê wergirtin û rewşa wê û mêrê wê naskirin, li wir bêbaviya wan xwe da der, bi dek û xapa li dor wê çûn û hatin , çîroka talan kirina malbata wê jê re gotin, herwekî xwe jêre kirin xwedî, heya jinê xwe siparte wan, hişê xwe wenda kir û ket gomanê ku wê xwe ji tekmendiya rizgar bike û wê jiyaneke civakî xweştir bibîn li nav hoza bav û kalên xwe, herwekî ew siwar ne pismamê wê bûn, lê bi tenê haya wan ji wan buyera hebû , çimkî gelek hoza hev û du talan dikirin û êrîşên leşkerî dajotin serhev. lê wan lîstikek hûna û jina wek xifşa xezala ket dav û xefkê wan. de Jinê soz bi wan re da ko erîkariyê bi hev re bikin, mîr bikujin û cih warê wî talan bikin, bibe ê wan.

Êvar hat, reştariyê xwe berda nav mêrg û newala, teba di kun û hêlînên xwe de wenda bûn û çûn lîs, mîrê çeleng jî vegerî mal nav zarokên xwe û şevbuhêrka xwe bi nêvî kirin, bi hev şabûn û bi hev re xwarin û vexwarin, zarok westîyan û çûn ser nivîna û ketin xewek şêrîn û kûr de. Jinê jî xwe gelekî sipehî kiribû, pir li dor xwe çûbû û hatibû, bi mebesta ku mîr bixapîne, loma bi nazikî xwe bi ser mîr de xeland û gotê:

- ev çend sal in em bi hev re dijîn û hertim tu li ser çelengî û mêrxasiya xwe dipeyive, ez dixwazim rojekê vê lehengîya te bi çavê serê xwe bibînim.

Mîr ji van gotina serxweş bû û xwînê xwe ajote damarê wî, bi tinazî li jina xwe vegerand:

- ez amede me, ka tu çi dixwazî ?

- ez dixwazim herdû tiliyên destê te bi hev ve girêbidim bi mûyê dûvê hespa û ez bibînim tê çawa karibî xwe azad bikî.

- Mi pejirand, ji te herdû tiliyên min , bi hev ve girêde û tê ji xwe re bibîne bê çi hêz li ser mine lêê.

Wek mêrê ji xwe behwer destê xwe bi alî jina xwe de dirêj kirin, jinê herdû tiliyên mezin bi mû bi hev ve girêdan, mîr dest bi hewildanên xwe kir, da ku mûyê zirav biqetîne, lê wî çiqas zor û hêz dida xwe wilo jî mû goştê wî didirand û qelaşt, tê de çû xwar ta hestû, bû nal nal û gazî, mîr hîn di wê berxwedanê de, wan siwarên xwe veşartibûn ta derb li mîr anîn hinga xwe avêtin ser û ji dest û lingan ew girêdan, avêtin odeyek reş û tarî, zarok jî avêtin ser çavên wî, dergeh li wan qepat kirin, mîr xwe dît dîl û di rewşek lawaz de, keys jê hat sitandin, jinê dekek lê kir.

Di şevtariyê de û dest girêdayî wê çi karibe ji nû ve li ber xwe bide ? bîra mirina xwe dibir lê bîra rojek wek îro ne dibir, çawa ketiye xefka jina xwe, a ku ew ser destê xwe xwedî kir, bi şîrê xezala mezin kir û bi zanebûna xwe perwerde kir. Serê wî tewand û ew kire vê rewşa xirab ku xwedê neyne serê tu kurê camêra.

Gazî keça xwe a mezin kir lê wê xwe ne livand û ti arîkarî pê re nekir, bi palmisandinê dest palandin, da qetek kêr, guzanek an şûrek têkeve destê wî, ji bo bena pê biqetîne, çaxê destê xwe veke ew kare dergeh jî bişkîne, hinga wê karibe tola xwe ji jinê û wan bêbavan hilîne, mîr ma di wê kefteleftê de ramanek wî dibe û yek din wî tîne, cira bi serî hatiye mîna xewnekê ye, hema tiştê rind hîn ew nekuştibûn, qey ew ji rojek din re hiştine. Lê bû berê sibê û berbangê veda, hedana mîr nehat , nejî çavên wî çûn serhev , namûsa wî ketiye bin lingê sega û biyaniya, di dawî de lave ji lawikê biçûk kir, dema lawik bav dît di wê rewşê de, xwîna lawik kelî li ser bavê dîl, temenê lawik wilo biçûk lê wek şepalekî rabû ser xwe, dixwest karekî bike, da bavê xwe azad bike. Geriya negeriya tu tişt di dest neket, carekê ji nişka ve û bi hêrs dev li wa ben û tayê di dest û lingê bavê de kir, bi dinanên xwe ên hûr wek ên mişk, piço piço ew ben ji hev veçirandin û qetandin, bavê xwe azad kir, Mîr wek şêrkî birîndar û birîna wî hîn germ, agir û birûsk ji navbera herdû çavên wî diçirkiya, mîrê kurd çaxê xwe dît dest vekirî, bi yek kulmê re dergeh ji ber kir, hîn neyarên wî di mala wî de bûn, bi jina wî re di nav xwarinê û vexwarinê de serxweş û sermest bûbûn, rahişte şûrekî û derî li wan vekir, çaxê çav lê ketin desthelatin ji wan çû, ji mêranî ketin, çavên wan di nîva serî de rawestiyan wek mirovên lal nedengkirî man.

Mîr bê dilovanî ket nav wan, di serî de jin kuşt û di pey re neyarê xwe yeko yeko gurandin, li zaroka nehêrî, çavên wî nema bi wan barbû di dilê xwe de got “win jî ji wê dêlikêne”, şûr avête sitûyê keça mezin, ew jî gurand, di pey re ên din lê ji bilî kurê biçûk, tev bi ser hev de kelax kirin, lawikê biçûk avête ser pişta hespê, dev ji wê burca belek berda, wî milk û mewdanî, siparte wan kelaxên mirî, li pişt xwe hiştin û berê xwe da cîkî nediyar.

 

Almaniy, Braunschweig, 17.08.03

 

 

tirej.com
30/11/2003

 
   
 

tirej@tirej.com
©www.tirej.com,2002-2004[ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002