Bi xêr hatin malpera Tîrêj...Çandî, wêjeyî û hunerî ye...


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Nivîskar

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Wêneyên biyanî

Pêkenok

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 



Zixtika: Nermo Tûjik

Spasname ji bo Hêvîdar Zana

 

Ez  Nermo yê Tûjik, ku hevalên taxê min wek jûjî didin naskirin û cirra min bi tu kesî ne xweş e, ji dil û can spasîya te dikim xatûna delal Hêvîzan Dara(ma ne divê tu û mêrê xwe navê xwe bikin yek).

Ez ji dil te spas dikim li ser ew qas informasyonên balkêş yên ku milletê Kurd ev bûye deh sal jê mehrûm û bêpar e, bi rastî jî  ne tu bûya  kesekî nizanîbû ka erebeya mêrik heye yan na, xelkê digot  ew bi hespa xwe ya kihêl diçe ser karê xwe, hinekan jî digot bi xirxirkê diçe kar, min bi xwe digot bi meşê diçe.

ne tu bûya  gelê Kurd yê ne (zana)  wê her di nezanîya xwe de bûya û ne dizanî ku hûn rebenê xwedê ji hev dûrin û şevekê di salê de incex li gel hev radizin(devê min bişkê , çi eyb e)!! Yek li Hollenda  yek jî li Almanya!! Wey bavo çi ji vê xweş tir, we Ewropa tev de xistiye destê xwe û hîn jî dibêjin nizam çi!!

Em Kurd êdî dizanin ku maseyek Computerê ya  mêrik jî heye, mala wan  ji du rengê bingehîn pêk tê:  keskê vekirî û gewr!! Erebe ya mêrik heye, jinik jî hewl dide ku belgenameyê derxîne,

lêêêêêê û welakin:

1-  hêvîdar xatûn  nabêje ka rengê erebeyê çi ye, ev mereqeke mezin li ba milletê kurd çê dike, bi taybetî li Kobanî, her weha nabêje buhayê wê û  modela wê çi ye, toyota ye mersides e  yan çi? Belkî ez bikirim!!

2-   Qala zarokan nehatiye kirin di wê peymanê de, û em nizanin gelo ew zarokan çima çê nakin, ma ne dibêjin li Ewropa meaşê zarokan ji yê bav bêtir e, xelkên Nisêbîn û Dimyat û Mehabad û Hewlêr û Efrînê  niha  li hêviya Hêvîdar in ku ji wan re beyan bike  mesela zarokan û cihê wan di malbateke ji xwe razî de.

3-   Me fêm nekir  ka computer a mêrik çi reng e  , gelo li keskê vekirî û gewr tê  yan na, ji ser çopê aniye  yan ji xwe re li erdê dîtiye, destê diduyan e yan yê heftan e!!

4-  Ez bawer im Hêvîdar xatûn ev gotara xwe ku di malpera Tîrêj de hate weşandin bi navê Peymana zewacê, wek nameyekê ji diya xwe re şandibû yan dixwest bişîn e, lê çawa ketiye destê malpera Tîrêj welleh Qado şêrîn jî nizan e,

5-  Yan na, ma hûn bi xwedê kin, ev çi ye Hêvîdara me xwediya ew qas nivîsên ciwan û nazik  rabe dawiya emrê xwe  behsa perde yên mala xwe, û kincên xwe û çeydanê xwe   û meqqilkên xwe û şorbe ya xwe ya kêmxwê û nekelî  bike!! Çi bextewarin Kurd  ku êdî  Hêvîdar xatûn wê di xelekên bê de behsa tevn û teşî û derzî û meşk û çoçik û cilşo û sarinck û marinck û fisteq û misteq û dendik û mendikên xwe jî bike……bêjin Amîn.

tirej.com
30/11/2003

 
   
 

tirej@tirej.com
©www.tirej.com,2002-2004[ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002