Bi xêr hatin malpera Tîrêj...Çandî, wêjeyî û hunerî ye...


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Nivîskar

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Wêneyên biyanî

Pêkenok

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 





Perwîn Alî

Riya Nû

 

 

Wergerandina ji Elmanî: Xelat Ehmed

Îro jî wek her roj „ Gulê”  berê xwe da dibistana xwe, di rê de hate bîra wê ku çeltikê xwe yê sporê ji bîr kiriye, bi bazdan vegeriya mal, dest avêt çeltikê xwe û carek din da ser riya dibistanê, careke din ji nişkave hate bîra wê ku xwarin nedaye pisîka xwe. Carek din vegerya mal, bi lez qutîka xwarina pisîka xwe vekir û di sênîka wê de vala kir. Carek din da ser rê, tenê pênc deqeyên teng ji caxê dibistanêre mabûn. Hat bîra wê ku ew rêyek din kurtir û nêzîktir nas dike, lê ew berî niha di wê riyê re neçûye, ji lewra ew ji vê riyê bi tirse, ma niha divê çi bike?

Di gel tirsa xwe biryar da ku di riya nuh re here. Hêdî hêdî di meşî û bi her gavekê re li hawîr dora xwe di nerî.   

Herdu alîyên rê bi mişarên gul û kulîlkan xemilî bûn, çavên “ Gulê “ bi xanîyekî pir mezin ketin, xanî tev bi lavlav û gulên pêveçok nixumandî bû, perdeyên gulgulî bi pencera de berdayî bûn, derî bi camên rengîn hatiye çê kirin.

Helbet “ Gulê “ divya bêtir ji vî xanî bizanibe, lê niha çaxê wê ji bo vê yekê tune. Ji nişkave tiştek bi destê wê ve çû û hat, qîjek bilind da û bi hemû hêza xwe bazda. Di bazdanê de di mehnekê de di pûnijî da ji mamosteya xwe re bêje û sedema dereng mayîna xwe bide xuyanîkirin.

Dema gihişt dibistanê, ji mamosteya xwe re da xuyanîkirin:

- hêjayê „ Hots Plits „ xanim, min ne dixwest ez dereng bimînim, lê çaxê min xwest ez ber  dibistanê ve werim min kilîtên xwe winda kirin.

- erêêêêê  dîsa wek her tim, de here li cihê xwe rûne. Mamosteyê bê razîbûn di ber xwe de got.

Di çaxê xwendinê de “ Gulê” di riya nuh de di ponijî. Divê îro dîsa vegere wî cihê “ ne belî “ .

-“Gulê “ ma 50 + 165 dike çiqas ?, hey zarokê ev cara sisiyane ez ji te di pirsim, ma hişê te li ku  ye?.

-çi “ Hots Plits “ xanim, biborîne. piştî kurte demekê got : 215.

Mamosteyê hilma xwe bilind berda û got : talî te zanî .

Çaxê dibistanê bi dawî hat, „ Gulê „ bawer nekir, bilez vegera malê, dema firavînê bi lez û bez û li ser hev xwar heya nava diya wê li hev ket dema dît çawa dixwe. Pariya talî daqurtand û got: niha , xilas .

-çima tu wisa bi lezî?

-divê ez herim derve. Xeber da diya xwe.

-Çaaaaaaaaaaaaaaaaw . dengê wê ji derve giha diya wê. Diya wê destê xwe jêre hejand.

„ Gulê „ berê xwe da rê, li hawîr dora xwe nerî û gavên xwe avêtin. Carek din ber bi xaniyê ne belî ve çû. Dûr rawesta û li xanî nerî, ji nişkê ve çavên wê ji paş ve hatin girtin; yekî di guhê wê de got:

-Ji min re soz bide ku tu qîjan nadî.

Çaxê çavên wê carek din ronahî dîtin, keçikek li ber rawesta bû.

-halooooo, ez „ Tîna „ me, ma tu dixwazî em bibin heval. Keçikê ji ‘’ Gulê’’ re got, bê ku ‘’ Gulê ‘’ baş bizanibe çi bêje bersiva wê da

-ez Gulê me

herduwan xwe bi hevûdu dan nas kirin. Piştî du demjimêran gerek bû ‘’ Gulê ‘’ vegere malê. Dema gihişte malê çaxê xewa wê nêzîk bibû .

Di nav cihên xwe de di pûnijî, bi sibehî, bi ‘’ Tina’’ , bi wî xaniyê wilqas xweşik û çawa ew bi van tiştan tevan re bihurî û ji xwe re got:

-gelo wê çawa ba ko ez di wê riyê re ne çûbama ?

  • Di pişberka nivîsandina çîrokê ya ko ji bo zarokan li Zurich hatibû lidarxistin vê çîrokê xelata duwemîn sitand.
  • Ev çîrok li ser rojnameyeka sala 2004 hatiye çab kirin û dê di gel yazdeh çîrokên din belav bibe.
  • Ev çîrok dê bi 19 çîrokên din re di pirtûkekê de bê çap kirin .

 

tirej.com
30/11/2003

 
   
 

tirej@tirej.com
©www.tirej.com,2002-2004[ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002