Bi xêr hatin malpera Tîrêj...Çandî, wêjeyî û hunerî ye...


Gotar

Qilçix

Hevpeyvîn

Helbest 

Çîrok

Nivîskar

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Wêneyên biyanî

Pêkenok

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 




Pirtûka Receb Dildar

Pirtûka helbestvan  Receb Dildar  bi navê “Kewê Canê” ji aliyê Weşanxaneya Gun di rêzepirtûkên Hîvron de li Stenbolê hat çapkirin.

 

Xwezî

 

Xwezî

Ji bajarên qlêr dûr bûma

Li serê qotekî bilind

Bi lorîna bayê sibê

Di nav kulafekî koçerî de

Li benda zayina rojê bûma

 

Xwezî

Ji mejiyên qlêr dûr bûma

Li nav daristanên keskesor

Li ser aveke zelal

Bi dengê teyr û tilûran

Di nav xewa şêrîn bûma

Xwezî

Ji pereyên qlêr dûr bûma

Li dora goleke şîn

Bi hevaltiya kuliyên berfê

Li du Gulîsora xwe

Li meşa serê sibê bûma

 

tirej.com
25/11/2003

 
   
 

tirej@tirej.com
©www.tirej.com,2002-2004[ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002