Bi xêr hatin malpera Tîrêj...Çandî, wêjeyî û hunerîye...


Nûçe û daxuyanî

Qilçix

Hevpeyvîn

Gotar

Helbest 

Çîrok

Nivîskar

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Wêneyên biyanî

Pêkenok

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 




Mamik

Ji Folklora kurdî

 

Sed mal bi sed sikakê, tev li ser milê gakê.?

Qam tune, kum şîn e, çavbeloq e, lê nabîne.?

Tiştek e ku di dev re dixwe û ji dev re derdixe ?

Dawî digrin, devê xwe vedike?

Tenûra himhimî, tije nanê genimî?

Xişt û mişt, çû li quncik rûnişt?

Timî dizire, ji bavê xwe mezintire?

Di rêzê de keriyekî pez, hema hema dikin lez?

Pelên wê nayên xwarin, lê koka we tê xwarin?

Dotil e ne satile, çar çembil e ?

Bûk li hundir e, porê wê li der e ?

Ji hingiv şêrîntir e, ji risasê girantir e?

Tu carî têr naxwe, bê av tiştekî nake ?

Dinya tev dirê, baqek giha narê ?

Li wî alî mil, li vî alî mil, di navê de yeke bêaqil ?

Tep li ser tepek e, tê de marê gezeke, li ser du gulên rûviyê, surek li serê rabûye ?

Gayê sorê serberdayî, di gelî de berdayî ?

Kaniya li nizarî, min û hakima jê vexwarî ?

Hemo-hemo bêvilbelo, simî-simî dîwar simî ?

Tenûra axînî, dûkêsa darînî, bû buhera çermînî ?

 Min li dûr dît kevirek, çûm nêzîk çar ling û seriyek ?

Guloka mû li serê diyaran bela bû ?

Li wî alî ber, li vî alî ber, di navê de Mîr Emer ?

Ji ser ve helmet e, ji bin ve helmet e, ter didimê hişk tê der ?

Ho dike, ha dike, li dora qûna te radike ?

Dar û du ben, heçî bikeviyê bû reben?

Ronê wê dada te ye, gûyê wê li rihê bavê te ye?

Melayê bi lingekî, çû serê gundekî?

Li vî alî mîjan, li wî alî mîjan, li navê mor û mircan?

Serî eleman e, nav zahîdan e, barê wan giran e?

Hecîloka çiya û bestî, ne goşt lê, ne hestî?

Bi nav dep e, dep nîne, hêka dike mirîşk nîne?

Guleka dezî, bi diyar ve bezî?

Ji berfê spîtir e, ji xwînê sortir e, ji qîrê reştir e?

Bazinê sitiyê, avête kaniyê, şewqa xwe da amadiyê?

Min tepek lê xisto, min ew kuşto?

Heft e, nabe heşt?

Pêşî dizire, pişt re difire?

Dara wî şîn e, kûrê wî şêrîn e, nava wî dîn e ?

Li vî alî hestî, li wî alî hestî, di navê de şekir bestî ?

Dawî eleman e, digere li holan e, gez nake bi devan e ?

Serî bi gilgil e, binî bi gilgil e, çav zîq e û simbêl zer e, bi çiya û zêviyan digere?

Ew dijminê xwe ye, xelk jî tev dijminê wî ye?

Xana li pişt malan e, dibe kinc bo însan e?

Ka û nok in, qewdek gîhanin, yê zanin ji xwe dizanin?

Zil e, bêziman e, neqiş li nav piştan e, ne kafir e ne misilman e?

Helhela simbêl bela, li ser taq û du kela ?

Firtofiyo, li nava deviyo ?

Hespekî çêye, qeyd û zincîr li pê ye, hin jî şervanekî çê ye ?

Hemzeko pişta xwe veneko ?

Guhbelo bi rê ket, pê pehno bi dû ket, xiftanzere bi pey ket ?

Gayê zexele, li pêşiya mala mexel e ?

Gurover e, tûj û tere, heft eyarên zer li ser e ?

Girêka kofiya, mêrê hotiya?

Heta merov goşt nediyê na meşe?

Kumê hûtik tije nûtik?

Tiştekî min heye, li malê yeke li sûkê geleke?

Wek xanî ye, bêderî ye, lê di hundir de zerî ye?

Laşê wî reşe, serê wî kesk e, nava wî spî ye?

Binî ax e, dorê ax e, birayê mîr e, dorê stîrî û şax e?

Bêdeve lê sed diran e?

Qesrekî pir spîye lê bê derîye?

Qesra xwedê çêkirî, bayê qul tê vekirî?

Hefsar zer e, li dû min were, ne kere ne makere?

Mirî, mirov li serî digrî?

Gûyê wê dermanê nexweşa ne ?

Bêkinc e, pîna li xwe dike ?

Bi rojê direqise, bi şevê diçilmise ?

Tiştekî ji tiştan, na sekine li teniştan ?

Av ket serî bi qasî tilî ye, min dît ku fetisiye ?

Teq û req li jor, li ban dixe li jêr û jor ?

Mirov bi xwê dikelîne, dîsa bêxwê dimîne ?

Tiştek spî spî herî spî ye, pê bizanin ka ew çiye/

Mala wî tim bi pê re ye ?

Binî di erdê de, nêvî di kerê de, serî di mirov de ?

Tiştekî min ê tiştekî, diçe ber garana gundekî ?

Cîhê nizmiyê û bilindiyê dike yek ?

Timî sar e, qet germ nabe ?

Di pişt kewara dayê de ye?

Şeveka reş, şûveka reş û pezekî reş ji hevdû kifş dike ?

Bi behr e, du xet lê hene, yek jê sor e, yek jê zer e ?

Tişteke pir şêrîn, lê nayê xwarin ?

Şiva ter li guher ?

Şiyar e, ranazê, bêling e, dimeşe, tazî ye serma nagre ?

Ew tim li qiyame ye, dibêjin bûk lê ne zave ye ?

Berjor dibe vala dibe, berjêr dibe tije dibe ?

Canê wî goşt e, kincê wî stirîye ?

Hanîka manîka, ferşê devê kanîka, rê neda aşvanîka ?

Xwarinê didim qaba, lê nadim rahba ?

Yek dibê ez fetisîm, yek dibê ez betilîm, yek dibê ez qefilîm ?

Biroj cêrîye, bişev xatûnîye ?

Ser xet e, bin xet e, ne pênûs û ne kaxeze ?

Zer e wekî minar e ye, binî li der e, serî di erdê de ye ?

Xwarinek e ne gîha, çêdibe li nav dewiya ?

Zêviya şîn, ba li serê xewişî ?

Garana meman girtin ser çeman, bû sibe yek jê neman?

Zilamê li ser kokelê, bêrih e, simbêl bel e?

Ji tirsa tajiyan, radize li nav dewiyan?

Sim a gê tije xwê ?

Bêdest û bênig e, lê avjeniyê dike?

Pîra qermiçî, qirşek di qûnê de qermişî?

Qesreka şîn a bêderî, lê mifta wê jî hesinî?

Zîq û zîq hişt, ling û dûv çîq?

Pir geş e û bêhn xweş e?

Digere bi roj û şev, disekine dev ji hev?

Li ser ban û xanîkan, bû tipe tipa nokikan?

Quncika reş û tarî, nûr lê dibarî?

Kûça Sileymanî, danî li ser xanî, kes pê nizanî?

Çeqmaqeke leq û peq e, kesê ku dest bide ehmeq e?

Rengîna raxistin, em tev li ser rûniştin?

Sêniya savarê li ser guliya darê, dimîne heta êvarê?

Hêlîna li nava darê, ne ro dide, ne jî siya êvarê?

Diçîze lê nabihîze ?

Tişteka min heye tistan e, li ser banê xiştan e ?

Radibe sibe zû, birek ga berdide dû ?

Pîra darînî, koça axînî, xwarin gîhayê şînî ?

Berek li ser berekê, teyrik dixwe li derekê, qûna kunê li cihekê ?

Diperçiqe di kortê de, heçî hat lê da ?

Timî divilvile, ziman nîne lê diştexile ?

Ji vir heta Bexdayê, kulav û ber berdayê ?

Du fitilên giha nin, li pişta çiyanin ?

Ji jehrê tahtire, ji şekir şêrîntire, ji sêvê biçûktire, ji dûvê mihê bi rontire ?

Dîzika me ma li ber çeman, heta sibê yek jî neman ?

Lem lem re mar hat, masî di dev re hat ?

Tistekî min heye tiştanî, bû mêzênka siltanî, ji xwedê pêve kes nizane ?

Herece herece, bîst û pênc derece ?

Ser darik û bin darik, li ser eyarê karik?

Giya duxwe ne bizine, hêkan dike ne mirîşke, ne ji texte ne ji kevir e?

Çûme qesreke bêderî, tê de rûniştibûn du xezalên bênêrî, kî pê dernexe ew kerî ?

Girekek mû, li ser çiya belav bû ?

Dirêse û direqise ?

Dara li nav daran dişibe guharan ?

Li vî alî dar, li wî alî dar, di navê de du gurên har ?

Bersiv

Cercere,hêk,def,kij,gûz,kûsî,def,bacana reş,zaroka di zikê diya xwe de,lempe,qula mûriya,mêşa hingiv,mar,por û gulî,barîna berfê,tilî,aş,destar,qelûn,xew,kezî û gulî,stêrk,hinar,xalîçe,dûpişk,jina bi zaro,tîrêja rojê,terok,şekal,gul,cot û cotkar,zebeş,mewîj,masî,keroşk,kund,ba û zeviya genim,qîvar,gêzer,pir û çem,çira,dîwar û hundir,çav û kil,qeşa,jîjo,kum,xew,şemamok,gur,mişk,berf,gavan,ka û genim,kûsî,rengê spî,çeqçeqa êş,mûm,av,çav û mijang,sêla nan,mêşa hingiv,kuncî,teşî,pîvaz,şeh,hejî û sîsik,kereng,spî,ker, barê tirî û maz,meqes,qpisîk,ka û nok,pembo,kew,keroşk,bihîv û dendik,tirî,baran,hefteya mehê,pêşî,legleg,kewsusik,kosî,gerik,çav,bivir,meşk,qefesa kew,derzî,tenûr,mîkut,mij,qelon,çiçik,ziman,rû,serî,guh,garis,kartol,gêrik,ker,mekes,beru,

Ji salnameya Roj

 

 
   
 

tirej@tirej.com
©www.tirej.com,2002-2004[ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002