Bi xêr hatin malpera Tîrêj...Çandî, wêjeyî û hunerîye...


Nûçe û daxuyanî

Qilçix

Hevpeyvîn

Gotar

Helbest 

Çîrok

Nivîskar

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Wêneyên biyanî

Pêkenok

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 




 

Şahîn B. Soreklî

* Mebesta rexnegirî bi pirranî xwediyê berhemê ye.

* Rewşenbîr çi caran nabe mirûd û doçik.

 

 

Hevpeyivîna: malpera Tîrêj  

P1- Tore neynika jiyana gelan e, heya çi astê toreya kurdî ev pêk aniye?

Ş. B. Soreklî: Erf û toreyên kurdî roleke mezin di warê domandina jiyana neteweya kurdî de leyiztine.  Lê tevî ku toreya kurdî bi derbasbûna demê re zindî maye û xwe dewlemend kiriye jî ew kêm hatiye nivîsandin û bi encamê bi pirranî bi şêweyeke devokî û pratîkî di nav xelkê de maye.  Ji ber ku naveroka toreya kurdî nehatiye nivîsandin û neketiye arşîvên dîrokî bi taybetî di sedsala çûyî de Kurdan beşekî ne biçûk ji toreya xwe wenda kirin.  Tenê beşekî gellekî biçûk ji toreya kurdî di demên, û li şûnên, cuda de li ser kaxezê hatiye nivîsandin.

          Bêguman ji bo Kurdan jî toreya wan neynika jiyana wan e, lê bi encama beşbeşbûnê, asîmilasyonê û mayîna di bin bandora toreyên gelên din de mirov nikare îroj bibêje ku tevahiya kesên xwe wek kurd dizanin xwediyên heman toreyê ne.

Xwedîlêderketin û xebateke berfireh û zîz, yeke bi tevdêr û zanyarî, divêt ji bo vejandina toreya kurdî, bi şêweyeke wisa ku mirov bikaribe bibêje ew toreya neteweya kurd e, ya hemî Kurdan e, li ku dibin bila bibin.  Bêguman va gotina wê xwebêjê nade ku neteweya kurd divêt tenê li toreya demên derbas bûnî xwedî derkeve û xwe ji şert û mercên jiyana hemdemî veqetîne.  Mebest bêtir xwedîderketina li toreya demên par û tevpêşvebirina toreyeke hevbeş e.  

P2-Astengiyên zimên ji aliyê vekîtê bi taybetî bi du ebcediya tê nivîsandin {Latînî, Erebî} ta çi radeyê ev yek bandore xwe li gelê me dike û ji aliyê zaravên cuda çine?, çi bandora du ebcediyan li wêjeya kurd heye?

Ş. B. Soreklî: Cudabûna di navbera kurmancî û soranî de û hîn bi ser de hebûna du alfabêyan ziyaneke mezin li yekgirtina ziman û wêjeya (edebiyata) kurdî dikin.  Nivîskarên her du beşan, hejmareke bi sînor ne tê de, berhemên hev naxwênin û axifgerên her du zaravayan ji berhemên nivîskî yên hev û din sûdê wernagirin.  Va yeka bandoreke nerênî di derbarê jihevnêzikkirina mentalîteya (zihniyeta) Kurdan de dileyize.  Nivîsandina wêjeya kurdî bi du alfabêyan mîna rûbareke ji hev hatî cihêkirin e, rûbareke ku li şûna yeke bi hêz rêya xwe bidomîne dibe du rûbaran û her yek ji wan bi tenê xwe rêya xwe didomîne. 

P3- Tu çawa helbesta kurdî {kilasîk û nûjen} li başûrê rojavayê kurdistanê bi taybetî û li kurdistanê bi tevayî dinerxînî?

Ş. B. Soreklî: Helbesta kurdî ya klasîk bi pirranî di bin bandora zimanên dirawsê, bi taybetî erebî, de maye, tevî ku va kêmasiya ne tenê ji bo zimanê kurdî heye.  Di demên par de wêjeya gellek zimanan ketibû bin bandora zimanên din.  Wek nimûne, di sedsala 19emîn de gellek zimanên ewropayî, rûsî jî di nav de, di bin bandora frensî de mabûn, lê heye ku ne bi qasî ku di helbistine kurdiye klasîk de erebî dihêt bikarhanîn.  Bêguman îslamê siya erebî avêtiye ser hemî zimanên gelên musilman û heye ku kurdî ji zimanine din bêtir serbixwe mabe.  Li milê din, ji ber ku Kurd ne xwediyên dewleteke serbixwe bûne û ji mafên xwe hatine bêparkirine gellek berhemên ji demên par wenda bûne; û ji ber ku dibistanên kurdî li gellek warên Kurdistanê qedexe bûne tenê hejmareke nizim ji Kurdan ew helbestên ji demên par manî xwendine; hejmareke hîn nizimtir ji kesan sûd ji wan wergirine.  Hinek ji van berheman bi pirranî li nik melle û feqîhên Kurdan di “medreseyên olî” de zindî mabûn û tenê di nîvê 2yem yê sedsala 20emîn de bêtir belav bûn, ew jî di nav hejmareke biçûk ji xwendevanan de.

Helbesta kurdî li beşê bin-xetê û li başûr di nav 20 salên borîn de gellekî ber bi pêş çû.  Bi taybetî helbestên Cegerxwîn bandoreke mezin di navbera salên 60an û 80yab de li binxetiyan û bakuriyan kirin.  Di destpêkê de beşekî mezin ji berhemên pirraniya helbestvanên van her du beşan yan di derbarê pirsa nateweyî de, yan jî li ser evînê û evîndariyê bûn û kalîteya wan ya zimanî û ristinê hejar bû, lê di nav 10-15 salên derbas bûnî de naveroka helbestan û kalîteya wan rengîntir û dewlemendtir bûn.  Li başûr helbest bêtir pêş ve çûbû, bi teybetî ji ber wê yekê çimkî li wir fersendên xwendin û nivîsandina bi kurdî bêtir bûn.  Îroj li hemî beşên Kurdistanê helbestvanên qenc û xwedan berhemên bedew hene.

P4- Gelo bandora kevnetor (kelepor, turath)  li te çi ye?, û bi tevayî çi bandora kevnetor li nivîskarên kurd heye?

Ş. B. Soreklî: Bandora kevnetoreya kurdî bi rêya stranan, çîrokan û peywendiyên cihêreng di salên zaroktiya min de li min bûye.  Ew dema min di nav civateke kurdî de derbas kiribû roleke mezin di strana hevîrê bingehîn yê şexsiyeta min de leyiztiye.  Bêguman her weha bi rêya xwendinê jî ez ketime bin bandora kevnetoreya kurdî.  Lê rewşa min ya şexsî yeke taybet e, çimkî min dora 14 salan di xwendegehên erebî de xwendiye, berhemên wêjeyî û akadêmî yên bi zimanên almanî û înglizî jî xwendine û pirraniya salên jiyana min li dervayê Kurdistanê derbas bûne.  Bi encamê, bixwazim-nexwazim, bandora kevnetoreyên ji bilî yên kurdî jî li min bûye.  Lê çawa be jî, şopên kevnetoreya kurdî dê di şexsiyata min de û di berhemine min de bihên dîtin.

Di derbarê nivîskarên kurd de, divêt mirov li berhemên wan binihêre.  Bo bersîveke rêk û pêk lêkolîneke berfireh divêt.  Lê heye ku hejmareke ji kesan, bi taybetî ewên hatinî asîmîlekirin, di derbarê kevnetoreya kurdî de ne weqa haydar bin.  Hinekên dine ji toreyên kurdî bi dûr ketinî û bi encama şert û mercên siyasî ji nû ve lê vegeriyanî hewl dane, û tehlûkeya mezin li vir e, ku şêwetorene ji yên kurdî der têxin nav toreyên neteweyî yên kurdî.  Li gel ku di van salên dawîn de babetekî vejandina toreyî li deverine bi rê ket jî, carine wisa bû ku encam ne erênî bû, yanê tiştine li ser navê toreya kurdî cîh girtin ku ji hevîrê toreyî yê gelê kurd pirr dûr bûn.  

P5-Ger û lêkolîn û rexne wêje û çanda gelan zengîn dikin, ma di nav me kurdan de tu vê yekê çawa dinerxîne?  

Ş. B. Soreklî: Lêkolîn di nav Kurdan de şaxekî nû ye, di destpêkê de ye.  Lêkolînên akadêmî, objektîv û kûr gellekî kêm in.  Di nav 15–20 salên çûnî de çend lêkoler hatin holê û berhemine wan, bi pirranî li welatine ewropayî, hatin weşandin.  Xwendekarine di zanîngehan de ji bo nameyên doktorayê lêkolîn bi kar hanîn.  Ber wan kurdine li Yeketiya Sovyêtî jî di vî warî de aktîv bûn.

 Li milê din, pirraniya lêkolînên cîh girtinî ji aliyê pîvanên akadêmî de qels in û hejmareke ji wan ji mewzûiyetê dûr in.  Lêkolîn hunerek e ku bi encama fêrbûna akadêmî û pratîkê encamên çak raber dike.  Bi taybetî ji bo Kurdmancan derfetên xwendina bilinde bi zimanê kurdî nebûne.  Heta di nav kesên di zanîngehên Tirkiyeyê û Sûriyeyê de xwendinî de jî ewên ku şaxên zanyariya lêkolînê bi seri kirinî gellekî kêm in û ez bi xwe kesekî/kesekê ji wan nedinasim.

Rexnegiriya wêjeyî jî di nav kurdan de, bi taybetî Kurdmancan de, nû ye.  Pirraniya caran rexnegirî sûbjektîv e, ne objektîv.  Bi gotineke din, mebesta rexnegirî bi pirranî xwediyê berhemê ye, ne naverok û kalîteya berhemê.  Li gor min, û ez hêvî dikim ez şaş bim, di nav Kurdmancan de hejmara kesên ku ji wêjeya bilind têdigihên û dikarin li gor pîvanên akadêmî rexnegiriyeke wêjeyî bikin gellekî bi sînor e.  Di nav çend salên borîn de rewş piçekî baştir bûye û hêvîdar im her ku biçe baştir bibe.

P6- Toreya biçûkan{zarokan} li nav nivîskarên kurd pir kêm û li paş e, gelo ji çi ye?, çawa nivîskarên kurd dikarin biçûkan perwerde bikin bê ko ji wan re nivîs û berhem hebin?.

Ş. B. Soreklî: Ji bo bersîvdaneke rêk û pêk di derbarê vê pirsê de nivîsandina pirtûkekê divêt.  Her nivîskar nikare pirtûkên zarokan binivîsîne.  Ji bo nivîsandina berhemên perwerdekirina zarokan pisporên di vî warî de xwedan zanyarî divên, ne tenê zanyariya di derbarê zimên de, lê her weha ya di derbarê pêdagojiyê de.  Kesê pirtûkan bo zarokan dinivîsîne divêt haydare metodên fêrkirinê yên cuda be, divêt haydare qonaxên ku di wan de derfetên fêrbûnê li nik zarokan li gor salên temenê wan ji hev cuda ne (cognitive development) be, divêt ji aliyê teknêkên pêdagojî de xwedan zanyariya akadêmî be û divêt di warê mîkanîzma zimanan de têgihîşt be. 

Min di nav rojname û kovarine kurdî de berhemine “ji bo zarokan” dîtine ku bi rastî, helbete li gor min, eger çi bin jî ne berhemên ji bo zarokan in.  Mixabin ku di nav Kurdan de gellek kiryarên ji mentiqê dûr cîh digirin û ji lewre gelek tiştên wan bi ser nakevin.  Wek nimûne, mirovekî ku hîn çê-çê bi kurdî nedizane û ji bilî tirkî yan erebî bi zimanekî din nedizane rê dide xwe ku li ser rêzimaniyê (gramerê) binivîsîne; kesekî ku pê li deriyê dezgeheke akadêmî nekiriye rê dide xwe ku wek rojnamevan kar bike; kesekî ku nedizane pêdagojî çi ye dersên bi zimanê kurdî dide.  Bêguman van şêwe kiryaran ji neçartiyê, nebûna şarezayan û kêmbûna derfetan dihên, lê mixabin pirr caran ziyana ji karên weha encam dide ji sûdê bêtir e.  Di nav alîne kurdî de, alîne ku di bin bandora mentalîteya rêxistin û recîmine tirkî û erebî de mane, mentalîteya propagandîst û mêjîşuştinê ji bo “perwerdekirina” zarokan jî dihêt bikarhanîn, bi navê “têkoşîna neteweyî.”  Kiryarên weha ji bo amancên dûr heye ku bi ziyan bin.

Heye ku va dîtina li jor wek yeke “reşbîn” bihête binavkirin, yan kesek bipirse, “êh baş e, de çare çi ye?”  Çare ew e ku di derbarê van şêwe pêdiviyan de guftûgo cîh bigirin, ku rêxistin, enstîtû û hukûmetên kurdî xwe têkiliye pirsên perwerdeyî bikin û li çareyan bigerin, ku ciwanên kurd di zanîngehan de dest bi xwendina di şaxên bi perwerdeyê û perwerdekirinê ve peywendîgir de bikin, civatên kurdî bikin, …

Da ku mirov çareyên rêk û pêk ji van kêşeyan re bibîne bêguman bo gelê kurd bidestxistina mafan divêt; bêguman guherandina mentalîteya hinek rêxistin û aliyên kurdî divêt, û gotinê naxwaze ku zanyarî divêt.  Ew kesê, koma, rêxistina, heta dewleta, ku bi xwe ji mirovên zanyar bêpar be, yan ew civata ku tê de derfetên bo zanyaran nebin, dê her nezan, yan nîvzana, bimînin û dê di pratîkê de ne encamên rêk û pêk bi dest xin, ne jî li gor pîvanên cîhana pêşkeftî ber bi pêş biçin. 

Mixabin ku li deverên Rojhilata Navîn, heta ji bo endamên gelên ne kurd jî, hîn ta îroj kêmasiyên bêhûde hene, wek nebûna hejmara pêwîst ji mamostayên xwedan şehadeyên bilind, wek bikarhanîna propagandaya mêjîşuştin û hêvotina zarokan di pirtûkên xwendegehan de, û wek hezar û sed kêmasiyên din.  Dîsan reşbînî, mixabin!

Li gel hemî asteng û berbendkirinên li holê jî nivîskarên ji dest wan dihêt divêt bizava afirandina berhemên bo zarokan bikin.  Û li vir pêwîst e em keda wan kesên ku li Swêd û welatine din xwe bi nivîsandina matiryalên bo fêrkirina zimanê kurdî ve mijûl kirine ji xwe bîr nekin.  Bi taybetî li Swêdê pirtûkine bo şagirtên kurd hatine nivîsandine, yan ji swêdî hatine wergerandine.  Mixabin çi agahiyên ku raber bikin ka van berheman ta çi radeyê hatine bikarhanîne û ka xwediyên wan di amancên xwe de çiqa bi serkeftine di dest min de nînin.

Ji bîr neçêt ku li welêt (bashûrê Kurdistanê ne tê de) fersendên ku zarok di xwendegehê de bi kurdî bihên perwerdekirin a nuha nînin.  Ji lewre divêt zarok li mala xwe bihête fêrkirin.  Ji bo serkeftineke berfireh di bizava perwerdekirina zarokan de, mebest perwerdekirina bi zimanê kurdî ye, pêdivî berê bi şoreşeke fêrkirina zimanê kurdî di nav mezinan de heye.  Gelo şoreşeke weha çawa bikaribe dest pê bike û di amancên xwe de bi ser keve?  Bêguman ji bo serkeftina şoreşeke weha xweorganîzekirin, xweamadekirin û karê dezgehî û rêxistinî divêt, her weha hebûna pispor û zanyarên di warê nivîsandin û amadekirina matiryalên balkêş û ji bo zaroka munasib de.  Ta ku bersîveke rêk û pêk ji vê pirsê re nehête dîtin ne tenê pirsa perwerdekirina zarokan bi kurdî, lê gellek kêşeyên xwe bi ziman û wêjeya kurdî ve peywendîgir dikin ê bêyî çare û bersîv bimînin.

P7-Çi rola rewşenbîrê kurd li gelê me heye, rewşenbîr kîye û gereke çi bike, ma ê nivîskar dibe ko rewşenbîr be?

Ş. B. Soreklî: Rewşenbîrên kurd bêguman di nav gelê xwe de rol hebûne, lê kesên ji berhem û rolên wan sûd wergirtinî bi sînor bûne.  Em hema Celadet Bedirxan li vir wek nimûneyekê bidin.  Li milê din, hîn ta roja îroj jî pirsa ka kî rewşenbîr û kî ne rewşenbîr e di nav Kurdan de çareser nebûye.  Pîvanên rewşenbîriyê yên li welatekî wek Almanya hene ne eynî pîvanên di nav Kurdan de ne.

Bo min bi xwe rewşenbîr kesekî/keseke xwende ye ku haydariyeke rêk û pêk ji rewşa navxoyî, herêmî û navneteweyî heye; çakmebest û mirovhej e; dikare tiştên durist û ne durist ji hev derxe, dikare bûyerên diqewimin analîz bike; dikare bi encama karê xwe, yan berhemên xwe, sûdê bigihîne civata xwe, mirovan û mirovahiyê.  Rewşenbîr çi caran nabe mirûd û doçik, ne bo dewletan , ne bo serokan û ne jî bo şêx û melleyan.  Rewşenbîr dûrbîn e, ji bo pêşvexistina zanistiya xwe, çaktirina xwe, civata xwe û cîhana xwe li gor xwe û derfetên xwe têdikoşe û çi caran, ta pêkan e, li dij neheqiyê û nerindiyê bêdeng namîne.

Ne her nivîskar, ne her pijîşk, ne her siyasetmedar û ne jî her kesê ku ji zanîngehekê şehadeyeke bilind bi dest xistî rewşenbîr e.  Rewşenbîr bêtir bi bîr û bawerî û bi kar û berhemên xwe rewşenî û bilindbûna xwe îspat dike, li gor min.

P8- Internet dergehekî nû li tore û nivîskarên kurd vekiriye, tu tecrubeya xwe ya taybet bi malperên kurdî re çawa dinerxîne û wekû nivîskarek çi ji malperên kurdî re dibêje û bi taybetî malpera tîrêj.com?

Ş. B. Soreklî: Înternêt dikare ji bo Kurdan gellekî bi sûd be, lê bêguman ziyana wê jî dê hebe.  Kurd jî wek endamên hemî neteweyan mirov in û ji ber ku mirov in çaverê nikare bihête kirin ku her yek ji wan ê tiştên durist bike.  Hinek ji wan ê hem bi xwe ji înternêt sûdeke bêhempa werbigirin û hem jî kelkê bigihînin zimanê kurdî, pirsa kurdî û Kurdan bixwe.  Hinên din heye ku wê ji bo amancên teng, neçak, û tew bo kiryarên bi ziyan jî bi kar wînin.  Va yeka jî bo endamên hemî neteweyan wisa ye.
Di nav malperên kurdî de jî, wek malperên din, yên rengîn û bi sûd hene û yên ku tenê bêtir bi nav hene.  Malperên çak û bi sûd xwe bi şêweyeke berdewamî nû dikin, naveroka xwe rengîn û aktuel dihêlin, sûdê ji aliyê ragîhandinê, perwerdekirinê, wêjeyê, yan tiştekî din de digihînin mêvanên xwe.  Mixabin derfetên li holê, kadirên jêhatî û pispor, û rewşa îroyîn ya Kurdmancan pêşkeftina malperên kurdî bi gavên pirr mezin û gellekî beza ta radeyekê berbend dikin.  Yek ji kêşeyên herî mezin bo pêşkeftina rojname, kovar û bêguman malperên kurdî aborî ye.  Em bi pirranî fêrî wê yekê nebûne ku pereyan ji bo xwendinê, xweperwerdekirinê û derbaskirina demê li gor pîvanên ramyarî yên hemdemî û cîhana pêşkeftî xerc bikin.  Li milê din, ji ber ku Kurd bêdewlet û bêmaf mane, hema-hema her tiştê wan xwe bi siyasetê ve peywednîgir dike.  Kurd bi gellek hawayan ji cîhana mezin dûr mane.  Ji bo pêşvexistina malperan pêdivî bi xwetêkilkirina bi cîhana mezin, hawîrdorê, gerdûnê, zanistiyê û hemî aliyên jiyanê re heye.   

Çawa be jî pêşveçûneke qenc di warê înternêt û malperan de heye û Tîrêj beşekî ji wê pêşveçûnê ye.  Bêyî guman gotin û rexnegirtin hêsan in, lê mixabin ku derfetên li holê bi sînor in û realîteya rewşa kurd tê de li ber çavan e.  Eger mirov wê relaîteyê bide ber çavan, ew ê diyar bibe ku li gel hemî astengên li pêş Kurdan jî di nav wan de kesên jêhatî, zîrek û bo gelê xwe dilsoz ji gellek neteweyên din bêtir in.  Dema derfet û qezencên aborî bo xwedî û karmendên malperên kurdî nebin, wê demê me maf heye tenê vê gotinê bikin:  Spas ji wan ciwanmêran re û yezdan ji wan razî be ku bi derfetên xwe yên şexsî malperên bedew bo gelê xwe bi rê xistine. 

 

tirej.com
22/11/2003

 
   
 

tirej@tirej.com
©www.tirej.com,2002-2004[ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002