Bi xêr hatin malpera Tîrêj...Çandî, wêjeyî û hunerîye...


Nûçe û daxuyanî

Qilçix

Hevpeyvîn

Gotar

Helbest 

Çîrok

Nivîskar

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Wêneyên biyanî

Pêkenok

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 



Salih demicer

 Agirên pir

 

 

 

Soro di himbêza xortekî de, li dor xwe bi matmayî dinerî, komkirina wan di wê şeva agirê Pir de, kulm û lêdanên li serî û pişt û dev û rûyê wan, cihê Pirsê bûn di mejiyê wî de, çavên xwe digerandin, bê ku kes agirê vê matmayînê li nik wî vemrîne. Berî ku neynûkên pirsan ramanên wî bixurînin, wî didît ku li ber her mûmekê Leşkerek sekiniye, di her şahî û fistîvalekê de  hêzên parastinê amadene, lê wî tu carî wek wê şevê, bi wê siqî û pirbûnê hîn leşker nedîtibûn, wê şeva ku agirin bê jimar li çol û girên derdorê Ji nişkave pêketin, li devê her çateriyekê, di her qorzîkekê de, bi rengekî bêhûde leşker amadebûn, rêçên gund tevde dagirtibûn, bi zimanê dibistanê gurintî didane gundiyan ku ji mal dernekevin, sedema vê yekê, wek girêkeke ne vekirî  di asoya wî de digeriya, wê şevê û berî wê Jî, Soro di berxwedana tênegihiştinê de Li hember van kiryaran  bê sûde diwestiya, her ku doza wateya wî agirê Pir û wan leşkerên pir ji bavê xwe dikir bavê wî jêre digot : 

-  tu hîn biçûkî ji van tiştan re.

her ku ev rewşa ne normal di hindirê Zîndanê de dikire bin simên pirsan, ew li buhêrka xwe ya biçûk û kin vedigeriya bi omîda ku hin bersivan jêre bibîne, lê wî dikir nedikir, qet tiştekî ku têkiliya xwe ne bi dûr û ne jî bi nêzîk  bi leşker û zîndanê  hebe nedidît, tenê hin teşxeleyên wî bi hevalên xwe re dihatin bîrê, bi xwe re digot hebe tunebe çîlo  ez di vire derxistim, qey ezê derkevim, bi xwedê ezê wî bi kutikan bikujim, otombîlên leşkeran heroj li ber mala wan in, dibêjin ew û leşkeran bi hevre dostin, teqez wî ji bavê xwe re got ku min bi girtin bide, divê Ez ji leşkeran re bêjim ku min tiştek pê nekir , wî xwe xij kir û lingê xwe şikand ma çi gunehê min heye.

  aniha hate bîra min wê rojê  Çîlo ji min  re got ku îro sê cendirme mîvanên bavê wî ne, hebe tunebe wî çû ji bavê xwe re got û bavê wî jî ji cendirman re got , bê guman sedema girtina min eve.doh di odeya pirsê de serleşkerekî bi xeyd ji Soro pirsî bê kê ew hêvot ku here agiran dade, di destpêkê de ji wî be ku kesekî din li paş wî sekinîye û ev pirsa jê dibe zîvirî ku binere kî heye, dema ku kes li paş xwe nedît û sîlê serleşker wek birûskê li rûyê wî ket, naskir  ku pirs ji wî dibe, ji tîna sîle, Soro ji bîr kir ku jêre bêje tu gunehê min di şikandina lingê Çîlo de tuneye hino hino wek yê ku bi xweve biçe, Soro bi ramanên xwe yên biçûk li du mehan berê, li wê roja ku hevalê wî çîlo lingê xwe şikandî vegeriya:

- Soro,Tu dikarî çiqas gav xwe li ser vê qaqê xij kî. ?

- ez dikarim deh gavan xwe xij kim. - deh gav?!! ma deh gav çine, zarokekî çelî dikare xwe deh gavan xij bike.                      

- kurê Eyşo were ez te bibînim ka tu çiqas gav xwe xij dikî.   

- lê ku ez ji vî serî ta wî serî herim tê çi bi min de?            

- ha ha ha tu ji vî serî de ta wî serî herî?!! De here tu çi dixwazî ezê bi te dim.                          - ma te doh şanên min nedîtin ha vaye Hûfo jê bipirse  Hûfo û Hemê Sêwî û Henên,hersiyan li tenişt hev pişta xwe xûz kirin û min xwe di ser wan re çekir, kurê min tu dibê ez nikarim xwe ji vî serî ta wî serî xij bikim.                          

- kurê min tuyî, ma tu ji doh çi dixwazî, ez te dibînim, de xwe xij bike.                                     çîlo bi çavekî li dirêjiya golê dinerî û bi çavekî li wî di nerî , hêz dida xwe ku ji golê vekşê û xwe tê werke, lê ji tirsa ku bi ser nekeve û heval pê bikenin, ew sist dibû:        

- lawo ez ji tere dibêm tu ne bi qasî minî, tê rojekê Ji dest min bixwê ez nizanim kengîye .       Soro  tiliya xwe ya ortê dirêjî wî kir û jêre got :               

- ha ji tere, ez ji dest te bixum?!!! Kurê Eyşo ma ne hîn du rojan berê min serê te kire nav lingê xwe û qarewara te di ezmanan re derket, eger tu mêrî tuyê gavekê berve min were. çîlo bi hêrs ber bi wî de hat û got:                                      

- vaye ez du gavan hatim.                                                     

herduwan bi çepelên hev girtin û li dor hev zîvirîn, her yekî destê xwe li yê din gerandin û bi lepan milê hev girtin   û gurintiyan dest pêkir:                                                    

- nehêle ez hîn bitengirim, bi xwedê ezê te li erdê vegevizînim.                                                                  

-tu kurê kêyî çîlo tu nikarî tu ziblî belakî. de rihet destê min berde û gotinê Ji xwe mezintir neke.                 

- tu berê berde.                                                                   

  - na tu berde .

Hûfo kete navbera wan û ji çîlo re got :

- çîlo ma ne te got ez dikarim xwe di ser qaqê re xijkim ,tu hîn çi serê me dêşîne, de ka xwe xij ke. piştî ku sukura hevdu berdan çîlo dît ku tu rê li pêş wî neman ji bilî ku xwe xij bike û çI dibe bila bibe.  ji golê vekşiya û wek yê ku bêje cano tu ne gereg mîna birûskê hat û lingê xwe li cihê ku av lê sincirî dane hev, destên xwe wek baskên bazan kirin da ku rast û çep nekeve, lê gihîşt nîvê gola ku her diçû kûr dibû  û qaq lê  tenik dibû û sekinî, bi sekinandina wîre  qaq di bin lingan de şikest û di avê werbû.  bi lez hewl da ku xwe ji wî cihê şikestî bi dûrkeve  lê lingê wî ji binve çûn û şikiya wê rojê çîlo ji tirsa ku bavê wî hîn bi ser de lêxe, wî şikandina lingê xwe kire stuyê Soro.

bi vebûna deriyê Zîndanê re û rijandina hin girtiyên din bi ser wan de Soro ji nişkave veciniqî wek ku ji xewnekê bitirs şiyar be.  di ser milê xwe re ji wî xortê Ku ew kirî himbêza xwe  pirsî:

- hûn ji bo çI hatine girtin?!!.

xort bersiva wî bi pirseke wek ya wî lê vegerand :

- tu ji bo çi hatiye girtin?!!                                                 

-ez?                                                                                   

- belê tu, lê kî.                                                                   

- yê min çîlo ez  bi girtin dam, wê bavê min were min derxe , lê we çi kiriye?!!.                      -lawkê xweşik, em û te tevde ji bo agirê Newrozê hatine girtin.                                                  -agirên pir?!!!.                                                                      

-belê Agirên pir ,yên ku çar şevan berê çol û çiya tevde xemilandin,ji bo wan ev kesên tu dibînî tevde hatine girtin.                                            

bi vê bersivê re soro rûyê xwe ji xort dagerand û berê ramanên xwejî ji ser çîlo dagerand ser agirên pir û raza girtina wî di wê şevê de.

 Di ferhenga zarokiyê de her tiştekî tenê wateyek jêre heye,gotin û helwestên bi du wateyan têde nayên wergerandin,ji ber vê yekê Zarokî wek çavên xwediyê xwe zelale,bêgunehiyeke bê pîvane,cîhaneke bê pîlan û dafe,aşkereye wek rojê , berze wek hestên ku ji dilekî azad bibarin. tiştekî nehênî  li nik wan tuneye,  tu raz di bin çengê wande nayên veşartin. ji bo vê yekê ew pir diltengiyan ji raz û nehêniyan , ji pirsên bê bersiv dikin. Soroyê Zarok jî  nikaribû ev rewşa bi hêsanî daqurtanda nemaze piştî  naskirina wî ku çîlo ji girtina wî bêrî ye. her ku fersend diketê Ji wî xortî doza şîrovekirina vê rewşê dikir Piştî bîst û heft rojan  Soryê Neh salî ramanên xwe yên biçûk, golên sincirî , lîstikên di nav tozê de û pir hestên zarokiyê , di zîndanê de li şûn xwe hîştin.

  -dawî-

tirej.com
17/11/2003

 
   
 

tirej@tirej.com
©www.tirej.com,2002-2004[ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002