Bi xêr hatin malpera Tîrêj...Çandî, wêjeyî û hunerîye...


Nûçe û daxuyanî

Qilçix

Hevpeyvîn

Gotar

Helbest 

Çîrok

Nivîskar

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Wêneyên biyanî

Pêkenok

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 




Arşevê Oskan

ŞÎN Û ŞAHÎ

 

 

Dêmên sorgulî ji bedewîya xwe hatin şuştin, çavên xulmaşî bi awirin sist, tije evîn û bêrîkirin, gazinan ji mestiya xemgîniyê dikin, çima qeder bi destin sitemî, yên şêrîn û biha ji merov direvîne û li şûna şahî û hevdîtinan, hêsir û keseran dadiwerivîne.. ?

Giyanê mirov ewê çi hilgire û çi hilnegire, ev hemî pêwistiyên jiyana rewrewkîne, girî bi pêlên har ji sîngê baz dide û di gewriyê de asê dibe, bi gotinekê nikare biaxive û kela dilê xwe birjîne, mîna dînbûna qîrînê ji qirika ciwan û awir ji çavên mêşinî dibarin, bi ser dilê bi kovan de ...

Derdor vê rewşê nasnakin û bi xwe peyedar bûne, girî, dilmestî, poşmanî, bêrîkirin û hawar, hemî tevlîhev bûne, di vê bûyera windakirinê de, dengê jinan mîna birûskan li damarê dilan didin, konê şahîyê nikare mirov û zarokên (Simo) di nava xwe de hilgire, lê belê.. aso jî bûbû konekî reşvegirtî li ser serê mirovan .

Simo çû.. lê xemgînî li dûv ma, ew xemên berê ne besbûn, Simo jî xwe avête ser, dilê Eyaz ê çi hilgire û çi ji bîr bike ....

Arîn di himbêza Eyaz de bi tînahî hestan disoje, ji bê çarî, cilê bejna wî diçirîne, ji ber şewata veqetandina bavê xwe, helbet dilê Eyaz jî berî cilê wî zîvar zîvarî dibe, lewra tu kêl nikare wî dilî bidrû ...

- Eyaz bavê min çû û şev sare ...Bavê min ji şevên berfîn ditirsiya û ji bahozê hez nedikir ...

   Bi çavên zirdoqî û damar li gerdenê bilind dibûn û qîrîn pê diket, bi banga sibehê re, lewra Eyaz di wê çaxê de bêçar dima, Arîn di nav sînga xwe de diguvaşt, pêre xew ji ser çavên wî difiriya .... û di ber xwe de :

- Wê çawabe gelo, ev keça ciwan û nuhatî, ku pêşeroj li hêviya wê ye, ewê dîn bibe û wê bibe sosret ji me re ..

Şev wisa derbas dibin, rojên zivistanê bi mij û moran in, parîkên nan di gewriya Eyaz de asê dibin, dema ku dîmenê Arîn tê ber çavên wî, ji nişkê ve ji ser xwarinê radibe û berê xwe dide Arîna dil bi kul û xem, helbet Arîn jî gaziyê bi tu kesan nake, ji bilî Eyazê xwe, ew gazî kirin bû sedema têbinîyên derdoran, gotin gihiştin dê û birayên wê, lewra ew xistin bin çavan û rewşa Arîn dijwartir kirin .

Di wê şeva tarî û sar de, tu kes neçûn ber serê Arîn û destê parastinê nedan destên wê ji bilî Eyaz (Haya Eyaz ji wan çîrok û çîvanokan nîne ) .

Eyaz destê xwe da cênîka xwe û li rexê doşeka Arîna nexweş şiyar ma, bi çavên mixabîniyê li rûkê wê meyze dikir, elatirîk vemirîn û pêla evîniyê di dil de şax vedida, destên silavê pêlên şevê diqelêşe û ber bi destê wê de herikî, lê pêjna tiliyan çûn ser rûkê hevirmêşî û lêvên nûbişkivî pelandin, lêvên ku ji germahiya evînê tîn didan zivistana sar ..

    Bi wê pelandina tije evîn û saw, bi lêvên tenik, maçek pizotî li destê Eyaz da û di hêlana evînê de herdu giyan gêjbûn ...

Destên evînê û tilîyên sawgirtî li hev têne pêçan, sînga şermok bûbû qada pelandinên fediyok, hate avdan bi xunaveke evînî, di şeveke zivistanî de, serma û qeşa şevên zivistanî nikarîbûn tîna lêv û sînga Arînê vemirîne û sar bike .

Piştî berbang di pencerê de zelal bû, bi çavên xulmaşî û lêvên lerizok Arîn axivî : Ev çi bû Eyaz, ev çi şev bû, tu bi min keniya, di vê rewşa min î dijwar de .

   Eyaz destê xwe da ser lêvên wê û dilê wî nikarîbû ev gazin hilgirta, çavên xwe li çend hêsiran girt, zanîbû ku ne bi destê wî bû, lê pêla şevê fedî ji ser rûyê evînê da alî, evîna tazî pêla şevê dişkîne û derbasî sawiran dibe ..

   Tiştek ji Eyaz re nema.. ji bilî dîtina çavên Arîn, tevî ku nikare ya dilê xwe jî jêre şirove bike, da ku zarok û jina wî bi vê bûyerê agehdar nebin, lewra Eyaz ev evîn di dilê xwe de veşart, Arîn jî nezane ku wê çi roj li hêviya wê bin, hema tenê dizane ku dilê wê yê nazdar bi evîneke dijwar hatiye biraştin .

 Ji wê rojê û şûn de, di şahî û şîniyan de, dema ku çavên wan bi awirên bêrîkirinê tîrêj didin, her yek dixwaze ya dilê xwe ji hevalê xwe re şirove bike, mixabin ji ber gelek sînorên jiyanê ku ew dorpêç kirine, ji dilekî bi tirs û saw nêzîkî vê pirsgirêkê dibin....

   Di şahiya mirovekî wan de, silav li hev dan piştî du heyvan ji dûrketinê û li dem û çaxên hev pirsîn û rengekî henekok, Eyaz jê pirî û got : Ha Arîn .. Hîna te kes bo xwe nedîtiye ..? .

- Belê .. Min bo xwe yekî delal dît, lê mixabin bi jin derket, nuha jî ez di nav gumanan de winda bûme .

- Bi xwedan tu pespora hilbijartina xortaye .

    Bi hev re ketin govendê, mîna du mûmên şeva zayînî ku dilên bi evîn ronahî kirin, bêyî ku gotinan ji hev re rêz bikin, zimanê evînê werger jê re navê û ne giringe ku her tişt bi nav bibe, rewş bi gotinê zelal nebû lê.. di dilê herduwan de evîna xwedayî veşartî ma, li ser dîwarê demê hate nivîsandin û di kevalekî sipî de çavên bendewariyê vekirî ma .   

22 . 7 . 2002 .

 

tirej.com
11/11/2003

 
   
 

tirej@tirej.com
©www.tirej.com,2002-2004[ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002