Bi xêr hatin malpera Tîrêj...Çandî, wêjeyî û hunerîye...


Nûçe û daxuyanî

Qilçix

Hevpeyvîn

Gotar

Helbest 

Çîrok

Nivîskar

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Wêneyên biyanî

Pêkenok

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 




Nermo  Tûjik

Mirîşkayetî

 

 

Min xewnek dît, bêjin xêr be!! min dît dîkê gundê me Soro, yê ku nikilê wî berê bostekê dirêj û tûj bû, û dengê wî qebe û digiha heft gundan û mirîşkek  nemabû ku baz nedabûbe ser, çavên wî mîna meya ku sed salî hatibe meyandin di binê zêrzemînên êzdîyan de, min ev dîk di xewnê de dît êdî hêkan dike û ber bi mirîşktîyê ve diçe!!

Çima min ev xewn dît:

Bi rastî navê dîk berê soro bû, kiryarên wî sor û rengê wî sor û çavên wî sor, yê ku ev nav lê kiribû ne şaş bû, lê rojekê ji rojên xwedê, dîkê me ji navê xwe bêzar bû û ji rengê xwe jî, sofî Simik  xanîyê xwe ji derve û hindir ve kils dikir, yanî geca spî di dîwaran dida, gundî li hawîr bûn, hinan alîkariya wî dikir û hinan jî çayê vedixwarin û nav di karkiran didan, ji nişkêve Soro weke birûskê ji nav mirîşkan bazda û hat  xwe li teşta geca spî qeliband û xwe tê werkir.  Pişt re xwe têr vegevizand heta bû wek gulokek berfa  sersalê!!

Sofî Simik ê lepên wî di hevîra kilsê de, qêrîya : hey malmîrat tu dîn bûyî!!

Yekî henekçî  ji gundîyan kenîya û got: na qurban, ew jî bûye aştîxwaz, hûn dê niha bibînin , wê ew hêkan jî bike û nema sibehan bang dide!

Temamiya xewnê:

Erê min Soro di xewnê de dît, hêkeke xwaromaro, spîçolkî, derizî ji qûnê şemitî û li ser kaya li bin wî di pînê de raxistî gindirî, ji nişkêve Soro axivî û berê xwe da min:

Kuro ma tu ne ji başûrê rojavayê Kurdistanî, ku min berê jêre digot : başûrê çûçano!!

Min gote Soro: erê. Ez ji başûrê reben im.

Soro: xwe qurre neke, reben meben çiye kuro!!  Ma ev çibû min niha li ber te kir?!

Ez: Soro axa welle ez jî nizanim !!tu dîkî lê te hêk kir!

Soro: hey bê hiş  ev ne hêke, ka hela destê xwe bihavêjê û binêre.

Min destê xwe avête hêka xwaromaro, di destê min de vebû, çi binêrim!! manifistoya partiyeke demoqrat û  nû ji bo rebenên kurdên sûrya yên ku partîyên wan nînin.

Soro di bin çavan re li min dinêrî ka ezê çi bibêjim, min manîfesto pêça û xiste hêkê û li bin wî danî, û got: Soroyê delal, baş e te nikilê xwe  yê weke dasê qusand, lê van hêkan neke. Nebe mirîşk.

 

tirej.com
03/11/2003

 
   
 

tirej@tirej.com
©www.tirej.com,2002-2004[ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002