Bi xêr hatin malpera Tîrêj...Çandî, wêjeyî û hunerîye...


Nûçe û daxuyanî

Qilçix

Hevpeyvîn

Gotar

Helbest 

Çîrok

Nivîskar

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Wêneyên biyanî

Pêkenok

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 




 

Perwîn

Em wek serxweşa di kenin

 

 

Wergerandina ji Almanî: Xelat

Kampa me ya dibistanê ya îsal gerek pir teybet be, ya talîye ko ez û hevalin xwe bi hev re diqedînin, em îsal sala şeşê ne, sala bê em ji hev diveqetin, û weha bû ............

Her tim kêfa min bi şevê di hat, çima ? ana ezê ji were bêjim !

Şevekê ji min weyê tev razane, çaxê “ Îvana “ bang kir : Perwîn ma tu razaye ? çawa min ê karîba razêm di çaxê ko “ Fîlorêta “ min di perçiqîne ?

Min xwe ji ser textê duwemîn berda xwarê, cem “ Îvana “ û me dest pê kir, me behsa her yekî ji hevalên xwe kir, ji xeynî me bi xwe, û em wek du serxwşa kenîn .

Me behsa herdu mamosteyên xwe kir,  behsa “ Lînda “ ya wek modêlekê dirazê, “ Vînsên “ hevalê me yê kevin, erê ……. Erê em li ser Ser tevan axivîn .

Ez dibêjim; saya kenê me yê mîna serxweşa bû ko me ne dikarî em razên. Ma çawa emê bikaribin razên çaxê ji alîyê çepê ve “ Îndîra “ dike pix pix, wek meymûnekî razaye, destê xwe wisa rast kirine heskî dixwaze bi şeqaman bi me keve. Min û “ Îvana “ weha dikir heskî ewê me bi xeniqîne, me destê xwe dikir bin stuyê xwe û xwe dugvaşt mîna ko em nikarin hilma xwe bikşînin û pêre dibî pelqênîya kenê me .

Ji alîyê rastê ve “ Adê “ destên xwe kirbûn kulm û hilma xwe bi lez dikşand, ya herî mezin…..” Fîlorêta “ ji banî dikir pix pix û xwe mîna dîna dileqand, her carekê wê xwe dileqand text tevde di heja, bi tirs me herduyan xwe dirêj kiribû û em di tirsiyan ko evên razayî tiştekî bi me bikin.

Çaxekî, belkî …… nêzîkî demjimêr dudu “ Adê “ ji xew rabû û got : hun dîn bûne, çima wisa di kenin ?

Dema me çend pêkenok û ramanên xwe jê re eşkere kirin, destpêkê ew bê deng ma, û pişt re, wê çi kir ? ……… bi me re dest bi ken kir .

Ji me weyê mamostayên me di xew de ne, em demeke din jî kenîn…….. ji nişkan ve herdu mamosteyên me di derî de sekinîn; di cih de me xwe dirêj kir, wisa mîna ko em ji zûve razayî ne, lê wek mamosteyan wan zanî em şiyarin.

Nêzîkî pênc deqa wan şerê me kir, digotin: gelek derenge ma hun nikarin bi pûnijin.

“ Irnist” xanim destên xwe kirin newqa xwe û got û got û got, berê xwe da min û got ….. çi got ?, çeltikê xwe yê xewê hilgire û were oda din, tenê, gelekî tenê.

Doh “ Îvana “ çû bû, Îro ezê herim. Min çeltikê xwe xirxirand. “ Irnist” xanim bi min re hat û “ kayseris “ xanim ma hîn jî şerê yên din dikir, tev ji xew rabibûn.

Di oda din de min xeberin tal ji “ Irnist” xanim seh kirin: şeva te bimîne xweş.

Ez hîn hinekî bi pêkenokên ko me gotibûn kenîm, piştre ez bi tirs ketim xewê, tev pîla xwe ya min hişk di destê xwe de girtibû, bi ronahîka zehîf, bi tirs û bi tenê, gelekî bi tenê …

13/10/2003

 

tirej.com
31/10/2003

 
   
 

tirej@tirej.com
©www.tirej.com,2002-2004[ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002