Bi xêr hatin malpera Tîrêj...Çandî, wêjeyî û hunerîye...


Nûçe û daxuyanî

Qilçix

Hevpeyvîn

Gotar

Helbest 

Çîrok

Nivîskar

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Wêneyên biyanî

Pêkenok

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 





Qado Şêrîn

Ji te re adete çima ji min porkurê re qebhete?

 

-keça min tu çima bê hevalî..?

dema diya wê wisa got, devê wê gazekê ji hev çû û mabûbû ziq li diya xwe binere, ev yek ji diya xwe ya ko guhê wê bi şîretan qul qulqn dibû, bawer nekir, ta do diya wê ew bi şîret dikir; binere keça min em ne Holnedîne ha, em kurd in, divê em wek kurdan li vir bijîn, bi kurdî biaxivin, bi kurdî bigrîin û bikenin, li ba me kurdan nabî hevalê qîzê weke Holendiyan hebî ta roja mêrkirinê divê qîz paqij bimîne û şeref û namûsa xwe û malbatê biparêze. Çîrok û serpêhatiyên ko diya wê di şevên zivistana dirêj de jêre digotin hatin bîra wê, di dema ko diya wê ew çîrok û serpêhatî jêre digotin, ew di mebesta diya xwe de nedighaşt, lê niha û piştî vê xwestekê têde gihaşt çima û ji bo çi diya wê çîroka Reşoyê Darê û Axa û jina Xerat jêre digotin. Axa yê ko mîna pêxemberekî xwe di dît, ko çavên wî bi çi jina xweşik û spehî ketana, êdî ew jin nema ji wî xilas dibû. dema Axa ew dît yekser berê mêrê wê yê xerat da riya çûn û nehatinê û çû ba wê, wê çend hêkên kelandî û rengînî li ber danîn û jêre got bixwe, paşî xwarina çendekan Axa hêk weke hevûdu dîtin lê tenê wê ew rengînî kiribûn. jina xerat jêre diyar kiribû ko jin hemû wisa ne, hemû jin in lê her yek bi rengekîye; êdî tu çi ji min dixwazî û ez jî weke jinên te me, ez jî jin im. Axa polî poşman vegeriya nav nivîna jina xwe ya biçûk, lê wê şevê tuştek nekir,  paşî ko baş di gotina jina xerat de mijûl bûbû. di dawiya her çîrokê de digot ; Şêrîna diya xwe divê yekê de bighêje, eger tu ne weke wê be tu ê serêşandinê ji xwe û me re çêbikî.

          Ev demeke nav wan sarogermo bûye, dê nema şîretan weke berê lê dikî û ev li xweşiya wê dihat, wê ji xwe re digot qey ez mezin bûme diya min êdî şerm dike şîretan li min bikî da ez xwe piçûk nebînim. Jixwe dê her tuşte, bira û bavê ko tenê şeş mehan nivîna diya wê germ kiribû û bi gihaştina diya wê re ew bû. hefteya borî dema ji nişkan de derî li diya xwe vekir wê ji çavên xwe bawer nekir, got û pirsî :

-dayê tu çi dikî.. ?

-ma tu nabînî ez çi dikim !!. bi bêhntengî û bê ko lê binere got.

Şerm kir li diya xwe vegerîne, hinarkên rûyê wê sor bûbûn û bê ko tuştekî bêjî bazda oda xwe, ramanekê ew bir yekê jî ew anî, gelo çima diya min rûyê xwe radike, di dema dawîde xeleka mêrkirina jibîr kirî jî nema dideyne, cil û solên nû li xwe dike. Lê ez dê li ser ya xwe bimînim û ta ji min bê ez nahêlim kesek wê ji min bistînî, diya min nabî mêrekî din bikî û pêre here ser textê xewê, jixwe ev gotin a wê ye, ew dê bi kesekî din re xew neke ta ko bîna bavê min di laş û damar û nava wê de be.

-Şêrîna min tu çilo razîye ez dê wê bikim

wek zarokek piçûk û bi girî xwe avêt hemêza diya xwe, kelo girî got :

-ez naxwazim tu mêra bikî..

-min jî negotiye dilê min, çi çaxa te mêr kir tu biryarê bide ka ez mêr bikim an na lê divê  tu hevalekî Holendî ji xwe re bibînî.

Ev nozdeh sal in ko ji dil û hinavên germ cuda û dûr ketiye. Hemêza dê germ û xweştirîn welate, ev deng, tep tepa dil li guhê wê xweş tê, ji dema ko giyan xwe berda nava wê û ji dema ko yekem car lebitî ew dil pêre bû, ew di lorand û jîn dida, jixwe niha jî dil wê yekê dike lê bi şêweyekî din, ew dizane ko dora wê ye. Hevalên wê qerf û tinazan pê dikin û dibêjin; hun rojhilatî ji xweşiya jiyana xwe re kar nakin, ji hevaltiya xort û qîzan xweş û şêrîntir tuştek tune, jxwe çend sal in em hemû dê kurk bikevin û mîna pûtekî roj li pey rojê û hêvî li pey hêviyê bijmêrin. Nêzîktirîn hevala wê ya Holendî Karîn e, berevajî diya wê rojane ew bi şîret dikir, gelek caran Karîn ji qestî li pêş çavên Şêrîn devê xwe dixist devê hevalê xwe û dibin çavan re li Şêrîn dinerî, Şêrîn jî sor û şîn dibû û bi hêrs ji Karîn re digot:

-hezar carî min ji te re gotiye li pêş min vê yekê meke.

Dudilî di ramiya û hestek xerîb ew guvaşt. Diya wê ew bi şîret û şeref û namûsê mezin kir, ji xwe re digot ko ez ne kurd bama niha hevalê min jî heba û minê jî devê xwe bixista devê wî, hest bû ko ne azade, ev jî rengek ji azadiyê ye, dê, şîret, şeref û namûs azadiyê bê giyan û qam bostî dikin, jixwe ez li ser vê yekê perwerde bûme. Dudiliî çavên xwe vekirin dît ko tenê ye û wê sare û ne di hemêza diya xwe ya germ de ye. Diya wê ya ko wê bi malê hind û yemenê nadî biryarên xwe li ser wê ferz dike, geh dibêjî nabî hevalê te hebî geh jî dibêje bila Holendî be. Şêrîn ev yek baş fam nekir, pirsî û got :

-lê ji bo çi bila Holendî be?

-roja tu dev ji wî berdî tê zanibî çima..!, diya wê wisa bersiva wê da.

Şêrîn hez dikir hevalê wê ji civaka wê be da ji Holendiyan re diyar bike ko ew ne kêmî wan in. Dizanîbû ko herî zanîngehê dê guneh û hovîtiyan bikî, bang li diya xwe kir û jêre got:

-tu dikarî wek Kenger min bixî nava xwe de?

-ma tu narî zanîngehê.

-baştire ko ez nerim.

Li kêleka dilê yekemîn ko jê hez kir û di hemêza diya xwe ya germ de hat bîra wê ko heft salî bû, ne tenê şaşî û guneh nedikirin belê tunebûn, hat bîra wê ko Padîşahekî ji qîza xwe ya delalî û bi tenê pirsî:

-keça min ya ko ez pir ji te hez dikim, di dinyê de çi gelekî gelekî xweşe ?

-razana bi mêrre!!,

dema keça şazdeh salî wisa got pêre pêre madê bavê wê reş û şîn bû, tirs û tevzînok bi laşê wê ve hilperikîn, nas kir ko bavê xwe bi wê gotinê aciz kir, wî yekser birayara dalqandina wê da, da ko xwe ji şermezariya wê bişo, di dadgehê de dadmend jê pirsî :

-te çima wisa got ? te bavê xwe şermezar kir, ma tu bi mêr re razaye?

-na ez ranezame..!!

-çimkî tu ranezaye wek tu dibêjî êdî çilo tu wisa dibêjî?

-min ev yek ji diya xwe nas kir, dema dizê ax û ofa wê di asmanê heftan re derdikeve, lê du roj narin careke din bavê min bera ser xwe dide û dizane ko dê avis bibe û careke din bikeve wê rewşa xerab de.

            Rewşê xanima Reşoyê Darê hate bîra wê, ya ko di zindana(şikefta) Berdewîl de û bi cendekê  Lewend Axa yê qet qeto kirî porê mêrê xwe spî kiribû, da ko şeref û namûsa xwe û mêrê xwe biparêze, wê ew di mal de kir qet qeto û avêt binê zindana berdewîl ya ko bi roj kesekî newêrî derbasbê, paşî laşê wî bi bivir kiribû qet qeto jêre gotibû; De bixwe namûsa keçê bava ne bê xwedî ye. Li van welatan ne ev heye ne jî ew heye, tenê hevaltiya xort û qîzan heye, ne şeref heye ne jî namûs heye, her mirovek bi xwe û ji xwe re dike bêguman wisa raste çimkî jin jî wek mêr can û giyane, ma ez ne can û giyanim, helbet diya min ji bo min wisa dibêjî, wê diye û kiriye û ew çêtir zane û ji bo ko ez ji wê xweşiyê bêpar nemînim diya min ji min dixwaze ko hevalekî Holendî bigrim.

-Şêrîn.., wek marek pê vede bi dengê Marko de Meide re veciniqî dema wî bang li wê kir û ji xew û sawêran şiyar bû, baş bû ko kes li dor wê tunebû, li ser daxwaza Şêrîn li ba rûnişt, dît ko îro Şêrîn ji her roj bêhtir ber bi wî ve dire, ev du sal rojane hev dibînin û di yek rêzê de dixwînin. Wî bi şerm û germayî got :

-Şêrîn ez ji zûve ji te hez dikim lê min newêrî bêjim..

-çima te nediwêrî ma minê tu xwariba..?

-min guman dikir ko hûn xelkên rojhilat hez kirinê nas nakin. Dema wî wisa got Şêrîn xwe çeng kir hemêza wî, wî digot qey xewne, ew ber bi xwe ve kişand û dixwest ko bibin laşek, dixwest dem wisa raweste û hemû hevalên wî çi qîz çi xort wî di wê rewşê de bibînin. Hemiyan tinazên xwe bi wî wek bi Şêrîn dikirin û digotin çima tu bê hevalkî, wî bawer nedikir ko rojekê Şêrîn jê hez bike û di hemêza xwe de bibîne. Di hemêza wî de hestê azadiyeke bê sînor hatê. Wek du perwaneyan firiyan û bi hev re digotin; em pêlên derya ne.

-divê tu navê xwe bikî Ferhad, Li ser riya malê ev jê xwest. Li mal wê yekser ji diya xwe re eşkere kir ko wê Ferhadê dilê xwe dît, vê yekê şahî xiste dilê diya wê, ji xwe re digot ko min bizanîba diya min huqasî dê şa û kêfxweş bibe minê ji zûde Ferhadê xwe girtiba, diya wê got :

-dema tu bixwazî tu dikarî wî bînî mal.

-ez niha dixwzim wî bibînim.

-Ez jî..

-na ko hat jî emê herin oda min.

                      Di oda wê de sê wêne bi dîwar ve daliqandî bûn, Mihemed Şêxo, Celadet Bedirxan û di ser neynikê re jî wêneyê Diyana daliqandî bû, di wê odê de bi şîret û çîrok û serpêhatiyên ko diya wê jê re digotin mezin bûbû, niha di wê odê de di ber Ferhadê xwe de ye û ax û ofa wê ye, diya wê jî ew deng dikir û di qelşa derî re li wan dinerî, bûbû pîzotek ji agir, destek xistibû nav lingên xwe û bi yê din çiçkên xwe diguvaştin, helke helk pê ketibû, di nava xwe de digot; gelo heye careke din ez jî wisa bikim, dixwest ko ew û ne Şêrîn ba, dema dengê ax û ofê rawesta bêhn çikyayî diya wê bang li we kir û got:

-çilo bû Şêrîna min, xweşbû?

-aaaaaaaaaaax dayê jiyane..çilo ta niha min xwe jê bêpar kirbû û bi ya te nedikir ez nizanim,

-ji ber ko jiyane û pir xweşe êdî tu çima min jê bêpar dikî keça min?.

- niha divê tu mêr bikî…bibore dayê..

09.09.2003 Winterswijk-Holenda

tirej.com
20/10/2003

 
   
 

tirej@tirej.com
©www.tirej.com,2002-2004[ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002