Bi xêr hatin malpera Tîrêj...Çandî, wêjeyî û hunerîye...


Nûçe û daxuyanî

Qilçix

Hevpeyvîn

Gotar

Helbest 

Çîrok

Nivîskar

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Wêneyên biyanî

Pêkenok

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 





Amadekirina: Ezîz Xemcivîn

Mamûr Efendî

Ji folklora Kurdî

Ji devê stranbêj û tinazkerê Kurd Şefîqo hetiye guhastin

 

Di dema Osmaniyan de Mamûr{fermandarê bacê} hebûn li gundan digeriyan, îş û karê dewletê dikirin, bac û "derîbe" ji xelkê distandin.

Dibêjin rojekê yekî Mamûr li gundekî bû mêvan helbet li oda Muxtar rûdinê, êvarî ji Muxtar re got heyran em mereqlî ne, em xelkê Mardînê ji keyfê hez dikin, gelo dengbêj li gundê we hene em şevbuhêrkeke xweş li gel stranên wan bibûrînin?

Muxtar got: çawa tunene! Rabû Muxtar şand pey du sê dengbêjan{stranbêj} jê re stran gotin; yek ji wan dengbêjan dengê wî bi guhê Mamûr Efendî xweş hat, bang lê kir û got were kêleka min.. hat li nik wî rûnişt û got: de ka çend lawikan ji me re bêje bavê min... yê stranbêj stra:

 

Lê Nûrê lê Nûrê hay hay lê Nûrê...

lê Nûrê lê Nûrê hay hay lê Nûrê

de rabe sebra ber vî dilî,

qunder e  reşê, bizmar hûrê...

Maşele maşele...ev çawa wilo tu dibêjî yahooo, lê Nûrê....em biqurbana ev dengê te .....aaaax ..... ê welle bi şerefê min ko tu bi hata cem me Mardîn ko em wilo carê rûnên, çayxane hene em lê vedixun, em qedehekê li ser vê Nûrê vexun....em pere bidin te, were yaho tu çi dikî li vî gundê xerab be? Were cem me Mardîn cê kêfçiya.

Bavê min: heye li cem min demjimêrek{seetek} evê bêrîka ê zilama ye marka Demiryo ye, ê Mamûran ne her sal em yekê distînin em wê bidin te.. kêfa ê dengbêj pir hat, dengê xwe bêtir lê berda û got:

Hele can hele can hele can hele can canê

bê bavê tu ne bû xezalek li deşta Wanê

min Tajîtolê xwe berdanê

ji banga sibê heya melê nîro

ez dikim nakim bê xwediya

ferikîn û ne gihanê....

-ev canê, ev yanî wisa dibêjî canê, tu hejêkirbûyê? Welahî dengê te xweş e, bi xwedê ko tu li cem me ba....aaaaax... maşele maşele yaho çawa wisan dibêjî ev canê... heye li cem min bedlekî şuxlê Mamûran zaten em her meh yekî distînin, ew jî li xurcikê me ye sibe çaxê em Bergîlê xwe siwarên û bimeşin bîne bîra min em ew jî bidin te....

{dengbêj di dilê xwe de got xwedê ji min re lêxist lawo her şev qirka min diqete kesek tiştekî nade min!!}

dîsa stra û dengê xwe lê bêtir berda

yar yar yar yar yar yar

yar meyro yar meyremê

bê bavê dînê min got:

yarî sed cara bi min yarî

tu nebû keçika Elo Begarî

nerîna te bi pênsedî, ramûsana te bi hezarî

çend cara min digot

tê pala xwe nede wî hêtî wî dîwarî

berê xwe nedî wî kalê heftê salî

berê xwe bidî xortekî wek Mamûr Efendî çarde salî

wê li te biherimînî xewa sibê û êvarî

te biqulpînî vî alî û wî alî

te bike nala Gîska gurî talya keriya Guran xwarî

dilo yar dilo yar yar yar yar

beşera ber vî dilî yar Meyroooooooo

eeeeew ezê çavê te bixum tu li ser min dibêjî heye li cem min potînek ew jî li xurcikê min e sibê ez wê jî bidim te...!!

heya wilo lê bû nîvê şevê, xewa Mamûr Efendî hat, Muxtar ji dengbêjan re got xewa mêvanê min tê rabin herin bela ji xwe re rakeve, rabû Mamûr ji ê dengbêj re got sibe ezê zû herim min ji xew rake...

ê dengbêj çû malê jina wî jê re got malneketo qey te kirî malek ji xwe re li wê derê çêkira!! Got hiş keçê bixwedê ji roja ko min straye, wek îro min sûde negirtiye....çawa rebeno?/ got bi xwedê yekî Mamûr hatibû Mardînî bû, kêfçî bû bi xwedê min her stran digot tiştek dida min bi xwedê demjimêrek, potînek û bedlek da min, sibe divê ez wî zû ji xew rakim berî gemê da biçe û wê emanetê min jî bide min, jina wî got xwezî her roj mêvanê wilo bihatana....

heya sibê herdu ji keyfa re raneketin..... sibehê zû jinkê jê rev got filankes rabe serxwe berî ê Mamûr biçe her bang lê bike bila rabe ser xwe û emanetê xwe jî ji balê bîne. Rabû çû cem ê Mamûr bang lê kir,

Mamûr Efendî got erê wele seetê te xweş ka peşkek av ji min re bîne li ser çavê xwe bikim, rabû hinek av jê re anî ser çavê xwe şûşt, xwe girêda, bi serê Bergîlê wî jî girt heya çû ...tiştek nedayê!! Ê dengbêj bang lê kir Mamûr Efendî..hiiihiii Mamûr Efendî hiiiiihiii

Mamûr lê zîvirî û got çî ye bavê min!? Got mane te do soz bi min re da tu bedlekî, demjimêrekê û potînekê bidî min!! Mamûr Efendî lê vegerand bavê min: te çî xwe dayî min em çî xwe bidin teeeeeeeee, te ji me re xweş dikir û min jî ji te re xweş dikir....

24/9/2003

{guftûgo ji devê Şefîqo hatiye girtin û wek zimanê ko Mamûr peyivî ye hatiye nivîsandin}

 

tirej.com
16/10/2003

 
   
 

tirej@tirej.com
©www.tirej.com,2002-2004[ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002