Bi xêr hatin malpera Tîrêj...Çandî, wêjeyî û hunerîye...


Nûçe û daxuyanî

Qilçix

Hevpeyvîn

Gotar

Helbest 

Çîrok

Nivîskar

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Wêneyên biyanî

Pêkenok

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 





BAJARÊ DIRINDE

Pirtûka nû ya Ehmedê Huseynî

 

Tirej.com. TAYBET

Li Amedê, di nav weşanên Belkî de, pirtûka hefyemîn (Bajarê Dirinde) a helbestvanê kurd Ehmedê Huseynî, derket.

Di pirtûkê de, weşanxaneya Belkî Ehmed Huseynî dinasîne û wisa dibêje:

Ehmed Huseynî li bajarê Amûdê sala 1955ê ji dayik bû. Li zankoya Şamê beşa felsefeyê bi dawî aniye û ji sala 1989ê de li Swêdê dimîne.

Pirtûka nû ya Ehmedê Huseynî ji çar helbestan pêk tê:

Amûdê û Jînenîgariya Bajarekî Dirinde

Brûsken Qoser

Brûsken Qoserî

De Mededa Xewsê Amede be!

Helbesta dawîn a bi navê De Mededa xewsê Amed be du parên pirtûka ku ji 62 rûpelan pêk tê, dide ber xwe.

Bi zimanê xwe yê aloz û dahênane, Ehmed Huseynî bi awayekî pir tîr amajeyan bi kar tîne. Hem amaje û sîmbolên zimanî û hem jî yên jiyanî; daku em di nav wan de pêrgî aloziya xwendinê bibin.

Helbestvan ji bo xwendina helbestên xwe li xwendevanên lawaz û tembel nagere. helbesteke kurmancî pêşkêşî me dike; helbesta kurmancî ya ku heta îro  ji astên hêsan û şoreşgêriya xwe ya zuha û ji xwedubarekirina xwe ya bêwate rizgar nebûye. 

Nûjeniya Ehmedê Huseynî nûjeniya lêgerîna giyanê kurd û bajarên kurd e, ango lêkolîneke zimanî ya pir hûrbînane ye, li peyva helbestî digere; peyva ku bi alîkariya wê  berbi deqekî kurdî û helbestî ve sernişîv bibe.

Digel vê yekê jî, em carcaran di nav rêzên helbestan de pêrgî dengvedan û henasa klasîkan dibin; henas û dengvedana ku hêjî Ehmed Huseynî xwe ji wan rizgar nekiriye. Gelek caran di helbestan de helbestvan rê dide terazî û beşavendan.

Helbesta E. Huseynî helbesta pexşana kurdî ya yekta ye. Helbesta têkelbûna nûjenî û tazegeriya rojava û realîteya kurd a ekzotîk û surdar e: Xeyal û fantazî, rûdan û cîhanên derûnî yên zindî û jîndarên kurd, peyvên rojane û zimanê bejinbilind û hêzdar ê ku bi giyan û zanîna helbestvên hatiye nejinandin, bi pêş ve diçin. Li vir, taybetmendiya E. Huseynî diyar dibe- wek taybetmendiya Selîm Berekat a di erebî de-  taybetmendiya zeftkrina rehên zimên: taybetmendiya zimanekî sext ku lutkeyan diherifîne. Wek ku di bergê dawîn ê pirtûkê de hatiye nivîsandin:

 (Helbestkar, weke her pirtûka xwe

Di vê pirtûka xwe de jî xwîna xwe

Ji xwe re kiriye hibir û pê nivîsiye,

Bêguman Ehmed Huseynî lutkeyeke ji lûtkeyên

helbesta kurmancî ye, li zozanên letretûrê digere,

Li zozanên letretûrê îmaje û têmayan kom dike û xelatî

me xwendevanan dike.

Hege em wî nexwînin em ê tama bilindahiyê nizanibin…)

Em li vir, piştî destûr wergirtina ji helbestvên, beşekî ji helbesta De Mededa xewsê Amed be, diweşînin

 

De Mededa Xewsê Amed be!

Çîroka te ya ji semageriya tozê

bi zimanê tavsorkê

ji çîrokan û ji baranê re dibêjim

û çîrokbêjên xwîna te,

di berbangên reşgirêdayî de

bi destên xwe yên

ji tûtin û seferan dixeniqînim.

li ser keviya nalînê,

wek ku pêrgî çavên dayika xwe bibim,

pêrgî derengmayîna evînbazan

û şkestina awirên ewran

û nehwirîna bend

û ayetên gerdena te dibim...

Na Amedê na!

Min nedixwest raperîna gulên

pirtûka te ji dilê xwe re bibêjim

û mirinên cegerdar ji dayika xwe re

li ser peravên bîranînê raxînim

û devê te yê ji gazinan

bi destmala sirûdên

lezgîn ên ji bîna şevê girêbidim!

Na Amedê na!

min nedixwest darbesta te

di bêdengiya

Deriyê Rihayê de bikolim

û tûya newqa te

bi hawara xwe bihejînim!

Bi tenê rexekî ji rexên

evînê, giryan di bîbikên

şevistanan de didît,

û bi tenê ewrekî ji

ewrên kenê te dastana

xwe bi ser gulgenimên

hevdîtinê de dibarand!

Ber bi te û zeviyên nenas

ên porê te ve dihatim

û di hinarên hinarkên

te de wek sorekî mirî dibişkivîm..

Ber bi dilbijîna ji kevir

a memikên te ve dihatim

û di razên rizyayî yên

Amûda kenê te de dihêwirîm..

kî li kê dibane Amedê?

kevokên lêvên te

ji xwe re digotin

û baskên min ên

ji pûnga qederê di

nav mista te de wek çurisînê

li wir diman!

Kî li kê dibane Amedê?

Hespên te yên serberdayî

li hev temaşa dikirin û

derdên xwe, kemendên

xwe bi ser lerza qonaxê

de direşandin..

kî li kê dibane Amedê?

mirinê ji jiyanê re evîn dipesinand

û şevbuhêrk di pîtanokên

helbestê de vedişart,

dem birîndar dibû û salên

xewnê xewrevîn dimêtin.

Kî li kê dibane Amed?

û brûskên westyayî

yên bêrîkirina tawanbar

rûbaran bi kêrên seferê

letlet dikin!

çîrokê ji çîrokan re bibêjin

û gotinê bi keskesora

çavên bûkan binixumînin..

kî li kê dibane Amed?

Û van bîhokan di nexşeya

sînga xwe de biteqîne,

vê birînê di êvara biskên

xwe de bi xunava

xatirxwestinê binimîne.

Û van stêrkên sergerdan

û şeyda di esmanê

xeftanê xwe de nîgar bike,

van gavên giyankuj ên qederê

di henasa xwe de hişyar bike,

û vê mededa tûj

û rizyayî di ferhenga

dînên xwe de har bike,

û bibêje:

Ez wargeha govendgerê 

derengmayî yê ji mija

serhed im!

Ez  xelwetgeha Huseyniyê

Ehmed im!

Bibêje

Ez Meded im, mededa Xewsê

Amed im!

 

tirej.com
16/10/2003

 
   
 

tirej@tirej.com
©www.tirej.com,2002-2004[ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002