Bi xêr hatin malpera Tîrêj...Çandî, wêjeyî û hunerîye...


Nûçe û daxuyanî

Qilçix

Hevpeyvîn

Gotar

Helbest 

Çîrok

Nivîskar

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Wêneyên biyanî

Pêkenok

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 






Jan DOST

Nimra nigê te çende?

 

Ji bo Nezîr Palo

Temenê me bûye golek û genî dibe!

 

- nimra nigê min çil û do ye!

Dema derbasî odeyên ku ji bo kar dişandin pey wî dibû ,ev hevok ji devê wî dişemitî wek rûn li ser meqilkeke sincirî bişemite. Karmendên çav pisîkî bi devekî ji hev lê dinêrîn û hinekan ji wan kenekî bi qerf di ber xwe de dikirin.

Di jiyana wî de li du deveran pirsa nimra nigê wî jê dihate kirin, li cem solfiroşan û  piştî ku ji cem polîsên welatê ku jê hatî derdiket, helbet bûbû pêkenokek, her carê derbasî cem polîsan dibû nimra nigê wî mezintir dibû, lêdana bi qamçiyan di binê lingan de xwedê şanî  kerê bar jî neke, heta heftîyekê sola wî nema li nigê wî dihat, mecbûr dima  sola apê xwe yê ku li taxê bi nigê xwe yê mezin navdar bû, li xwe dikir,  li civatan navê sola apê wî kiribûn dergûşa zarokan , bi rastî jî zarokekî şîr karîbû  têde têkeve xew.

Lê vê carê û li vê xerîbiya bêdil, nedihate bala wî ku li bîroyên kar nimra nigê wî jê bipirsin, wî di dilê xwe de digot: ez nivîskarim!  bêguman dewlet wê nirxê nivîskarîya min zanibe, erê ez li welêt ne ewqasî bi qîmet bûm ji ber nivîskariya xwe, lê li vir!!

Bi singeke bilind ji dozger re roja yekem got: ez rojnamevanim, nivîskarim. Û pirtûkên xwe li ber dozger weke kevirên hefokan rêz kirin.

Piştî du salan ji hatina xwe têgihişt ku pirtûkên wî ango berhemên mejîyê serê wî û keda hestên dilê wî ne pêwistin bi qasî nigên wî û nimra wan!

Di xewnên penaberîya xwe de didît ku wê konfranseke ragihandinê ji wî re li dar bixin û weke nivîskarekî lê binêrin, lê dema roj bi roj ji nivîskarîya xwe dihate şuştin weke ku ji qerêjekê were şuştin, nas kir ku bi rastî dew birayê mast e, hate bîra wî roja ku pirtûkên xwe kom kirin û agir berda wan, rojeke havînê bû, birayê wî Qewso êdî ew weke libeke genim bi destarê derewên xwe dihêra, Qewso rojê kaxezek derdixist û  digot binêre kekê min ev qas deyn li te çêbûne!

Wî nizanibû deynê çi ne û kengî ketine sikura wî, ji ber ku devnerm bû ne dixwest dilê birayê xwe bihêle, serê xwe dihejand û li pelikên ku bi murekkeba derewan hatine nivîsîn dinêrî. lê kêr giha hestî û Qewso êdî dixwest erdê wî yê ku mala xwe li ser ava dikir jê bistîne, nas kir ku nivîskarîya wî bela serê wî ye, ev pirtûkên ku di refikên odeya wî de rêz bûne , bela serê wî ne û zimanê wî kin dikin, rabû hemî pirtûkên xwe di nîvê mala xwe ya ne temam kirî de kom kirin û agir berda wan, xelkên taxê tev lê kom bûn û hatin ku agir vemrînin, lê wî bi çavin sor got: eger yek ji we nêzîkî min bibe ez agir bi xwe jî dixim.

Hêdî hêdî ew pirtûk bûne arîyeke sar û kela dilê wî jî pêre hinekî sar bû.

Nas kir ku êdî ev welat ne cihê wî ye, eger birayê wî weke nivîskarekî wî nabîne, îca wê xelk çawa bin!!

Li vir bi çar alîyan de dibezîya û li karekî digerîya, ne ku li kar digerîya, lê Sosyala bajêr zext lê dikirin da ku kar bike, name li dû nameyê jêre dihatin, qutîya posta wî êdî qûnek bûbû hingî nameyên sosyalê diketinê, berê wî didane adresin nenas, xwe li tirênan dikir û berê xwe dida wan adresan.

Karê ku jê dihate xwestin tim paqijkirina goristan û bexçe û rêyan bû, ji ber vê jî di cihê cih de pirsa nimra nigê wî dikirin, wî di serî de fêm ne kir mesele çi ye, lê dawî nas kir ku dixwazin sol û lepik û pantelonekî li gor pîvana bejna wî jê re peyda bikin da ku kar bike, diçû kîjan deverê nimra nigê wî dibirin û digotinê here emê telefonî te bikin!!

Piştî du rojan bersiv dihat: mixabin tu ji me re nabî.

Mat dima, çima ez nabim gelo? Nas kir ku dîsa nivîskarîya wî bûye kelem, ji ber ku ji nezanîya xwe dema pirsa karê wî jê dihate kirin digot: nivîskarim ezbenî!! Ew difikirî ku bibêje ez nivîskarim wê hinekî bi rêz û hurmet têkilî wî û karê wî bibin, nebe nebe  karê qerêj pê nakin.  Lê cara dawî  dema ku ji zilamê girover û çavpisîkî yê li pişt maseyeke pehn û dirêj rûniştî re got: ez nivîskarim! Mêrik  awireke tund tê veda û bi ziwabûneke bêsînor  jêre

got: ez nimra nigê te dipirsim, ne ya serê te!!

Paş stûyê xwe xurand û weke yekî ku bi xwe de berda be ji bîroyê derket û berê xwe da mal.

bûyera berî sê salan hate bîra wî. bi ku de diçe pirtûkên wî û nivîskariya wî rê li ber digrin, nema zanibû çawa bike, nivîskarî ne kiraseke ji xwe ke, yan jî xwarineke hew bixwe, mîratê kurm e û di xwînê de ye, diya wî tim digotê: kurê min  ev çi ye tu dinivîsî? Karekî bi fêde bike, nivîskarî nan nade kesî. Rastî jî weha bû, li welêt her kar kir, bû mamoste, bû mele , dikan vekirin, ticareteke pîsik jî kir, çi pereyên ku qezenc dikirin li çapkirina kitêbên xwe dida.

Dema karê xwe û derketina Ewropa dikir, hevalê wî yê nivîskar yê ku berî wî solên xwe li ser axa vî welatî danîbûn, di telefoneke xwe de got: bilezîne ma tu çi dikî lo! Ew welat ne cihê yekî weke te ye  were , zû were.

Bûyer û bîranîn di serê wî de li bin guhê hev ketin, li refikan mêze kir, pirtûk hemî ketibûn rengê mar û tûpişkan, weke dînan bezîya kitêbên xwe û yeko yeko qetandin û ji qatê yazdehan ew avêtin zikakê.

 

tirej.com
16/10/2003

 
   
 

tirej@tirej.com
©www.tirej.com,2002-2004[ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002