Bi xêr hatin malpera Tîrêj...Çandî, wêjeyî û hunerîye...


Nûçe û daxuyanî

Qilçix

Hevpeyvîn

Gotar

Helbest 

Çîrok

Nivîskar

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Wêneyên biyanî

Pêkenok

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 






Baqî            Helîm

Tiracîdiya evînê li cem kurdan

Hevpeyivînek li gel Ebdulbaqî Huseynî

 

Hevpeyivîna: Helîm Yûsif

Di roja 31.05.03 de telefizyona Mezopotamya , di bernameya Gava Sêyemîn de giftûgoyek dinavbera pêşkêşvanê pirogramê Helîm Yûsif û rojnamevan Ebdulbaqî Huseynî li ser vê mijarê çêbû. Li vir emê wê giftûgoyê ji xwendevanên malpera Tîrêj re di çend xelekan de belav bikin..

(Xeleka yekem)

Temeşevanên hêja dema we xweş be!

Careke din di bernameya Gava Sêyemîn em bi hev re ne, mijara meyî îro “Evîn li cem kurdan e” . Bingeha vê mijarê gotareke mamoste Ebdulbaqî Huseynî ye ku berî demekê hatibû weşandin, li ser çîrokên gelêrî li cem me kurdan çi yên devkî, çi yên nivîsandî ne..

Ji bo giftûgoya vê mijarê mamoste Ebdulbaqî Huseynî li vêderê amedeye.

Helîm: Tu bixêrê hatî!

Baqî: Sipas.

Helîm: Destpêkê pirsa min li ser mijara evînê li cem kurdan ewe, gelo tu taybetîya evînê li cem kurdan heye an na?

 Baqî: Ew taybetiyek wiha cuda li gor gelên hawîrdora kurdan tuneye, lê dîroka me ya kurdî bi çîrokên evînê pir dewlemende, seba vê  min du gotar li ser vê mijarê nivîsandibûn. Evîn li cem kurdan çima herdem bi rengekî tracîdî bi dawî dibe, ew tracîdiya evînê çima ewqas mezine li gor gelên hawîrdora me?. Eger em li ser taybetiya evînê biaxivin, ez karim bêjim: ”Evîn li cem me mirine”.

Helîm: Yanî dema ku tu qala aliyê tracîdî bike, gelek çîrokên miletên din jî hene wek; Leyla û Mecnûn, an Romiyo û Juliyêt, dîsa bi awayekî tracîdî bi dawî dibin, heger mesela tracîdî û mirinê be, vaye em di çîrokên miletên din jî dibînin eynî encam heye?

 Baqî: Raste, belkî ew wek nimûne li cem xelkên dîtir hebin, wekû te jî got, Romiyo û Juliyêt çîrokek pir navdare û dawiya wê tracîdiye, lê belê pir çîrok li cem me henin , ez dikarim navê sê nimûneyan bêjim: Mem û Zîn dawiya wê tracîdiye, Ferhad û Şêrîn dawiya wê tracîdiye, Siyamend û Xecê dawiya wê tracîdiye.

Helîm: Başe, taybetîyek van çîrokan ji dervî çîrokên ku ji hêla nivîskarên din hatine nivîsandin, an ji hêla gelên din hatine gotin bi awayekî devkî. Gelo taybetiya van hersî çîrokên ku te gotin çine?

Baqî: Taybetiya van hersî çîrokan eve ku di gelek waran de dighên hev, wek nimûne; eger tu li lehenga van hersî çîrokan binere, wek Zînê, Şêrîn û Xecê, tê bibînî ku ew hersî keçên dewlemendan bûn, û heger tu lehengên çîrokan binere, çi Mem, çi Ferhad, çi Siyamend, ev hersî kurên qata jêrîne, xizan bûn.

Helîm: Başe, gelo keçên feqîr nikarin hezbikin, an xortên zengînan nikarin hezbikin?

Baqî: Belê, lê ev çîrok vedgerin sosiyoloca kurdî, bê ev hersî çîrok çawa ava kirine. Ew çi zihniyetbû ku ew tesadif , ew rêkewt giya hev û hersî keç keçên dewlemendan bûn, û hersî xort kurên xizanan bûn.Gelo ew ji ber xwe ve hatiye?, an jî ew kesên ku ev çîrok sazkirine, ev gelê kurd , ji bingehekê tracîdî avakirine !.

Helîm: Em nikarin vê vegerînin zehmetiya bidawîbûna evînê, bi encameke baş bo evînê? Jin an jî keç hemû zengîn bûn, bo zehmetiyek mezin çê bibin û dawiyek tracîdî çê bibin?

Baqî: li himber vê ezê çîrokek dî bînim, çîroka Fatma Salih Axa, dema ku wê hez şivan kir, ewê nedizanî ku Mîr Mihemede kurê Mîrekî ye, wî xwe xistibû kirasê şivanekî..û Fatma Salih axa nizanîbû ku Mîrek di hundirê wî de heye.

Helîm: Gelê kurd wexta dest bi evînê dikin, an jî dema evîn li cem wan tê avakirin, cem herdû qadên civakî, çi xizanbe, çi dewlemend be.., ev bi çi rengî derbas dibe?

Baqî: Di baweriya min de li cem kurdan tiştek heye dibêje ku; zengîn naghên zengînan û feqîr naghên feqîran di warê evînê de, divêt tiştekî newek hevbin, sedema vî tiştî ewe ku bi gelek awan tê girêdan wek ola islamî konê xwe pir vegirtibû ji ber vî hawî hezkirina di navbera keç û xort de nedixwest ew evîn berdewam bibe, herdem dixwest ew bi kur karîbûn, ji ber xwediyê keçê dewlemendbûn, barê herî giran , herî zehmet didan ber da ku dawiya wî bînin, mirina wî bînin, û dawî neghê wê arama xwe.

Helîm: Çîroka Zembîl-Firoş bi awayekî din bû, dîsa jin zengîn bû, wiha jî Zembîl-Firoş feqîrekbû. Dîsa rengekî tracîdî dan çîrokê, çima çîrokek nerast dinavbera jin û mêrekî ji qada jêr an ji jin û mêrekî ji qada jor?

Baqî: Em karin bêjin ku ev felsefake di jiyana kurd de, di hebûna kurd de, eger tu bala xwe didêyê, di vê dema dawî de jî, helbestvan û rewşenbîrên me dema ku çîrokên evînî an jî helbestekê evînî saz dikin, ew jî dawiya wê bi tracîdî pêktînin. Wek nimûne Seydayê Tîrêj çîrokek ristibû ( bi helbestî) dawiya wê tracîdîbû , herwekî dostê me Salihê Heydo çîrokek bi ristî nivîsandibû dawiya wê bi mirnê anîbû. Ez nizanim çima kurd hez ji  çakbîniyê nakin, çima hez ji evîna evîn nakin, ez bawerim ev vedgere sykolociya mirovê kurd ku azadî tucarî di jiyana xwe de nedîtîye, ew azadiya hez keçikê bike, hez xuristê bike, hez tiştê herî di canê mirov de bike.

Helîm: Başe, li ser evîna Mem, li gor dîtina te ew evîna Mem ji Zînê re, ew ji çîroka devkî hatiye stendin, emê destpêkê  ser ya Ehmedê Xanî rawestin, Evîn di pirtûka Xanî de ne tenê evîna Mem bû, lê evîna Ehmedê Xanî ji Xweda re bû, wek nivîskarekî mitesewif, tu di vî warî de çi dibêje?

Baqî: Bêguman dema ku seydayê Xanî ev çîroka gelêrî a bi navê Memê Alan bihîst, xwest ku kirasekî nû lê bike, gelek tiştên xweyî kesayetî bi nivîskî berdan vê çîrokê, wekû te jî kerem kir, hezkirina tesewifî cem Xanî, xwest di vê çîroka nazenîn de , di vê çîroka tracîdî de bike wek pêşgotinekê ji vê pirtûkê re.

Bêguman çi kesê ku çîrokekê ji kulturê hildibjêre û dixe warê nivîsandinê, hin bûyerên xwe, hin serpêhatiyên xwe , hin bobelatên yên kesayetî dixin qurçikek ji qurçikên çîrokê, ev nimûneyeke pir hêjaye ku Xanî kirasekî Islamî li Mem û Zîn kiriye.

Helîm: Mem û Zîn bi giştî tu dikare çawa binerxîne bi nerînekê?

Baqî: Bêguman çîrok wek bingehekê pir hêjaye, lê mixabin ji seydayê Xanî bigre ta dema îro ew rewşenbîrên meyî kurd ku tibabek ji pirtûkan li ser vê dastanê nivîsandine, dîsa jî negihane felsefeya hundirê wê, çima dawiya vê dastanê mirina herdû lehengan bû, kesek nêzîkî vê meselê nebûye.

Kesên ku pirtûk li ser nivîsandine wek: Dr. Ezzedîn Mustefa Resûl û hevalê me Can Dost hinek şirovekirin dane malikên Memozîna seydayê Xanî, Mihemed Emîn Bozersalan ew jî çîrok bi rengekî ji rengan belav kiriye. Ez dibêjim ku di pêşerojan de wê kesên pispor vê çîrokê helweşînin, vê çîrokê vekolin, vê çîrokê vepexêrin, karin bighên koka wê, bê çima ev felsefa han di dawiya çîrokê de peydabûye, çima dawî herdem şînî bû, çima dawî xemgînî bû…Piştî şirovekirina vê çîrokê wê bighên encamekê ku gelê kurd çawa diramiyan û dirame.

Helîm: Lê pirsa min li ser tiştekî dine, pirs jî wihaye, eger dawiya Mem û Zîn ne mirin ba, gelo wê ev çîrok hebûya, di nav gelê kurd de bima?

Baqî: Pirsa te pir hêjaye, ev kêşe herdem bala min dikşîne ku seydayê Xanî hin guhertin bikirna wek nimûne seydayê Xanî ji dêvla wî Beko Ewanî , mirovekî hinekî diltenik em nabêjin gelekî dil-tenik peydabûna û bi hiştina ku herdû lehengên bedew bighane hev û ew agirê nazik gurnekirina,  dawîya wan bi şîkirnê ba bi zewacê ba, ew şûn wê xwe di hundirê xwendevanan re bigrta, herdem ez di vê pirsê de me eger Xanî ew dawî bighurtana wê ew şûn cihê xwe bigrtana, bêguman na !.

( Berdewamiyek heye)

 

tirej.com
14/10/2003

 
   
 

tirej@tirej.com
©www.tirej.com,2002-2004[ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002