Bi xêr hatin malpera Tîrêj...Çandî, wêjeyî û hunerîye...


Nûçe û daxuyanî

Qilçix

Hevpeyvîn

Gotar

Helbest 

Çîrok

Nivîskar

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Wêneyên biyanî

Pêkenok

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 





Salih Demicer

Ez lawekî dixwazim

 

Heger zarokê Te ye berê lawik be û du xal li ser milê Wî yê rastê  hebin ,bê guman wê zikê Te yê din lawik be,du xal nîşana du zikên li pişt hev û wek hevin û heger tunebin An yek be, wê keçik para tebe".

- xwedê Neke ku îcar jî ez keçikekê Bînim,anîna keçeke sêyemîn wê pir serîşiyan ji min re peydake, hema ez ji got û bêjê xwesiya xwe xelas nabim, divê Ez zû têbigihim ka ew keçe an lawe.ax ..ax ,ma ev yeke bûyînê ye pîra Fato,bi hezaran jin hene,li ber xwedê Digerin ku hema ew carekê Avis bibin,ya minjî di kêlîlkên şadîmaniyê  De, guman û dudilî cihê Ken û gernejînan dadigrin û roj bi roj  rewşa min çirûk dikin,eger tu kevirê Min bi ser dilê Min dî û ji min re ,li gor salixdanên xwe diyar bikî ku ew keçike, ezê Wê ji ber xwe bikim û dawiyê Li van zikên mê bînim ,erê Bi xwedê,ji berxwekirin çêtire ji vê meyikiya ku her kêlîlkekê ji temenê Min riswa dike.

 

   Ev  ne cara yekemîn bû ku bi vî rengî tirs û şahiyekê Bi hevre, êrîşî hestên wê dikin ,berî vê bi çar salan,dema ku Behzad hat ji bo xwestina wê bi rengekî fermî ,dîsa tirsa ku wê nedinê Tevlî şahiya hatina wî bûbû,  wê şevê mofirkên tiliyên xwe bê hedan diteqandin,ji alîkî odê Diçû yê din, serê Neynûkên xwe hemî bi diranên xwe kurisandin ,wê çaxê Mejiyê Wê raman hemî dipejirandin, lê ya ku bavê Wê bi dilê Wê bike û mêrkirina wê bê serêşî derbas be ,ne dipejirand.

  lê neyeksaniya ku vê carê Dilê Wê diêşîne û berê wê dide van pîr û jinebiyan,nesekinandina Behzad  li rex wê ye ,dilgiranî û bêhintengiya wê ji avisbûna xwe gurtir dibû, her ku ev babeta vedibû ,ûBehzad jêre digot:
Meyrê ,ez lawekî dixwazim.

-
Meyrê Ji salixdana pîra Fato ya hefteya çûyî tu sûde nedît  , ji ber ku herdu zikên wê yên berê keçikbûn ,bi hêviya ku  Ew tiştekî nuh jêre bêje careke din xwe lê girt û doza zanînê jê kir .

-keça min heger tu dixwazî zanibî zikê Te çiye, ezê Ji tere riyeke misoker bêjim , berî te pir jinan pê naskirin ku barê Wan çi ye ,bila mêrê te,bê ku zanibe ew yeka ji bo çiye, hin ard bi ser serê Tede belav ke, û bi lez ji hundir derkeve ,tujî kêlîlkekê Guh bi ser xwede ,ku serê Te xuriya, zanibe ku zikê Te lawike û ku ne xuriya ,ew tê wateya ku ew keçike.

  xurandina serê Xwe piştî belavkirina ardê (derman) bi ser de,li ber dilê Xwe xweş dikir û digot :

- bi a xwedê Ev zikê Min lawike ji ber ku di herduyê Berê de rewşa min ne wek vê carê Bû ,neyeksaniyek di navbera vî û yên berê de heye ,teqez vê carê Ez diya lawikekî me.

 

  di rêdana vê deştê  de meyikî tiştekî zor dijware, ji bûyîna jinê de ta danîna navê Wê li ser kêla gorê Ew her di bin çavdêriya yê nêr de ye , ne jîrî û cegerdariya wê , ne liv û westabûna wê , ne salên wê ,tiştek jêre nabe piştgir ,çiqas ew berhemdar û xwedî rol be dimîne jin û merova kêm di çavê Civakê De.

  ji zarokiya xwe de ew tu xweşiyê Nabîne,  herdem gotinên birayên wê rastin û ew ya şaşe, çI kar di mal de hebe divê Ew pê rabe çI zor û giranî hebe divê Ew rahijê ,kerasê hin dikin û hin duxun ji rewşa mê û nêrên vê deştê re hatiye dirûtin, destelatiya nêr li ya mê digihe sînorên xwarin û vexwarina wê, rabûn û rûniştina wê , çûn û hatina wê,û di dema nirxandinê De her ew ya li paşe û ji her tiştî bêpare .

cegerdariya wê şerm û gunehkariye, kenê Wê berbatiye,nepijirandina wê ji fermanên yê nêr re kêmasiye.vebûn û girêdana girêka taybetiyên wê bi destê Yê nêre, tenê ew di tengasiyan de berpirsiyare û divê Daxwazên tewş pêk bîne.

-Meyrê Ez lawekî dixwazim.

dîsa ji bilî pîra Fato tu war û himbêz nînin

-Ez bi nerînekê Li rûyê jina avis ,dikarim nas bikim bê zikê Wê lawike an keçike, jina ku zikê Xwe keçike çavê Wê bi nêzik kirina tiliyan ber bi wan de dilîzin,û bi tirseke sivik re rûyê wê wek Xeşûlê zer dibe lê hema jina ku barê Xwe lawike ew giran giran çavê Xwe digerîne, û zûzû natirse.

Pîra Fato li maleke din gotibû:

-Bila du jinên ku tenê kur anîbin bi ya avis re rûnin û hersê destê Xwe bi ser hev din û ji nişkave berdin, berdana ji nişkave ,guhertineke di guhê Bêdengiyê de,divê Bi berdana destan re herdu jin pişta destê Xwe bi jor din , û ji ya avis bixwazin ku tenê li banê Odê Binere,di vê rewşê De eger jina avis pişta destê Xwe wek wan da jor ev tê wateya ku zikê Wê kure û eger rûyê destê Xwe bi tersî wan da jor,ango zikê Wê keçike.

   Keçike .. lawike.. lawike..keçike ,gerînokeke bê ser û bere,çiqas tu melevenekî jîrbî tu nikarî xwe ji pêlên wê biparêzî:

-Bi xwedê Ku ev yeka bi kar û xebatê Ba ezê Bi roj û şev jêre bi xebitîma, eger bi nimêj û rojiyê Ba min dikaribû sê çar rojan nan nexwara û min  serê Xwe ji ber nimêjê ranedikir . lê ez çibkim ev yeka bi destê Xwedê Ye .ew tenê dikare bi hêza xwe ya nehênî û di bêhneke kurt de zikê Min bike lawik.

  Meyrê wek hemî jinên deştê li rojên geş dipalikand ,lê dibû nêçîr ji şînê re . her ku ji bobelatekê rizgar dibû yeke din li benda wê bû,wê zarokiya xwe di dehsaliya xwe de binax kiribû,derbûna nîşanên meyikiyê Li laşê Wê bûbûn daçeka kuştina xewnên wê,tenê mêrkirina bi dilê Wê çirûskek rohnî bû di şevên wê de ,ewjî piştî anîna du keçikan hino hino vedimirî  û dihîşt ku hawar û nalên nehênî  perdeyên hedan û dilrûniştinê biçirînin ,

- Meyrê ez lawekî dixwazim .

ev xwesteka ku dihêle mejî serê Xwe deyne ser balîfê wedabûne, bawermendî bibe qeşmerî û pêkenîn.

tirsa ji pêşerojeke bê lawik wek sanciyan di kêleka wê de derbe, awirên kedî har bibin û ew bikeve bin bandora diltengiyeke  tal ji her tiştê li hawîr dora wê.

 vê xwestekê Dihîşt ku şênîyên deştê tevde li pêş çavê Wê dibûn dêwên efsaneyan û wê bi got û bêjeyên bê wate  bavêjin lûsa gunehkariyê.

di bûyînan de şahî û xembariya malên deştê ji nav lingên mendalan dertê . nerîna yekemîn li nav lingê Wane û piştre li dêm û rû û xweşikî û reşî û çîliya wane,ger wî mendalî pariyek goştî  berz di nav lingên xwe de hilgirtibeû bi xwe re anî be ronahiyê Ewê şahî û serbilindiyê  Ji malbata xwe re biafirîne, û ewê Her bextiyar bijî, lê eger ew ji wî( çêkiriyê şadîmaniyê) Bê par be ,wê meyikiya wê rebenê Bibe bazinekî ji agir di zendê bextê Wê de.

 her ku yek ji nehan kêm dibû rewşa Meyrê Ya tenduristî bi şûn diket û tirsa wê bêhtir dibû, Pir caran hewil dida ku di rûyê dildarê Xwede biteqe û jê heman dozê Bike:

( -Behzad ez lawekî dixwazim).

  di meha heftan de,bi pîrozkirina:  bawerirên bê vac û serî tewandî li hember nezaniyê, rêdan û yasayên nêzîktir ji pirinsîbên şivanan , têklî û dan û standinên dil pûç û rû fermî ,xwedîtinên keras û durv, rêbaza ku tenê  bi qalikên olîtiyê û perwerdekirinên kevnar û ne durust hatî xemilandin pîra Fato, Meyrê û lawekî bê can ji hevdu veqetandin.

                                 -dawî-

 

tirej.com
01/10/2003

 
   
 

tirej@tirej.com
©www.tirej.com,2002-2004[ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002