Bi xêr hatin malpera Tîrêj...Çandî, wêjeyî û hunerîye...


Nûçe û daxuyanî

Qilçix

Hevpeyvîn

Gotar

Helbest 

Çîrok

Nivîskar

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Wêneyên biyanî

Pêkenok

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 





Pîr RUSTEM

Pûtvan

 

 

Nirînine sareş li hev dibarînin. Destên ku şûrum tê de bi jor ve dikşin. Di hin cihan de, kirêc diherife, tîş- tîşî dibe; Avine zer- zelqoyî, di rengê nêmirovan de, ji birînên herdu pûtan diherike. Her ku dilopek ji av nêma wan dikeve erdê- berî ku di aso de winda bibin- Tên şewitandin. Li pêş deriyê pûtgehê, komik arî kombûye.

- “Ez ne vala me, ji lîzên we re. Ev bû çend carên min in, ez dibêjim we eger pûtek di nav destên min de be, divê ez dengên we nebihîsim”. Gotinin, solin ji ser lêvên pûtvan (Xewyaz) diweşin. Wî demeke dirêj ji şeveke sipîdirêj borandibû, bi meyzekirina şerê di navbera wan de. Gava dît ku, pûtekî destê yê din firand, û çend pêrçemok li wî kombûn û di dîwêr de winda bûn, naskir ku eger li wan neke qîrîn, ew dê hejmara pêrçemokan zêde bikin.

- “Kê gote te em dilîzin û ev gotina vala... yê vala kî ye?. tu çima me çêdikî?. Ka bersivê bide”. (Xweyaz) kûr li pirsê nihirî. “Pir bi ser xwe de ne ponije, ezê bêjime te”.

- “Berî tu dibêjî. Min ji zûde naskiribû ku, ev kesekî dîn e. Di hundirê xwe de, çiyak ji pûtan avakirî û hertim xwe bav, xweda dibîne”. Pûtê dest jêkirî, gotina hevalê xwe birî. “Eger ne ji valahiyê ye, te çima em... çima pûtgeh, te çima gerdûn afirand?!”.

- “Divê ez pûtê xwe yê dawî bi serî bikim”. Û bêyî ku, li herdu pûtên şerker vegere, û bersiva wan bide, dest avêt kêra kar. “Binhêrin yê ku, ji pûtgeha, buhişta min bireve, ewê bi hilma devê min bikizire û bibe komek arî li ber deriyê min”.

Herdu pûtan li çavên hevdu nihirî. Wan ev tişt xweş naskiribû ku, ew dê hertim girtiyên pûtgehan bin û eger rojekê kaniya azadiyê di seriyê wan de bi teqe, wê mîna ewan kevokan, di derî de bikizirin. Ev danstandina ramanan ku, di nav bera herdu pûtên şerker de çê bûbû, mîna kelemêşan di ezmanê pûtgehê de diçin û tên. Ramanek ber bi (Xweyaz) ve difire. çavên wî didin dû, di kunçekî vala ji tînê, ji ronahiyê li stiwê kelemêşê dinin, û bi banga çav- mizgeftan re dest dixuşin. Mêşa reş di nav du tiliyên pûtvên de berdavêje; geliyek ji nêma wê diherike. Dihêle ku, herdu tiliyan ber bi bêvilan ve bîne. Nêriyê ku, paşiya bizinê bihin dike, poz bi jor de hildide, û nefeseke kûr dikşîne.

- “Ket, ev cara yekem e wî dibînim ku, ew gêj dikeve”.Pûtekî gote yên dora xwe.

Wan ji zû de şerê xwe sar kiribû, û digel hevalên xwe yên di pûtgehê de, bi çavin bi tirsê avis bûne, li pûtvên dinêrin. Gêjbûna wî ji wan re rewşeke nuh bû. Lê hatina çivîkeke hesinî li hundirê pûtgehê- gerdûne hêşt ku, nirînên wan bizên û çemek ji kevroşkan biherike. çivîka pereş, xwe ji ezmanên xewnan berda nîvê kefa destê pûtvên. Kefa avis dizê û bi rabûna xwe re zarokekî tazî, serjêkirî derdixe. Li şûna xwe çaleke vala; ezmanekî rût bê stêr û baran dihêle û hêdî- hêdî kurmên kor ji (Çala Reş) derdibin. Gava ku ew berî laşê wî dikin, ji gêjbûna xwe şiyar dibe û bi lepeke heriya kirêcê, valahiya dest tijî dike û rê li pêş kurmên kor digre.

- “Xwe da, xwe bi xwe da. Wî hertim digote me lê em bê bawerî bi derdiketin”. pûtekî destjêkirî gote nîv- pûtekî.

- “A nuha te bawer kir?”. Pûtekî rihsipî lê vegerand.

- “Te bi çavên xwe dît. Ew ne bes kare me çê bike. Wî kefa destê xwe jî nuh kir”.

- “Kê gote te ku, ew perspanê li wir xistî dê di wir de kefnikî nebe. Piştî çend rojan divê perspanekî nuh çê bike”.

- “Çima?!”. Pûtê destjêkirî, ji yê rihsipî dipirse.

- “Divê yekî teze û mezintir bibîne”.

- “Ewê xwe ji nuh ve bide?”. Pûtekî teze dipirse.

- “Na. Demên ku, ew bi tevayî bibe perspanekî kefnikî ewê destekî nebîne ku, bibe xwedayê xwe”. Rihsipiyê pûtan got û xwe ji refa ku, li ser danîne tavêje erdê; hûr- hûrî dibe û bi babelîsoka ku, ji devê (Xweyaz) dikşe re, di îvên sola wî de winda dibe. Sîka pûtvên reş- mezintir dibe û tîn... baran û ronahiyê dide revandin.

- “Divê ez pûtê wê bighênim dawîyê. Ew çend rojên ku, ez tê de kar dikim, rojin mirî bûn. Divê nêrgiz bişewitin, stêrên zarokiyê vegerînim”. Bi gotinê re bîr bir ku, ji roja dest bi çêkirina pûtê wê kirî de, ew ne dîtiye. Kela ramûsanekê di dilê wî de dipişkive, kêra di dest xwe de tavêje û ji hundirê pûtgehê dertê.

Di paşevê de ji meyxanê der- dikeve; dide ser reya mala (Raşêl). (Reyeke dirêj... û keçeke dirêj) bû. Di wê şevê de. çend stêr ziwa dibin. Kaniya, ku nuh li mala wan derdibe, dê bihêle bibe cîgehê civîna segan. Di eyne şevê de, pûtê wê, piştî ku hêşt ew avis bibe, bi serdike. Zikê wê yê werimî jî, ji pûtên kevin re tiştekî nuh bû.

Careke din di wê şevê de, piştî ku pûtê (Raşêl) ê avis bi serî dike û çend cixaran dimije, Qîrîneke kûr û ziwa dikeve guhên wî. çavan ber bi pûtê avis ve dişîne. Dibîne ku, cobareke tihî di qirika wê de derbûye û pêmpilîkên sor bi ser herdu girên sîng de difirin. Çavan ji wê dişo dinhêre ku, çav di seriyên pûtên wî de dibirûsin, her yekî rahişşû..r..uma xwe û ber wî tê; li dora wî gustîleke baranê vedigrin. Hingê nas dike ku, (Raşêl) bû stêreke rijiya û vemirtî. Wan devên şûrên xwe bi xwîna wê vemirandin.

Di sibeheke bê cers de, ewrekî sipî...(Dê) bi dizî derî vedike ku, mîna her car, xwe bavêje hembêza ( Xweyaz) û bihêlin ewrekî reşî-avis li ezmanê pûtgehê belav bibe. Lê dema derî li piş xwe dihêle, ji bilî pûtekî kizirî û kêra ku, ji nav tiliyan ketî, ti tiştî din nedît.

 

tirej.com
28/09/2003

 
   
 

tirej@tirej.com
©www.tirej.com,2002-2004[ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002