Mêvanên Tîrêj.com ên hêja:  Biborin ji bo ko nûkirina malperê dereng ket


Nûçe û daxuyanî

Qilçix

Hevpeyvîn

Gotar

Helbest 

اîrok

Nivîskar

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Wêneyên biyanî

Pêkenok

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 






Jan Dost

Welleh tu mêrî

 

         Ji ber ku gundê Kergewrê dûrî dunyayê bû, muxtarê wê jî afatek ji afatên xwedê bû, kesî ne diwêrî bigotayê gayê te gurrî ye, yan bizina te bêcirr e, yan jî  xwedê nekirî pozê sola te xwar e, zebenîyê wî hebûn mirov nebedî dikirin, dixistin çalan û bi saxî ew binax dikirin, roj bi roj mêr ji gund kêm bûn û xelkên Kergewrê hemûyan zanîbûn bi ku de diçin ew qas mêr, lê ji hev re jî newêrîbûn bigotana.

Ji bo ku muxtarê gund bawer bike ku kes li ser wî paşgoyîyan nake, zebenîyên wî devên gundiyan hemûyan gem kirin. Di kolanan de, li serê zikakan û di camiyan de, li nav zadan û her cih û warî xelk devgirtî diçûn û dihatin, bi çavan silav li hev dikirin û li hal û demên hev dipirsîn, tenê dema dibû êvar û her kes diçû mala xwe, gem ji ser devên xwe radikirin û hinekî diaxivîn .

Gemkirina devan bûbû sembola wî gundê xwelîser, êdî debara şênîyê gund jî nema bê gem dihat, bawer nedikirin roj hilê û devê xwe bi xwe gem bikin.

Gemkirinê roj bi roj sînorên xwe derbas dikirin, êdî ne tenê mêr û jin û zarok li kolanan dev bi gem dihatin dîtin, sewal û pez û kovîyên der dorê jî gem kirin, sibehan nema xelkên gund dengê keleşêran bihîstin, gemên taybet ji bo nikilên wan durust kirin û her weha ji bo berx û mih û çêlekan û her cûre heywanî. Êdî segên gund yên gemkirî nema li pey dizan reyiyan û gelek mal jî hatin talan kirin, dîsa jî kesî nediwêrîbû bigota.

Roj bi roj pirsa gemkirina devan dibû tiştekî xwezayî ji bîr dibû, êdî kesekî dev bê gem bihata dîtin , hezar tilî dirêjî wî dibûn û bi çavin beloq lê dihate nêrîn: xwedêyo kiye ev kesê dev vekirî!!.

Sazkirina geman êdî li gund bû karekî ku gelek pere jê dihat qezenckirin, lê ew kar jî dîsa di destê kesên nêzîkî muxtar de bû, du karxaneyên biçûk li gund avakirin, yek navê wê bû Gemaxane ya Kergewrê, û li ber derîyê wê bi xêzeke stûr û reş hatibû nivîsandin: devê xwe bi erzanî gem bike.  ya dî jî  navê wê mala gemên xurt (MGX), wê jî li ser deriyê xwe bi xêzeke stûr tir nivîsî bû: devê bê gem weke gundê bê çem!!

Gundîyên reben ji ber buhurîna demê nema êdî di xwe û gemkirina devên xwe de difikirîn, lê mejîyê wan tenê di nifşên geman û cûreyên wan de dişuxulîn, hinan di şevbuhêrkên gund de û dema dev azad kirina ji geman de, xwe bi gemên xwe didîtin.

- gema devê min ji çermê xezalan e!!

yekî xwe dinepixand û digot, yekî lê vedigerand û digot: tu jî xwe bi çermê genî dibînî, ê min gema devê min ji qumaşê etles e, girêza devê min jî kêmtir bûye!!

- ne çerm û ne Etles, herdu jî hîçin, ji lastîkê çêtir û erzantir nîn e! û gema xwe ji berîka kirasê xwe derdixist û şanî hevalên xwe dikir: erê hinekî girêza dev zêde dike, lê binêrin vedizele, sê dev pê gem dibin, ez mirim jî zarokên min jî dikarin bi kar bînin, heta nevîyê heftan têra wan dike!!

Meleyê gund, yê ku tenê di pênc wextên azanê de devê wî bê gem bû, terîşek ji ber cubbê xwe derxist û şanî civatê kir: binêrin gelî gundiyan, gunehekî mezine hûn perakî pir li kirrîna geman bidin, li mal hûn bi xwe dikarin durust bikin, hema ji hûçikê jina xwe be jî yek dikare gema xwe saz bike, ji xwedê gunehe.

Roja dî nema pêjna mele li gund hat.

Gelek meh buhurîn bi wî halî, êdî muxtar nema ji paşgoyî û axaftina li ser jinê xwe û talankirina malê gundiyan ditirsiya , lê dîsa jî destûr nedida ku xebatkarên herdu karxaneyên durustkirina geman rawestin, her ku gem bêtir dihatin firotin, temenê muxtariya wî dirêj tir dibû, û ew bi rihetî dikete xewa giran.

Rojekê stranvanek hate şahiyeke Kergewrê, êvareke havînê bû û hîva girover xwe li kezeba ezmanê bi stêrikan neqişandî ramedandibû, stranvan bala xwe dayê ku di şahîyê de, ne dengê lîlandinê ji jinan tê, û ne jî dengê hay û hoya mêran di dîlanê de tê, pêşî  di xwe de kete şik û gumanan, gelo dengê min û tenbûra min nema xweş e! yan ez stranên ne li gor dilê gundîyê Kergewrê dibêjim!! Têlê tenbûra xwe rastkirin û   carekê du caran kuxiya û dengê xwe zelal kir û strana xwe ya herî xweş got, ew stran bi xwe di şahiyeke wî gundî de gotibû û gundî har û dîn kiribûn, jinên gund bi lîlandina xwe heta gundê hefta ji xewa şêrîn mehrûm kiribûn, û gewrîyên xwe qetandibûn, lê dîsa jî hîç bû, deng bi tu kesî neket, tenê weke nalîneke xeniqî hate bihîstin.

Stranvanê matmayî tenbûra xwe li rex xwe danî û bala xwe da rûyê gundiyan, yên ku di tava heyvê de digevizîn, çi binêre!! Devê hemûyan gemkirî bû, gemên kesk, sor, zer,  çerm lastîk rîs, paçik.

Li qedeha meyê ya li ber xwe nihêrî, dît ku hîn bi nêvî nebûye, naxwe ez ne serxweşim û ne jî xewn e ez dibînim, bi hêdî nêzîkî yekî bû û gotê: malmîrat ev çi bi gundîyan hatiye!

Gundîyê reben bi çavin beloq li stranvan nerî û gema devê xwe bi lez rakir û devê xwe xiste guhê wî: fermana muxtar e. û bi wê lezê jî gema xwe danî ser devê xwe yê girêzî.

Ew bi xwe gundî hemû girêzî bûbûn, karxaneyan bi her gemekê re desmalek jî bi zorê difrotin gundîyan ji bo ku pê girêza dor devê xwe damalin.

Stranvan bi gulpeke hov re qedeha xwe ya nîvco vala kir û berê xwe da gundîyan:

gundîno, yan hûn dînin yan muxtarê we, ker jî vî halî qebûl nakin, de van gemên genî ji ser devê xwe rakin da ku hûn têkevin şiklê mirovan, hûn ji çi ditirsin!! Xwedê dev ji bo axaftinê çêkirine ne ji bo gemkirinê, ev tiştekî derveyî xwezayê ye, ez nabêjim ji haş û baş biaxivin, lê ma hûn nikarin bilîlînin jî, hûn nikarin ji stranên min re bitewînin jî!! Hinekî mêr bin û vê heqareta nebihîstî qebûl nekin.

Gundîyan li hev nihêrîn û li stranvanê netirs nihêrîn, nû hate bala hinekan ji wan ku ev gem devê wan digre û nahêle xweşik biaxivin, evîndar nikarin gotinên şêrîn û nazik ji yarên xwe re bibêjin, gelekan ji wan axaftin jî ji bîr kiribûn, heta dema ku gem ji ser devê xwe hiltanîn jî bêdeng diman, lê axaftina wî stranvanî azadîya axaftinê anî bîra hinekan û bi hêrs gem ji ser devên xwe yên bi girêz avêtin û bi dengeke bihîstî jê re gotin: welleh tu mêrî.

Gund biçûk bû û bûyereke wisa nedibû ku negihê muxtarê heftguhî, kêlîkek neçû stranvan û tenbûra wî li ber destê muxtar danîn.

- ev e!!

muxtar di quncikê çavan re li wî nihêrî û got.

- erê ezbenî.

Çar zebenî bi hev re zûriyan. Yekî heta xwedê hêz dabûyê tenbûra wî di devê wî de lêxist û got: ev dev ne divê tenê gem bibe, lê divê were şikandin jî. yekî dî ber bi wî ve hat û kulmeke giran di devê wî yê birîndar de lêxist û çend diranên wî weşandin: hey seg kurê segê tu yê gemên devên gundîyên me rakî.

Muxtar her bi quncikê çavên xwe lê dinêrî û awirin tûj tê vedidan, her çar zebenî li bende fermana wî bûn, muxtar bi çavin nîvgirtî û bêyî ku ji cihê xwe bileqe got: wî berdin .

Zebenî mat û bêdeng man, ew li hêvîyê bûn ku muxtar fermana kuştina wî yan avêtina wî ya binê zindanekê bide, lê berdan!! Nedihate bala gurê çiyan jî wê şeva havînê.

Yekî zend badayî ji zebenîyan hat û bi çeplê stranvan girt û ew rakir û got: wey tu bi qurbana şekala muxtar bî hey bêbav, te dît bê dilê wî çi mezin e!! gerek e tu niha li vî erdî bida kuştin.

Û di wê şevê de ew li nîvê gund avêtin.

Lê xewa zebenîyan nedihat û hîç fêm nekirin çima muxtar dest nedayê  û ew bi hesanî berda, rabûn hatin û jê pirsîn: em kolê te ne heyran û çend salin di xizmeta te de ne, lê me qet fêm ne kir çima te ew segê han berda, di gel ku gunehê wî yê herî mezin bû li gund?!

Muxtar kenekî ji berfê kir û got: ev stranvan e, û kuştina wî wê bi deng be, ez naxwazim muxtarên gundên derdporê kêfan li min xweş bikin û bibêjin ew stranvanan dikuje, lê hûnê niha bibînin û nas bikin çima min ew berda.

Dema hişê stranvan hate serê wî, xwe li erdekî rût û di bin ronîya hîveke xemgîn de dît, nema rojhilat û rojava ji hev nas dikirin, lê hate bîra wî ew çend gundîyên ku jê re gotin welleh tu mêrî, mejîyê xwe têr guvaşt heta rûyên wan anî ber çavê xwe û ew nas kirin, berê xwe di wê şeva dev gemkirî de da mala yekî ji wan, û weke dizan xwe li ber derî kumişand û bi destekî lerizî li derî xist, kesî ji pişt derî nepirsî tu kîyî, lê ji nişkê ve derî vebû û xwedîyê malê bi gema xwe ya sor, weke stûnekê li ber rawestîya. Kêfa stranvan hinekî hat û bi ken gotê: xwedê mala te ava bike min vê şevê bihewîne.

bê yî ku gemê ji ser devê xwe rake û bersivê bide, derî bi xurtî di rûyê wî de girt û gazîya stranvan li pey xwe hişt. Stranvan bi dengekî bilind li pey wî bankir: xwedêhişto ma ne tu bû yî te got welleh tu mêrî, de ka tu jî hinekî mêr be û hema îşev tenê min bike mêvanê xwe. Lê gaziya wî daliqiyayî ma weke goşîyek mewîjê di payîza dereng e ji bîr bûyî.

Berê xwe da kîjan malê ew çîrok bû, çend rojan li nava gund diçû û dihat kesî xwe lê nekir xwedî, zebenîyên muxtar jî her bi dû wî de bûn û nedihiştin ji gund derkeve, heta rojekê di qijqija roja nîro de xelkê ew li ber derîyê karxaneyekê ji herdu karxaneyan dîtin, wî gemek kirî û bi kenekî ku nedihat dîtin berê xwe da nava gund.

 

 

tirej.com
18/09/2003

 
   
 

tirej@tirej.com
©www.tirej.com,2002-2004[ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002