Mêvanên Tîrêj.com ên hêja:  Biborin ji bo ko nûkirina malperê dereng ket


Nûçe û daxuyanî

Qilçix

Hevpeyvîn

Gotar

Helbest 

Çîrok

Nivîskar

Lêkolîn 

Rêziman  

Wergerandin

Mûzîk 

Hunermend

Wêneyên biyanî

Pêkenok

Zarok

Lîsk

Navên kurdî

Kevnetor

Metelok

Tu dizanî..!?

Lînk

Karîkator

Têkilî   

القسم العربي



»»»»

 






Perwîn Alî
Diya min dîne

 

Dayik hemî dînin, ne xasim ya min .

Dayik bi hemî rengan hene, lê diya min dayikek bi serê xwe ye .

Mexseda min: ew dilovane lê bi rengê xwe yê hişk; ew dihêle ez herim ba hevalên xwe, li malên wan razêm, carna jî qet destûra min nade .

Duh diya min got ku ez dikarim herim avjenînê. dema min jê pirsî: heya kengî ez dikarim bimînim ? bersiva min neda ……nizanim ramanên wê gihabûn kuderê; hêşbîna wê ji mire nîşan dide  ku ez dikarim biryar bidim kengî ez vegerim malê.

Di demjimêr heyşt de, birayê min derî ji min re vekir û kenî, min jê pirsî: ev çi wisa pêkenoke ?, wî li min vegerand: bîna dadê gelkî ji te teng bûye. Ez hêdî hêdî derbasî oda xwe bûm û min kincên xwe yên şil raxistin .

Birayê min yê kiçik qesta min kir û hêvî kir ez pêre bilîzim: no, min lê vegerand.

Ez derbasî Medbexê bûm û min silav li diya xwe kir, çi li min vegerand ?; ne tiştek, bi hesanî: ne tiştek .

Şev tevde wisa borî heya min “ NO “ yek kiçik ji nav lêvên wê kişand .

Roja din, yanî îro gote min: heftekê sax ez nikarim herim avjenînê. ez pûnijîm: heftekê sax ? vê germê ezê dînbibim .

Helbet hûn niha ji xwe dipirsin: Diya min kî ceza kirye, ez yan xwe ?

Ez nikarim tiştekî bikim heger wê negotibî min, kengî gerek ez vegerim .

Erê mejîyê min jî heye, ez dikarim bifikirim, lê belê ez tenê zarokekim ?

Belê ew heqe heger bîna wê li min teng bibe ; oooh ……madem em li cem vê babetê ne gerek ez bêjim; carna dema bîna wê teng dibe ew şerê me dike, bêhnekê kurt peyre, ew bi gunehkarîyê dihese û lêborînê dixwaze û me bi xurtayî bi sînga xwe ve dişidîne .

Carekê diya min dengê xwe li birayê min yê kiçik bilind kir û gote min: nabî tu ban wî bikî û li ber dilê wî bidî, du deqa peyre gote min: ma tu nabînî çiqas birayê te digrî …..de banke wî . êêêêêêê………ez çawa bang wî bikim wextê te gotiye; neke .

Diya min dîne, lê bi rengê xwe yê pêkenok û hişk û dilovan. Ez vê yekê di demjimêr 22.30 de dinvîsim, tiştek dî, diya min teybetîk xwe heye, ji ber ew tevlilheveke ji Kebanî û helbestvan û xelkekî pir bi kar, ew tenê wek xwe ye .

Gelek caran ez ji wê fam nakim, lê ez ji wê hezdikim .

Hindkek dî ewê çîroka min bixwîne û dîtina xwe bêje û helbet wê wergerîne zimanê min yê daykê: Kurdî .

Wergerandin ji Elmanî : Xelat

 

tirej.com
14.09.2003

 
   
 

tirej@tirej.com
©www.tirej.com,2002-2004[ info@tirej.com ]
Vebûna malperê 01/12/2002