Nûçe û daxuyanî

Qilçix
çand û Tore
Hevpeyvîn
Gotar
Helbest  
Çîrok
Nivîskar
Lêkolîn 
Rêziman  
Wergerandin
Mûzîk û huner
Mûzîk 
Hunermend
Civak
Wêneyên biyanî
Pêkenok
Zarok
Lîsk
Navên kurdî
Kevnetor
Metelok
Tu dizanî..!?
Çat
Lînk
Karîkator
القسم العربي
Pîrozbahî
Têkilî

 




 

Mihemed Seyid Huseyn

Xewnên Qedexe

Çîrok ..

“Sala 1969 an”

                 Di bin sîka gumanên re’elî de, ramanan ez bi şûn de vegerandim û dahiştime nava bîranînên zarotîyê, wilo bi coşeke geş û pîroz, bi dêmeke beşirî, bi wan mijûl dibûm, di demjimêreke kurt de û di bêhinvedaneke sivik de, wekî pîvana dengê birûskê, çavê min bi lez gulîyê werîsê bîranînên hûnayî verişandin, mîna libê tizbiya mirîd, ku yeko yeko bi dû hev de, bi (Subhanella) re dişemitîne, çiqçiqa wê mîna dilopê xaniyê feqîran, di çelê zivistana giran de, ku niqniqê betal nake .

                 Wê rojê demsal dawîya buharê bû, çaxê cehzer li ber dasê bûn ... Danê sibehê, min li hewînka xirbê reş şoqilê xatûna  dineqandin û di ber re jî, bi hêvîyan re min liqata gotin û xewnên xweşik dikirin, ta ku dighame diziya zimanê bav û kalayî resen, yê ku hêdî~hêdî tê jibîrkirin, bi vî karî roj hate bêriya û min jî, bin çengên xwe tije şoqil kirin .

                 Îcar min berî da gund, li ser bêndera û ji nav tarê herdu xwişkên minî biçûk û zarokên gundiyan, hatin pêşiya min, bi kêf û eşq, te digot qey çavên wan bi pêşerojê re di’axivin, dêmin geş û gewez, di awirên wan de eşkere dibûn, dilê min jî bi pêlewazan, bi wan re pêşewazî dikir û hilkişiya ser basikên periyên şadûmaniyê .

                 Li bayê meşê, min bi merdîyeke bê sînor, şoqilê xatûnan du tasê de, li tevan parkirin, ta ku gihame gasîna gund, zarok bi dû min de, bûne rêz û bi şaqûlan şahîyên xwe dikirin, dixwarin û ez jî, bi riya xwe ve diçim malê, li pêşiya goristana gundê (Til Erbîd)ê û berya ku ez gava xwe bavêjim ser zîlana devê, deriyê hewşê ... Qîrîneke bê paxav, pêjinîya gund çirand, ez çît di cihê xwe de mame cemidî û guhdar, piştî kurte demekê deng careke din dûbare bû, ji nûve min naskir agehdarîyê didî gundiyan, dibêje : (Gur hat), (Çêlek bi ga hat), (Zaroyê mala Xelefo hatin), evna raz~navê van xelkên ziyanok bûn, veqwasî ez bê deng mabûme şipya, ta ku hînî çîrokê bûm .

                 Vêca heçî neşteçiyên gund, ketin liv û tevgereke nexwerist, weke “noka ku li kevir xîne”, her yek bi derekê de çûn, hinekan bizin di kadînên devgirtî de, yan di çalê serpûşkirî de veşartin û hinekan jî, qutiyê tûtina qaçaxî dirjandin, yan jî dixistin nav kayê û qulê dîwaran, bin kelpîçan û heçî xortê siyasetmedar belavokên xwe, di paxila jinan de, yan jî dişewitandin û kesên ku xwedî dijmin bûn çekên xwe di kortalên sergiyan de, datanîn û axa vexeperandina mirîşkan lê vedigerandin û xwediyê pezan kulekên xwe li himberî qoçankirinê, ji tirsa dûbarekirina pera û qançorçî û jimartinê ...

                 Min jî bi lez bi gulîkê çend gotinên qedexe û bi temberîka hinek sirûdên netewî tevilî kaxezên qaçax girtin, ewê ku min hilandîbûn, ji bona ku bibûna rêbazeke şoreşgerî, ji pêşerojê re, lewra zûzû min gotin û saw û belavok, bi coşeke mêranî di rekeha sînga xwe de, bicîkirin û xewnên xwe jî basko kirin ji bona ku nefirin û raz û bêjeyên qedexe, di bin zimanê xwe de hilanîn û ew tiştên negotî û nedîtî bi qapaxên çavên xwe nixumandin û herî ji mêj ve, pepûkê lingê xwas ji feleqeyan re amadene ...

                 Îcar min tev de dane ser hev, û avêtin binê tûrikê omîdan û xwe zane jî, hiştin ji pêşerojê re û min tûrik hilda ser kolînka xwe û bi alîyê qotê gir de sûrikîm, ta ku ji serê gir, nêrevaniyê bikim û bibînim; bê li nava gund çi dibe û hem jî, karibim tûrikê nav milê xwe biparêzim .

                 Lê bi gengeşa nava gund gup~gupa dilê min zêde dibû û hin ji bo ku gumanan, ji ser xwe bavêjim, rabû min li ber sîka nîşana Firansawî li jora kohê gir rûniştim û guhê min bi tirke~tirka nizanim, kêzika bi terî yan çirçirka buharê bû, mijûl dibûm û bi dest belandineke nermî, min ji nav ritimka hêwa kurmekî zerdêle derxist û bi mûyê teriya hespan vekir ji alîyekî ve, ji alîyê din, bişkula hişk bi vî rengî dibû (Qeysik) ê nêçîrê ji dêvla dafê û xefikê, li ber sîka qûçan, sê kevir raserî (Berxana Edla dîn) li ber çikçikanan û gabelakan vedabû, ji alîyê herî pêwist ve ku çavê min ji zêrevaniya tevgera nav gund xafil nedibû û her di riya wan gurê har de, dima û tavilê jî, ez li wê tirsê rast hatim, mîna keftarên çepel, zaroyên mala Xelefo, ji çar goşeyên gund ve, ketin nav sikaka li qorziyan bira rawestiyan, weke gurnepaşa ser û binê tar û malên gund li hev xistin, çal, lod, kadînên kayê vekirin, kulînê livînan daweşandin, kunc û sefik xira kirin, heyanî bi qulê bixêrîka şîş kirin, mîna kûçikên bînî, kozîdan û sergo vexepirandin, odê razanê, serşok binçav kirin, bênderê sap û serbana jî xûm kirin, fişke~fişka pozê wana, weke kûçikên polîsî, li ser bîna xewnên qedexe şop digerandin, yek caran jî, gef li altixê derewîn dixwarin, tevlî vê jî, piştî ku tiştekî hêja û pêwîs bi dest nexistin, berê xwe dane serê gir, mixabin gabelekê ku bi kurm daqurtîne, ji ber qûçê firandin, nehiştin ku bi kurmê zer şabibe, lê ew giha azadiya xwe, ez bi tenê mame dîlê pirsgirêka xewnan, pêwanê tûrik û naveroka wî .

                 Lê zaroyên bê rûmet, hilkişiyan û hino~hino nêzîkayê li min dikin, helke~helka wan, bêhin çikîyayî gihane jora gir, bê pirs û silav destên xwe avêtin, tûrikê nav milê min û yekser dernexûm kirin, bê qidoşa ji tûrik jî bê sûde derket, tiştek nedîtin ji bilî qir û qafên pûç û vala, mîna ku ji gund jî destvala derketibûn, ji bilî bizineke ku aringê li çavê wê xistibû, ya altax bi xwe bû, çendî zaroyê bê tore hewldan, lê kesek lê nebûn xwedî û di bêrîka xortekî de, pakêta Bafra dîtin, bi pênûsa resas li ser nivîsandîbû (Bijî azadî) bi tîpên latînîbû, nizanîbûn bixwendana û di nav xir~xira tûrîkê rengîn de jî, hinek qitîtkê sala çûnî û du sê kurtêlê nanê ceh û genimî tevlihev û pênûseke resas ser şikestî, dawî bi hinek kulmist û çend pihên û qontaxê tivingan û dojûnên bê tore, xwestin ku li xewn û barê tûrik mikur bên .

                 Lê bi rastî hezkirina hevalan, di dilê min de û soza mêrê çê weke welatparêzekî, miletperwerekî, bi navtêdana xaka girê meyî leheng, ku ji heyamê dîrokî de, ji hezarên salan de serê gelek box û beranan ji nîjadên me himêz kirine, çi bêjim, îro di bin lingên van zinêkaran de kefteleftê dike, polîsên sifîl ji hewildanan venebûn, zirt û gef û lêdan li min dikirin, da ku li çend hevalan û li navê partiyê mukur bêm, dîsa hayedar dibûm ku qada şêrîn zirtê mezintir li min dike, bi tan û niça şewitandinê, dibêje heger tu mikurbê, ez ne dayika teme, bila şîrê min li te kerafîbe, ta bi roja berdawî yan ezê te ji ser riwê xwe bavêjin û li bin guhê lat û tehtê xwe xînim, te perçe werçe bikim .

                 Vêca ji vir û pêve hêrsa desthilanînê ez hejandim, saw û sawîrên tirsê xwe ji ser dilê min dane alî û ceger û mêraniyê şûna wan girtin, cerg û zirav li min bûne pola ...Loma berya ku bêne serê gir, min serê pênûsê tevlî xewnan, di nava mejî de veşartibû, û belavokên qedexe jî min cûtibûn ....

                 Erê dilo jaro wiloye, çîrokên zaroktî û ciwanîyê têne ber çavan bê dem û çax, li deriyê bîranînan dixînin û çi carî jî nayêne jibîrkirin, mîna wêneyên nîgarkêşan li ser kevir, di hîletê dîmenên çapkirî, di bîranînên morkirî dene .

                 Bi vê helwesta tendurist û xwe parêz zarwê bedkar, fedîkar destê xwe ji min û ji gundiyan daweşandin, pişta situyê xwe xurandin, panî li der qûna xwe xistin û polî~poşman, ser di ber de ji nav gund derketin .. Lê têra min zirt û fort û dijûn, ji me re li dûv xwe hiştin û dema ku ji cem min rajêrî şeqala gund bûn, gif û goyên wan li min seh dibûn, yekî digot; Di baweriya min de, xelkê vî gundî, nakevin serê min ku xurdê xewnanbin û nakeve mejiyê min ku tiştekî wilo li cem wan peyda bibe, yê din bi erênî lê vedigerand; Bi xwedê raste û gotina te bi serê xweye, kuro lawo nema ji navnîşana xwe tê naskirin, ê hema nan tuneye ku bixun, ev sê sal baran nedîtine, îcar wê çawa xewnan bibînin, Misrî birçî bûn hatin, ew jî wek xwe kirin; qey xewn wilo qolane ne bi hêsanî tên, yê dawî çawîşê wanbû bersiv wilo da; Hûn çi dibêjin û çi dibe bila bibe, bila xwedê ji min û ji xelkê vî gundî re mezin be, tiştê ku ez zanim, hemû tişt li ba wan hene û karin her tiştî bikin, guh nedin rewş û pergala wan, ma hûn ji min re dibêjin.

                 Hino~hino dengê wan ji guhê min dûrket û li otobîza xwe siwarbûn û toz bi dû wan de ket, ew çûn lê gumanan ez hilanîm û danîm, dîroka welatê xweyî xemgîn di ramanan de çep û rast digerand, min yarî bi qederê re kir, bi xwe re mijûl bûm, gazî û feryad gihandin textê xwedan, min dipirsî lê nizanim ji kê û wê kî bersivê bide min û her min digot : 

 

Têbinî : Ezez bilûye lê dibe nimûne ji bo herkesî

 

tirej.com 27/07/2003





veger ««««

tirej@tirej.com[©www.tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com]
Vebûna malperê 01/12/2002