Nûçe û daxuyanî

Qilçix
çand û Tore
Hevpeyvîn
Gotar
Helbest  
Çîrok
Nivîskar
Lêkolîn 
Rêziman  
Wergerandin
Mûzîk û huner
Mûzîk 
Hunermend
Civak
Wêneyên biyanî
Pêkenok
Zarok
Lîsk
Navên kurdî
Kevnetor
Metelok
Tu dizanî..!?
Çat
Lînk
Karîkator
القسم العربي
Pîrozbahî
Têkilî

 





Şahînê Bekirê Soreklî

MIRINA XEZALEKÊ *

 

Kurteçîrok:

 

Bihar e, roj di kûraniya asîmên de pesna xwe didêye, şax û newal bi rengên cuda xemilîne, sapê gênim û cê li çongan e û hilma bayê honik bi bîna kulîlk û gîhayê Kurdistanê avis bûye.

Li paş gund keçeke gundî li ber şeş-heft berxan e, bi çoçikê xwe pîvok û kerengan li vir û li wir ji erdê derdixêye. Navê keçê Sosin e, ya ku ji panzdehan dihere şanzdehane. Bejina wê wek şitla dareke sêvê ye; çavên wê reşbelek in, wek yên xezalan in; lêvên wê sor in, di rengê gulê de ne; memikên wê guloberîn, ne biçûk û ne mezin in, wek du henarên rihayî ne; guliyên wê reş-moravîn in, li navê ne û di hindir dilê wê de hêlûna şahiyê xwe bi cîh kiriye. Sosin straneke evînê pêşkêşî kewik û çivîkan dikêye, da ku dengê wê û wan bibin yek û goraniya rindî û xweşiyê bidin rojeke ji yên biharê. Eger bejin û bala wê ne wek ya nijada merivan bûya, te dê bigota ev denga bêguman yê pêriyan e.

Ji aliyê gund ve qilafetek xwe dilivîne û hêdî-hêdî nêzikiyê li Sosinê dike. Çawa kesek bi nêzikbûna xwe re dawiyê dide xwendina bulbilan, wisa jî nêzikbûna xort dawiyê dide strana Sosinê. “Dema te bi xêr be Sosinê,” dibêje xort, lê keçik lê venagerîne. “Ez bi heyranê bejina te ya zirav bim, çelenga min. Ma haya te jê tune ku dilê min ketiye te?! Ne ez êdî heliyam...” Dilê Sosinê dike gupe-gup û xwîna tamarên wê germ û beza dike; rûyê wê sor dibe, devê wê dikeve hev û ziman tê de lal dibe. Xort xwe digihîne wê, wek lawirekî hov bi çepelên wê digire, kaşe nav sapê gênim dike û li ser piştê diavêje xarê. Sosin ber xwe dide-nade nikare xwe ji lepên wî azad bike. Asîman dest pê dike li ber çavên wê pîlik pîlikîn bibe û dirêj nake dest û lingên wê bêhêz dibin. Li dû dema cigarekişandinekê xort radibe ser xwe û berê xwe dide çolê. Sosin li ser sêp ramediyayî dimîne; ew, çîlikên xwîna wê û hêstirên her du çavan.

Çar meh derbas dibin û Sosin rojekê ji diya xwe re dibêje: “Dayê, bila keko min bikuje.” Dayik di şûna xwe de hişk dibe û çav di sêrî de radiwestin: Wiş! Ev çi gotin e, qîzê; ev çi zilgobelavkirin e?!” Keçik çavên xwe berdide erdê, dev li ber hev digere, lê ji dest tê der bibêje: “Yadê, min namûsa me di erdê da, ez bi du cana me.” Sosin ne dixwaze, ne jî dikare ji van peyvan bêtir ji xwe derîne.

“Hawar! Hawar! Xwelî li serê min rebena xwedê be!” dibêje dayik û hîn gotina xwe bi seri nekiriye qîrîneke ne ji vê cîhanê ji wê tê der, dikeve xarê û dixerbile. Sosin hîn dixwaze tasek av wîne û rûyê diya xwe şil bike dema bavê wê xwe digihîne hindir. Bi gihîştina wî re keç dibeze der, berxan dide pêş xwe û berê xwe dide çolê.

Du-sê saet derbas dibin, belkî bêtir. Sosin li wê roja ku tê de çîlikên xwînê li ser zadê kesk niqutîbûn vedigere û li wê eyan dibe ku ew ê bibe qurbaneke bêarmanc. Ew diçilmise û dilê wê wek yê xezaleke nexweş hema bi zorê xwînê li tamarên giyanê wê belav dike.

Roj li nîvê asîmên e, ba wenda bûye, berx diçêrine û berxikvana wan li ber wan di bêhêvîtiyê xwe de heliyaye. Brayê Sosinê yê çardeh salîn xwe digihîne xwûşka xwe. Ji aliyekî ve dixwaze wê hilqetîne û xwîna wê vexwe, lê li milê din, agir ketiye hindirê wî, ji ber ku ew ji xwûşka xwe zehf hez dike. Çar çav li hev mêze dikin û barana hêstiran dibarînin. Sosin xwe dide hev û dipeyîve: “Bra, ez bi qurban! Şerm e merd bigirîn,” dibêje. “Hêstirên xwe damale û guh bide xweyînga xwe. Min şeref û namûsa malbat û eşîra me kir tev xweliya reş. Tu wê dabençê bide tenga min rebenê û metirse. Ez ji te naxeyidim. Heyfa camêran, bra! Ji yadê re bibêj, bila nan û xwê helal ke. Bila bavo jî min af ke; di qedera min de wanî hatiye nivîsandin.”

Qurşîn diteqe û Sosin wek xezala brîn li ser sapê gewr dikeve. Roj li jor şerm dike, xwedê wek bêçareyan stuyê xwe xar dike, şeytan tiliyên xwe dike guhên xwe û direve, çivîk ji hêlûnan difirin, kêzik xwe di bin herriyê de vedişêrin, şax û newal dengê teqîna dabençeyê paş ve vedigerînin, brayê Sosinê diqîre û dibeze, bêyî ku bizanibe bi ku de… Û Sosina kurd bi tenê dimîne, di nav goleke ji xwîna sor û germ de. Di mirinê de jî Iêvên wê yên delal kenekî şêrîn pêşkêşî hebûnê dikin.

 

*  (Ji dilekî xemgîn bo Sosinên gelê min pêşkêş e: 1981)

 

tirej.com/20/07/2003





veger ««««

tirej@tirej.com[©www.tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com]
Vebûna malperê 01/12/2002