Nûçe û daxuyanî

Qilçix
çand û Tore
Hevpeyvîn
Gotar
Helbest  
Çîrok
Nivîskar
Lêkolîn 
Rêziman  
Wergerandin
Mûzîk û huner
Mûzîk 
Hunermend
Civak
Wêneyên biyanî
Pêkenok
Zarok
Lîsk
Navên kurdî
Kevnetor
Metelok
Tu dizanî..!?
Çat
Lînk
Karîkator
القسم العربي
Pîrozbahî
Têkilî

 




Qamişlo

 

Di evîna welat de dilekî pir jen e

 

Mihemedê Mela Ehmed

Dîrok

Qamişlo bajarekî nû ye, lê li ser zemîneke dîrokî ye kevin e. Cihê û dormedora wê berî hezaran sal, berî sedan sal, berî dehan sal, meydana çirîda hespan bû, cihê levketina hêzên leşkerî bû, cihê hevdîtina bajarvaniyê bû. Şûnemayên wan di hemû girên Cizîrê de, yên nîzîkî Qamişlo, an dûrî wê de dimînin. Di (Beden) a Qamişlo-Nisêbîn de, di Çaxirbazar de, di Til Birak de, di Girê Mozan de, di Girê Leylên de, çêroka hemû girên Cizîrê dibêjin, çêroka bajarvaniya hezaran sal dibêjin.

Û holê li ser deştên Cizîra bi xêr û bêr çêrokên wê yên kevin tên gotin. Di bajar û gundên wê de, serhildana Beyandûrê û ya Amûdê; kizirandin û şewtandina zarokên biçûk, xwendekarên dibistana Amûdê di sînemê de; kuştina mêran di girtîgiha Hisiça de; qurbaniyên şoreşgêran di Cirnika Qamişlo de, û di şelandina nasnaman û erdan de çêrokên wê yên nû dibêjin.

Qamişlo û tewên zemîna dormedara wê çêroka dilovaniya pêlên çemê Ceqceq di herdemê de dibêjin. Çêroka hin navbirên dîroka kevin, ya ku hinek dixwazin wan wida bikin, lê nayên windakirin, çinkî dîroka zemîn û miletekî stembare dibêjin. Çêrokeke dirêj ya vî miletî û ya vê zemînê bi sitemkaran re, bi dagîrkeran re heye.

Firansiz hatin zemîneke nenas, nav miletekî biyan. Xwastin, weke xeynî xwe ji dewletên dagîrker, bi zora çek û hêzên leşkerên xwe desthilatiya xwe li ser milet û erdê vedin. Ew erdê ku deştên wê yên fireh, çêregehên zivistanî, jibo pezên hozên Kurdan ên koçer û yên dêmanî bûn, weke Milan û Kîkan, ta Aliyan û Koçerên Mîran û Hesinan û xeynî wan jî. Holê pirtûkên dîrokê û yên gerokan jî (weke Tavrênyê firansî di 1644-an de, Nîhbûrê danîmarkî di 1764-an, û Jims Pakingihamê îngilîzî di 1816-an de û yê Ereb Ehmed Wesfî Zekeriye di 1934-an de) dibêjin. Dibêjin jî ku çiyayên Kurdistanê ji pezên wan re çêregehên Havînê bûn.

Bi vê re jî, dîroka Osmaniyan a nîzîk, û ya herêmê jî, dibêjin ku ev herêma he di bin desthilatdariya wilayeta Mêrdînê de bû, û di bin siha mîrekên deverê de bû. Weke tê nasîn, ew ji destpêka sedsala 19. ve ta dawiya çaryeka pêşîn ji sedsala bîstan di bin siha mîrekên Bedir-Xaniyan û Paşayên Milan de bû.

Birê Rojhilat ji Mêrdînê ta bajarê Dirbêsiyê (çemê Zirgan) û gola Xatoniyê ji Rojava ve, û Çiyayê Şingalê ji başûr ve, di bin siha mîrekên Botan, nemaze Bedir-Xan beg û Ezdînşêr, de bû. Dû wan re di bin siha Osmaniyan de bû. Xelefê Şovî, xwediyê strana bi nav û deng yek ji mêrxasên Bedir-Xaniyan bû, şûngirê wan di deverê de bû, ta ku çû dilovaniya Xwedê û li nîzîkê Amûdê hate veşartin. Wî bêş û xokî ji hozan dida hev û astengên wan çare dikirin.

Birê didiwan, yê Rojava, ji Bakur ve Wêranşehir, ji Rojhilat ve Dirbêsî (çemê Zirgan), ji Rojava Til Ebyed, an ta Orfe û ji Başûr ve çiyayê Ebdilezîz, an hê wêdetir, û gola Xatoniyê, di bin siha paşayên Milan de bû.

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekê, Firansa û Tirkiye li gor peymana (Biryan – Bekir), ya ku di 20.11.1921-ê de hatî muhrkirin, sînor di navbera dewleta Sûriyê, ya nû hatî damezrandin, û dewleta Tirkiyê ya Kemalî de saz kirin. Bi vê peymanê Firansa karî bû Cizîr (Niklê Betê), Kobanî û Çiyayê Kurdan ji Kurdistana Bakur veqetîne û ji xwe re bibe, ango bixe bin siha Sûriyê de, û mandata xwe li ser wan vede.

Ji bo ku Firansa desthilatdariya xwe li ser Cizîrê vede û wê bi Sûriyê ve, û bi paytextê ve (Şam), girê bide, wê di sal 1922-an birek ji leşkerên xwe rêkirin wê derê. Ji aliyê birêvebiriyê ve ew saz kir û kir parêzgeheke bi sê qezan: yek Rojava, navenda wê Serêkaniyê; a dî li Rojhilat navenda wê Dêrik, û ya sisiyan, cihê gundê Beyandûr jê re layiq dît (dûre cihê wê guhezte Qamişlo). Cihê gundê Hisiça jî li gor yasaya hejmar 2392, roja 19.9.1930-î, kir navenda parêzgehê ji devera Cizîrê re. Di gelek cihan de jî qişle jibo leşkerên xwe ava kirin.

Firansa, weke dewleteke dagîrker, dixwast wê deverê bixe bin destê xwe, gora keyfa xwe bi wê bileyize û xêr û bêrên wê bixwe, lewre karê xwe yê yekemîn kir ku miletê wê lev bide, da jev bikeve, û bi rehetî daxwazên xwe bibe serî. Eva he pê re çû serî, lê bû sedema serhildana Bayandûrê di sala 1923-an de, û ya Amûdê di sala 193- an de.

Piştî danîna sînora navbera Sûriyê û Tirkiyê riya zozanên Kurdistana Bakur li koçerên kurd hate girtin, lewre ew bi zemînê ve hatin girêdan û neçar bûn li ser çêregehên xwe rûnin û gundan ji xwe re li rex hozên dêmanî, weke hinek ji Milan û Kîkan û Aliyan û Hesinan, ava bikin.

Evên he, bi piranî, di destpêkê de dûr ji rûniştin û avakirna xaniyan di bajarê Qamişlo de man. Digel ku wan didîtin ku kesên biyan lê rûdinin, xaniyan lê ava dikin û bazirganiyê dikin. Û digel ku wan dizanî aboriya bajêr, û xeynî wê jî, li ser milê wan bû, ji keda milê wan bû, xwe nîzîk ne kirin. Lê piştî demekê berê xwe danê û xwastin wê hembêz bikin, lê mixabin ew sitembar bûn.                           

Firansa xwast di nîvê Cizîrê de navenda qezakê ji bo birêvebiriya wê binav bike. Lewre cihê gundê Beyandûr ji wê re baş dît. Navê qezayê li  gor zimanê xwe kir qeza “Gîro” (ji navê çemê Qîro yê nîzîk, qeymeqamek jê re binav kir, lê rûnişt û qişlek ji bo leşkeran lê avakir. Lê Beyandûr, weke navenda qeymeqamiyê dom ne kir, bi sedema nezaniya serokê leşkerên Firansa li wî cihî, keptên Rogan, ê serhişk û zordar.

Evî Roganî stem û zordarî li Kurdan dikir, serokhozekî wan jî kuşt. Lewre wan hozan (Hevêrkan, Dorikan, Hacî Silêmanan û xeynî wan jî) xwastin heyf û tola xwe ji Firansa hilînin. Wan xwe di bin serokatiya Haco Axa de dan hev û êrîşî navenda qeymeqamiyê (Beyandûr) kirin, Qeymeqam û hin leşker kuştin û navend şewitandin. Û pêşde çûn ta Tirbispî, û li wê derê kemîn ji wî kaptênê zordar re danîn (ew ji gerekê di Rojhilata deverê de vedigeriya). Dema kapêtan giha cihê (Girê Topê) nîzîkî êstegiha tirêna Tirbispî, lê qewimandin, ew û hin leşkerên wî kuştin. Ev bûyera he şûnemayeke nexweş li ser Firansa, dewleta mezin a ku di Şerê Cîhanê de bi ser ketî, hêşt. Lewre piştî vê bûyera giran, bi bênfirehî, berê xwe da Cizîra biyan û li awakî nû geriya, da ku wê bi hêsanî, bê ku tu bêş û ziyanan bide, bixe bin destê xwe. Wê dît ku a baş ew e ku navenda qezayê ji Beyandûrê veguhêze û bibe cihekî dî – ji vê yekê re Qamişlo layiq dît. 

Nav

Belkî navê Qamişlo bi zimanê tirkî yan bi zimanê kurdî be. Çimkî gotina qamîş bi zimanê tirkî ew çîtikê li ber çeman çê dibe ye, ku bi Kurmancî dibêjinê qeram. Gelek ji wî çîtikî (qeram, qamîş) li ber çemê Ceqceq çê dibû. Li gor gotina xelkê Qamişlo navê Qamişlo ji vî çîtikî hatiya.

Cih

Bajarê Qamişlo li ser zemînekê hate avakirin, ku berî sînordanînê ya bajarê Nisêbînê bû. Di destpêka çaryeka didiwan ji sedsala bîstan li Başûrê Nisêbînê, li ser herdû keviyên çemê Ceqceq, xelkê dest bi avakirina bajarê Qamişlo kir (li gor ku xelkê Qamişlo dibêje belkî di sala 1925-an de bû). Samiyê Mela Ehmed Namî, li ser zimanê bavê xwe, dibêje ku “Firansizan di 20. Tebaxa sala 1926-an de bajarê Qamişlo bi endazyariyeke pir rast û dirust û bi destê endazyarekî firansî hat danîn û avakirin”.

Zemîna ku Qamişlo li ser hatiye avakirin zemîneke pehn û fireh e, arîkariya avakirineke dirust û sipehî kir, arîkariya hebûna cadeyên dirêj, rast û fireh kir, bê ku tu kolanên teng lê hebin.

Qamişlo di nîvê Bakur yê parêzgeha Hisiçe de ye. Sînorê navbera Sûriyê û Tirkiyê erdê wê û yê Nisêbînê jev vediqetîne; her yek ji wan dibe bajarekî serbixwe. Qamişlo dikeve navbera bajarê Serê Kaniyê (120 km li Rojava), bajarê Dêrikê (100 km Rojhilat) û Hisiça (85 km li Başûr-rojava).  Ji Amûdê 30 km û ji Dirbêsiyê 60 km, ku li Rojavayêne, dûr e. Ji Tirbispî 30 km û ji Rimêlan 60 km, yên ku li Rojhilata wê ne, dûr e. Holê jî, bi Rojava de, ne bi gelekî ji bajarên ku di dîroka  kevin de bi nav û deng in dûr e: Girê Mozan 25 km, Çaxirbazar 30 km, û Til Birak 40 km. Bi Rojhilat de jî ji Girê Leylên 30 km dûr e.

Weke me got, Qamişlo ji aliyê Bakur ve bi bajarê Nisêbîna kevin ve ye. Hin erdên Nisêbînê bûne para bajarê Qamişlo, weke erdê ku bi navê (Beden) tê naskirin. Qamişlo dikeve cem xeta hêsin ya tirêna ji Tirkiyê tê Sûriyê û diçê Îraqê (Tirêna Rojhilat a Lezok “Orient Expres”, ewa ku ji Berlînê tê Bexdayê). Herwiha Çemê Ceqceq jî wê dikê du bir, Rojhilat û Rojava. Û li dora wê gundên Mehmeqiya, Cirnik û Enterî (li Rojhilat), û gundê Zinûd û Hilko (li Başûr), û gundê Hilêliyê (li Rojava) hene. Lê ev gundên he niha bûne taxine bajarê Qamişlo, bi sedema firehbûna wê ya mezin.

 

Çemê Ceqceq

Çemê Ceqceq ava xwe ji du kehniyên dehla Bûnisrê, yek şîrîn û ya dî tehil, werdigrê. Dema ava herdû kehniyan dighe hev, ava wan şîrîn dibe, û çemê Ceqceq pêktînin, yê ku di Rojhilatê Nisêbînê re diherikê, berê xwe dide Başûr, sînorê Tirkiyê ûSûriyê qut dikê û di nîvê Qamişlo re diborê. Piştî 6–7 km, bal başûr ve, berê xwe dide Başûrê Rojava û li cem bajarê Hisiça, piştî ku zêdî 100 km qut dike, dighe çemê Xabûr, yê ku ji bajarê Serêkaniyê (serêkehniya çemê Xabûr ) tê.  Li ser keviya rastê ya çemî, û nîzîkî şûnemayên bajarê Nisêbîna kevin (Beden), ya ku dikeve nav erdê bajarê Qamişlo, aşekî avê, berî Qamişlo bê avakirin, hebû. Xelkê Nisêbînê û gûndên dora wê, û yên Qamişlo û gundên wê jî, ta nîvê salên çilan sûd jê werdigirtin û arvanên xwe lê dihêran. Hemberî aşî, li ser keviya Rojhilat, cokeke dî ji çem re di salên sihan de hate kolan. Ew bi coka serekî ya çem re, û 100 m jê dûr, diherikî, ta digha cada serekî, ya ku ji Rojava dihat û di ser pirê re (û di ser vê cokê re jî) diçû Rojhilat. Ev coka he piştî 30 mitrî berê xwe diguhart bal Rojhilat ve û diherikî ta digiha gazxanê û sûka pêz (erese) û cihê serjêkirina wan (meslex). Dû re riya xwe di çolê de vedikir û bal gundê Ni’metiyê ve berdewam dikir û li çolê winda dibû. Ji vê cokê, dema berê xwe dida Rojhilat, cokeke biçûktir vediqetî û bal Başûr ve diherikî, aşekî dî digerand û xwe digihand coka çemê mezin. Lê ev coka Rojhilat, hemû ji serî heta binî, di salên heftiyan de hate girtin û nema bal Rojhilat ve diçû. Bi wê re jî sûka pêz (erese) û meslex herdû ji cihên wan hatin guhastin û bal Başûrê bajêr ve, ser çemê Ceqceq, nîzîkî gundê Zinûd hatin bicihkirin. Niha cihê wê bi navê taxa Erebên Tey tê naskirin. 

Firansizan, di salên sihan de, li ser çemê Ceqceq pireke hesinî ye teng (têra derbasbûna otomobîleke tenê) ava kirin. Wê pirê Rojava û Rojhilatê Qamişlo digihandin hev û ta destpêka salên şêstiyan ma, gava yeke fireh ji çiminto û hêsin şûna wê hate avakirin. Dewletê sê pirên din li Başûrê wê avakirin; yekê taxa Bişêriyê gihande sûka nava bajêr (navenda bazirganiyê), yeke dî li Başûrê wê bû û beşeke taxa Bişêriyê digihand bajêr, û ya sisiyan cada Kornîş û êstegiha tirênê (stasyon) a nû, û devera pîşeyî ya bajêr (el-Mentiqe el-Sina’iyê) û Enteriyê digihandin hev. Niha pireke dî li Bakurê cihê ya hesinî ava dikin.

Xelkê Qamişlo (berî firehbûna wê ya mezin) di çandina şînatiyê de gelek sûd ji çemê Ceqceq didît. Herwiha xelkên gundên dora çem jî. Holê jî ava çem ji bîrên vexwarina bajêr re xezne bû, berî ku boriyên ava vexwarinê di nav bajêr de, di destpêka pênciyan de, dirêj bikin.

Lê Tirkan ji pênciyan ve, dema li rex sînorê Sûriyê dest bi çandina pembû kirin, ava çemê Ceqceq diguhartin ser çandinyên xwe, dihîştin ku ava çem Havînan li ser Qamişlo kêm bibe, hin Havînan jî diçikeha û Qamişlo ji ava çem bêpar dima. Jibo vê û hin tiştên din coka Rojhilatê çem çikandin, aşê ku pê dihate gerandin nema, û sûka pez û meslex cihê wan bal Başûrê Qamişlo ve hatin guhastin (li ser çemê mezin). Lê du aşên agirî (mîkanîkî) di bajêr de hatin avakirin, yek yê “Manokê ermenî”  li ser cada el-Wihde bû, ya din jî li cem gihandinheva riya Amûdê û ya Hisiça. Li cem gundê Cirnikê dewletê aşekî dî yî mezin û enbarên zêd ava kirin.

Digel qenciyên pir yên çemê Ceqceq li ser xelk Qamişlo, xirabiyên wî jî hene; weke ya Zivistana sala 1952-an, dema şîn û girî li Qamişlo belav kirî. Di meha Şibata 1952-an de xelkê Qamişlo dît ku ava Ceqceq hinekî bilind dibe. Lê di şevekê de rê neda wan ku xwe jê rê kar bikin. Dora xaniyên ser keviya çemî girt û bi pêlên xwe, yên ku mirin bi wan re bû, ket sirdabên xaniyan û dîwarên axî sist kirin û herifandin. Ev bela he ji nişka ve bi ser malbata hevalê me (Ebdilezîzê Seyid Ebdila) de hat. Bav û birayê mezin hew gihan hevalê mê yê nexweş, yê ku ne dikarî ji ser textê razana xwe rabe, hilgirin û ji odê derxin. Dîwar herifîn û ban bi ser wan de hat xwarê. Hersê bi hev re li nav şapa mirinê de winda bûn. Holê Ceqceqê şînek di nav heval û dostan de peyda kir û dilêşeke mezin li nav xelkê Qamişlo belav kir.

Avakirna Qamişlo

Di nerîna min de, dema biryara avakirina bajarekî di cihê Qamişlo de hate dan, di destpêkê de li ser erdekî hinekî fireh û piçekî ji sê aliyan ve (Rojava, Bakur û Rojhilat) bilind qişlak ji bo leşkeran hate avakirin. Ev qişla he ji Bakur ve seranserê Nisêbînê û riya ku ji Qamişlo diçiyê bû. Ji aliyê Rojhilat ve seranserê erdê ku diçe bal çemê Ceqceq û wêranên Badenê yên nîzîk bû. Ji aliyê başûr ve bi cadeke ne dirêj, ku ji ber devê qişlê bal zîndane ve diçû, û bi pireke biçûk li ser kûraniyeke biçûk ji erdê digha bajêr.

Weke me berê jî gotî, dema dest bi avakirina bajarê Qamişlo bûye, ji bilî aşê avê (rex Bedenê, li ser çemê Ceqceq) tu avahî li cihê wê ne bû. Ev aşê he ta nîvê salên çilan ma, xelkê Nisêbînê (berî sînor bê danîn) û yê Qamişlo û gundên dora wê, di hêrandina arvanên xwe de, sûd jê werdigirtin.

Dema sînor hate danîn hinek ji zemîna Nisêbînê ket aliyê Sûryê, xelkê wê jî barkirin û çûn Bakûrê xetê. Avahiyên mayîn bûn kavil, û bi yên kevin re bûn wêranên Bedenê, ya ku bû bû ji erdê Qamişlo. Gelek ji karkeran payîzan bi erebeyan axa Bedenê, jibo seyandina dîwar û serbanên xaniyan, tanîn û difrotin. Gelek caran zarok di nav wêranên Bedenê de dileyistin, diketin sirdab, od û kavilên xaniyan. Gelekan, zarok an karkeran, kûz û şerbikên axî û hin tiştên din didîtin.

Dema dest bi avakirna Qamişlo bûye, ez bawer im, dest bi dirêjkirina cada serekî (ya ku ji gihandinheva riya ji Amûdê tê Qamişlo, û ya ji Hisiça tê Qamişlo) kirin û bi Rojhilat ve birin: di ser pira hesinî re ta giha bajarê Dêrkê nîzîkî ava mezin, Dicle. Bi vî awayî vê cadê bajar kir du bir – Bakur û Başûr. Ev cade dê bû be xeteke serekî ji bo sazkirina avahî û endaziyariya bajêr û rastkirina cadan, çi ên bi berpala wê re dirêj dibûn, an serekî dihatnê. Herwiha jî deverên serekî di bajêr de diketin dora wê, Bakur û Başûrê cadê. Bi vî rengî em dikarin bêjin ku cade, çem û qişleyê roleke mezin di avakirin û sazkirina bajêr de leyistin.

Vêca  mirov dikarê bajêr bikê sê birên serekî:

1. Naveda saziyên hikûmetê, navbera qişlê û cada serekî. 500 m Rojavayê Ceqceq. 

2.  Naveda bazirganiya bajêr, Başûrê cada serekî. 100 m Rojavayê Ceqceq.

3. Birê sisiyan, Rojhilatê çemê ceqceq li ser herdû aliyên cada serekî û bi hin derên bajêr ên din re bûn cihê avakirina xaniyan û hebûna taxan. 

Di birê yekê de, navbera qişlê ji Bakur ve û cada serekî ji Başûr ve, ku bi navê cada “dû piran” dihate naskirin û di dû re navê wê guhartin û kirin “calda serok Cemal Ebdil Nasir”, ji destpêka salên sihan ve Firansizan avahiyên saziyên hikûmetê û malên efserên leşkeran û karmendên xwe ava kirin. Bi wan re jî hejmareke pir kêm ji navdaran xanî ji xwe re li wê derê ava kirin. Ev avahiyên he hê jî dimînin, birek ji wan bûne avahiyên dezgehên parastinê, nemaze yên nîzîkî qişlê. Di vî birî de û li ser milê rastê ji cada el-Quwetlî, ya ku ji qişlê dihat ser cada serekî (du piran) hin saziyên hikûmetê û mal hatin avakirin. Weke çend malên efseran, zîndana bajêr (berê ji axê bû, dû re bû ji keviran û çiminto), seraya hikûmetê ( niha navenda şû-’ba bajêr ya Partiya Be’is), mala Misteşarê firensî (niha mala qeymeqam e) û maleke biçûk, ji du an sê odan, kiri bûn nexweşxane (mistewsef) ji bo nexweşên bajêr (niha rex geraca makînên saziya Mîrê, malbatek lê rûdinê ). Li ser çepê cada ku ji Rojhilat tê cada Quwetlî, li nîzîkê mala misteşarê firensî, di salên çilan de dibistaneke keçan hebû. Ew dibistan ta salên pênciyan ma dibistana dewletê ya tek û tenê. Nîzîkê wê, li aliyê Rojhilat, dibistana dewletê ya kuran jî hebû (niha cihê wê navenda şû’ba gundan ya Partiya Be’îs e). Ev dibistana kuran ta sala 1947-an ma dibistana dewletê ya tenê. Li Rojhilatê wê saziya poste û telegrafê bû, û jê ne dûr saziya rêcê (ya titûn û çixaran) bû. Di navbera vî birî û çemê ceqceq de, û Bakurê cada serekî (du piran) malên çend kesên navdar û hinek çayxane û dikan hebûn.

Birê didiwan ji bajêr, yê ku erdê wî fireh û pehin e, û Başûrê cada serekî û Rojavayê çemê Ceqceq bi 100 m, naveda bazirganiya bajêr bû. Çend bazar (sûk) li rex hev hebûn. Di nîvî de sûka şînatî û goşt (erese) bû, banê wê sac bû, li ser stûnên hesinî rabibû, di sala 1932-an de hatibû avakirin. Yeke dî weke wê li ser riya Nisêbînê, li hember mizgefta mezin, di sala 1969-an de hate avakirin. Li dora eresa pêşîn, hin sûk hatin avakirin; weke sûka qumaşan, ku navê wê (Xan el-Gumrik) bû.  Ji du rêzên firoşgehan bû, serê nava wan bi depan û çîtikan girti bûn. Li rex wê sûka etaran bû (digotanê sûka cuhwan). Di quncika Bakurê Rojava yê eresê sûkeke dî ye sergirtî weke ya Xan el-Gumrik hebû, cihê karên cuda cuda bû. Li dora eresê gelek firoşgeh, çayxane, aşxane û otêl hebûn.

Li ser cada Rojhilatê eresê û sûkan, navbera eresê û çem de û nîzîkî pira hesinî, di sala 1935-an de, avahîke mezin hat avakirin. Ew avahiya bû cihê çend saziyan; weke saziya  bajarvaniyê (Beledî), navenda polîsan û polîsên parastinê, û ya pasportan jî (niha saziya bajarvaniyê tenê tê de ye). Di sirdaba wê avahiyê de cihê banka peran bû (Banka Sûriye û Libnan). Li ser dirêjahiya milê rastê ya vê caldê, û Başûrê wê, hin dikanên cuhiwan û malên wan hebûn. Li hember wan, li ser milê çepê, sîneme û çayxana Gerbîs yên havînê bûn, û di Başûrê wê de serşoka bajêr, ya ku di sala 1936-an de bi erêniya parêzgeha Helebê, hate avakirin.

Li Bakurê navenda bazirganiyê, û li aliyê çepê ji cada serekî, hinek çayxane weke ya Gerbîs û ya Boxos (ya Gerbîs a zivstanî ya havînê jî dimînin, lê cihê ya Boxos bû firoşgeh, li ser cada ku diçe mizgefta mezin û Nisêbînê). Heryekî ji wan sînemak jî avakiri bû. Sînema Gerbîs niha navê wê “Sînema Dîmeşq” e, û sînema Boxos a zivistanî, weke çayxana wî, cihê wê bûye firoşgeh, lê cihê sînema havînê, ya ku diket ber çem, niha çend firoşgeh û nexweşxana dr. Miskî lê hatine avakirin. Nîzîkî wan hin xanî, yên xwediyên erd û milkên Qamişlo, navdar û çelebiyên Nisêbînê û hin kesên din, hatin avakirin.

Li Başûrê navenda bazirganiyê hin xanî hatin avakirin, yên nîzîktirê sûkê malên Cuhiwan û kenîse û dikanên wan bûn. Li Başûrê wan jî malên hin Ermeniyan bûn, lê hineke dî ji wan li taxa Bişêriyê, Rojholatê çemê Ceqceq û Başûrê cada serekî, malên xwe ava kiri bûn.

Li aliyê dî ji cada Rojavayê navenda bazirganiyê (niha navê wê el-Wihde ye) hinek Kurd û Siryanan malên xwe lê ava kiri bûn. Li wê derê dêra rahbatan (jinên olperest ên ermenên katolîk) di sala 1934-an de hate ava kirin  (niha xwendegeha Qadisiyê ya keçan e).

Ji salên heftiyan ve ev bira he bi navê “Taxa navî” hate naskirin. Çinkî diket nîvê bajêr, navbera Rojhilat û Rojavayê wê de.

Lê birê sisyan, yê Rojhilatê çemê Ceqceq, bû birê avakirina xaniyên rûniştinê. Di vî birî de taxa Qedûr Beg, taxa Bişêriyê û taxa Aşûriyan hatin avakirin. Di vî birî de, û li ser cada serekî (du piran), cihê makînên saziya (Neqil û miwaselat), gazxana bajêr û cihê eresa pêz (kirîn û firotin) û serjêkirna wan (meslex) bû. Di ber wan re şaxê Rojhilat yê çemê ceqceq bal gundên Rojhilat ve diçû. Di salên şêstiyan de cihê eresa pêz û meslex bal başûrê bajêr ve (ser çemê Ceqceq) guhastin.

Xelkê vî birê he di salên çilan û berî wan de ji hemû milet û olan bû, ji Misilman û Fileh û Cuhû û xeynî wan bûn. Hemû di nav hev de dijîn. Lê ji pênciyan ve Fileh û Cuhû, her yek çû nav taxa xelkê xwe (ev taxên he bibûn weke Gîto ya wan).

Li destpêkê xelkê vî birî xwe li dora mala Qedûr Beg, Rojhilatê çem, û nîzîkî pira hesinî dane hev. Bi vê re jî xwe li rex riya kevirkirî, ya ji cada serekî vediqetî û di Rojhilatê mala Qedûr Beg re di navbera goristana Misilman û Filhan re diçû gundê Mehmeqiyê (Bakurê Rojhilat) û digha rawestgeha Til Zîwan a tirênê. Ev tirêna Rojhilata Lezok ji Berlînê, û di nav welatên Ewropa re, dihat Tirkiyê û Sûriyê û diçû  Bexdayê. Di salên pênciya de ev riya ku diçû rawestgeha trêna Til Zîwan hate guhartin, û yeke nû li cem badana cada serekî bal gundê Entriyê ve vekirin. Cada kevin ma cadeke navbera taxa Qedûr Beg de.

Li hember taxa Qedûr Beg, li aliyê Başûrê cada serekî (du piran), taxa Bişêriyê hat avakirin (di destpêkê de gelek Ermeniyên ji devera Bişêriyê, ya li Kurdistana Bakur, lê rûniştin. Lewre di nerîna nim de bi navê wan hate naskirin. Bi wan re Kurd û Siryan jî lê rûniştin). Di Rojhilatê vê taxê de kesên Aşûr, ên ku hatin Qamişlo, malên xwe lê ava kirin, lewre navê wê kirin taxa Aşûriyan.

Di salên heştiyan de li ser erdê fireh û vala di navbera Qamişlo û gundê Enteriye de garaca otomobîlên ku diçin Rojhilatê Qamişlo, û cihê karê pîşeyî (mîkanîkî) “el-Mentiqe el-Sina’îye” hatin avakirin.  Herwiha li rex wan rawestgeha (stasyona) nû ya tirênê (ji dêlî ya Til Zîwanê) û hin enbarên zadan jî hatin avakirin.

Taxên Qamişlo

Holê li gor plana firansizan birê didiwan ji bajêr, yê Rojavayê çem, bû navenda bazirganiyê, û Başûrê wê, bi rojavayê wê re, bi birê sisiyan re, bû cihê avakirina xaniyan û rûniştina xelkê.

Di salên sihan û çilan de, weke me berê jî gotî, birê ku diket navbera qişlê û cada serekî cihê saziyên dewletê û xaniyên efser, karmend û hin kesên nîzîkî firansizan, an hinek xeynî wan jî bû. Lewre herdû birên din jibo avakirina malan û rûniştina xelkê man. Li dora sûka navendî, ji Başûr û Rojava ve, cihê erdê fireh û pehin, xelk li wan rûniştin û taxên biçûk ava kirin. Cuhûyên ku ji Kurdistana Başûr û ya Bakûr hatine, xaniyên xwe nîzîkî sûkê, ji aliyê Başûr ve, û di nava wê de kenîsa xwe ava kirin. Ermeniyan jî, nemaze yên ji Heleb û Dêrezorê hatine, di Başûrê wan de xaniyên xwe û dêra xwe ava kirin. Lê yên ku ji devera Bişêriyê û dora wê hatine, bêhtirê wan di taxa Bişêriyê de xaniyên xwe ava kirin. Hinek ji navdarên bajêr, an xwediyên erdên Qamişlo, ji xelkên Nisêbînê an xeynî wê, xaniyên xwe li Rojavayê taxa Cuhû û Erminiyan ava kirin; weke mala Nizamidîn û Mîşêl Dom û Mîşêl Eso û mala Hana û mala çermûklî û mala Qewmê û xeynî wan jî. Hinekan jî li Bakurê cada “du piran”, weke dr. Nafiz, Arif beg Ebas, mala Zekî û Nîhad Çelebî û Nedîm Beytar. Dû re hin malên dewlemend (weke mala Esfer, Necar, mala Hedaye, mala Terzîbaşî, mala Mi’marbaşî û mala Esmer) hatin Qamişlo û li wan cihan ava kirin.

Erebên hozan, namaze yên Tey, ewên nîzîkî Qamişlo, tukes ji wan, ji bilî çend şêxên wan (weke Faris el-Mihemed û Ebdilrezaq el-Heso û Ebdirezaq el-Nayif û mala Selûmî) ne hatin bajêr. Lê ji salên şêstiyan ve ev hoza he berê xwe da Qamişlo û li Başûrê bajêr nîzîkî gundê Zinûd gihan hev; hejmara wan li wir zêde bû, ta ku cihê rawestandina wan bû taxek, ku niha bi “taxa Tey” tê naskirin.

Lê hoza Şemer dûr ji Qamişlo ma, çinkû gundên wan ji Qamişlo dûr bûn, diketan aliyê qeza Dêrkê. Tuyan ji wan, ji bilî şêxên wan Mîzer el-Medlûl û Humeyid Diham el-Hadî, malên xwe ne anîn Qamişlo

Gelek ji Kurdên dora Qamişlo, bi sedema danîna xetê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de, dema ku dewleta Sûriye hate damezrandin, neçar bûn li ser çêregehên xwe rûnin, gundan ji xwe re ava bikin û dev ji koçeriyê berdin, an koçerîke teng, ne gelekî dûr ji gundên xwe bikin, û guh bidin çandinyê û xwedîkirna  pêz. Ji bo vê wan ne xwast bên bajêr, û ji nû ve li karan bigerin û bikin. Û holê di gundên xwe de man, lê hejmareke kêm ji wan hatin bajêr. Dû re ev hejmara he zêde bû, nemaze piştî ku hikûmetê di salên pêncî û şêstiyan de dest bi siyaseta nijadperest di dermafê wan de kir; li wan ne weke welatiyên Sûriyê nerî; erdên çolê da ereban, û neda wan; nasname ji wan stand, û dû re erdên bav û bapîran jî ji wan stand û da erebên xwe, yên ku ji dora Heleb û Reqayê anîn Cizîrê. Lewre ev Kurdên he, ji bo ku zarokên xwe xwedî bikin, neçar bûn berê xwe bidin bajêr û li karan bigerin. An hineke dewlemed hatin bajêr ji bo karan bi perên xwe bikin. Û holê hejmara kesên bajêr gelekî zêde bû, ta salên heştiyan giha bêtirî (300 000) sêsed hezar kes. Û hejmara kesên taxan jî zêde bû, weke ya Qedûr Beg, ya Bişêriyê, ya Aşûriyan û ya taxa Rojava. Hin taxên nû jî hatin avakirin, weke ya Bengladêş (kesên lê rûniştin avahiyên xwe bê erêniya hikûmetê ava kirin, lewre saziya kolanên taxê ne serast bû, lê saziya bajarvaniya bajêr neçar bû ku bi avakirna wan razî bibe, û hineke ji wan serast bike).  Ev taxa he vajiyê taxa Kornîş bû, ya ku ji avahiyên nûjen û qatane, û bi riya civatên taybet an yên karmendan hate avakirin. Û holê jî di Rojavayê Qamişlo û Başûrê firokgehê de vêlatên weke xaniyên ewropiyan ji bo maldaran hatin avakirin.

Weke me berê jî got, ji salên heftiyan de navê “taxa navîn” li birê ku diket navbera çemê Ceqceq ji Rojhilat ve, û cada el-Quwetlî, ya ber seraya nû, ji Rojava ve kirin. Bêhtirê xelkê vê taxa he ji Siryan û Erminiyan bû. Lê taxên din bêhtirê kesên wan ji Kurdan bûn. Li ya Rojava jî hemû milet di nav hev de bûn.

Lê hejmara Cuhûyan, bi sedema bazdana wan ji Sûriyê, gelekî kêm bibû. Vê dawiyê Siryanan jî dest bi reva ji Qamişlo kiri bûn, û holê jî Kurdan di van salên dawî de dest pê kirin. Li Qamişlo hejmareke biçûk ji Çerkes û ji Çeçanan jî hebû.

Di salên çilan û pênciyan de hin erdên vala, di navbera bajêr û gundên dora wê de (Mehmeqiya, Cirnik, Enterî, Zinûd, Hilko û Hilêliyê) hebûn, lê niha ev valabûn hate dagirtin û ev gundên he bûn ji avahiyên bajêr.

 

Civata Qamişlo

Ji bo em civata Qamişlo nas bikin, emê di sê qunaxan re lê binêrin.

1. Dema mandata Firansa

2. Qunaxa yekem ji hikmê erebî (ji serxwebûnê ta sala 1958 an)       

3. Qunaxa didowan ji hikmê erebî (ji sala 1958 an ta niha)

 

1. Dema mandata Firansa

Ji bo ku Firansa desthilatdariya xwe li Cizîrê xurt bike, siyaseteke gelekî xirab li ser xelkê wê gerand. Milet berdida hev û ew jev cuda dikir û kir ku bi çavên neyartiyê li hev binêrin. Ev xirabiya he gihand kesên Qamişlo jî, û ew pê hatin êşandin. Malbatên ku siyaseta Firansa li sûriyê, an li cizîrê, ne dipijirandin li cem desthilatên firansî ne di cihê layiq de bûn. Lê zilamên meyldarên wan di gurbûna xwe de bûn, zordariya xwe li xelkê dikirin; kêm bûn ew kesên ku kari bûyana li wan vegerînin.

Ev siyaseta he hêşt ku ferq, cudabûn û newekhevî di taxên Qamişloyê de jî bên xuyakirin. Hin tax biçûk bûn, xelkê wan ji nijadekî, yan ji olekî bûn, xwe li hev digirtin; cuda ji xeynî taxan, weke Gîto ji xwe re çê dikirin, mîna Cuhiwan, behra gelek ji wan, tenê bûn. Kenîsa wan di nîvê taxa wan de bû, civata wan taybet bû, lê peywendiyên wan û bazirganiya wan bi miletên din re hebû. Bêhtirê wan karê firotina qumêş û eterî dikirin.

Ermenî jî welê ji xwe re bûn, xwe li dora hev girti bûn, dêra wan nîzîkî wan bû. Lê hinek ji yên devera Bişêriyê li taxa Bişêriyê rûdiniştin û malên xwe li wê derê ava kiri bûn, evên he bi Kurd û Siryanan re dijîn. Gelek ji Ermeniyan, nemaze yên ji Heleb û Dêrezorê hati bûn karê pîşe (sin’et) ya hesinî dikirin. Wan ev kar di nav xwe de dihêştin û xeynî xwe şehrezayê wê ne dikirin. Bi rex hinek ji wan, nemaze yên ku ji Bişêriyê hatine, karê çandinya zadî dikirin.

Lê Siryan, yên ji Ezex û çiyayê Torê, Midyat, Mêrdîn, Diyarbekirê û ji derên din hatine, di rojavayê sûka navendî û taxa Cuhiwan de rûdiniştin. Di taxa Qedûr beg û Bişêriyê de jî bi Kurdan û Ermeniyan re malên xwe ava kirin. Wan jî dêra xwe di nav xwe de ava kirin û karên cuda cuda dikirin. Lê hemû wan, di karên xwe de, bi xeynî miletan re danûstandin û bazirganî dikirin.

 

2. Qunaxa hikmê erebî yê yekem (Ji serxwebûnê ta yekîtiya bi Misirê re) 

Di navbera salên 1946 û 1958-an de Cizîr, nemaze jî Qamişlo, bû bû bajarekî vekirî ji hemû kesan re, ji hemû nifşan re, yên ku bikarin xizmetê ji bo miletê xwe bikin û sûd û kelkê bigihînin welêt. Lewre birex kesên wê yên berê, weke Kurd, Ermen, Siryan, Cuhû, Aşûrî, Çerkes û Kildanan, gelek kes ji bajarên Sûriyê weke Heleb,Udlib, Hema, Hums, Şam, Horan, Siwêda, Ladiqiyê û xeynî wan jî, ji bo kar li Qamişlo, bi piranî dihatin xuyakirin, nemaze di Havînê de, dema dest bi kar û barên çinînê dikirin. Herwiha jî di sûka Qamişloyê de, navenda bazirganiya Cizîrê, û gihandinheva riyan û şopan, weke xeta tirêna ji Tirkiyê diçê Bexdayê (Tirêna Rojhilata Lezok) û ya ji qamişlo diçê Şamê, û birex xeta firokan navbera Qamişlo û Heleb û Şamê de, û riyên otomobîlan di nav bajarên Cizîrê de, û Tirkiyê de, bi riya Nisêbînê, û bi Mûsilê re.

Bi rex hebûna bengên peran, weke benga Sûriye û Libnan, û benga Sûriye ya bazirganî û benga deynên gelêrî. Ji bilî fîrmên makînên çandinyê weke ya Katirpîlar û ya Intirnasyonal, an weke firoşgehên parçên otomobîlên biçûk an mezin, an makînên çandinyê, weke makînên çinînê an yên hûrkirin û bêjingkirin an yên dîskên rakirna şovan, an terektorên her awayî. Bi van karan re jî, hebûna pitrolê di Qereçoxê Cizîrê de.

Bi vê rola aborî ya mezin re, me ji destpêka salên pênciyan de dît ku Qamişlo bibû navendeke siyasî–çandî ji bo hemû Cizîrê. Partiyên wê yên gelek, weke Partiya Demokrat a Kurd, a Komonîst, a Be’is, a Niştimanî, a Gel, a Qewmî Sûrî; a Îxwan el-Muslimîn û partiyên siryaniyan û yên ermeniyan jî. Van hemûyan tevgereke siyasî û çandî lê peyda kirin û hêştin ku Qamişlo di demokratiyê de û di danûstandina civakî de ji xeynî xwe belûtir bibe, û li ser peywendiyên Firansa yên cudabûn û ne wekheviyê ket. Lewre rûkî bajarvanî yî geş nîşan da, hêşt ku navê Qamişlo bilind û belav bibe. Û bajar di aliyê avakirnê de pêş de çû, fireh bû, û xelkên wê hemûyan bi hev re kirin ku navê wê bi têkilyên wan ên dostanî, hevaltî û biratiyê bi ser keve û bajarvaniya wê berçav bibe.

Di aliyê aborî de hemûyan bi hev re kirin ku pêş de here, di ked de bilind bibe, bazirganiya wê di Cizîrê û Sûriyê de fireh bibe, xêr û bêr li kesên wê bibare û bi xweşiya destfirehiyê bihesin. Hemû li dora hev kom bûn, paywendiyên xwe bi hev re xurt kirin û rê ne dan ku çavreşiya dema Firansa, an zikreşiya nû, di nav wan de peyda bibe. Partiyên wê hemû di nav milet de dixebitîn, lê xirabî di nav de ne dihêştin (weke çawa Firansizan dihêşt).

Holê me dît hemûyan di cadên Qamişlo de ruhê welatperweriyê xwedî dikirin, di qucikên xaniyan de hestên netewî gur dikirin û di civatên xwe de ruhê mirovantiyê dijenandin.

Bi vî awayî Qamişlo bû bû bingeha bajarvaniya hevkar. Gavên mezin di paqijî û tendurustiyê de avêtin, û durhên bajarvaniyê lê xuya kirin. Boriyên ava paqij û xetên elektirîkê di nav hemû bajêr de belav kirin; avahiyên nûjen lê peyda bûn, cadeyên fireh, dirêj û rast hatin xuyakirin; xelkên wê zêde bûn, taxên wê fireh bûn, baxçe di nav bajêr de hatin çandin û sazkirin; dibistanên keçkan û kuran, yên seretayî û yên navîn, yên dewletê an yên milet, pir bûn; yaneyên werzişî û civatên arîkariyê belav bûn; rojname lê peyda bûn (Kurd ji van bê behr bûn); sîneme, çayxane û otêl pir bûn; pirtûkxane, navenda kultûrî û firoşgehên rengereng di nav bajêr de belav bûn.

Hemû kesên bajêr, ji salên çilan û penciyan û destpêka şêstan ve, beşdarê vê tevgera bajarvaniyê bûn, ji wan navên jêrîn tên bîra min:

ü   Bijîşk. Ji salên sihan û çilan dr. Ehmed Nafiz, dr. Pol Silavaykov (Bulxar) û dr. Momocyan. Ji salên pênciyan dr. Mihemed Xêr el-Wahidî, dr. Ednan Begdaş, dr. Refîq Ebû el-Si’ûd, dr. Qenewatî, dr. Hebaş, dr. Miskî, dr. Seysiyan, dr. Dara Arif, dr. Qasim Miqdad û dr. Ebdilcebar Yûsifan. Di dû wan re gelek bijîşk li bajêr peyda bûn.

ü   Serokên desgeha bajarvaniyê (belediyê): Ebdilmesîh Sefer, Can Tewîl û endezyar Ferîd Anawîs.

ü   Parêzer. Bêhtirê parêzeran ji bajarên hundurê Sûriyê bûn; weke: Elyas Dubaî, Corc Endirawis, Corc Ebû Eselî, Kemal Qedûr Beg, Mîşêl Eso, Ebdilezîz Hesen Beg, Corc Sefer, Nihad Eclûnî û dû wan re gelek parêzer li bajêr peyda bûn.

ü   Efser: cinêral Tewfîq Nizamedîn, serheng Tel’et Qedûr Beg, kaptên Osman Haco, cinêral Nihad Ebdilrezaq, kaptên Mecîdê Haco, û xeynî wan jî, yên ku navên wan nayên bîra min . 

ü   Ji navdarên bajêr, ji bilî yên me bi nav kirin, gora tê bîra min: Arif Beg Ebas, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Mela Ehmed Zivingî (miftiyê qamilo), Silêmanê Haco, Mela Ehmed Namî, Mela Ehmed Şûzî, Mela Ehmed Êrsî, Mela Tahir Mela Hamid, Yûsif Mîrza, Ehmed axa Derwîş, Ebdê Têlo, Hesen Hişyar, Ezîzê Zazî, Eliyê Zazî, Mihemedê Pilîko, Xelîlê Osman, Mihemedê Heskê, Mihemedê Remiko, Hisênê Es’ed, Cemîlê Birahîm, Ebdilbaqî Nizamidîn, Zekî Nizamedîn, Reşad Hac Elî Beg, Subhî Hac Elî Beg, Zekî Çelebî, Ebdirezaq Çelebî, Tewfîq Çelebî, Ebdirihman Perê, Ebdilrezaq Perê.

ü   Ji xelkên Dêrezorê li Qamişlo: malbata Humiş, malbata Sabit Medad, malbata Hedîdî, malbata Hibil û xeynî wan jî.

ü   Ji Siryaniyan: mala Esfer û Necar, mala Hedayê, mala Mi’marbaşî, mala Terzî başî, mala Esmer, mala Gelo Şabo. Û ji dema firensiyan ve: Mîşêl Dom, Mîşêl Eso, Dawûd Hana, Çermûklî û Qewmê û xeynî wan jî.

ü   Ji Erminiyan: Xaço Şero, Manok Gerebêtyan û xeynî wan jî.

ü   Ji Cuhwan: Moşê Zixeyir, mi’elim Barox, Izra yê etar, Ferec Samih, Samihê berber, û xeynî wan jî.

ü   Ji Helebiyan: Zekeriye Cemîlê û birayên wî, mala Hesen Cibare, mala Ebdo Refî’e û xeynî wan jî.

ü   Ji navdarên Partiyan. Ji Partiya Komonîst: Arakêl Madoyan, Remo Şêxo, Osman Birahîn, Cegerxwîn û Mîşêl Eso û Nûrî Ferhan û xeznî wan jî. Ji Be’isyan: Bedrî Simaîl, Hesen Ebdilfetah, Amanûêl Lebîb, Ebdirehman Besîr û xeynî wan jî. Ji Partiya Qewmî Sûrî: Enîs Midêwayê, Corc Hermûş, Ilyas Rehawî, Zekî Nizame dîn. Ji Partiya Ixwan el-Muslimîn: Hac Reşîd Yûsifan, Mihemed Şêxê û xeynî wan jî. Ji Partiya el-Nasiriyûn: Silêman Haco, Xelîl Sabit Medad û Ebdilah Xelûf û xeynî wan jî. Ji partiya Gel: Ebdilbaqî Nizamidîn. Ji Partiya Niştimanî: Hesenê Haco, Reşad Hac Elî Beg û Kemal Qedûr Beg. Ji Tevgera Demokrat a Kurd: Mihemedê Mela Ehmed, Ebdilezîzê Eliyê Evdê, Derwêşê Mela Silêman, Samiyê Mela Ehmedê Namî, Ebdilayê Mela Elî, Xalidê Meşayix, Mihemed Mistefa, Ebdilsemed Mela Xelîl, Mela Mihemed Neyo, Mecîdê Haco, Mihemedê Fexrî, Ezîzê Dawê, Tahirê Sifûg, Yûsif Simaîl, Ebdilletîf Elî Ebdê, Ebdilbaqî Elî-Xan, Hesenê Bişar, Ezîzê Omerî, Nûrî Hacî, Selah Bedridîn, Ebdilrezaq Mela Ehmed, Êdîb Heybet, Şemsedîn Mihemed û xeynî wan jî. Dû re bêhtirê serdarên partiyên Kurdan hatin li Qamişlo rûniştin, weke Hemîdê Hacî Derwês, Ismaîl Omer, Ismet seyda, Fûad Elîko, Hesen Salih, Ebdilbaqî Yûsif, û berî wan Kemalê Ehmed-Axa û Nezîr Mistefa li wê derê bûn. Û holê Qamişlo bû navenda tevgera siyasî ya kurdî li Sûriyê.      

Ev kesên he hemû, û kesên Qamişlo yên din, bi hev re beşdarê pêşdeçûna wê bûn. Wan hêşt ku bajar ji aliyê avakirin, paqijî, tendurustî û di hemû aliyên bajarvaniyê de pêş de here, ta navê wê bilind bû. Heryek ji wan roleke xwe di aliyê jiyana bajêr de leyîst, weke hilbijartina jibo perlemana Sûriyê.

Di wî çaxî de dibûn bir, li hember hev disekinîn û ji bo serketinê berberîtiya hev dikirn (destê hukûmetê di hilbijartinan de gelekî dirêj bû), weke ya sala 1954-an û ya 1962-an, lê dema ev bûyera he bi dawî dibû vedigeriyan weke berê, heryekî ji bo pêşdeçûna welat û bajêr karê xwe dikir.

3. Dema hikûmeta erebî ya didowan (ji sala 1958 an, ta roja îro)

Dema dora dewletê ji bo avakirina bajêr û pêşdebirina peywendiyên civakî, çandî û aborî hat, û ji bo gavan bal jiyaneke demokrat û şaristanî ve bavêje, mixabin, ronahiya berê bi siyaseta xwe ya çewt vemirand û bi kêlbên nijadperestiya xwe û bi cudabûna li nav welatiyan kar anî, şewqa hevkariya bajarvaniya wê çilmisand, civata wê jev xist û taromaro kir; ew vegerand dema Firansiyan, ji cudabûn, bendîtî, çavreşî û newekheviya li ser bingihê cudabûna netewî, nijadî û endamtiya partiya Be’is.

Holê siyaseta jevxistina milet û dûrkirina wî ji hev bû karê dewletê, digel ku ew serdestê vî welatî bû. Bi vê re zilamtî, keysdarî, paşgotinî û qelewêzî pir bû bû; durûyî û bêbextiyê, hember rastî û dilsoziyê gur bû bû. Holê mirov dibîne ku bermayê vê siyaseta qirêj gelekî li ser welatiyan giran û xirab bû – şûna wan bike yek, ew berdan hev, ew ji hev dûr kirin. Xelkê wê, bi siyaseta xwe ya aborî, belengaz kir. Rûmet di bin siha şeperzetî û bertîlan de şikest, ta radeyekî li pariyê nanê xwe digriyan, ewê biyaniyên hejmara wan zêdebûyî dixwarin, an di Havîna germ de midîkarê misteke ava paqij bûn, lê diman heyirî, û biyaniyan di nav gola wê de sûbahî dikirin. 

Û holê ji aliyê aborî ve, hember siyaseta dijîtî, bêarîkarî û bêamadakirina pirojên aborî, bajar bi paş ket. Bazirganiya wî, çandiniya wî bi paş ket. Çanda wî jî xurû bû çanda nijadperestiya be’sî.

Havila zordariya desthilatên nijadperest û zora dezgehên parastinê hêşt ku birêvbiriya bajêr, an ya parêzgehê, an ya perlemanê di destê Be’sî û hevalbendên wan, yên binav tenê, bimîne, bê ku guh bidin tu kesan, an tu netweyan, yên mafên wan her û her winda.

Aboriya Qamişlo

Cizîr zemîneke deşt e, ji zemînên Sûriyê yên bi xêr û bêr e. Bi rex dewlemendiya wê bi pitrolê, tête naskirin ku ew cihê çandina genim, ceh, pembû û xeynî wan e jî.

Bajarê Qamişlo di nîvê bakur de dikeve, roleke wî giring di gihandinheva bajar û gundên rojhilat û rojava bi bajarên hundirê Sûriyê ve, û bi yên Tirkiye û Iraqê ve jî, heye. Çimkî xeta hêsin ya tirêna ji Tirkiyê diçe Bexdayê (Tirêna Rojhilat a Lezok) di ber re diçe. Yeke dî jî diçe Dêrezor, Heleb û Şamê. Herwiha xeteke sazkirî ye firokan di navbera Heleb û Şamê de jî heye. Yên otomobîlan jî di navbera bajarên Cizîrê û yên hundirê Sûriyê de heye. Bi Tirkiyê (bi rêya Nisêbînê û bi Mûsilê re jî heye.

Çandiniya zadan di pêpelûka yekemîn ya aboriya Cizîrê de ye. Ew, bi rex xwedîkirina pezan, cihê herî giring digre. Evên he, û bazirganiya bi gundan re, aboriya Qamişlo timam dikin. Hukûmetê tu karxane lê ava ne kir, ne jî hêşt tu kes ava bike.

Çandinya wê bi ava baranê ve girêdayî ye. Lê hinek omîda xwe bernadin ser  ava baranê tenê, ya ku sal bi sal kêm dibe – ji xwe re bîrên irtiwazî dikolin û çandinyên xwe pê av didin. Lê gelekbûna van bîran dihêle ava binê erdê kêm bibe û têra avdana hemû çandinyan neke. Lewre eva, kêmbûna baranê û hin sedemên din dihêle ziyaneke mezin bigihe aboriya Qamişlo û welêt, û şûnemayên xwe li ser jiyana xelkê bihle. Digel vê jî desthilatên dewletê ava çemê Dicle yê nîzîk nakşînin û erda Cizîrê pê av nadin. Hin taxên Qamişlo di Havîna germ de bê, an kêm, ava vexwarinê dimîne.

Ji aliyê aboriya pezan ve, hozên ereb bêhtir ji ên kurd guh dan xwedîkirna wan, ew jî bi sedema siyaseta nijadperest ya hukûmetê. Çinkû Kurd man bê erd û çêregeh, nemaze piştî ku hukûmetê dest danî ser erdên wan. Ev xwedîkirina pezan roleke xwe ye giring, bêhtir ji ya çandinyê, li cem Ereban heye, digel ku hukûmet gelekî dike ku Ereban bi erdê ve girê bide, lê pê re naçe serî. Çinkû ew Erebên ku dibin xwedî erd nikarin xwe pê mijûlbikin û bi barê wê rabin. Lewre wê bi behir didin dewlemendên bajêr. Ew jî bê kar li mala xwe rûdinin, an bi pezên xwe ve mijûl dibin.

Di salên çilan û pênciyan de li Qamişlo tevgereke bazirganî ye fireh di navbera wê û gundên wê û bajarên Cizîrê de hebû. Di bingihê xwe de li ser kirîn û firotina genim, ceh, birinc, nîsk, nuhk û pembû; ya pezan jî, goşt, çerm, hirî, rûn û xeynî wan jî bû.

Dema guhdan ji zêd re zêde bû û erd hemû hatin çandin, makînên çandiniyê pir bûn û gelek dikanên serastkirina wan vebûn; weke ya terektoran, diskan, yên çinîna wan, yên rakirina şûvan û yên reşandina tovan, û hemû nifşên wan û yên otomobîlan. Bi rex van hin karên kevin ên bi dest jî li Qamişlo hebûn, weke çêkirina merşên biçûk yên malan, çêkirna kulavan, bûyaxkirina qumaşan, çêkirna qunderan, dirûna cilan, karê necarî û ya hesinî, çêkirina zêran û xeynî wan jî. Hember van hemûyan, ji hundirê sûriyê, nemaze ji Heleb û Şamê, hin tiştên gerekên malan, zînet û xweşikkirin tanîn.

Dibistan

Dema Firansiyan dest bi avakirina Qamişlo û saziyên wê kirin, dibistan jî lê ava kirin. Di salên sihan de dibistaneke seretayî ji kuran re ava kirin (niha cihê wê mekteba Partiya Be’is,  ş’uba gundan e). Di destpêka salên çilan de me dibistaneke seretayî ye fêrmî ye keçan, nîzîkî dibistana kuran û mala misteşarê firansî, dît (niha xaniyeke hember baxçeyê ye ku bi navê Bilûdan tête naskirin). Dibistana keçan ya dewletê ta salên pênciyan – dema dewletê hin dibistanên din jî ji keçan re ava kirin – yeke tenê bû. Xwendekarên dibistana seretayî bi pênc polên xwe ve, bi rex polek ji herî biçûkan re (hedane), zimanê erebî dixwendin (zimanê firansî di polê pêncan de dihat xwendin). Xwendekarê dibistanê piştî xwendina pênc polan (sefan) belgenama (şehada) sertefîka bidawîkirina xwendina seretayî distand. Ew jî piştî ku dewletê fehseke giştî ji hemû xwendekarên sefê pêncan re, yên li qeza Qamişlo, bi hev re di cihekî mezin de, weke odên (salon) qişla leşkerî ya li Qamişlo, çê dikir. Weke çawa bi min û hevalên min re di sala 1949-an çê bûyê. Niha ev awayê fehsê bi xwendekarên sefê nehan û yê diwanzdehan re çê dikin. 

Di wê demê de, ji bo hînkirina xwendekarên dibistanên Cizîrê, xwendin û nivîsandin bi zimanê erebî bû, û bi sedema ne bûna mamostayan li cizîrê hukûmetê hin mamostayên xwendegehan ji bajarên hundirê Sûriyê tanîn Cizîrê.

Sala 1944–1945 ji xelkên Qamişlo tenê çar mamosta hebûn: Henne Midêwayê birêvebir (mudîr) bû, Kerîm Gebriêl û Cubraêl Hayik û Fehmî Stembûlî jî mamoste bûn. Ta destpêka salên pênciyan ji kesên Qamişlo tenê ev mamoste man, dema Henne Eslan jî bû mamoste. Dû wê salê re ez û hevalê xwe Osman Segvan, di destpêka sala xwendinê ya 1953–1954 an de bûn mamoste (ez li Qamişlo, û ew li Tirbispî). Di sala dû re, yanî ya 1954–1955 an de, hevalê min Xelîl Sabit Medad bû mamoste. Û di salên dû re heval Ebdilfetah Salih û Hesen Hisên û Isa Xemîs û xeynî wan jî ji xelkên Qamişlo bûn mamosteyên dibistanên wê. Ji destpêka sala xwendinê 1958–1959 an ve xwendina seretayî, ji dêlî pênc salan, bû şeş sal.

Dema şagirtên dibistanan xwendina xwe ya seretayî li Qamişlo bi dawî dikirin, neçar dibûn herin bajarê Hisiça, da ku xwendina xwe ya navîn di xwendegeha wê (techîz) de ta sefê diwanzdehan berdewam bikin. Çinkû li Qamişlo, ta sala 1950-î, xwendegeha navîn tune bû.

Dibistana seretayî ya dewletê ji bo kuran li Qamişlo ta sala 1947-an yeke tenê bû. Dema şagirtên dibistanê zêde bûn, hingê hukûmet neçar bû dibistaneke nû veke. Cihê wê li ser cada navbera qişlê û seraya hukûmetê, nîzîkî girtegihê, di xaniyê karmendekî firansî de bû (dema zîndan nû kirin, erdê wî xanî berdan ser erdê zîndanê). Di sala dî de, yanî sala 1948-an, dibistan ji wê derê guhastin û birin hewşa dêra erman a katûlîk (niha hember seraya hikûmetê ye) cih li wê derê jê re çê kirin. Di sala dû re jî ew birin taxa Qedûr Beg.

Bi sedema zêdebûna şagirtan di sala 1951-ê de sefê şeşan vekirin, weke destpêka sefên xwendegeha navîn. Cihê wê kirin hewşa dibistana seretayî ya kevin ( niha cihê wê, weke me berê jî gotî mekteba şu’ba gundan ya Partiya Be’s e). Dû re her sal sefek zêde dikirin ta giha sefa diwanzdehan. Yekemîn birêvebirê wê mamoste Ebdilrihman Cibêro bû. Di sala dû re dibistanên seretayî û yên navîn û înistîto, bi her nifsên wan ve, weke ya çandinyê, hunerî, mamosteyan, bazirganî û ya pîşeyî  hatin vekirin.

Lê Siryanên Ortodoks, berî dewletê, di sala 1950-î de devê xwendegeheke navîn e taybet ji zarokên xwe re (û ji xeynî re wan jî ) bi navê  »Senewiyet el-Siryan el-Ortodoks« vekirin. Cihê wê di hewşa dêra wan de li ser cada serok Cemal Ebdilnasir bû. Di salên şêstiyan de navê wê kirin »Senewiyet el-Nehde«. Lê dû re hukûmetê dest danî ser û, weke çawa »Senewiyet Omer Bin el-Xetab«, ya ku di destpêka şêstiyan de mala şêxên Xezna vekiri bûn, kire ya dewletê.

Ji bilî dibistanên fêrmî yên dewletê dibistanên taybet yên netewan jî, weke Ermen, Siryan û Cuhiwan, ji dema Firansiyan de hebûn. Firansiyan ji salên sihan ve rê dan wan ku dibistanan ji zarokên xwe re vekin û wan hînî zimanê xwe yê netewî, bi rex yê erebî, bikin. Û  holê Ereban jî rê dan wan.

Di salên pênciyan de, weke Samî Mela Ehmed Namî dibeje, her birek (tayîfe) ji filehan dibistanek an dido hebûn, weke Siryanên Ortodoks du dibistanên sereta ji kur û keçan re hebûn (van xwendegeheke navîn jî hebû ). Siryanên Katolîk dibistanek ji kur û keçan re hebû. Ermenên Ortodoks du dibistanên kur û keçan hebûn. Ermenên Katolîk, Kildan û Aşûrî her yek ji wan dibistaneke sereta ji kur û keçan re hebûn. Lê mixabin ne Firansiyan, ne jî Ereban, eva he ta niha bi Kurdan re ne kirin, digel ku Kurdan çend caran, weke di sala 1928-an û sala 1932-an, ji Firansiyan xwastin, lê wan ne di hêştin ku Kurd