Nûçe û daxuyanî

Qilçix
çand û Tore
Hevpeyvîn
Gotar
Helbest  
Çîrok
Nivîskar
Lêkolîn 
Rêziman  
Wergerandin
Mûzîk û huner
Mûzîk 
Hunermend
Civak
Wêneyên biyanî
Pêkenok
Zarok
Lîsk
Navên kurdî
Kevnetor
Metelok
Tu dizanî..!?
Çat
Lînk
Karîkator
القسم العربي
Pîrozbahî
Têkilî

 





Qilçixa: Qado Şêrîn 

Malperên bajar û êlan

An jî  www. trkoefqasediamracede. com

 

Xwendevanên hêja, weke hûn fêrbûne ko serê xwe ne êşînin bi xwendin û mendin û çetinê, ez jî serê we na êşînim, da ezê di cê cî de ji we re wê navnîşan a li jor şirove bikim;

tr; Tirbesipyê

ko; Kobanê

ef; Efrîn

êdî ez sed li sedî bawerim ko hûn dikarin navnîşanê bibin serî, ma we mebesta min jî ji vê navnîşanê naskir. Ma hûn ne bi min re ne ko malpereke wisa vebe..!!?, da ko ya hemû herêmên kurdan be.

hin ji we dikarin bibêjin ko ji mafê hin kesaye ko malperan bi navê bajarê xwe vekin, lê jibîr nekin ko ev yek maf dide her kesî ko malperan bi navê bajarê xwe veke, belê bi navê gund, jin, kavil, seh, û yarika xwe vekin, ma kî ji kê çêtire, em hemû kurê bavane û simbêlboq in.

Wele ji mafê min e jî ko ez malpereke xwe bi navê  www .nehroz.qa  vekim((qa=Qamişlo)), ew navê gundê min e, ez lê ji dayk bûme û carekê karwaneke mezin û sê firoke û 11 naylon têre borîn, ma ne gereke êdî malperek bi navê gundê min hebe, ez dizanim ko ne di riyên şaş re be kesek nabî mêvanê wê, lê ma ew ên din bi çi ji min çêtirin, mexabin naka Internet li gundê me tune, lê ji niha û sed salên li pêş dê were, gerek merov geşbîn be.

    Ew malperên din jî wisa ne, ma kî Efrîn.net vedike ji xelkên Efrîn pêve, her wisa amude.com, amude.net, amude.de, amude.org, amude.uk, amude.us……hwd.

    Ma gelo nav nînin yan jî tiştekî din heyeeeeeeeeeeeeeeeeee, di nava xwedî û berpirsyarên wan malperan de ye, xwezî carekê ji me re eşkere bikin. Ev yek me ji hevûdu dûr dixe, dujîtî, dexse û dûriyê dixe nav me. Xelkên Efrîn dibêjin; kor jî dizanin ko malpera me ji ya Qamişlo xweşiktire, her wisa xelkên amûdê jî dibêjin ko malpera me ji ya hemiyan bi navtire, li ser zarê nivîskarekî vê yekê dibêjim û dinivisînim; malpera Tirbesipî ya herî pêşî bû.

   Ji bilî vê jî, ko nûçeke balkêş di qamişlo.com de belav dibe êdî xelkên Efrîn û Amûdê divê di malperên bajarên xwe de bixwînin yan jî baweriya wa bi wê nûçeyê nayê, û dibêjin ko ew nûçe ji malpera me hatiye girtin çimkî me berî wan bi 11 çirkan belavkir. Ya ko nayê gotin jî jiber girtin û kopîkirina berhemane, ma kî dizanî ko jêdera wê nivîsê ji ku ye.. !?, hêjayî gotinê ye ko hin caran nivîskar jî vê yekê dikin, ew ji hemû malperan re dişînin(( wek Fuat Ekbînar)), ko merov bi zor û heft belan nivîsa wan bixwîne.

      Ji ber vê yekê û ji bo ko xelkên tevaya kurdistanê bibin mêvanê malper a min, min ev navê dirêj û bi ecêb lêkir ; www. trkoefqasediamracede. Com û nûçeyên rast û durust  jê bigrin, em ne di bezîna belavkirina nûçe û berheman de ne, na weleh û bileh û tileh û bi Zerdeştê kal jî, wey li wî yê ko berî yê din tiştekî balkêş daxîne malpera xwe, ew mîr e. Hêviya min ji vê yekê ewe ko ez xelkên xwe li hev kom bikim piştî ko van malperan ew ji hevûdu dûrxistine.

-Xweda nede wan malperan û ava sebeşan diber wan de bihêle…aaaaaaaaaaaaaaaaaamîn.

-herin bazarê cd û deskan bikirin, dema li ser qeşê bişemitin hemû bişkin…aaaaaaaaaaamîn

-ê ko ji Fuat Ekbînar re belav neke, xweda sehê cînaran li wan har bike….aaaaaaaaaaaamîn.

vê yekê jin û mêr ji hevûdu berdane û hin mal bûne kerafî û jiyan nema di wan de dibe, naka çar mêran ji Qamişlo nêt kirine ko jinên xweyî Efrînî berdin li ser vê yekê û her wisa şeş mêrên Efrînî û jinên ji Qamişlo rojane li dadgehane.

ma hûn dizanin ez rojane çiqas çaxê xwe didim van malperan looooooo, da ko nivîsekê di wan de bibînim di ya din de tune be, lê ax û sed carî ax…

     Naka rê ji her kesî re vekiriye ko ji xwe re malpran veke, bi navê bajarê xwe, ko nebû bi navê gundê xwe, ko nebû bi navê êla xwe, ko nebû bi navê yarika xwe. Hin kes hene dikin ko bi navê gundê xwe vekin wek; www. Yazdekutilk.net, www. hifdeker.com, www. Çêlekê. Org. Dersan ji malperên bajaran digrin.

    Ko wisa be dê demek were her gund û bajarek dê malpereke xwe hebe, lê di wê demêde emê bi wê jî razîbin, ji ber ko her êlek jî dê malpereke xwe veke. Ew dem dê bibe dema çizirandina malperan. Ma gelo ne ji mafê êlane jî ko malperên wan hebin, wek; www. haco.com, www. berazi. Com, www. gabara. net, www. Meşkînî. De. Û bila wêne û lehengiya axa û hinerên mêrxasên êla xwe belavbikin.

     Merov ji diya xwe dibe azad, êdî merov azade bi vekirina malperan, da ji mafê herkesîye ko malperan ji gund, bajar û êlên xwe re veke. Bila malperên me kurdan pir bin, bila miletên cîhanê bizanibin ko kurd bi demê re ne, ma miletê Alman, Ferensî, Emerekî, Çînî û Sîralenkî bi çi ji me kurdan çêtirin, her yek ji me layê bavê xwe ye, û guneh û şaşiyan bihêlin li ser xweda.

 

tirej.com13/07/2003
wêne.tirej.com





veger ««««

tirej@tirej.com[©www.tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com]
Vebûna malperê 01/12/2002