Nûçe û daxuyanî

Qilçix
çand û Tore
Hevpeyvîn
Gotar
Helbest  
Çîrok
Nivîskar
Lêkolîn 
Rêziman  
Wergerandin
Mûzîk û huner
Mûzîk 
Hunermend
Civak
Wêneyên biyanî
Pêkenok
Zarok
Lîsk
Navên kurdî
Kevnetor
Metelok
Tu dizanî..!?
Çat
Lînk
Karîkator
القسم العربي
Pîrozbahî
Têkilî

 





Fewaz Ebdê

  ..Heger li ber navê min binivîsin

Kurteçîrok 

Xemsariyê, bêhêviyê, neçariyê bi xurtî damarên laşê min girtibûn.. Ne min dixwest ji hundir derkevim, û ne kes bê bal min. Xurcilîneke netebte di nava min de bû, lê min nizanîbû çi bikim.. çi bêjim.. hin bi hin ew xurcilîn dibû liveke sivik.. û dûvre xurtir dibû, di hundir de diçûm û dihatim. Sedem çi bûn, hêjî ez nizanim û ne ramanê min lê digeriyan. Û niha jî ko ez bixwazim sedemekê ji wê rewş û demê re bibînim, ez dibînim bêsûdeye.. Ne tenha weha, lê belê ez dibînim ko cihê tinaz û pêkenînêye, çimkî her tişt di çaxê xwe de xweşe.

Ko dêya min, yan bav û bapîrê min ew bûyer ji min re gotibana, bêgoman minê bigota: Ev çîrokeke ji evsana ye, ji kevnetorê gelê me, yan ji yê gelin din e û hatiye wergerandin û veguhestin û di civatgeha me de cih girtiye.. Lê ko bûyer bi serê min hatiye, ez nema karim bawer nekim.

 

Ez di wê xurcilînêde bûm çaxê dengek hat min bi navê min bang dikir, û bi deng re vedeng li çar hawêrî min belav dibû, lewra ez li dora xwe dizîvirîm li jêdera deng digeriyam. Min dît xortekî spehî beramberî min rawestiyaye..

-Tu çawa derbas bû? Min dergeh tev asê kirine!!

Yekser min jê pirsî.

-Pêşî binase ez kîme, û dûvre tu dikarî vê pirsê bikî..

Bi awake ji xwe bawer bersiv da, û wêya hişt ko ez hinekî rawestim, ji ber ez hinekî sar kirim û ew kela hinavê min daket, berî ko ez bi nermî bêjim:

- Xwe bi me bide nasîn ezbenî..!

-Ne tu bûya, minê bigota tu tinazê xwe dikî, lê ez dizanim ko tu di xwe re nabênî ta tinazan bikî.. êêh.. nexeme.. ezbenî ez destekê Yezdanim..

-Destekê Yezdan!!? ‘bi matbûn min pirsî’ Û çi îşê destekê Yezdan bi min heye!!

-Çima tu mat mayî? Tu..

-Ji ber Yezdan ji mêj ve pişta xwe daye min.. Ez ji bîr kirime.

Min gotina wî birrî û pêre pêre jiyana min a bûrî weke filmekî sînema, dîmen bi dîmen, li pey hev dihat ber çavên min: Biçûkaniya ko min ne dît, xortaniya ko ez pê şanebûm, xweşî û şahiya ko ji min di reviya weke pezê ji gur bi reve.. lav û hêviyên ko min ji Yezdan dikirin û berevajî li min vedigeriyan... Bi kurtî, min rojekê ji rojan xwe cîgirê ti deverê û ti welatî nedît.. ta ko min biryar da, ko ez nema dest ber bi Yezdanve bilind bikim, û êdî ti lav û hêviyan jê nekim.

Weke ko sawêr û ramanên min bixwîne gotina xwe got:

-Ji bo vî tiştî ez hatime bal te.

Mejiyê min li hev ket, nema dikarîbû xweşik kar bike. Min çavên xwe girtin, û çavgirtî min got:

-Çi tişt? Û dûvre tu kîjan destekê Yezdanî: Ezraîl, Cibraîl, Mîkaîl..?

-Ho ho.. tu dûr çû ezbenî.. Ez Ezazîl im..

-Ezazîl? Navê Ezazîl ji mêjve windabûye..

-Na ezbenî tu şaşî. Navê min windanebûye, lê we ji bîr kiriye, çimkî gelek nav li min bûn..

-Û tu çi dixwazî?

-Ez hatime, da tu bal bi Yezdan ve vegerî.

Kenekî ez girtim û nema ez berdam.. Lê bêyî ko dêmên wî bên guhertin rawesta û bi awirin ji xwe bawer li min dinerî û weke serleşkerekî mezin digot:

-Ez bi guman bûm ko tu aqilmendî.. û tu ji vê yekê mat namênî .

-Ez mat nemame, ji ber ez dûrî Yezdan nemame, û ya din ez dizanim tu tinazan dikî.

-Tinaz ?!

Nîv kenek kir. Di çavên wî de kulê hezarên salan dihatin xwendin. Keserek kûr kişand û berdewam kir:

-Ma te bihîstiye  ko min ti caran tinaz kirine.. Carekê bi tenha min got ezê bi Yezdan şa bibim, da hinekî bikene û ew cara dawî jî bû û ta niha ez baca wê didim.. Ew jî dema ji min re got «Serî ji Adem re biçimêne» Min bi henekî got “Ez ji ronahiyê me û ew..” Lê Yezdan nehişt ez gotina xwe bibim serî.. Û tu dizanî bê çi bi serê min kir.

-Ji ber vê yekê gerek bû yek ji firiştan hatiba ev doz kiriba. Lê tu..!

-Belê ez.. Çimkî hê ez bi hêvîme ko rojekê li min bibûre.. Û her misilmanek navê min bi “E’ûzû billah”ve dike ez dilxweş dibim û ez dibêjim: Va vî kesî jî hinek ji gunehên min bir, barê min hinekî sivik kir.

Ez hinekî xar bûm, laşê min sist bû, bi wê sistayê min pirsî:

-Wekî tu dizanî cihê te agirê dojehêye çima tu xwe bi minre diwestênî. Vegere. Tu dizanî ko Yezdan fermanek da nema jê vedigere.

-Tevî ko piştî fermanê ji min re got: “Ev şanoyeke da ez û te bihtir bêne nasîn, û ta “ebed” navê me li ser zimanan bimênin, ez yek caran dikevim gomanan ko ew ji fermana xwe venegere, lê dîsa ez bi hêvîme..

-Tu bi çi hêviyêyî, û tu dibînî ko mirovek dibe berpirsiyar gotin nema pêre dibe? Di gel wê jî peyekan ji xwere peyda dikin, û çavan di her civatê de, di her malê de diçînin, da zanibin her yek di nav nivîna xwe de çi dike û çi dibêje.

-Tu çi serhişkî û ji ya xwe nayê xwar.. Ez naxwazim bê encam vegerim.

Gotina dawî weke lavekê ji min dikir. Min xwest ez pirsekê jê bikim:

-Gelo ji bo çi win dibînin em Kurd serhişkin tevî ko em di dan û standina xwe de pir nermin?

Bi vê pirsê re da xwe ko bireve, lê min bi milê wî girt û bersiv jê xwest.. kir û nekir min ew berneda. Qarîn jê çû û got:

-Tu bi şêrînê ber dilê xwekî min berde, xêza sor -weke te- li  ber navê mine. Çav li pey minin û ko bibînin ez di vê babetê de bi te re diaxivim û raporta xwe hildin û li ber navê min binivîsin “Kurdî” wê hêviya min a dawî bimire.

Kenekî bilind ez girtim, bû girî.. Borîn ji min çû.. ken.. girî.. ken.. girî..

Dengê lêdana derî hat. Ez sar bûm. Dengê wan hêdî hêdî dibû piste pist:

Kê bawer dikir ko dernekve Newrozê.. Me zanîbû nîşanê dînîtiyê lê dixuyin.. Dawî zilamê me dîn bû!.

 

tirej.com/05/07/2003
wêne tirej.com 





veger ««««

tirej@tirej.com[©www.tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com]
Vebûna malperê 01/12/2002