Nûçe û daxuyanî

Qilçix
çand û Tore
Hevpeyvîn
Gotar
Helbest  
Çîrok
Nivîskar
Lêkolîn 
Rêziman  
Wergerandin
Mûzîk û huner
Mûzîk 
Hunermend
Civak
Wêneyên biyanî
Pêkenok
Zarok
Lîsk
Navên kurdî
Kevnetor
Metelok
Tu dizanî..!?
Çat
Lînk
Karîkator
القسم العربي
Pîrozbahî
Têkilî

 




Ebas Isma'îl

Heso û Efendî


  Hebû Hesê Sîtî kurdûnde bû, kes û kusê wî tine bû, ne jin , ne zarok ,  ne mal. Heso her sal ji xwe rezek du rez bi mirêbayî digirtin.  Ji miştaxê ta miştaxê çav nêrîna wan rezan di kir bi şev û bi roj.Çaxa kesaxê . . Mêwê tirî di kesixandin. Pir hînî vî karî bibû ta ku zanîbû her cûreyek tirî ( zeynî kerkûş- merzone - qurfok - hesenî - hetfî - zorave - şetû ) kîjan çaxî kesaxa wî baş e .

 Demsal  payiz e rez ji goşiyan xemilîne. Heso bi kêfe, fike fika wî ye, û yek cara delalê malê ji xwe re distirîne . Natorek nêzîkî wî hebû ne qalûn kêş bû , lê ku titûna hevalan bi dest keta dikêşa .  Heso xwe ji ber wî natorî çep
dikir ne dixwest bête cem . Rojekê natorê xwîntal kete holika Heso neçare kîsê titûnê li ber dani.
Ewî zor da pêçanê ta ku di binê kîs de banda. Heso wê şevê bê titûn ma ta roja dinê beyanî, xortekî sîpe nan û pîvaz jê re anîn û got ; Bavê min titûna wî nemaye çûye gundekî dinê bikire . . Heger berî rojava anî ezê ji te re bînim . 

Heso bîna wî teng bû, bêvila wî zingirî, virde dire wirde dire , dengê bilûra şivanekî kete guhê wî. Xwe li dengê bilûrê girt û çû, lê mixabin şivankî got; Bi Xwedê bira ez ne qalûnkêşim. Heso wê şevê jî bê titûn buhart, lê bi dilekî kul û xeweke kûçkanî. Heso berbanga sibehê şiyar bû li wan qelaçên hawêr dora reza geriya, kesek ne dît ku çixarakê bidyê de polîpoşman hat ber serê rezê xwe . . Rojek pir şêrîn û geş derketiye, li ber çavê Heso reş bûye nema xweş rêwiya dibîne. Tebata wî nabe her digere. Ta roj hate nîvroj, reşkê siwarekî- ber çavê wî ket lê dûre. Heso çavê xwe kirin weke dûrbîn . . Raste siwareke ! . Ber pêde çû bi şahî û ji xwe re dibêje; qurbano siwaro Xwedê bike xurcika te tijî titûn be ne cil û caw be, ê min ji min re ne gerekin. Heso pêrgî siwar bû çi binêre efendiyekî kum sor li hespeke boz siware, bi rêşî û gulika xemilandiye, xincerek soranî di ber de ye û kîsek rengîn bi kêleka wî ve girêdaye, xuyaye titûne. Ser serê min û bavê min efendî gelek bi xêr û xweşiyê hat! . . 

De dakeve ser çav û rûyê xwe bişo û çend goşî tiriyê zeynî weke hinguvê mêşê li ser dananiye, bixwe û paşî oxir be ji te re . Efendî dilgeş bû bi vê pêşniyarê daket. Heso hespê wî bi çuqliyê dareke guwîza ve girêda. Efendî rûnişt li Heso meyzedike. . kirasek li Heso ye tîşa tîşa ye û kin e di ser kabokê re ye . Heso xwas e . . Ser qot e bê pergal e belengazî û xizanî jê di bare. Efendî jê pirsî birazî tu li vir çi karî dikî ? Heso got; Efendî ez natorim. Başe tu çiqas pere distînî? Heso got; Ez bi mirêbayî li ber van reza me. Efendî got; para te çiqase? Heso got; para min salê du olçek mewîjin û çar weqî bastîqin û du kûz dimsê tirî ye, û rojê du nanê garisî yan nanê cehîn û car cara axayê min hinek titûna dide min, lê îro du roj titûna min nemaye, ez ji boyî çixarakê bê hiş bûme. Efendî mirçe mirça  devê wî ye tirî dixwe .. Xwe li gotina Heso ya dawî nekir xwedî. Efendî got; Birazî rewşa te pir xerabe .. tu xorte çawa li van çola bi nan û zikê kar dikî. Heso xwe negirt jê re got; Efendî çixarakê bide min. Ev kar Xwedê li aniya min nivisiye ma ez çibikim ?. Efendî got; Na na birazî çixare ne kare, de ka bihêle .. 

Ez li te bikim yek şîret .. Heso ev gotin kete guhê wî, mejiyê wî li hev ket, hindik mabû ku bi pijiqe  ser çavê Efendî, xwe girt û xwest bibhîze ka Efendî çi şîretê lê bike. Heso bi zirt jê re got; De ka bike şîretê xwe. Efendî got; Birazî tu ciwanî û gêncî here bajarê Diyarbekir ( Heso guh miç kir ) qamyon derketine .. Qamyon .. Birazî tu ji xwe re bikire du qamyon û li ser riya Paxir maden bixe kar, tu gelek pere bistîne û titûna xweş vexwe . Heso ji xwe re got; Xuyaye Efendî têr tirî xwar û naxwaze çixarakê bide min û rabû lepek li serê Efendî xist pêre kumê sor girt û avête dûr û jê re got; Sebav, min çixarak nîne tu dibêjî here bikire du qamyon, de ka kîsê titûnê dayne yela dayne. Efendî pîs pîs dest avête kîsê titûnê, ne avête xincere. Heso li serê tingekî rûnişt çixarê dipêçe û di ber xwe de dibêje; Ho weh kuro bikire du qamyon ? .
Efendî çû kume xwe anî hevsarê hespa xwe vedike
    ..û dibêje ; were de were şîret bike li ev ker ...

* Ji pirtûka Ebas Isma’îl (( Gula civatê)).

tirej.com25/06/2003
wêne.tirej.com





veger ««««

tirej@tirej.com[©www.tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com]
Vebûna malperê 01/12/2002