Nûçe û daxuyanî

Qilçix
çand û Tore
Hevpeyvîn
Gotar
Helbest  
Çîrok
Nivîskar
Lêkolîn 
Rêziman  
Wergerandin
Mûzîk û huner
Mûzîk 
Hunermend
Civak
Wêneyên biyanî
Pêkenok
Zarok
Lîsk
Navên kurdî
Kevnetor
Metelok
Tu dizanî..!?
Çat
Lînk
Karîkator
القسم العربي
Pîrozbahî
Têkilî

 




Çîroka: salih Demicer

Çend Xewn û Mayînekê*

 

Tiliyên xweristê bi rengekî diyar û aşkere bi zeviyên deşta Sirûcê dilîzin, şan û behreya her demsalekê bi awakî cuda ji rûyê deştê dikelin, bi nerîneke kurt û ji dûrve, lê taybetiya demsalê tê naskirin.

    Her wekî parvekirina xwedê Ji hiş û mejî re , ji girsbûn û hûrbûna laşê merov re, ji saxî û nexweşiyê re,  bi taxim û sînorên berz di navbera zeviyan de, parvekirin xwe rût û tazî şanî merov dike.

   xêzin bi paniya nîv gavekê Zeviyan ji hevûdu vediqetînin,û cûreyên çandiniyê li gor wan xêzan her zeviyekê bi kirasekî taybet dike.

   lê ku merov xweş meyzeke ewe xêzeke ji hemî xêzan berztir û diyartir ku deştê di nîvî re dike du par bibîne, xêzeke ku nasnameya deştê dike dudu, sîngê wê diçirîne û ser û binê wê ji hev cuda dike, xêzeke bi paniya du gavan deşta Sirûcê dike du welatan.

ew xêza rêça Tirênekê ye, bermaya dagîrkerin biyanî di herêmê de ye.

   Gedro yek ji wan cotkarên ku temenê xwe tev  li nav zeviyên deşta Sirûcê derbas kiribû, tevî ku buhustek ji wan zeviyan ne ya wî bû,  lê têde dixebitî wek ku tev de yê wî bin û bêhtir.

  roja ku bêkar dima nizanîbû bi çi awayî valahiya xwe bikuje, pir caran bi şev radibû û diçû nav pembûyê xwe, ta demeke dereng ji şevê li wir dima, dostiyeke bê hempa bi Axê re ava kiribû, tevî ku nexwendibû, lê ew wek zaniyarekî li ser şîrînbûn û nirxdariya wê dipeyivî, ew û Zeyno her roj di dema firavînê de li bin siya dara Tûyê rûdiniştin, ev dara ku îsal ketibû şûna konê wanî ku salê li aliyekî Deştê dihate vegirtin.

-Roja duşemê:

-“ger tu zanibe çawa bi axê re bide û bistîne, ew wek dost û hogirekî bê ziyane, piştvan û xwîşka rojên teng û tunebûnê ye ,jêdera hemî sedemên jiyanê ye, tu li rûyê wê gulan biçîne ewê Ji tere gulistanekê Li darxe, lê eger tu gulleyan biçîne bê guman ewê bibe mezel û goristan.

  Ax jî wek merovekî dilsoze, bi qasî tu pêde ewê bide  te  û bi guhnedana te lê, diçilmise, ditengire, bêzar dibe, lê ew naşikê, ne bi tîn û elawiya havînê û ne jî bi sar û serma zivistanê, her dimîne wek xwe, nayê guhertin.

destê xwe bi aliyê Sînor ve dirêj dikir:

-“ha vane, di bin çengê me de Maniyan diçînin, tu zane salê çend bêgunehan dikujin bi behaneya parastina sînor... Xwedê me ji van bêbavan biparêze.

    Roja çarşemê

  -“tê bîra te Zeyno, me wê salê dîsa pembû li vir çandibû, çi berê xwe xweş bû!!, me sê ber dane hev hîn jî qozikan eşqin dida, tê bîra te kete sar û serman, ji tirsa ku dîsa li pê me sipî bibe me dewar berdayê”.

-“wê salê me odeya xwe ya başûr lêkir”.

-“ bi a xwedê wê  îsal jî bi ber be, vaye tîrmeh gihîşt dawiyê û hîn ava me kêm nebûye, tê serê min ez odeyeke din ji zarokan re avabikim.

-“odeya çi, halê çi,  ma te xwendina Lewend ji bîr kir Gedro, ne îsal ji pêre wê here Helebê  nizanim li ku derê bixwîne. bi xwedêkî navê wê çiye...

-“Zanîngehe Zeyno ma ev bû çend car tu dipirsî...

-“ez ji ku zanim, di dema mede ne xwendin hebû, ne zengene hebûn.

-“ xwedê Xêr pê kirê, ma xwendin li parêzgehê bi gotinaye, tu dibîne em li vir nikarine xwe bi ber wî dine,her hefteyekê bi kêmanî sed dirav jêre divê , sibe li Helebê ka pênc sed dirav jêre gereg bin,  hîn bêhtir merov  nizane.

-“Gedro tu ji ku tînî nizam, ez nahêlim Lewend wek zarokên Birayê te bibe, tu nabîne ew çiqas sergiran û eyarqalindin, li tu deverê natebitin, birayê te rojê tîmarekê dide wan, na bi xwedê eger em çekên bifroşin emê wî bişînin Zengenê.

-“keçê Zanîngehe, Zanîngeh.

-“looo, tu çi çînikan ji tiştan derdixî...de zanebûna min eve.

-“ez dibêm bi a xwedê ez nahêlim ew ji xwendinê bi dûr keve, ez wî wek xwe nakim, min temenê Xwe tev de li ber bêrê derbas kir, ka min çi bi ser xist..

  Roja pêncşemê

  -“erê ....erê Xwedê Wan rojan bibe û venegerîne, pir caran me xwe li deriyan digirt ji bo kirêya odeya Lewend li bajêr, em her roj bi ser xwede  dernexûn dibûn .....

-“ê ma niha rewşa me pir xweşe.! ka me çi bi ser xistiye, li xelkê biner, giş bi cil û cêrazxin, bi serşok û kulikê Ifrencî ne, li ber her malekê Textek hesinî bi çar cihan heye.

-“keçê dîsa başe, pereyên kesî li me tunene, xaniyê me çê xerab hene, û vaye me Lewend gihand vê radeyê Ji xwendinê, dîsa rinde, ma kê bawer dikir ku em ji wê tengasiyê rizgarbin  divê em rojê deh caran destê xwe ramûsin û bi ser serê xwe din.

-“rewşa merov hinekî bi dest wiye jî, ma pere çiye, merov dikare  perê salekê di rojekê de bavêje, a niha yê te, li nik te diravek û hezar dirav  wek hevin, ez tim ji tere dibêjim  Gedro hinekî destê  xwe bigre, lawo em bi kevçiyan kom dikin tu bi heskê bela dikî.

-“keçê ma min çi kiriye, min tenê duh çend heb Hêjîr kirîn te ew jî di ber mede kirin jehr.

-“lawo  xweziya Hejîr tenê bana, her ku tu diçî bajêr tu Hejîran tînî, Tirî tînî, Xurman tînî, Titûnê tînî, tu ji ser çi dadigerî ez nizanim.. berê du kirasên te hene, tu dibê min dil heye ez yekî din bidrûm, ka ji min re bêje emê çawa peran bi hev din.

-“ma min çû kirî. a min di ber dilê xwere anî, ez zanim ne dema kirasane, bila bimîne zivistanê, ez û te emê rojekê herin bajêr, ezê Kirasekî ji tere û yekî ji xwe re bikirim.

-“ na  na.. ez kiras mirasan naxwazim, niha xwendina Lewend ji her tiştî pêwîstire, ev kirasê min hîn du salên din li min dibe.

  Roja Şemiyê

  roja şemiyê serê sibê, hîn tîrêjên rojê xwe bernedabûn sîngê Deşta Sirûcê, gundên nêzîk ji pembûyê Gedro ve bi dengê teqîna Manyînekê Ji xew şiyar bûn.

    piştî nimêja sibê û li heman cihê ku wî û Zeyno  hêvî û omîdên ji bo pêşxistina rewşa xwe diristin, xewna xwe ya ku Lewend bibînin bervedêrekî bi nav û deng, dîtina berê pembûyê îsal piştî mehekê, bi destxistina piskilêtekî ji Ronî re ku ev sala sisiyan bû dihate ragirtin, avakirina serşokeke serbixwe, kirîna çêlekekê ji bo şîr û mastê Rojane û hîn pir xewnên din, giş bi belavbûna perçeyên laşê wî re belav bûn.

- dawî-

* Mayîn: celebek ji bumbeyane, turk li wan li ser sînorê Xwe bi Sûryê re diçînin.

tirej.com24/06/2003





veger ««««

tirej@tirej.com[©www.tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com]
Vebûna malperê 01/12/2002