Nûçe û daxuyanî

Qilçix
çand û Tore
Hevpeyvîn
Gotar
Helbest  
Çîrok
Nivîskar
Lêkolîn 
Rêziman  
Wergerandin
Mûzîk û huner
Mûzîk 
Hunermend
Civak
Wêneyên biyanî
Pêkenok
Zarok
Lîsk
Navên kurdî
Kevnetor
Metelok
Tu dizanî..!?
Çat
Lînk
Karîkator
القسم العربي
Pîrozbahî
Têkilî

 




Şahînê Bekirê Soreklî

MAMOSTA BÊRENG 
(Kurteçîrok)

 

Di nav mezata bajarê Hawarê de Mamosta Bêreng bang dikir:  Çîroka herî dawîn têye firotine!  De werin Hawarîno, werin!  Nerxê çîroka min pirr giran e, lê di mezata Hawarê de gellekî arzan e.

 

Dengê Mamosta di nav dengên keran, çêlekan, ciwanann, peyan û pîremêran de wenda dibû û tenê di nav çend gavên doraliyên wî de dihat bihîstin.  Ew li ser tenekeyekî vala yê rûnê nebatî daniştibû û li ser maseya li pêş wî çend pirtûkên kevin û rûpelên di nav dosiyan de di bin telîsekî de hatinî veşartin hebûn.

 

Li dû taştiyan du xortên bi simbêl li pêş maseya Mamosta rawestiyan.  Li dû niherîna li pirtûkên kevin ku bi pirranî yên helbestan bûn yekî ji wan bi dengekî qebe gote Mamosta ku ew dixwaze pirtûka wî ya dawîn bibîne.  “Min negot pirtûk, ezbenî, min got çîroka dawîn,” got Mamosta bi dengekî nizim.  Wî dosiyek ji binê têlîs derxist û da dest mirovê ciwan.  Xort bi rûpelên di nav dosiyê de niherî û ew raber hevalê xwe kirin.  Baş diyar bû ku xwendina herduyan jî ne yeke rêk û pêk bû, û ji ber ku çîrok ne wek pirtûkan, lê li ser kaxiza arzan bi daktîloyeke kevin hatibû nivîsandin, wan bêyî ku bi dirêjî lê binihêrin, ew çekirin ser maseyê û yekî ji wan got:

 

- Ev karê qeşmeran e, ne kitêb e, heval!

- Min negot kitêb e, min got çîrok,... 

 

Berî ku Mamosta gotina xwe bi seri bike, xortê din dest bi axiftinê kir:

 

- Yên wek te ji me re nabin.  Ev çi ye?!  Tu çima tiştekî baş nadî gel?  Belkî jî tu bi mebest wa dikî.  Te berê şiîrên weqa rind yazmîş dikirin, wek şiîra bi navê “Lêxin.”  Eger te ji bîr kiriye, ez wînim bîra te:

 

Lêxin hevalno lêxin

Çavên neyaran derxin

şoreşa me bi rê xin

Axa û xayinan dûr xin.

 

Hûn tev şêr û piling in

Hawariyên bi deng in

Tev de boke û leheng in

Wêrek û serbilind in.

 

Xortno rabin dîlanê

Rakin tîr û kevanê

Tev de biçin meydanê

Bo xatirê dewranê.

 

Mamostayê ku di rûyê xwe de sor û piz bûbû serê xwe ber bi erdê daxist û bîstekê bêdeng ma.  Xortê helbest xwendî dosiya ku berê di destên wî de bû car din rakir, dîsa pê ve niherî û got:

 

- De ev çi gû ye?!  Hezar rûpelên wanî jî nagihên şiîreke rojên ciwantiya te.  Ha va şiîra te, şiîra “Lêxin,” kane sed xortî li êgir biqelibîne,...

 

Mamosta serê xwe rakir û bi dengekî bi hestên xemê dagirtî got:

 

-  Ka bide min wê dosiyê.  Zatî kesek nizane bixwîne jî.  Ez tenê ji bona derbaskirina katê dinivîsînim.  Eger we xwezt, ez ê beşekî çîrokê ji we re bixwînim.

 

Xort dosiye çekir ser maseyê, çend peyvên di nav dengê zirrîniya kerekî de nehatinî bihîstin kirin û li gel hevalê xwe bi rê ket, bêyî ku fersendê bide Mamosta Bêreng da ku beşekî çîroka xwe ya dawîn ji wan re bixwîne.

 

Wê êvarê Mamosta hemî helbestên ku wî di dema ciwantiya xwe de nivîsandibûn şewitandin û xweliya wan kir tûrekî.  Di berbanga sibeya roja din de ew ji mala xwe derket û berê xwe da gundê ku bavê wî lê melletî kiribû.  Bi rê ve ew ber bi goristana Hawarê fertilî û çû serilêdana gora jina xwe.  Ber xêtir ji jina xwe bixwaze, wî kortikek li ber serê gora wê kola û xweliya helbestên xwe tê de binerd kir.

 

*              *               *

 

Gundê bavê Mamosta Bêreng lê melletî kiribû êdî bûbû bajorokekî. Mamosta hêvî dikir, ew ê bikaribe li wir çîrokên xwe bifroşe û xwe bi pereyên wan îdare bike.  Da ku navê xwe bide bihîstin û çîrokên xwe bi xelkê bide nasîn, wî ji melleyê ciwan yê bajarokê Xemxwarê tika kir ku bila rê bide da ew çîrokeke xwe êvarekê di odeya wî de bixwîne.  Ji ber ku bavê Mamosta di mizgefta melleyê ciwan de berê melletî kiribû daxwaza wî hat pejirandin û rê ji bo wî hat dayîn ku ew roja îniyê li dû nimêja yasiyan çîroka xwe ji mêvanên melleyî re bixwîne.

 

Bîst û yek mêvan û nasdarên Melle Husên li dû nimêja yasiyan di odeyê de beşdar bûn û li dû belavkirina çayê ji Mamosta hat tikakirin ku bila dest bi xwendina çîroka xwe bike.  Mamosta dosiyek ji tûrê xwe derxist, spasiya melleyî û mêvanên wî kir û dest bi xwendina çîroka xwe ya dawîn kir:

 

“Bajarokê Brixlegg (Brîkslêg) di nav mijê dawiya payîzê de wenda bûbû.  Li rawesteka trênê tenê xortekî bi navê Sêwî û çar kesên din ji trêna ji Viyena dihatî daketin.  Ev yekemcar bû ku Sêwî dihat devera Tîrol.  Wî li çep û rastê xwe niherî û hema kir ku destê xwe biavêje çenteyê xwe da ku bi rê keve, dema dengê Maria ket guhên wî.  Bi kêfxweşî Sêwî ber bi wê meşiya, lê dema nêzikî li wê kir xwe ragirt.  Ji tirsa segê li gel hevala ku wî li Viyena nas kiribû ew newêribû bêtir ber bi pêş biçe.”

 

Li vir mêvanekî Melle Husên Mamosta Bêreng rawestand û gotê:

 

-  Şora te bi şêkir dibirrim, Mamosta.  Te got “seg.”  Seg çi ye? 

-  Seg kûçik e, ez benî, kotî ye.

-  Madam werg e, çi ra nabêjî kûçik?

-  Seg jî eynî tişt e.

 

Hema Mamosta dixwazt çîrokê bidomîne, dema du kesên din bi hev re xwaztin biaxifin:

 

- Tîrol li ku ye?

- Tîrol li Austirya ye.

-  Austirya li ku ye? hat dengekî din.

-  Austirya welatekî navenda Ewropa ye.  Jê re herweha Otrîş û Nemsa jî têyên gotin. 

-  Li qusûra me menêr, Mamosta.  Başûr çi ye? yekî din pirsî.

-  Başûr qulbe ye, ez benî.  Bervaciya bakur e.

-  Ê Madam werg e, çima nabêjî “qulbe”, bavê min?

-  Eynî tişt e, ez bi qurbane serê te.

-  Jinên wir porê xwe  diniximînin? yekî pirs kir.

-  Na, lê Maria keç bû, ne jin.  Keçên me jî berê porê xwe venidişartin.

-  Neûzû billah, hat dengekî din.

-  Dibêjin jinên wir doxînsist in, Mamosta, werg be?

-  Bawer nakim weqa doxînsist bin, keko.  Li her derê nuha doxînên naylon têyên bikarhanîn.  Doxînên bi ben li vir jî nemane.

-  Min bihîstiye ku jinên wir jî wek peyan şebqeyan didin serên xwe, bi peyayên ew dixwazin re diherin nav daristanan û li stuyên hev siwar dibin.

 

Li vir hindek ji yên beşdar keniyan, heta bi Melle be jî di ber xwe de bişirî.  Mamostayê ku êdî tiji bûbû, bêyî ku dengê xwe bilind bike, wisa li axifgerê dawîn vegerand:

 

-  Rast e.  Li daristanan jî şebqeyên xwe dixin bin kûnên xwe.  Dema karê xwe bi seri dikin nema êdê wan şebqeyan bi kar tînin.  Wan dixin nav tûran û didin rêxistineke xeyrî da ku li welatekî cîhana çarem bidin belengazekî wek te.

 

Mamosta dizanibû ku ev gotina wî ne di cîh de bû û bêyî usûl bû. Herweha pê hesiya ku ew ê baştir bûya heke destpêka çîroka wî ji bo komeke wisa bi şêweyeke din dest pê kiribûya lê şaştî carê bûbû, heye ku bi encama zexta xwîna wî ya ku di van hefteyên dawîn de roj bi roj rabûbû.  Wî hêze xwe kir, rabû ser xwe û bi lez ji hundir çû der.  Heta Melle Husên derket derve da ku wî vegerîne ew di nav şeva reş de wenda bû.  Çiqa Melle bang kir jî, Mamosta lê venegerand.

 

*            *            *

 

Wê şevê Mamosta li çolê raziya, di feydeke nêzikî rê de, rêya ku dê roja din ew bigîhanda gundê Laşanê, şûna ku mala xûşka wî lê bû.

 

Ew di xewneke wê şevê de bûbû bokeyê çîroka xwe ya dawîn, şûna Sêwî girtibû.  Dema wî li rawesteka trênê nêzikî li Maria kir, wê kêreke tûj ji beriya pardesonê xwe derxist û bi wê segê xwe yê biçûk serjê kir.  Sêwî veciniqî lê Maria keniya û gotê, bila netirse. “Li welatê we berxan ji mêvanan re serjê dikin,” wê got, “min jî çi berx nînin; li şûna berxekê min segê xwe yê li ber dilê min gellekî bi nerx ji te re serjê kir.  Sêwî li hatina xwe gellekî poşman bû û ber ku tiştekî din bibêje du polîs ber bi wan hatin û ew bi tawana kujtina segî girtin.  Maria ji kenan lal bû.  Sêwî hewl da bibêje ku wî seg nekujtiye, ku ew ji bo axiftina li ser nebûna mafên mirovan li welatê wî hatiye Brixlegg, lê bêyî çi sûd.  Polîsan gotin, wî tade li mafên segan kiriye û divêt bête girtin.  Wan ew agahdar kirin ku li gor qanûna bajarokê wan, yê segekî bêyî sedem bikuje divêt bi giranî bête cezakirin.

 

Dengê teqîna tifingan ji kaşê li ew aliyê rê Mamosta ji xewnê vegerand feydê.  Giyanê wî bi tevahî dilerizî û ew nema êdî dikaribû razê.  Gelo li kaşî kê kî dikir kemînê?  Dirêj nekir dengê teqîna tifingan hat birrîn.  Mamosta ket nav xewn û xeyalan û li rojên xortaniya xwe vegeriya, çû bajarê çeleng Viyena, di çayxaneyên wê de danişt, di baxçeyê Schönbrunn (Şonbirûn) de geriya, di xaniyê xwendekaran de rastî kevnehevaleke almanî hat, li gel wê rabû ser burca kilîseya Stephan (Ştêfan) Dom,...  Gelo çi bi serê wê hevalê hat?” ew diponijî.  “Gelo zewicî be, gelo çend zaroyên wê hebin, gelo ew hîn wî bi bîr tîne,...?”  Wî xweziya xwe bi wan rojan hanî, rojên xwendekariyê, rojên ku wî geh birçî, geh têr derbas dikirin û li ber xwedê digereiya bila zû derbas bibin lê dû re li derbasbûna wan poşman bû.  Di wan salan de, dema wî li Ewropa dixwend, xwendekar li welatên xwe vedigeriyan.  Tew pirsa daxwaza mafê penabertiyê li holê nebû, nedihat bîra kesekî.  Mayîna li derve li dû kutakirina xwendinê şerm bû, divabû mirov li welatê xwe vegeriya,...  Di quncekî dilê xwe de Mamosta poşman bû ku wî çi caran hewl neda da ku vegere welatekî Ewropayê û li wir mafê mayînê bixwaze lê wî dê çi bikira, di qedera wî de riya jiyana wî wisa hatibû nivîsandin.  Nuha jî, bi vî umrî, wî nedixwazt ji nû ve dest pê bike û xwe bike penaberekî biyanî.  Tiştê çûyî çûbû!

 

*               *               *

 

Dema Mamosta nêzikî li gund kir, li şûna bêderan bi dehan peya, jin û zarok civiyabûn.  Di navbera wan de sê peyayên bi rîh li ser erdê daniştibûn.  Yek ji wan xwediyê meymûnekî sorî mezin bû; yekî din xwediyê marekî bû, marekî sorî piz yê ku li pêş xwediyê xwe kokel bûbû; û yê sêyem xwediyê hurçekî bû, hurçekî reşî bi heybet.  Zaroyan bi çavên tiji meraq û tirs li her sê peyan û lawirên wan seyr dikirin.  Peyakî çarem dest pê kir li êldefiyê xe, peyakî pêncem dest pê kir geh li ser lingê çepê, geh li ser yê çepê baz bide, û zaroyan û xortan dest bi lêdana çepikan kirin.  Dengê êldefiyê hêdî-hêdî bilind bû, yê xwe li ser lingekî çedikir dest pê kir biqîre û zarokan dawî dan çepikan.  Peyayê yekem zincîra meymûnî ji dest xwe berda û mêymûn dest pê kir bireqise.  Peyayê duyem zurneyek ji paşûla xwe derxist û dest pê kir puf zurneya xwe bike.  Marê wî xwe ji kokeliyê vereşand, ber bi jor hilda û dest pê kir laşê xwe bi şêweyeke hunerî bilivîne.  Peyeyê sêyem qayîşa hurç ji dor stuyê wî vekir û hurç dest pê kir li hember mêymûn, li ser her du lingên paşîn bireqise.  Yê êldefî lêdixist xwe xist navenda her sê lawiran û bi lez ziviriya.  Dengê êldefiya wî her ku çû bilindtir bû, her weha dengê qîrîna wî.  Hurçê reş har û hartir bû û ji nişkan ve çepelek avêt meymûnî, guhekî wî xist nav devê xwe.  Qîrînî bi mêymûn ket, xwe ji pêş hurç bada û ji paş ve xwe avêt ser pişta wî.  Mêymûn dest pê kir bi qîlên xwe yên tûj pişta hurç bigeze.  Qîrîna hurç, qîjeqîja mêymûn, dengê êldefiyê, qîrîna xwediyê wê û dengê zurneyê li nav hev ketin.  Gundî bi çûk û mezinên xwe ve bêdeng û bêliv man.

 

Ji hemî rojên salê û ji hemî kata rojê Mamosta di vê bîstê de gihîşt gundê Laşanê.  Ev bûbûn heft sal wî xûşka xwe û gundiyên vî gundî nedîtibûn.  Di ev rewşa li holê de wî nedizanibû çi bike, lê wekî mirovekî bêyî tevdêr ber bi pêş biçe, ew jî ket nav gundiyên temaşevan.  Gihîştina wî tenê bala xwediyê marî kişand, yê ku bi dîtina wî re meqamê zurneyê şaş kir û dû re rawestiya.  Bi dawîhatina dengê zurneyê re lêdana êldefiyê û qîrîna xwediyê wê jî nizim bûn.  Baş diyar bû ku meqamê li holê ji hev diket, atmosfêr sar dibû.  Dirêj nekir mar dîsa kokel bû, meymûn ji ser pişta hurç daket û hurç li ser kêleka xwe veket.  Vê yekê gundî hêrs kirin; û zaroyan dest pê kirin keviran biavêjin her sê peyan û lawirên wan; û dayên bi zaroyên xwe serbilind dest bi zilxitan kirin; û gundiyên bi kirinên zaro û jinên xwe kêfxweş dest pê kirin bikenin; û xwediyê mêymûn, ku nuha aşkere bû ew di çavê çepê de kor e, şûjinek ji beriya xwe derxist û di çavê xwe yê rastê re kir; û çavê wî rijiya, qîrîna wî xwe gîhand asîmên; û xwediyê hurç çefiya xwe ji serê xwe danî û xist stuyê yê kor, bi mebesta ku wî bifetisîne; û yên temaşevan dest pê kirin bi dengekî bilindtir bikenin, ji ber ku serê xwediyê hurç gurrî bû; û xwediyê marî rabû ser lingekî û xîje ser xwediyê hurçî kir; û her kesî dît ku lingê wî yê rastê ji jor çongê re qut e; û kenê yên beşdar bilindtir û bilidtir bû; û  meymûn car din dest pê kir biqîje, hurç dîsa rabû û dest bi orîniyê kir û mar ji nû ve rabû ser doça xwe; û meymûn xwe avêt ser pişta hurç û ew bi qîlên xwe yên tûj û dirêj gez kir.  Xwîna sor ji nav qîlên wî dirijiya; û marî xîje mêymûn kir û pê dada; û hurç lepek avêt marî, beşekî wî xist nav devê xwe û ew ji hev qelişand; û meymûn ji ser pişta hurç ket û dest pê kir can bide; û her du beşên marê sor li ser xweliyê dilipitîn; û hurç sikran dikir; û zarokan dest bi alahêyê kirin; û dengê lîlelîla zilxitan rabû cem xwedê; û peya keniyan û keniyan û keniyan. 

 

Ji nişkan ve qîrîna jineke beşdar da ser hemî dengên li holê.  Jin yeke bi du canan bû.  Navê wê Rojan bû.  Rojan nuha li ser erdê vedigevizî, bi nalîn û qîrîn, bi girî.  Di navbera mêymûn û hurçî û marî û xwediyên wan yên brîndar de Rojan li ser erdê vir de-wê de diçû û dihat.  Çar pîrejinên qelew xwe gîhandin wê û yekê bi pîlê rastê, ya din bi yê çepê, yekê bi çongekê û ya din bi çonga din girtin; û jineke pêncem kirasê Rojanê ber bi paş kişand, derpe jê şeqitand.  Jina avis her diqîriya, lê qîrîneke ku hindik dima perdeya guhan qul bike; û bi rakirina kirês re baş diyar bû ku di zikê wê de şerekî mezin heye.  Pîrejinan dest bi hawarê kirin, ciwanjinan dest bi girî kirin û zaro bi çavên mezin ber bi pêş hatin û peya ber bi paş çûn.  Dirêj nekir du dergûş ji nav şeqên  Rojanê hatin derxistin, yek li dû yê din, û her duyan bi hev re qîrîneke sist ji xwe hanîn der, di nav xwîna diya xwe de; û qîrîna wan nebû duduyan; û pîrejinan ew mirî rakirin û bi girî gotin:  “Xwedêyo, ev çi bêtar e?!”

 

Her du zaroyan di zikê diya xwe de hev û din mest kiribûn.  Di gellek şûnan de bedenên wan yên biçûk mor bûbûn û ji bêvilên wan xwîn rijiyabû.

 

Ber roj biçe ava Rojan û her du zaroyên wê li goristana gund binax kirin.  Mêrê wê di girtîgehê de bû, brayekî wê li çiyan şervanê azadiyê bû, yek li leşgeriyê bû û dudu li bajarên dûr bûn.  Xûşkeke wê reviya bû, kesekî nedizanibû li ku ye, û du xûşkên din li gundên dûr zewicî bûn.  Diya wê li dû zayîna xûşkeke wê miribû û bavê wê ber kurtedemekê xwe bi dar xistibû.

 

Kesekî li her sê mirovên bi rîh nepirsî.  Roja din dema gundî ji xew rabûn, kesek li şûna bêdernan tunebû, ne jî çi şopên lawirên mirî li wir mabûn.  

 

*                *             *

 

Xûşka Mamosta giriya dema wê brayê xwe li dû heft salan li pêş çavên xwe dît, zaroyên wê çûn destê xalê xwe û bavê wan her du çavên wî ramûsan.  Wê êvarê xelkê gund bi mezin û çûkên xwe ve li wê malê kom bûn, bi xêrhatin li Momostayî kirin, li halê wî pirsîn û li deng û behsên Hawarê meraq kirin.

 

Gundê Laşanê jî nema gundê berê bû.  Li wir jî êdî pîvanên “şaristaniyê” yên wek traktoran, patosan û motorsîklan dihatin dîtin, herweha televizyon.  Li wir jî xortan li nasnameya mirovî dipirsîn û dixwaztin bizanin ka ji rengan mirov rêzgir û piştgirê çi rengî ye lê Mamosta nikaribû bersîva wan bide çimkî ew hîskokîn bûbû.  Li dû dîtina bûyera li şûna bêderan cîh girtî hîskokên wî dest pê kiribûn hilên.  Xelkê gund hîskokên wisa hîn nedîtibûn, ne jî bihîstibûn.  Hîskokên wî weqa pirr bûn ku nikaribû bi şêweyeke zelal biaxife.

 

Li dû xwarina şîvê peyakî rûspî ji nifşkan ve got:

 

- Mamostê feqîr!  Min tiştekî wek vê olexanê di umrê xwe de nedîye.  Min nuha hîskokên rêben jimartin.  Panzdeh li ser hev hatin.

- Na, na, te çîşkî zêde kir, got xortekî.

- Ma tu fedî nakî, xarzê!  Ne rîhên min spî ne; ma ez derewan dikim? got yê rîhspî.

 

Yekî din:

 

- Hey virxûn, tu fedî nakî, gotina Apê Hemze dibirrî?

 

Yê ciwan:

 

- Apê Hemze dibêje panzdeh hîskok li dû hev hatin.  Min jî jimartibûn, sêzdeh bûn.

 

Yekî din:

 

- De zirar nake, lo!  Bêhna xwe fireh bikin.  Werin em ji nû ve tev bijimêrin.

 

- Ha va yek, dudu, sisê,...

 

- Bûn çend?

 

- Bûn çardeh.

 

Kurê Hemze:

 

- Bavê min jî got panzdeh.  Va kûçikbavê bêterbiya bavê min di nav cimatê de derewîn derxist.  Kurê kûndeyê, eger ez te îşev nekujim, bira diya Ferdo jina te be.

 

Xort:

 

- Ez ê di jin û maka te nim, kurrê qehpê.

 

Kurê Hemze:

 

- Lawo, ez ê xirrê cîhanekê di bizir û benata te ve kim,…

 

(Baştir e bêtir neyêt gotin.  Bi kurtî, wê şevê serê çar kesan şikiya lê ji bo xatirê Mamostayî her du aliyan pejirandin, ew ê dest ji hev berdin.  Her du alî ji nêzik ve digihîştin hev û meriyên Mamostayî bûn). 

 

Berî ku her kes biçe mala xwe Mamosta bizav kir ku biaxife û di navbera hîskokên xwe de ji wan re wisa got:

 

- Xem nake - tiştek nebû -  Em jî - meriyên  - Afxaniyan in -  Em jî - wek wan - çiyayî ne.  Em jî - wek wan - xwedan - şexsiyet in - serbilind in - serbixwe ne - û ji hev û din re - danayinin -  Kesên çiyayî - her wisa ne -  Ji şer hej dikin - De piçek xwîn rijiya - Ma çi bû?!

 

Ji beşdaran yekî wisa got:

 

-  Nale li xwînê were, xwîn ne tiştek e.  Çi heyf e, namûsa hev hanîn çar panxirotan.

 

Yekî din:

 

Yên hev in, zirar nake.  Kesekî xerîb namûsa wan nedaye ber kevir û kuçan.

 

Mamosta:

 

Te rast got -  Namûs namûsa - wan e -  Yên hev in -  Tiştek nebû -

 

-  De êvara we bi xêr be...

 

*            *            *

 

Sê rojan li dû gihîştina Mamostayî du zirxliyan û kamiyoneke tiji leşger xwe gîhandin navenda gund.  Li şûna bêderan bîst û şeş leşger ji wan daketin, berên reşaş û tifingên xwe dan jor û gulle ji wan barandin.  Dû re ji gundiyan daxwaz kirin ku fişengên wan yên vala bibînin, bijimêrin, û nerxê wan bidin.  Li dû ku hemî gundî, bi zar û zêc û jin û pîran ve, li şûna bêderan hatin civandin, û li dû ku nerxê fişengan ji wan hat stendin, serleşgerekî devmezin bi alîkariya mîkrefoneke destan van gotinan ji xwe derxistin:

 

“Sê rojan berê li vê şûnê xwîn rijiya.  Meymûnek, hurçek û marek hatin kujtin; hersê jî lawirên bêtawan.  Tew meymûn cinawirekî biyanî ye û li welatê me mêvan e û hurç yekî parastî û jimarkêm e.  Hûn ji ber xwe ve şerm nakin.  Hûn mirovên bêwûjdan in.  Hûn kesên bêşaristanî ne.  Hûn kujer in.  Di dewleta me de qanûn xwîna hurçekî, meymûnekî û marekî bêtawn jî li erdê nahêle bêyî ku kujerên wan bide cezakirin.  Hîn tu dibêjî qey va cerîmeta têrê nake, jineke we, bêyî şerm, li ser xwîna lawirên bêtawan dizê û hûn her du kurên wê vedişêrên bêyî ku fersendê bidin dadmendekî dewletê da ku wan ji bo lihevûdinxistina di zikê diya xwe de bide dadkirin.  Hûn ê bibêjin, her du law mirî ji diya xwe bûn.  Va gotina we jî xuya dike ku hûn bi tiştekî nedizanin, ku we qanûna dewletê fêhm nekiriye.  Pisporên me dikarin îfadeya zaroyên mirî jî bigirin.  Li milê din, ma haya vê diya bêyî terbiya ji şerê di zikê wê de cîh girtî nebû?  Çima wê dewlet agahdar nekir?!  Eger ew dayeke bi berpirsiyartî bûya dê alîkarî ji pisporên me xwaztibûya.  Heye ku wan zaroyên wê li hev hanîbûna û dawî dabûna şerê di navbera wan de, ji bo xatitirê aramî û asayişa komarê.

 

Li vir Mamosta nikaribû devê xwe girtî bihêle û bêyî tevdêra gotina xwe bike, got:

 

-  Qumandar beg, ez jî li vir bûm û min bi çavên xwe dît ku lawiran bi hev girtin û wan xwe bi xwe hev û din kujtin,...  Bi texmîna min, şerê di navbera wan de bû sedema lihevûdindana her du brayên dergûş,...

 

-  Ho, ho, hele binihêrin.  Di nav me de Mamostayek jî heye.  Tew belkî ji Ewropa hatibe û dikêye ku me fêrî demokrasiyê bike.  Kurê qehpeyê bigirin û biavêjin kamiyonê.

 

Tiştê mathîştinê ew bû ku hîskokên Mamosta li vir rawestiyan.  Kêfxweşiya wî bi rawestandina wan da ser xemgîniya bi encama girtinê.  Di sê rojên derbasbûnî de hîskokên wî bi şev û roj, heta di xewê de jî, domandibûn.  Xûşk û zavayê wî, gundiyan, heta şêniyên gundên cîran, çi di tûrên wan de di derheqê rawestandina hîskokan de hebû rijandibûn, bêyî çi sûd.  Xûşka wî tew boxîr û xwê jî di teweyekê de şewitandibûn, deriyê mitbaxê li ser wî girtibû û bang li şêx Gêlanî û li şêx Xidir kiribû, lê ew jî bêyî çi kelk, hîskokên Mamostayî her domandibûn, ta vê bîstê. 

 

(Em ê ji vir rasterast biçin roja Mamosta Bêreng tê de ji girtîgehê hatî berdan bêyî ku kata xwendevanan wenda bikin û bi dirêjî behsa tiştên leşgeran hanî serên gundiyan bikin.  Xwendevanên haya wan ji tiştên wisa niye, bila bi kerema xwe li raportên rêxistinên mafên mirovan bipirsin, yan li rojnamene ku tê de bi firehî behsa bûyerên wisa tête kirin binihêrin - Nivîskar dide zanîn ku ew bi saya nivîskarê almanî Heinrich Böll fêrî vê metodê bûye û wê ji bo razîkirina xwendevanên vê serpêhatiyê li vir bi kar tîne)

 

*               *               *

 

L dû mayîna sê hefteyan di girtîgeha bajarokê Tunez de Mamosta hat berdan.  Sê sedemên serbestberdana wî ya zûkat hebûn.  Yekem, hat îspatkirin ku peywendiya wî li gel bûyera li gundê xwûşka wî cîh girtî nebû.  Duyem, ev bûbûn pênc sal wî xwe wek mirovekî bêreng dabû îspatkirin.  Egera sêyem jî ew bû ku li dadgeha Tunez dor tunebû.  Divabû ew neh mehan di girtîgeha ku tê de cîh nemabû de bimîne da ku dor were dadkirina wî.  Şansê wî ji yê sê sed û bîst û neh segan gellekî baştir bû, segên ku ber kurtedemekê, bêyî dadkirin, ji aliyê hêzên taybetî de hatibûn kujtin.  Van segan li gel bi sedan ker bêxwedî mabûn û ji ber şewitandina gundên xwediyên xwe reviyabûn.  Li gel ku seg ji keran jîrtir û zanatir in jî kesek li wan xwedî derneketibû lê yên li keran xwedî derketinî pirr bûn.  Wisa jî seg hatibûn kujtin û ker ji mirinê filitîbûn.   Mamosta hema hindik mabû car din têkeve belayeke mezin dema wî di çayxaneyeke bajêr de gotibû, “mirov li keran xwedî derdikevin ji ber ku ker ji bo xatirê xwarinê her tadeyê dipejirînin, lê kesek li segan xwedî dernakeve ji ber ku seg dostên baş in lê zû bi zû û bi her kesî re nabin dost.”  Vê gotinê serêşiyeke mezin ji wî re hanîbû holê lê ber kesek tiştekî wîne serê wî ew ji bajêr reviyabû.

 

Hema bi çend kîlometran ber derbaskirina ava çêm, da ku xwe bigihîne bajarokê Mirinpêşê, Mamosta ket kemîneke şervanine ciwan yên ku wekî başiqan li serên kaşan û di newalên di navbera wan de diçûn û dihatin.  Dema Mamosta tê gihîşt ku ew ne leşger, lê ciwanên şervan in, ew gellekî kêfxweş bû, xwe da nasîn û got ku berê wî li Mirnpêşê ye.  Ji şervanan du ciwanên çekdar ew dan pêş xwe û gîhandin serdarekî xwe. 

 

-  Tu kî yî?  Bi ku de diheriye vê şevê? got serdêr bi zimanekî qebe. 

 

-  Navê min Maosta Bêreng e.  Sê hefteyan di girtîgehê de bûm.  Ez ji gundê Hawarê me û berê min li Mirinpêşê ye.

 

-  Çima navê te Bêreng e û li Mirinpêşê çi karê te heye?

 

-  Dewletê û rêxistinên rengereng ez neçar kirim da ku navê xwe ji Rengîn biguherim Bêreng.  Berê min li Mirinpêşê ye da ku li wir Mamostatiyê bikim.

 

-  Ma çima di nav gel de Mamostatiyê nakî, li vî beşê sînor?

 

-  Li vî beşî gel bi zimanê min nizane.