Nûçe û daxuyanî

Qilçix
çand û Tore
Hevpeyvîn
Gotar
Helbest  
Çîrok
Nivîskar
Lêkolîn 
Rêziman  
Wergerandin
Mûzîk û huner
Mûzîk 
Hunermend
Civak
Wêneyên biyanî
Pêkenok
Zarok
Lîsk
Navên kurdî
Kevnetor
Metelok
Tu dizanî..!?
Çat
Lînk
Karîkator
القسم العربي
Pîrozbahî
Têkilî

 



SERHAN  ISA

Xwendineke rexneyî
ji helbesta kurdî
a nûjen re
(Hoşeng Broka wek nimûne)
(1/4)

 

KURTENERÎNEK LI SER NÛJENIYÊ  

„ Helbesta nûjen wek proseseke nûxwazan e, bi gelemperî nerîn e.

Nûjenî  bi xwe, wek ekol, sîstêma tiştan û nehêrtina li wan diguherîn e . Û bi vî awayî mirov dikare bibêje ku, helbesta nûjen serbizaftineke li ser rêgeh, şêwe, û temtêlên helbesta kevneşop.“ 1

 

Helbesta hêja ewe, a ku di ser sînoran re diqevêze û xwe digihîne paşerojê. Ji ber ku helbset, berûvajî coreyên hunerê yên din, pir ne hewcedarî girêdanê ye bi cî û demê re. Mirin û Jîndariya helbestê jî ne girêdayîye bi hebûn û nebûna dem û ciyan ve.

Helbesta nûjen ne helbesta tixûbkirin û sînorkirinê ye. Ango ew rêgeh, medrese, îdyolojî û tabûyan red dike. Ew tenê xwe (û hertiştî) li derveyî her tiştî derdibire.

 

„ Nûjenî ewe ku mirov bikaribe bi hunera xwe rêyeke taybet ji bo xwe  bibîne û herweha beşdariyê bi bîna xwe  di  rengerengkirina serdema xwe de bike. ji ber vê hindê hunermediya nûjen serbizavtinekê dixwaze. Lê serbizavtin jî nayê wê maneyê ku, mirov xwe bi yek carê ji rabirdû û mîratgiriya xwe dûr û bêpar bik e . Daku mirov bikaribe gavekê ber bi nûjeniyê ve bavêje, bê guman xwendineke rasteqîne ji rabirdû re pêwîst e. Ango gerke ew nûjenî li ser bingeha rabirdû bête avakirin û duristkirin.

Ji ber ku kevnetor û zargotina miletan hêzeke herî xurt û sereke ye di berdewamiya jiyana wan miletan de.“ 2

 

Wet tê gotin „Gerek mirov kevnetor çêkî, lê ne  kevnetor mirov çêkî. Rabirdû dilopeke ronahiyê ye di rûberekî berfereh de. Lewra beşdariya di afrênereiyê de, berî her tiştî beşdariyekê di wê dilopa ronahiyê de pêwîst dike. çimkî rewşenbîrî berî her tiştî afrandina dahênerîyê ye“ 3   

Dêmek nûjenî li gor pîvanên serdest dikare di van xalên jêrîn de were naskirin û liqelemdan:

 

1.  Ew serbizavtineke li ser rêgeh û boçûnên cûtî ,  ji layekî ve, û ji layekî din ve ew hewldana damezrandina dengekî xweser e.

 2. Nûjenî wek proseseke nûxwazane bedewî, hunerî û xweşikbûn e, lê ne erk û wezîfe  ye.

Lewra mirov dikare bibêje ku nirxên helbestê di çarçewa nûjeniyê de, berî ku di naveroka wê de, werin dîtin û nirxandin pêwîste ku ew di  çawaniya derbirîn û honana wê  de werin nirxandin. Ango nirxên helbestyane di çawaniya bikaranîna ziman, gotin û lihevsiwarkirinan de, û herweha di şêweyê afrandina temtêl û endazyariya gewdê helbestê de, diyar dibin. Helbesta nujen zarpêkirinê bi çu awayan napejirîne. Û eger helbestvanê nûjen ne xwedî kesayetiyk serbixwe û taybetmend be,  wê qet nikaribe helbesteke serbest û azad ku tayabetmendiya wî derbibire, binivîsîne.

Bê guman wek ku tê diyarkirin, yek ji taybetmendiyên herî balkêş yên berdewamiya helbesta kilasîk zarpêkirin, şîrovekirin, bûyernivîsandin, pesindan, û bangeşîkirin bû.

mînak:

 

Di vê demê de bê xwendin û çek

li ber dîwaran bê nan û parsek

 

di bin lingan de wek pûş û pelax

dimirin, dirizin, hemî dibin Ax.

 

Rabin bi xurtî milhasin û Mêr

li ber Dijmin em rabin wekî Şêr

 

dibin kevir de namênî giya

ji ber bahozê xwar nabî Çiya. 4   

 

Dibe ku helbestvanek werê û li ser  bingeha naveroka vê helbesta rabirdû, bi şêweyekî din (nûjen)  bêyî vê „heytehola bangeşiyane“ binivîsîne û  pir jê xweştir jîn were. lê ev nayê wê wateye ku ez / em bêjin ev ne helbest e an jî nivîskarê wê ne helbestvan e.

Lê ev helbest bi tevayî sînorkirîye, helbestvan ciwaniya naverokê, bedewiya wê a huneryane, temtêla wê, zimanê wê, hemî kirine bin nîrê têgihiştin û gihandina naverokê, ku ew jî( li gor nerîna helbestvan )  dikare vê yekê bi kêşe û rêzbendan pêk bîne.

 

„Nehîm Elyafî“ di pirtûka xwe  a bi navê „Elxirbal“ de dibêje: „wek ku seqa û perestgeh ne ji pêwistiyên nimêj û peristinê ne, her weha kêşe û rêzbend jî ne jî pêwistiyên helbestê ne. Dibe ku helbestek nûjen li hev hatî bi mûzîkeke xweş helbestyane be, bêhtir ji helbesteke dirêj, bi sed kêş û bend..... Helbest êdî ji dema guhdarkirinê rizgar bûye û gihiştiya dema xwendinê. Ew bûye xweşiyek ji bo çavnan piştî ku ew berê xweşiyek  ji bo guhan bû. Ango çawa berê ji bo guhan xweş dihat, dema ku ew helbestên bi kêşe û bendkirî dihatin xwendin, êdî nuha(bi nûjeniyê re) bû xweşî û bedewiyek ji bo çavan. Bi vê helbesta ji çavan re, hest û nestên helbestvan bi xêzan re têkel dibin, û helbest ji nuh ve di hisên  xwêner de tê avakirin“ 5

Ev kurtehelbest (Bawişkandinin ji kopên minareyên razayî) dikare mînakeke weha pêşkêş bike:

 

Ji ber ku newroz

hîna dîlanek,

tenê

                 ji sor

                                  û zer e...

ez dê hemî rengên dinî

nedîlankirî,

di kenê agirên birêketî de,

yên ku bi heyfa avdarokên duh re

tên,

                 bixeyidînim

                                                       Welato...!!? 6

 

Her çendî pirseke azadane a pir dijwar, pir bi êş,  û pir bi kul û keser di vê têkistê de tête kirin jî, lê dîsa dema mirov ( yê Kurd bi taybetî ) vê têkistê dixwîne her wekî ku li hember dîrokekê rawestiyayî be, kurdayetî bi hemî xeml û xêza xwe ve tête ber çavên mirov. Helbestvan dîroka miletekî di wêneyeke helbestyane a pir bedew û bejinbilind de, kurt dike û pêşkêşî me dike. Di dîlana regan de, me dibe û tîne, me serbijêrî asoyên huner, afirandin, dîrok, omîd  û niyazên xwe dike.

Rengê „keskê negotî û nederbirî“ mîna rengê azadiya xwe li qelm dide û hemî rengên din ji xwe dixeyidîne bi hêviya ku rojekê di tidarka azadiyê de, li hev werin û bi hev re, di „kenê agirên birêketî de“  tabloya „welatê xwe/me“, yê „nehatî, dûr û berbelav“, nîgar bikin.

 

3. Sawîr: Eger helbestvanê nûjen ne xudan sawîrekî têr û zengîn be, wê bê guman nûjeniya wî jî, qels û kêm be.

ji ber ku gerdûna sawîryane yek ji hîmên nûjeniyê yên herî sereke ye. Helbestvanê xudan hestekî sawîryane, bûnewerî, suriştî, ramanên yekaliyane û dorpêçkirî, û nerînên îdyolojiyane û bi sînorkirî, bi wî hestê xwe yê sawîryane derbas dike.

Ew wan xefk û dafkan  li şûn xwe dihêle yan jî ji afrandin û afrênerekî din re, dihêle. Ew li ser ramanên hazir û çêkirî, pesindana kêlîk û demkokan nanvîsîne, û ne jî  çîrok, xewn û xewnerojkên tamsar ji me re dibêje.

Ew  bi rengên suriştî tabloyên giyandar û xwezayî ji me re dineqişîne, ew tiştên hestdar ne hestdar dike, yan jî wekî din. Ew hertiştî wekî giyandarên hestedar bi kar tîne, bi wan re diaxive, sîstêma tiştan û lênehêrtina wan diguherîne, bê qeyik û gemî li ser  pêlan siwar dibe û di kûrahiya deryayên sawîryane de avjeniyê dike.

Ew sîstêma bikaranîna ziman û bêjeyê diguherîne û ji zimanekî hesan û rojane zimanekî helbestyane diafirîne. Ango bi wateyeke din, nûjenî azadî ye, jiyaneke li derveyî jiyana rojane, çêkirî û berbiçav e, ew jiyaneke sawîryane û rizgarkirî ji qeyd û bendan e.

  

HELBEST WEK PROSESEKE REXNEKARYANE DI PÎVANÊNÊN NÊRÎNÊN CURBECOR DE 

 

Tê gotin ku „Tablo helbesteke bê deng e, û helbest tabloyeke bi deng e.  

Ango mirov bedewiya tabloyê  dikare bi çavan bipelîne, yan jî ew lîstikek di navbera çav û rengan de ye. Lê helbest bi denge, bi xilbexilb e, bi mirov re diaxife. Ew bêyî ku destûrê ji kesekî bixwaze, yan tiştek bikaribe wê bi sînor bike, xwe bi ser hiş, raman, damar, û hestên mirovan de, dipijiqîn e“ 7.

 

Hindekî din dibêjin ku „helbest axaftineke pêkhatiye, nikare rastiyê bi şêweyekî tenduristî babetî biguhêze. Ji ber vê yekê jî beşek ji rexnevanan dibêjin: helbestvan mirovekî weha ye ku bi hestên xwe li himber jiyanê radiweste, û herweha bi wan hest û nestên xwe yên tenik, nazik, û bedew her tiştî li derdora xwe dipîve û dixe pêr û mêzêna hest û sawîran berî pêr û mêzênên aqil.

Û hindekî din dibêjin ku: helbest zimanekî tayîbet e, tayîbetiyên serborek û  serpêhatyan û kêlîkan diguhêze“ 8

 

Lê „Eristo“ nerîneke wî a cuda di derbarê helbestê heye. Ew  dibîne ku  „erka helbestê, di serî de  pakkirin û  paqijkirin e.

Ew (helbest) mirov ji hevçiqandin û guvaştina hestan vedirêse. Ango eger me hest, sawîr, û nerînên xwe anîn ziman, û herweha me ew li ser kaxezan rokirin, wê çaxê em ji giraniya wan diveyisin.

Mebest ji helbetê jî (li gora Erîsto) paqijkirin e.

„Dangir“ jî di vê ezmûnê de dibûre, lewma eger têkistê bandoreke xwe ya pozîtîv li ser çêkir, û karîbû ( têkist ) hest û ramanên wî bijene, bilivîne û vewejêre, dêmek ew wê çaxê bi hesanî ji giranî û kotekiya wan derd, hest û birînên xwe yên nemelhemkirî rizgar dibe, û li vir êdî helbest daxwaza xwe(yan jî pêwîstiya xwe) bi cî ditîne“. 9

Tê gotin jî ku „ helbest mîna jiyanê ye tu kes nikare sînoran, dîrokan, rengan yan jî pênasînan jê re deyne“. 10

 

Helbestvanê Ereb „Nîzar Qebanî“ di vê derheqê de wisa dibêje:

„Helbest ji bo hemî helbestvanên cîhanê regeznameyeke yekane ye, û hemî hewldanên ku dibin û dixwazin helbestê bi kok, rêgeh, êl, parçebûnên ceyografî, çînên civakî û aborî ve girêdin, bi xwe hewldanin nijadperistin, û ew li gor giringî û pêwistiya helbestê naguncin.

Cewherê helbestê (li gor Qebanî) yek e, mîna cweherê agir û avê ye .Xwîna hemî helbestvanên cîhanê jî yek e. Helbestvanên cîhanê mîna rûbara ne, her yek ji wan liv, tevger, kehnî û ahengeke tayîbet bi xwe heye, lê hemî di dawiyê de, dirijihin yek deryayê , ew derya jî derya mirovahiyê ye.

Bi baweriya Qebanî yê ku gereke  li seranserê mirovahiyê bi ziman bileyiz e, û destên xwe berî her  kesî dirêjî bejn û giyanê wî bike helbestvan e. Ji ber ku ewe yê ku ziman bi pêş dixe û vedijîne. Ew e yê ku bi hostayetiya xwe, bi nazikî û hêminiyeke awarte can berdide ber gewdê peyvên ku li nişîvên kûr razayî û jibîrkirî man e.

Ew e yê ku xeml û rengan li ber bejna gotinê dike, û bi destê wê digire û wê dibe seyrana mûzîk û gerdûna sermedî, ango kurê ziman yê herî delalî Helbestvan e“11.

Tiştekî diyar e, ku eger em helbestê têxînin bin nîrê hindek rêgeh û nerînên siyasî, civakî û olî, elbete em dê bi vê yekê bînê li helbestê û helbestvan biçikînin û weha em dê biryara bidarvekirina wan bidin.

Ji ber ku huner, bi hemî cureyên xwe ve li dijî bend û qalibên berjewendiyên kesîtî, îdyolojî û parteyetî  ye. Ew dijî sînor û kirasên dirutîyê ye. Û ev tişt hemî dawiya dawî li dijî azadî û serbixweyîyê ne.

Ji ber ku huner bi xwe rengek ji rengên azadiyê ye, yan jî ew azadî bi xwe ye.

Dema ku helbestvanê nûjen jêhatî, desthilatdar  û têgihiştiyê alavên xwe be, ew dikare bi hesanî ji xwêner û hevaldostên helbesta kilasîk re bide xuyakirin ku mûzîka helbestê ne tenê bi rêzbend û kêşeyê ve girêdayî ye.

Bedewiya zimanê helbestê bi pileya yekemîn a avakirinê ve girêdayî ye. Ew bi sistêma bikaranîna gotin û xurdeyan ve girêdayî ye. Ew sîstêm jî, bê guman girêdayî ezmûne û gencîna taybetmend a dahêner e.

Lê elbete guhertin ( Nûjenî ) ne tenê ji bo guhertinê ye.

Ew di serî de dahênerîyeke piralî ye, mebest jê afrandina cîhaneke xweşiktir û lihevhatîtir e.

Zimanê helbestê zimanekî rewan, vekirî û bê sînor e. Ew zimanekî weha ye ku li bedewiya xwe di tiştan de, û li bedewiya tiştan di xwe de, digere. 

Li vê derê dixwazim xaleke giring destnîşan bikim ew jî ewe, ku beşekî pir mezin ji xwendevan, nivîskar, helbesvan û alîgirên Kilasîkiyetê dibêjin ku „em di helbesta nûjen de nagihin, gotinên ferhengî û çêkirî têde pirin. Ew helbesteke çiten e û em tu derfetan ji bo ravekirina wê têkista nûjen di destên xwe de nabînin..htd“.

Bi baweriya min  barekî herî  mezin ji vê berpirsiyariyê dikeve ser milê wan kesan ( xwendevan, xwêner ) an jî yên ku alîgirê kilasîkîyetê ne û bi reşbînî li nûjeniyê dinerin. Mirov dikare vê yekê wek paşketinekê li ser astê hiş, raman û şêweyên xwendin û danûstandina bi têkistan re, binirxîne.

Bêguman hindek sedemên din yên berbiçav jî hene, wek:

 

1.        80%  ( dibe ku ev jimar kêm û zêdeyî têde hebe ) hîna

    bi zimanê dayîkê nizanin bixwînin û binivîsînin.

2. Xwênerê kurd bi gelemperî xwe fêrî şêweyekî têgihiştin

    û xwendinê kiriye. Ew bi şêwezekî  kilasîkî ber bi têkstê ve diçe û weha     ew li têkista ku li guhên wî xweş werê, digere. Lewra ew xwêner di helbestê de (li gora vê xwendinê) ji dervayî rêzik, û paşînkan tiştekî din naxwîne.

3. Ji xemleysî û bêkavîyê, xwênerê kurd ne amade ye, ku

   têkistekê du caran an bêtir bixwîne!?.

4. Tunebûna ziman û ferhengeke kurdî a yekgirtî.

5.Tunebûna dezgeh û saziyên kurdî yên taybet bi pirsgirêkên wêje û        wêjevanîyê.

6. Tunebûna dezgehên çalak yên çapkirin û belavkirinê.

7. Nebûna xwênerekî çalak û dahêner ku bikaribe têkstê wek berhemeke afrêner bixwîne û ji nû ve binivîsîne.

 

Durêd Yehya Xewace  helbesta nûjen di van hersê xalên jêrîn de li qelem dide:

1.     nûjenkiria naverok û kêsimê helbestê

2.     Rizgarkirina mûzîka helbestê ji zindana rêzbend û

          kêşeyê, û herweha afirandina mûzîkeke nuh ji gewde û giyanê

          peyvan (ahenga hundîn).

     3.  peydakirina derfetan ji bo pêşxistin û vejandina

          zimanê helbestê bi şêweyekî zanistî.12

 

Herweha ew li helbestvanê nûjen wek „pêxember ,Serok, û feylesof,

dinere” 13

Û ez heta radeyeke bilind xwe li gel vê nerînê dibînim, ji ber ku bi rastî rola ku helbestvanekî nûjen di pêşxistina civak, wêje, ziman, û ramanê de dileyize, tu carî ne kêmî rola serokekî, pêxemberekî, an jî feylesûfekî ye. Helbestvan daku bikaribe dahêneriyeke rastteqîne biafirîne, pêwîste ku pêxember, serok û feylesûfê zimanê xwe be

 “Afrandina Zimanekî helbestyane ji zimanekî rojane û gelemper, ku milkê her kesî ye, bi xwe hostayî û hunermendiyeke herî mezin û balkêş e.” 14

Herwekî çawa tevnerêsek ji ta û terîşên sade, ku li ber destên her kesî ne, tabloyeke rêsayî ji rengan diafirîne, weha jî helbestvan bi vî karî radibe.

Ew jî  ji zimanekî sade, rojane, ku her kes bi kar tînê, bi şêweyekî helbestyane, hunersazî, nazik, axaftineke helbestyane diafirîne, û li ber destên me datîne.

 

ZIMANÊ HELBESTYANE   Û

ENDAZYARIYA BIKARANÎNA XURDEYAN:

 

Ziman diyardeyeke civakî ye. Di demên berê de, têkiliyên di navbera ademîzadan de bi şêweyin din dihatin derbirîn , mîna nîgarkêşîyê, yan jî zimanê gewd an jî zimanê çavan. Lê roj bi roj merovanetiyê ev qonaxên teng û tarî derbas kirin, û alavên nuh ji bo berdewamkirina têkiliyên civakî û merovanetî afirandin, û ziman li wan geriya û bû şêweyê herî durist û bingehîn ji bo berdewamiya pêvajoya bihevredanûstandin û jiyanê.   

Ziman li ser astê têkildariyê mirov bi xwe ye. Ji ber ku em bi ziman li ser tiştan diaxivin, em her tiştî di hundirê xwe de bi ziman derbirin, û bi ziman em li ser ziman diaxivin. Dêmek ziman alavekî derbirînê, yê herî mirovane ye.

Ew alavê derbirîna têkiliyên me bi derdora me re ye . Bi ziman em xwe û her tiştî nas dikin, herwekî çawa ku em xwe û her tiştî bi yên din û derdorên xwe didin naskirin. 

Çiqas li helbestvan zor tê dema ku li hember ziman radiweste

„Helbestvanek hezarê kîlometran dûr diçe daku karibe pêrgî xwênerên xwe werê, û helbestvanek nikare ji dervayî wê kaxeza ku li ser dinivîsînê çar bostan dûr biçe. Helbestvanekî jî di kûrahiya deryayan de avjeniyê dikê, û helbestvanekî din di dilopeke diwîtê de binav dibê û  difetis e“.  15 

Bê guman di warê helbestê de astengiya yekemîn ku xwêner rastî wê tê, ziman e.

Helbest bi baweriya min ruhê ziman e, herwekî çawa ku ziman jî ruhê helbestê ye. Lewra zimanê helbestê zimanekî taybetmend û cihêwaz e. Ji ber ku eger hat û ne wisa be, êdî tu cihêwazî nakeve nevbera zimanê helbest, çîrok, roman, siyaset, aborî, civak û şanogerîyê.

Ziman jî dema gelekî tête bikaranîn pûç û sar dibê. Ew hinekî ji reng û bedewiya xwe winda dike, êdî di vir de rola helbestvan tête xuya kirin dema ku tê û wî ( Ziman ) vedigerîne bedewî û bengîniya wî a herî destpêkê.

„Ziman wekî ku suryalî dibêjin çemekî binerd e, û sererdkirin û diyarkirina wî çemî, berî her kesî, erka helbestvanê nûjen e“

 Ev çem jî, li gora suryaliyan, milkê her kesî ye,  û pêwîste ku mirov ne tenê li xurxura wî guhdar bike. lewra divê ji nû ve mercên ku guhdarkirina wî xweştir vejînin, werin  bicîanîn.“ 16 

 

WÊNEYA HELBESTYANE ÇI YE:

 

Wêne (foto) wek zaraw tiştekî madî ye. Herwekî dema wênekêş li himber tiştekî, giyandarekî an jî suriştê radiwestê û wêneyekê dikişînê, herweha wêneya helbestyane jî, berê wisa dihate famkirin û naskirin ( pesin, reng, deng  , saloxdanên yarê, welat û suriştê htd.)

Mînak:

„Yara min bejinbilind e, kezî wek maran e, dêm wek gulan e...htd).   

Dema wênegirek wêneya yara xwe bikişînê her dîsa ew bejinbilindî û keziyên wê  yên mîna maran, wê bêne destnîşankirin.

Lê helbestvan  di riya desthilatdariya xwe di warê rêzkirina gotinan, rêzbend, kêşe û mûsîqa bêjeyan a derveyî, wêneya xwe saz dike, û bi şêweyekî xîtabî û eşkere  dixwaze ramana xwe bighîne xwêner.

Ango ew her tiştî dike bin xizmeta gihandina ramana têkistê. Ew helbesta xwe di hundirê rêzik û sîstêman de dinivîsîne. Lê bê guman dema ku ew helbest têkeve bin bandor û dekûdolabên rêzik û sîstêman, an jî siyaset û rêjîman, ew dê pareke mizin  ji xweşikbûn û huneriya xwe winda bike.

Elbete ev nayê wê wateyê (bi çu awayî ji awayan) ku ez li dijî helbesta Kilasîk im, an jî li dijî vî şêweyê bikaranîn û afirandina wêneya helbestane a bi vî rengî me.

Lê dixwazim (li gor navnîşana vê nivîsê) tenê beramberiyekê di navbera herdu şêweyên derbirînê  (klasîk/ nûjen) de bikim.  Tiştekî giring û pir pêwiste, heta ku em bizanibin şêrîn çi ye pêwîste ku  berî hingî me tal tam kiriba(yan jî wekî din), û herweha het ku em bikaribin nûjeniyê nas bikin gereke em bizanibin kilasîkiyet çi ye.

Bi baweriya min wêneya helbestyane ne ewe ku mirov jiyanê dîrekt bi nivîsandinê  kopî bike, wek „Silo mîna şêrekî ye , çiyayên me bi dehl û devî ne , çavên te reş in „ .

Ez dikarim van wêneyên borî, wek ku min di gelek ciyên din de, ji vê lêkolînê destnîşankiriye, wek kopîkirin an jî zarpêkirineke veguhastî, li qelem bidim.

Lê di vir de helbestvan roleke weha dileyizê, ku wê wêneyê bi ziman û hindek alavên din dineqişîne.

Guhertin jî di navbera helbestvan û wêngir de, di vir de, êdî çê dibe. Helbestvan wêneyeke madî û hestedar  bi alîkariya ziman û alavên xwe yên din,  wêneyeke nehestedar û helbestyane diafirîne.

Dêmek wêneya helbestyane a nûjen, gewdekî hunerî ye, û helbestvan (piştî ku wê di çarçewa raman û xemleke huneryane de saz dike) wî gewdeyê hunryane bi şêweyê xwe yê taybet li ber bejna bêje û hevokan dike.  Helbestvan  bi ziman, mûzîk, lihevsiwarkirin, û bêjeyên bi aheng ku gereke di ciyê xwe yê rast de  werin bikaranîn, beşdriyê di afirandina têksta helbestyane de dike.

Ew dibe  rûyek ji rûyên bûyerê. Ew bi peyvên dijber, simbol, efsane, hevokên pêrgîhevhatî û hemî şêweyên hunerî yên din, ku ji bo afrandinê pal û piştin, di atmosfêrekî huneriyane de, beşdarî afirandina cîhaneke nuh dibe.

Wêneya helbestyane, wêneyeke di cîhana îmkanê de ye, berî cîhana rêyalîteyê. Ew wêneyeke hestedar e di cîhana helbestvan de, ji sawîr û çelengiya dahêneriya wî tê afirandin.

Helbestvan jî  hewl dide  ku xwe (kesayetî, raman,  nerîn...htd) di rêya sazkirina wê cîhana huneryane de, wek rûberekî  azadyane ji bedewîtî û hestedariyê, ragihîne  xwendevanan.

MÎNAK:

- ?! -

Buharên te yên belqitî

wê çawa Bêrîvanan razîkin..!

Eger bihîstin....

ku ( Bîst û çar ) zivistanên bêdûnde

li ser xaçerêkên

dudiliya te

min

      so

         tan

               di

                    ne

                         ? 17

Di vê têkista jorîn de,  helbestvan dixwaze ramana xwe di derbarê tabloyekê ( Bendeman, dudilî, êş, „erê“ ya ku nayê...), ji jiyana xwe/ te/ me/ de, bi awayekî dahêneryane, huneryane û bedew bighîne me, bêyî ku xwe yan jî têkistê têxîne bin çu bend û qeydan.

Buharên yara helbestvan yên belqitî ( nîvçe, ne gihayî, ne stewiyayî, ..) wê çawa bikaribin bêrîvanan (bêrîvanên ku her roj beşdarî tracêdiya jiyana me dibin  û şahidên êş û janên me, şev û rojên me, tehl û şêrînê me ne )  razî bikin, eger bihîstin ku (yarê wê ku bi xwe helbestvan e) bîst û çar demsal ji zivistanê (ji bêdûndeyîyê, ji êşê, ji bêzariyê, ji tuneyîyê û ji bendemanên bê ser û ber....) li ser „xaçerêkên bêbiryariyê“ li benda „erê“ ya wê a ku nayê, sotandine.

(Dûmahiyek heye) 

 

tirej.com12/06/2003
wêne.tirej.com





veger ««««

tirej@tirej.com[©www.tirej.com,2002-2004 [ info@tirej.com]
Vebûna malperê 01/12/2002