Azad Feqe û Ezîz Xemcivîn

Hevpeyivînek li gel hunermend: Azad Feqe

 

Hevpeyivîn: Ezîz Xemcivîn

P1:Em xêrhatina te li Dubey dikin, û ji te dixwazin ko tu xwe ji me re bidî nasîn?

Azad Feqe: Navê min Azad Feqe ye, ji başûrê rojava yê kurdistanê, ji bajarê Dêrikê me..ev 13 sal ez huneriyê dikim, weke hunermendekî folklor ji Dêrikê heya bi qamişlo heya bi hasekê, serê kaniyê û heya bi kurdistanê li parçên din ez bawer im bi navê Azad Feqe bihîstine..

P2: Heya niha te çend kasêt tomar kirine?

Azad Feqe: Kasêta min î pêşî sala 1989an li Şamê min tomar kir, lê kasêt bi awakî fermî sala 1993an destpêk bû, heya niha min 13 kasêt belav kirine.. ji bil stranên min ên li şahiya, li temaşeya ko min gotine, lê her salê ez kasêtekê taybetî belav dikim.

P3: Hunermend Azad ev kasêtên te çi dibêjin?

Azad Feqe: Her kasêtek dema wê heye.. me stran li ser newrozê gotine, li ser welat, li ser civakê, lê para bêtir ez folklor bikartînim ew mêjûya me ye bi taybetî folklorê devera Cezîra Botan, û ji bilî wê jî stranên hunermendên Kevin jî dibêjim.

P4: bê guman tu li sêkûça sînorên kurdistanê dijî ango li ser sînorê kurdistana başûr û bakur e. gelo têkiliyên te bi hunermendên kurdistanê re hene?

Azad Feqe: Têkiliyên min bi hunermendên kurdistanê re gelek in, û sala 1993an ez çûm kurdistana başûr, li wir min ew ji nêzîk ve jî naskirin wek hunermend kak Selam Yûsiv, kak Ebdulezîz Suleyman, kak Sebah Zaxoyî…û berê jî min têkilî li gel rehmetî Tehsîn Taha hebû, li aliyê me jî rehmetiyê Mihemed Şêxo û hêja Seîd Yûsiv û li gel pirên hunermendên Cezîrê û Efrînê têkiliyên min hene…

P5: Kasêtên te ên hevbeş bi stranbêjekê re hene tu karibî li ser bi axivî?

Azad Feqe: Belê ew keç ji malbata xêzaniya min e, û dengekî pir xweş heye, navê wê Leyla Mîranî ye, kasêta 1996an li gel min distirê…

P6: Azad tu vîdyo kilîp çawa dibînî, û te stranên xwe wisan tomar kirine?

Azad Feqe: Di sala 1995an de min stran bi vîdyo kilîp tomarkirine, ne bi evê teknîka aniha lê li gor ewê demê ew karînên han başbûn.Û niha jî ez hewl didim ko herim Kurdistana başûr yan kompanî hebin alîkariya me bikin emê tiştekî ciwan derînin..

P7: Hunermend Azad ji helbestvanên kurd bêtir tu dixwazî helbestên kê bistirînî?      

Azad Feqe: Ji berî niho min helbestên seydayê Cegerxwîn gotine û yên seydayê Tîrêj û  gelek helbestvan li bajarê me {Dêrikê} jî hene ez hezdikim stranên wan bêjim û hin min gotine jî wek: Cuma Êresî, Şevger Mîrza, Ridwan Xursî, Loriyê Tildarî û Mihemed Elî….

P8: Heger tu bi tenê dimînî, ji denbêj û hozanvanên kurd tu li kê guhdarî dikî? 

Azad Feqe: Ez bêtir li Arifê Cezîrî guhdarî dikim, û li Hesen Koro {Hesenê Cezîrî} geh li mamê xwe rehmetî {Hecî Ehmed} bavê hunermend Adil Feqe ew dengbêjekî pir dengxweş e, lê mixabin kasêtên wî belav nebûne..û li Eyaz, Erdewan, û Tehsîn dengê wan min serxweş dike….

P9:Em dixwazin li ser xwendina mozîkê birawestin, çawa tu dibînî, û te xwendina mozîkê kiriye an na ?

Azad Feqe: Bi rastî min solfêc li şamê xwendiye, lê mixabin min berdwam nekir, ew jî ne sûcê min bû lê sûcê nîrên ko merovêd me têre diborin û zehmetiyê jiyanê ne…

P10: Îro miletê kurd bi giştî û li başûrê kurdistanê bi taybetî di rewşeke dijwar û hûrbînî de dibûrin, derbarî evê rewşê tu çi karî bibêjî?

Azad Feqe: Dilê min bi dilê kurdan ve ye heger kurd başbin ez başim û heger kurd ne başbin ez ne başim..ez weke kesekî hunermend hêvîdar im ko ev dijwarî û nexweşî ji millet re bibin xweşî, bibin serfirazî û bibin azadî…

P11: Ez dixwazim binasim Azad Feqe paşerojê çawa dibînî?

Azad Feqe: Ez paşeroja evê rewşa ko em têde dibûrin hêvîdar im ko wê baş be, bi rastî hêviyên min gelek in, ez dixwazim Kurdistan rizgar bibe, em jî weke hunermendên xelkê serfiraz li salonan bistirên, da kes me binçav nekin, û ji me re nebêjin: {لا تغني بالكردي} ango bi kurdî nestirên!! Ez gelek çakbîn im û heger merov ne çakbîn be bila nejî!!

P12: Pirojên te li paşerojê çi ne?

Azad Feqe: Pirojên min wekû hunermend gelekî fireh in, ez dixwazim li nav xelkên kurd tevdan bigerim, wekû her hunermendekî ez dixwazim tiştekî bidim evî miletî..bidim welatê xwe, folklorê xwe ê veşartî û yê ko bi destê Tirk, Faris û Ereban tê dizîn û li telefizyonên nûjen bi zimanên xwe belav dikin, biparêzim..!!

Her patrola me didizin ma bela folklorê me jî bidizin?  An bingeha me hemî bidizin…?/!!

Em hêvîdarin û hêvîkarin  ko em bigihên ewê rewşê ko ji xwe re bingehekê çêkin û evan dizan eşkere bikin, da folklorê me bes bête dizîn !!

P13: Em dixwazin tu me bi periya koçerî bidî nasîn?

Azad Feqe: Periya koçerî jê re dibêjin koçerî, ew bi xwe Botanî ye, ango ji Cezîra Botan e. stranên weke {Ez xelef im, Meyrema file ye} û evê tên ber dîlankirin jê re dibêjin dîlana koçerî, ew bi xwe navê wê ne koçerî ye, lê koçer têde jîr in, xweş dîlan dikin bi nav koçerawî ye lê ew bi xwe jê re {Navrincî} dibêjin. Dîlana çûn û hatinê ew bêtir li ber stranên Botan tê dîlankirin, {Ez xelef im, Meyrema file ye, Beyreme beyreme û Hejîra latê yo} ev hemî ji wan re navrincî dibêjin, koçer gelkî zîrek in tê de… em hêvîdar in ko ev stran ne mirin. 

Gava em guh didin kenalên tirkan Tv, hemî wan strana tînin û bi tirkî wa koral û harmonîkan ji wan re çê dikin û bi tirkî distirînin mixabin dikin milkên xwe     

P14: Tu koçberiyê çawa dibînî?

Azad Feqe: Gelek ji xortên me ji ber sedem in virde, wirde berê xwe bi Ewropa vedikin ji bo jiyaneke xweştir, lê mixabin bi pirê wan tu jiyana xweştir nabînin.û bi taybetî kesên rewşenbîr, nivîskar, hunermend û stranbêj di nerîna min kesê ji nav êşa welatê xwe derkeve, ango çû rewşa xwe bi rewşeke dîtir biguhêre teknîkî rewşa Ewropa li gor merov û hevalên min yên li ewropa dijîn dibêjin pir rewş hatiye guhertin …kesê hunermend ji welatê xwe derkeve di nerîna min de wek masiyê tu wî ji nava avê derînî, huneriya wî dimre…!!lê divê em cudabûnê têxin nav ew kesên ji ber peyketinê, binçavkirinê û zindankirinê derketiye û nav ew kesên ko ji keyfa xwe re derketiye bikin!!

Di nerîna min de pir şaşitî ye, û ez ji xortan tevdan re dibêjim: çûna Ewropa ji xwe re nekin armanc gerek kurd ji welatê xwe dernekevin, xebatê bi çi rengî be bikin…milet û welat bi haceta wan in…??!!

Heger pirsek mabe û me ji te ne kiribe em dixwazin tu bersivê bidî me?

Ez sipasiya te dikim birayê delal Xemcivîn û ez dixwazim ev nivîsên ko hûn dinivîsînin ne taybetî bin, dixwazim ji hemû nivîskaran li hundirê welat, li derveyî welat karibin nivîsandinên xwe li hundirê welat belav bikin. Bi taybetî internet tishtekî nû ye kêm li welat bi kar tê, ev kesê ko di internetê de nivîsên xwe belav dikin  bela dengê xwe bigehînin kesên ko internet li bal wa tune ye, belavoka çap bikin li millet belav bikin bela xelkên me bi piranî bixwînin, bela xortên nivîskar bêtir xebatê bikin, li folklorê me bigerin, li ziman hay bibin…Em gelekî li paş in da em jî wek xelkên dunyayê serfiraz bijîn…

Gotina dawî tê çi ji me re bibêjî?

Ez sipasiya te dikim û hatina me li Îmarata Erebî û alîkariya evan xortên delal û bi alîkariya hunermendê cîhanî yê bi rûmet Şivan Perwer em bi hev re newrozeke xweş îşev derbaskin, ez gelek pê serfirazim û bi we serfirazim.. ko we kariye hûn evê newrozê bi vî rengê xweş amadebûneke wisa hêja jê re bikin.Û sipas….

Dubey
20/3/2003



tirej.com08/05/2003
wêne.tirej.com





veger ««««

tirej@tirej.com
[©www.tirej.com
,2002-2004 [ info@tirej.com]
Vebûna malperê 01/12/2002